Sonntag, 29. Oktober 2017

Kurdistan Źi Didanên Śkeśtî Natirse!



Pêxember dibêźin, ne kalik u pîrikên min, Nuh Nebî piśta tofana reś li Kurdistan’ê śkandiye.
Tofan rabune u hatine, laneta xwa l’ herda me dane, lê dîsan źî bê deng u bê hiś ćune.
Ev herd bi rik e, źi didanên śkestî natirse.
Mêratê, rehên xwa heta mala xwadê drêź kiriye.
Heźmara heywanên ku di nav herda me ra derbaz bune, l’ xewnên me źî hilnayên.
Yên ku hatine, yek bi yek ćune.
Wê can daye me, me xwîn daye wê.
Gava yek źi me gîriye, yê din źi derdan miriye.
Derd bi derb e, diśewitîne.
Źehr bi źan e, mêźiyê meriv difetisîne.

Pozê me bi bêhna źi vê herda me xwa bilind kiriye.
Em źi kezeba sotî dizanin bextewariya di vê herdê da ći ye.
Ćîrok dibêźin, hezretî Edem li ser herda me źi xewa xwa ya bi sêv heśyar buye.
Heger ev herd nebu’buya, ewê hezretî Brehîm di nav êr/êgir da runeniśtiya.
Heger ev herd nebu’buya, ewê ev nanê di destê me da ćênebu’buya.
Heger ev herd nebu’buya, ewê homo-sapiens-sapiens li deśtên Efrîka’yê bifetisiya.

Hîro ev herd li bazara pîćan wekî zibil tê belav kirin, nayê frotin źî.
Xwadê li źor e, u bi derd e:
„Ev źî wekî roźeke ya di nav ćîrokê da ye.“, dibêźe.
Melekên li dor wî yên di ayîna ezmanî da:
„Ya staaar, ćîrokbêź biguherin źî, ćîrok bi dawî nabin!“, dibêźin.





Mittwoch, 25. Oktober 2017

Ne Xewn Dimirin Ne Źî Kurdistan Dimire!




Źibo ku em zeryayan bibînin, em carina ćavên xwa di nav ćeman da diśon.
Dayika min digot, “Xewnên me źi ćeman drêźtir in.”.
Loma ćemên ku ćavên me dibînin, l’ zeryayan digerrin.
Ćavên ku źi xewnan hez nakin, nikarin bi rooźê ra gulaśê bigirin.

Yê ku namerd e, l’ bazara namerdan digerre, źibo ku namerdiya xwa bifrośe.
Mala Talabanî’yan xencereke ewqas bi źehr lêda ku hemî kurd b’ źanê ketine.
Taa miśk, mar, pisîk u kućikên me źî bi gîrî ne.
Kê bi kê ra daa u girt, ćawan kir, ćima kir, pirsên vik u vala ne.
Bi pirsên bê hiś meriv haveyna ehmeqiyê ćêdike.
Źibo ku śîrê malê bêtir gemar nebe, divêt meriv bi lez mastê xwa ćêbike.
Berê xwa bidin tiśtê kirî: Êśa bi hezaran salan, Kurdistan, di nav ćend seetan da frotin!
U berê xwa bidin yê/ya ku xwa frotiye: Mala Talabanî’yan.
Źê pê va ti meśrutiya YNK u Goran'ê nemaye li Kurdistan'ê.
Îxanet li Silêmayê hate nivîsîn, ne li ciyekî din.
Li pey sefseteyan nekevin, herkes wekî kurdan ehmeq nîn e ku milkê mala bavê xwa bide talan kirin.
Kesên ku roźek źi berî rêferendumê bi qetîl Qasim Silêman’ê farsan ra li Silêmaniyê civiya bun u Kurdistan frotî bun, bila nekin zirrezirr.
Tevî ku Emêrîka’yê ew namerd bi tevî kućikên wî roźek źi berî rêferendumê xistî bu nav lîsteya terorê, kurdan rabun li Silêmaniyê bi wî kućikî ra civîn li dar xistin. U Qasim’ê pîć di ser kefena bavê wan da mîz kir.

Heta ku pezê reś di gomê da hee’be, gur li ber xwa nakevin.
Źixwa źiyan bi xwa mucîze ye, u gur vê yekê dizanin.
Źibo ku ew gur li ber xwa bikevin u herrin, divêt mala Talabanî’yan were zuwa kirin.
Ev malbat bi śuśtinan pak nabe.
Qasî ku xuya dibe Mam Celal źiyana xwa di ber avakirina ćandeke namerd ra derbaz kiriye. Mesulê sereke ye źi vê ćanda ku hîro bi dilekî rehet Kurdistan’ê difrośe molleyên fars u erebên bê îdreq.

Hîn źî em bi zelalî nizanin, ka destê ćend heb PDKeyiyan di vê îxanetê da hee ye.
Divêt di roźa yekem da Mesut Barzanî banga sefebertiyê bikira.
Kek Mesut bi xwa źî baś dizane ku ewê xelkê kurd bi deh hezaran biherikiya baśurê Kurdistan’ê.
Lê nekir! Ez źi xwa dipirsim, ćima?
Roźa destpêkê źibo hariyariya navnetewî roźa girtina birryaran bu. Gava pêśmerge bê berxwadan baźarên xwa berda u hovên Heśda Śa’bî u ereb li wan baźaran cî kir, piśtgiriya navnetewî źî bi xwa ra kir nav gornê.
Tu him li ber xwa nede u him źî bibêźe kes hariyariyê nade me, ev komployeke navnetewî ye! Herhal van dewarana dibêźin her kesî mêźiyê xwa bi nan u avê mezin kiriye!
Heger mantixa rêvabirên vê hukumetê u wan partiyan ev ’be, źixwa hingê ew dewlet ewê her u her wekî xewn bimîne.
Gava Îsreîl’ê źi berî pêncî salan li hemberî ereban dest bi śerr kirî bu, źi hemî deverên cîhanê ref bi ref cihu herikiya bun Îsreîl’ê. Di serketina wî śerrî da beśdarbuna akademîkerên cihu rola herî sereke lîstî bu ...
Bêguman hatina Heśda Śa’bî u erebên teres źi du heftan berê da bellî bu. Ćawan dibe ku meriv tevdîrên xwa nagire?
Ćawan dibe îhtîmala ku hindek namerdên di nav YNKê da îxaneteke mezin bikin, tê paśguh kirin?
Źixwa ew dubendiya heeyî ya di navbera partiyan da ćel sal bun ku hee’bun. Kućikên ku di bin kontrola molleyên fars u erebên teres da bun, dihatin zanîn. Van kućikana di hemî firsendan da mebesta xwa ya ku Silêmaniyê źi Kurdistan’ê veqetînin, taniyan zmên ...
Îcarê ćawan dibe ku li hêlekê meriv birryara serxwabunê dide u li hêlekê źî tevdîrên xwa yên leśkerî u aborî nagire?!

Li hêlekê Kurdistan dikele, dinya ser u bin buye, li hêlekê źî PKK di bêdengiyê da fetisiye. Tu yê bibêźî qey ya ku diśewite ne Kurdistan e, ćend kevirên li filan ćiyayî ne.
Di nućeyekê da digotin „pêśmerge“ paśta vekiśiyaye. Tevî ku hertim źibo „pêśmerge“ peyva „ćete“ bi kar tînin źî, vê carê „pêśmerge“ nivîsî bun.
Ćima?
Źiber ku „pêśmergeyên“ ku „vekiśiya bun“ yên YNKê bun, yên Îran’ê bun, yên Êraq’ê bun, loma!
Tabî ev źî ne bes bu, divêt meriv bi devxwînî hêrîśî PDKê bikira, hêrîśî Mesut Barzanî bikira.
Me careke din dît ku konseya PKKê ćendîn herêmcî ye, ćendîn di bin kontrola molleyên farsan da ye, ćendîn „ćete“ ye, ćendîn „taśeron“ e, ćendîn „namerd“ e.
Murat Karayilan źi berî ćend mehan digot bila partiyên kurd yên li roźhilata Kurdistan’ê li hemberî Îran’ê śerr nekin.
Cemîl Bayik źi berî sê mehan digot, „Heśda Śa’bî hêzeke xelasker e!“.
Koma ćekdarên PKKê ya li Śengal’ê wekî perćeyeke Heśda Śa’bî hate ava kirin. Vê komê ćek u miza xwa źi Bexda’yê digirt u digire. Van her du hêzan bi hev ra kar kirin, bi hev ra operesiyonên leśkerî kirin u dikin.
Di roźa dagirkirina Kerkuk u deverên din da PKKê sefseteya ku Apo hatî bibe kuśtin, havite holê.
Roźa ku Heśda Śa’bî u erebên namerd karê xwa li Kurdistan’ê bi dawî kirin, ewê PKK dengê xwa bibirre, ewê tendurustiya Apo dîsan xwaśtir u baśtir bibe ...

Ev e li baśur pêśniyaza ku ewê rêferendumê bidin „cemidandin“ bilind dibe. Emêrîka dibêźe em piśtgiriya vê yekê dikin.
Lê li heniya śerr molle u ereb qet guh nadinê, dibêźin ref bi ref malbatên kućikên xwa yên di nav śerr da tînin Kerkuk’ê u herêmên din, daku di nav demeke kurt da heźmara wan zêde bikin u kurdan źî bi awayekî berteref bikin.

Heger Kurdistan źi berfê ćêbuyî buya, loma me yê bigota, belkî ew xewneke drêź bu.
Lê Kurdistan ne berf e ku bihele!





Dienstag, 17. Oktober 2017

Îlankirina Kurdistan’a Serbixwa Zerurî Ye!



Gava di 25ê meha îlonê da rêferenduma serxwabuna Kurdistan’ê pêk hat, me berê xwa daa xewnên me yên li ezmanan.
Heśda Śe'bî serê kurdan źêdike!
Me got em bi sond in, em ê daran li ezmên mezin bikin.
Heger xewn śîrîn ’be, heśyar bun źi meriv ra dibe barê heram.
Gul źî b’ ser meriv da bibarin, meriv l’ xewna xwa digerre.
Xewn in, di nav fenteziyên bi sedan salan da xwa di nav zmanê me da koliyane.
Em źi van fenteziyan ćêbune, nan u av u canê me pê diśewite ...

Di nav dîrokê da kurd ti carî ewqasî nêzzîkî serxwabuna xwa nebuyî bun.
Em li benda îlankirina serxwabuna Kurdistan’a xwa bun.
Me yê vê carê źi xewnên xwa xatir bixwasta.
Lê xayîntî ewćendî mezin buye ku meriv nikare destê xwa źê biśoy.
Namerdan di nav śevekê da baźarên xelkê kurd yên bi hezaran salan dan molleyên Îran’ê u pîćên ereban, u reviyan.
Molleyên fars u erebên pîć vê gavê baźarên me talan dikin, însanên me yên sîvîl dikuźin.
Bila di bîra me da ’be, Cemîl Bayik źi berî ćend mehan digot, «Heśda Śe’bî hêzeke xelasker e!». Vê gavê ći dibêźe, nizanim.
Silêmaniye buye bazara qewat u qehpikên farsan.

Hukumeta Herêma Kurdistan’ê heta vê gavê źî bêdeng e!
Sucdar e!
Tiśtê ku buye, źixwa buye.
Divêt hukumeta herêma Kurdistan’ê bi lez seferbertiyê îlan bike u di heman demê da źî «Kurdistan’a Serbixwa»!
Hêdî ew tîr źi kevankê firiyaye!
Tev bila xelkê kurd xwa li baśurê Kurdistan’ê orxenîze bike, birryara śerrê serxwabunê bide, dê źi seranserê cîhanê kurd biherikin nav axa Kurdistan’ê ya pîroz!
Bêyî avabuna hêzeke tund ya kurdan ti kes piśtgiriyê nade kurdan. Herkes li ser bingeha menfeetên xwa têkiliyan bi yên xwadî hêz ra datîne. Loma źî bi hêzbuna kurdan źibo alîkariya navnetewî hee'be-nebe ye.
Lê îrade pêwist e!
Rik u îmana Kurdistan’î ewê helbet heśyar bibe!