Źibo ku em zeryayan
bibînin, em carina ćavên xwa di nav ćeman da diśon.
Dayika min digot, “Xewnên
me źi ćeman drêźtir in.”.
Loma ćemên ku ćavên me
dibînin, l’ zeryayan digerrin.
Ćavên ku źi xewnan hez
nakin, nikarin bi rooźê ra gulaśê bigirin.
Yê ku namerd e, l’ bazara namerdan
digerre, źibo ku namerdiya xwa bifrośe.
Mala Talabanî’yan xencereke ewqas bi
źehr lêda ku hemî kurd b’ źanê ketine.
Kê bi kê ra daa u girt, ćawan kir, ćima
kir, pirsên vik u vala ne.
Bi pirsên bê hiś meriv haveyna
ehmeqiyê ćêdike.
Źibo ku śîrê malê bêtir gemar nebe,
divêt meriv bi lez mastê xwa ćêbike.
Berê xwa bidin tiśtê kirî: Êśa bi
hezaran salan, Kurdistan, di nav ćend
seetan da frotin!
U berê xwa bidin yê/ya ku xwa
frotiye: Mala Talabanî’yan.
Źê pê va ti meśrutiya YNK u Goran'ê nemaye li Kurdistan'ê.
Îxanet li Silêmayê hate nivîsîn, ne
li ciyekî din.
Li pey sefseteyan nekevin, herkes
wekî kurdan ehmeq nîn e ku milkê mala bavê xwa bide talan kirin.
Kesên ku roźek źi berî rêferendumê bi
qetîl Qasim Silêman’ê farsan ra li Silêmaniyê civiya bun u Kurdistan frotî bun,
bila nekin zirrezirr.
Tevî ku Emêrîka’yê ew namerd bi tevî
kućikên wî roźek źi berî rêferendumê xistî bu nav lîsteya terorê, kurdan rabun
li Silêmaniyê bi wî kućikî ra civîn li dar xistin. U Qasim’ê pîć di ser kefena
bavê wan da mîz kir.
Heta ku pezê reś di gomê da hee’be, gur
li ber xwa nakevin.
Źixwa źiyan bi xwa mucîze ye, u gur
vê yekê dizanin.
Źibo ku ew gur li ber xwa bikevin u
herrin, divêt mala Talabanî’yan were zuwa kirin.
Ev malbat bi śuśtinan pak nabe.
Qasî ku xuya dibe Mam Celal źiyana
xwa di ber avakirina ćandeke namerd ra derbaz kiriye. Mesulê sereke ye źi vê
ćanda ku hîro bi dilekî rehet Kurdistan’ê difrośe molleyên fars u erebên bê
îdreq.
Hîn źî em bi zelalî nizanin, ka destê
ćend heb PDKeyiyan di vê îxanetê da hee ye.
Divêt di roźa yekem da Mesut Barzanî
banga sefebertiyê bikira.
Lê nekir! Ez źi xwa dipirsim, ćima?
Roźa destpêkê źibo hariyariya
navnetewî roźa girtina birryaran bu. Gava pêśmerge bê berxwadan baźarên xwa
berda u hovên Heśda Śa’bî u ereb li wan baźaran cî kir, piśtgiriya navnetewî źî
bi xwa ra kir nav gornê.
Tu him li ber
xwa nede u him źî bibêźe kes hariyariyê nade me, ev komployeke navnetewî ye! Herhal van dewarana dibêźin her kesî mêźiyê xwa bi nan u avê mezin kiriye!
Heger mantixa
rêvabirên vê hukumetê u wan partiyan ev ’be, źixwa hingê ew dewlet ewê her u
her wekî xewn bimîne.
Gava Îsreîl’ê źi berî pêncî salan li
hemberî ereban dest bi śerr kirî bu, źi hemî deverên cîhanê ref bi ref cihu
herikiya bun Îsreîl’ê. Di serketina wî śerrî da beśdarbuna akademîkerên cihu
rola herî sereke lîstî bu ...
Bêguman hatina Heśda Śa’bî u erebên
teres źi du heftan berê da bellî bu. Ćawan dibe ku meriv tevdîrên xwa nagire?
Ćawan dibe îhtîmala ku hindek namerdên di nav YNKê da îxaneteke mezin bikin, tê paśguh kirin?
Ćawan dibe îhtîmala ku hindek namerdên di nav YNKê da îxaneteke mezin bikin, tê paśguh kirin?
Źixwa ew dubendiya heeyî ya di
navbera partiyan da ćel sal bun ku hee’bun. Kućikên ku di bin kontrola molleyên
fars u erebên teres da bun, dihatin zanîn. Van kućikana di hemî firsendan da
mebesta xwa ya ku Silêmaniyê źi Kurdistan’ê veqetînin, taniyan zmên ...
Îcarê ćawan dibe ku li hêlekê meriv
birryara serxwabunê dide u li hêlekê źî tevdîrên xwa yên leśkerî u aborî nagire?!
Li hêlekê Kurdistan dikele, dinya ser
u bin buye, li hêlekê źî PKK di bêdengiyê da fetisiye. Tu yê bibêźî qey ya ku
diśewite ne Kurdistan e, ćend kevirên li filan ćiyayî ne.
Di nućeyekê da digotin „pêśmerge“ paśta
vekiśiyaye. Tevî ku hertim źibo „pêśmerge“ peyva „ćete“ bi kar tînin źî, vê
carê „pêśmerge“ nivîsî bun.
Ćima?
Źiber ku „pêśmergeyên“ ku „vekiśiya bun“ yên YNKê bun, yên Îran’ê bun, yên Êraq’ê bun, loma!
Źiber ku „pêśmergeyên“ ku „vekiśiya bun“ yên YNKê bun, yên Îran’ê bun, yên Êraq’ê bun, loma!
Tabî ev źî ne bes bu, divêt meriv bi
devxwînî hêrîśî PDKê bikira, hêrîśî Mesut Barzanî bikira.
Me careke din dît ku konseya PKKê
ćendîn herêmcî ye, ćendîn di bin kontrola molleyên farsan da ye, ćendîn „ćete“
ye, ćendîn „taśeron“ e, ćendîn „namerd“ e.
Murat Karayilan źi berî ćend mehan
digot bila partiyên kurd yên li roźhilata Kurdistan’ê li hemberî Îran’ê śerr
nekin.
Cemîl Bayik źi berî sê mehan digot,
„Heśda Śa’bî hêzeke xelasker e!“.
Koma ćekdarên PKKê ya li Śengal’ê wekî
perćeyeke Heśda Śa’bî hate ava kirin. Vê komê ćek u miza xwa źi Bexda’yê digirt
u digire. Van her du hêzan bi hev ra kar kirin, bi hev ra operesiyonên leśkerî kirin
u dikin.
Di roźa dagirkirina Kerkuk u deverên
din da PKKê sefseteya ku Apo hatî bibe kuśtin, havite holê.
Roźa ku Heśda Śa’bî u erebên namerd
karê xwa li Kurdistan’ê bi dawî kirin, ewê PKK dengê xwa bibirre, ewê
tendurustiya Apo dîsan xwaśtir u baśtir bibe ...
Ev e li baśur pêśniyaza ku ewê
rêferendumê bidin „cemidandin“ bilind dibe. Emêrîka dibêźe em piśtgiriya vê
yekê dikin.
Lê li heniya śerr molle u ereb qet
guh nadinê, dibêźin ref bi ref malbatên kućikên xwa yên di nav śerr da tînin
Kerkuk’ê u herêmên din, daku di nav demeke kurt da heźmara wan zêde bikin u
kurdan źî bi awayekî berteref bikin.
Heger Kurdistan źi berfê ćêbuyî buya, loma me yê bigota, belkî ew xewneke drêź bu.
Lê Kurdistan ne berf e ku bihele!
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen