Mittwoch, 9. Juni 2021

Zmanên Medan Źî Gotin “Okay”

 


Dubare demeke drêź di ser ra derbaz bu.

Meriv hîć pê nahesse.

Carinan źi xwa dipirsim u dibêźim, „Ma źi demê bêdengtir tiśtekî din hee ye?“.

Herhal tun e. Ew quzilqurt gravîtasiyon dikare bi hezar u yek zehmetiyan were pîvîn, lê dem?

Ne pêkan e.

Ez źî xwa hêdî carinan wekî demê dihessibînim u carinan źî wekî gravîtasiyonê.

Ango streteźî u textîk bi temamî li ciyê xwa runiśtine heta ku xwadênegraviyê lotika dawiyê lêxistiye.

Di van mehên dawiyê da lêkolîna min ya li ser Zmanên Medan gelekî wextê min girt. Min ev lêkolîna xwa di sala 2004an da li ba Unîversîteya Zürich’ê wekî têz amade kirî bu, loma bi zmanê Elmanî ye.

Di ser ra gelek wext derbaz buyî bu.

Lê źibo ćapkirinê divêt min ew têz bi baldarî di ber ćavan ra derbaz bikira.

Min kir źî. Li dor bîst u pênc rupel lê zêde źî bun.

Di dawiyê da pirsgirêkên texnîkî derketin, bi qasî du heftan źî wê lotika bêbav serê min kir zirne.

Lê axir di dawiyê da qediya u min źi Weśanxana NAyê ra śand. Berî deh roźan hate ćap kirin (www.nayayinlari.com).

Ligorî ragiyandina ćapxanê, ew dil dikin ku bi tevî ćapxaneyeke din bi alîkariya Wezereta Ćandê Ya Elman li Elmanye’yê źî ćap bikin.

Ev lêkolîn di derbarê Zmanên Medan da mîladek e.

Heta vê gavê di nav medyayê da eleqeyeke baś dît.

Źi du beśan pêk tê. Beśa yekem źi fonoloźiya Medî u ya duyem źî źi ferhenga Zmanên Medan pêk tê.

Ez dibêźim ewê Kurd nekarin źê îstîfade bikin.

Vê gavê bi Gāthā’yên Zerdeśt va miźul im.

Źixwa ev sî sal in pê ra miźul im. Lê divêt bo ćapê were amade kirin.

Ku ti serêśiyên din ćênebun, divêt di meha tebaxê da were ćap kirin.

Heta dawiya vê salê divêt seteke Avesta’yê ya bi 12 cîldan derkeve.

Vê gavê gelek proźeyên din xwa li ser maseya min drêź kirine u kêfa belek dikin u dibêźin, „De tu mêr î, dest pê bike, ihi!“.

Lê divêt hun li bendê bimînin.

Di meha tebaxê da em ê di civîneke medyayî da hemî ćîrokên negotî yên bi hezar salan yek bi yek bixwînin.

Ewê herd velerize.

U ewê ezman źiber derdê nebuna herda li źêr berbi galaksiyên din bireve.

Bila xwadê gravîtasiyona di turika we da kêm neke.

Med źi xewa giran heśyar bun bi tevî zmanêN xwa.

Lê Kurd hîn źî di xewa mirî da ne di guhê gê da.