Montag, 29. Juli 2013

Xewnek Źi Xemên Zaroktiyê


Doh hewa heta berbi hêvarê baś bu.
Min tenê pîskîlêt haźot.
Beza min ya doh di gewriya min da maa. Du bilqik di pêćiyên nîgê min yê rast da derketine, gelekî têśin.
Loma źî ez mecbur mam ku beza xwa ya doh bihêlim.
Źi piśtî nîvroyê ćum qada pêśbirrka «triathlon» u «ironman»ê.
Heger ez śaś nebim seet li dor 15an bu.
Min demekê lê mêze kir.
Hatina sportciyê yekem min nedî. Lê yên din, heta kesê dehan min dît.
Di nav wan da paśnavê yekî «Ćorum» bu. Dibe ku kurd źî bibe.
Di nav źinan da źî xaltîkeke me bi navê «Sevînć» hee’ bu.
Lê min ew nedît. Hîn śeś kîlomêtroyên wê yên marathonê hee’ bun.
Ez ćum u ketim nav golê. Min nedixwast ku źiber barana ku ewê bihata, avźeniya xwa bikim qurban.
Qasî du sed mêtroyan ćum u hatim. Av pirr xwaś bu. Roźên berê yên ku min herro di nav avê da derbaz dikirin, hatin bîra min.
Gava źi avê derketim, bêćiyekî min yê nîgê ćep li hesina di bin nîgê min da ket u pićekî birriye. Xwîn źê hat. Hesin bi źeng bu. Hêvîdar im ku bê baviyekê li min neke.
Paśê ez di nav qadê ra derbaz bum u hatim malê.
Ez ê hîn bićuma mala xizmê xwa Gulpaśa źî, ewê źina wî hîro (duśem) bićuya Stembol’ê u źi wir źî bićuya Erzingan’ê, yanî bićuya gundê me źî.
Loma min ću roźa paśîniyê/śemiyê ćend heb ćîkolete źibo bavê xwa kirriyan. Źi berî demekê źî du heb ćoyên meśê źibo wî kirrî bun.
Min ew birin dan wan u dîsan hatim.
Dibêźin ewê di 9ê tebaxê da li gundê me śayiyek were li dar xistin, li ba gola li źorê gundê me, li Arîgaz’ê.
Di zaroktiya xwa da ez źî diketim wê golê. Havînan mihteśem bu.
Kêfa ku wê golê didaa me, meriv hew dikane b’îne zmên.
Lê dibêźin źi zu va ye ku gol zuwa buye.
Du gol li ba hevdu bun. Yek heta źuniyên meriv kur bu, giya di nav wê da śîn dibu u źi gola din germtir bu...

Herhal źi ber vê yekê ye ku min hîśev di xewna xwa da gundê me źî dît.
Drêź nekim.
Ez yekcar li ser gira gundê me bum. Gundê me pićekî cihê xuya dikir. Hewayeke hênik li derudorê hee’ bu. Śilî/baran źî hurik bi hurik dibariya. Herder kesk bu. Aramiyeke bê sînor xwa didaa hîss kirin. Nahala li ber mala me mezin bu’bu. Miśt bi avê dagirtî bu.
Komek keć u źinên gundê me li ser wê girê rudiniśtin. Min kes nas nekir. Ez bi wan ra qet nepeyîviyam źî. Min tenê dixwast bi lez herrim mala me ya wêran buyî.
Hîcar min xwa źi niśkê va di nav mala me da dît. Dayika min ya rehmetî, nîv felcbuyî, li ber sobê rudiniśt. Deriyê firina sobê vekir u gośtê di nav da berbi xwa va kiśand. Źi min ra got, «De were hindekî gośt bixwe, aniha tu pirr birćî yî.». Ya rast ez qet birćî nebum.
Min źê ra got, «Anê (dayê), ez dixwazim carekê herrim li der bigerrim, wan ciyên ku min di zaroktiya xwa da li vir hiśtî bun, bibînim. Min pirr bîrya van ciyan kiriye, pirr.».
Gava min gotina xwa xelas kir u xwast ku derbikevim der, pêhesiyam ku min dîsan mekineya wêneyan źi bîr kiriye. Ezebeke mezin bi min girt. Ez pirr li ber xwa ketim. Wekî ku di navika min da gulleyek teqiya ’be, hîssek hilo di min da ćêbu.
Min xwa bi xwa ra got, «Hîcar xwadê dizane ewê kengê îmkan ćêbibe, źibo ku ez careke din bikarim werim gundê me.».

Źixwa gava ez di destpêka xewna xwa da bi texsiyeke însan dagirtî berbi gundê me va dićum, darek ketî bu ser rê u riya me girtî bu.
Leśkerên tirkên heram nedixwastin me berbidin. Ćawan bu nizanim, yekcar em li hêla gundê me bun. Em źi leśkeran du sed mêtroyan dur ketî bun.
Bê bavan bêrên ćekên xwa dayî bun hêla me u dixwastin me bidin ber gulleyan.
Tevî ku min dixwast ez xwa di nav erebê da xwar bikim źî, nebu. Śun tune bu ku meriv xwa xwar bikira.
Źi piśtî vê kêliyê źî ez li ba gira gundê me bum.

Offf of, min ćiqas bîrya wan giya, kêzik, giya, ćuk, erd, av, dewar, pez, berxik, karik, bizin, pîsik, miśk u kućikan kiriye, xwadêyooo ...

Samstag, 27. Juli 2013

«Triathlon» U «Ironman»a Li Zürich’ê


Bavê mino, hewa feleket xwaśik e, meriv nikare tiśtekî din bike.
Źi doh va ye ku germayî derketiye ser 36 pileyan.
Loma źî di van demên dawiyê da ez di seet heftê sibehê da radibim ser xwa u terrim pîskîlêthaźotinê.
Bi tevî beza roźane divêt heta seet 11an karê min yê sportê qediya bibe.
Źixwa paśê heta 7ê hêvarê pirr germ e, meriv hew dikare bedenî tiśtekî bike.
Dibe ku ketina nav golê meriv pićekî b’îne ser xwa.

Hîro li Zürich’ê «trîathlon» hee’ bu.
Ez di seet du u nîvan da gêśtim ciyê trîathlonê.
Śêniyeke mezin hee’ bu, herkes bi pîskîlêtên xwa bi vir u wir da diću.
Hahooo, ew ći pîskîlêt bun yaw.
Hema hun bibêźin pîskîlêta min digel yên wan wekî pîskîlêta xalê me Sofî Xelef dimîne, waweylêêê.
Heta bîst hezar frenkan pîskîlêt têne frotin.
Li qada trîathlonê źi piśtî gerreke kurt, ez ćum ser girava li wir ya di nav golê da (Safa-Insel).
Ev girav źi berî 80 salan di nav golê da hatiye ćêkirin. Meriv bi pireyekê derbazî ser giravê dibe.
Berê ez li wê taxê rudiniśtim, loma źî herro dićum ser giravê digerriyam, dićum diketim nav golê. Pirr xwaś bu bi xwadê. Yanî min hîro pićekî lotikên nostelźîk havitin.
Ev du sal bun ez cara yekem ketim golê. Źixwa sala buhurî źiber qezeya bê bav min nekarî tiśtekî bikim.
Tevî ku ava golê germ e źî, heta ku ez ketim nav avê, kêm-zêd bîst deqqe derbaz bun :(
Ez ći bikim yaw, hertim di destpêkê da hilo dibe haaa :)
Di nav avê da sê caran qasî sed u pêncî mêtroyan ćum u hatim.
Her carê źî pićekî hêsantir bu.
Heta seet śeś u nîvan li wir mam. Paśê rabum ser xwa u hatim malê.

Sibeh źî «ironman» hee ye, esas pêśbirka herî bê bav ev e.
Mesefeya «ironman»ê du carên din źi ya «trîathlon»ê drêźtir e.
Yên herî baś źi heyśt seetan zutir nikarin xelas bikin.
Ez ê sibeh herrim pićekî lê mêze bikim.

Hîro dîsan ćum bexćeya heval Newzat źî.
Ćuyîn u hatina min qasî du seetan wext girt.
Źiber vê germayiyê divêt ez di nav du roźan da carekê herrim u av bidim giya, dar u sewzeyan.
Kêfa min pê tê.
Min hîro heta źuniyan herî źî li nîg u piyên xwa daa.
Herî źibo ćerm u bedena meriv dermana hemî derdan e.
Hun źî bikin u strêsa heram b’avêźin.

Sonntag, 21. Juli 2013

Herre Lotik, Were Lotik, Waweylêêê :)


Herê bi xwadê, xwadê daye me u xelas.
Ev ći germayî ye yaw, hahooo!
Meriv hew dikare wekî boxê nav garanê li ciyê xwa bisekine.
Ev deh roź in ku min qet navber nedaa sportê.

Dawiya vê heftê sport u kar u barê min pirr bu.
Tevî ku min bi sond u peyman digot ez ê îcar herrim u bikevim gola Zürich’ê źî, ćênebu.
Berê tiśtekî weha kirin, ne mimkin bu.
Hingê ez nêzîkî golê rudiniśtim, roź hee’ bun ku ez sê caran – sibeh, nîvro, hêvaran – dićum avźeniyê.
Lê ev heft sal in ku ez li hêla din ya baźêr im u heta ber golê źî bi pîskîletê bîst deqqan dikiśîne.
Hîro min xwa bi xwa ra got, divêt ez di demên tên da pićekî mêze bikim, dibe ku ez li hêla din ya baźêr xaniyekî yan źî odeyekê di xaniyekî da bibînim.
Lê mixabin dîtina xaniyekî li vir tenê xewn u xeyaleke vala ye.
Źibo maleke vala sed kes dikevin dorê.
Kireyên xaniyên ćar ćavî źi sê hezar frenkan dest pê dikin.
Yanî meriv li vir źibo kireyên xaniyan kar dike.
Di nav van ćend salên dawiyê da źî modeyeke nu derxistine.
Fîrme u xwadiyên xaniyan malên xwa pićekî renove dikin u źi nu va didin kirê.
Him źî źi kireya eslî carekê, du caran zêde peran dixwazin.
Ez dibêźim lobiyên firmeyên xaniyan pirr bi hêz in, her tiśtî ligorî berźewendiyên xwa didin meśandin.
Bi xwadê, ći dibe bila bibe, divêt ez li hêla din - Wollishofen, Enge - li malekê yan źî odeyekê bigerrim.

Vê hêvarê dîsan ćum bexćeya heval Newzat źî.
Min bi têra xwa av daa dar, sewze u giyan.
Di vê navê da gelek dirrik źî giyayî bun.
Min tasek tîźî berhev kir, śuśt u xwar.
Ez dibêźim qendî nîv kîloyî hee’ bu.
Ew ći xwaśik bun, waweylêêê :)

Van deman sibeh zu radibim u terrim pîskîlêthaźotinê, pêra źî terrim bezê.
Yanî heta nîvroyê karê sportê diqedînim.
Êvaran źî helbet terrim tesîsên fîtnesê źibo bedenhêziyê.

Gava ez hîro peya dićum bexćeya heval Newzat, min li kêleka daristanê xaltîka me Aninna dît.
Źi źor va bi bez dihat, yanî wê źî sporta xwa dikir.
Di nav koma me ya pêśbirka bezê da mesefeya źinan beziya bu, him źî di nav wexteke pir baś da hatî bu noxteya ku ez li benda wê bum, min ćîpa di destê wê da girtî bu berbi noxteya din beziya bum.

Got, «Dibe ku ez dawiya meha îlonê tev li pêśbirka beza li Greifensee’yê bibim.».
Em qasî deh deqqan peyîviyan, paśê ew berbi źêr beziya u ez źî berbi źor meśiyam. Ma qey źi vê baśtir edelet dibe, bavê mino, hi?

Freitag, 19. Juli 2013

Bi Xwadê Havîna Me Dike Teq U Req


Kêfa me ya bi hewayê va girêdayî van deman gelekî baś e.
Ne tenê germ e, her husan baayekî germ źî xwa li me dide u terre.
Źiber vê yekê, qet niyeta min nîn e ku van roźên germik bê sport derbaz bikim.
Vê gavê herro pênc seetên xwa bi sportê derbaz dikim.
Dibe ku źi sibeh u pê va drêźtir źî bibe. Ez ê sibeh hêvarê herrim u bikevim avê źî, yanî ez ê pićekî xwa li avźeniyê źî bidim.
Digel pîskîlêthaźotinê min li ba noxteya dawiyê riyek din dît, pićekî kaś e, heta ku di nav gundekî ra derbaz dibim u derdikevim źor, nêzîkî bîst deqqan wext digire.
Riyekî aram e, loma źî kêfa min pirr pê hat.
Tabî gava berbi źêr têm, heta źêr tenê pênc deqqan wext dibuhure.
Ćima ez berê bi wir da nećum, qet nizanim.
Li hêla din gelek erebe hee ne, pirr bi tehluke ye, ćend caran bê bavan hindek mayî bu ku li min bixin u herrin.

Min nexśeya riyên pîskîlêtan kirriye, źi aniha u pê va divêt ez li riyên din źî bigerrim.
Sala buhurî źiber qezeya min ya di 1ê hezîranê da tam pênc mehan îmana min kirî bu teneke, min nekarî bu ku ligorî dilê xwa sporta xwa bikim, kêfa havînê derxînim ...

Bi xwadê berxikino, źiber germayiya hewayê, wext zêde namîne ku ez tiśtina li vir binivîsînim, loma źî divêt hun min bi vî hawî îdare bikin, heta ku hewa pićekî sar buye :)
Hun nizanin ku me ćiqas li vira bîra hewayeke xwaśik kiriye.
Źixwa xwadê li Kurdistan’ê daye kurdên me, lê malxerabên me źê bê hay in, herê welleh.

Mittwoch, 17. Juli 2013

Roźên Germik Hatin Vir Źî


Di nav van ćend roźên dawiyê da min tiśtek nenivîsiya.
Bi xwadê qet źi min nehat.
Hewa di vê dema dawiyê da gelekî germ e, di navbera 25-30 pileyan da terre u tê.
Lê ev germayî ligorî pîvanên vir pirr zêde ye.
Tabî hewayeke bi nem e źî.
Loma źî meriv helak-helakî dibe.
Ez hîn źî nećum u neketim nav gola Zürich’ê.
Lê dawiya vê heftê ćare tun e, ewê bibe u xelas.
Van roźan bi zêdeyî terrim pîskîlêthaźotin u bezê, źi berî nîvroyan.

Vê hêvarê ćum bexćeya heval Newzat, min sewze, dar u giya av dan.
Bi bez ćum. Di rê da pićekî baran źî bariya hurik bi hurik.
Hindek maa ku bi śun da vebigerrim.
Lê min nekir, ćum. Dibe ku baran nebare źî. Źi sê roźan zêdetir divêt meriv bê av nehêle, yan naaa, ewê tevda źî hiśk bibin u herrin.
Digel avdanê min dirrikên giyayî źî xwarin.
Pirr xwaśik bun bi xwadê.
Wekî dirrikên li gundê me bun yaw.
Divêt ez dawiya heftê źibo demeke drêź herrim li bexćê bimînim.
Źi źor va, yanî źi ZüriBerg’ê gava meriv li źêr mêze dike, dîmeneke bedew xuya dibe.
Bi taybetî źî berbi avabuna rooźê, tîrêźên rengîn bi ser baźêr da dićiruskin. Helbet li 
źêr, meriv li baźêr wan rengan nikare bibîne. Dibêźin ew pîsiya ku di nav roźê da wekî toz li hewê dikeve, dibe sebeba vê yekê.
Êh, źixwa kurd bê reng nikarin debara xwa b’înin.

Hema hun bibêźin ez źî wekî kurdekî dînik tenê kincên rengîn dikirrim, ćiqas rengîn ’be, ewqas źî baś e.
Gava Swîsre’yî źi min dipirsin, ez źî dibêźim, «Di eslê xwa da em kurd źi rengên xwezayî pirr hez dikin. Reng di źiyana me da roleke esasî dilîzin...».
Bi serê bav u kalikên min bibe ku, min hîn źî fam nekiriye ku însan ćima kincên bi rengên reśik, boz, mor dikirrin.
Ez dibêźim ev ne tercîheke însanan ya xwezayî ye, bîlakîs tercîheke siyasî ya dînan e ku di nav hemî civakan da bi zorê runiśtandine.
Hey bila ew dînên wan bi serên wan da biteqin, ihi.

Aha, ez ê aniha derbikevim der u herrim qendî nîv seetî bigerrim.

Samstag, 13. Juli 2013

Havîn Hat U Millet Berbi Tatîlê Direve


Hewaya germ vê carê hema nereviya.
Hîn źî bi têra xwa germ e.
Tabî ne tenê li Swîsrê, li temamê Ewrupê germ e dibêźin.
Herhal ewê demekê bi vî hawî bisekine.

Hîro li vir dibistan źî ketin tatîlê.
Millet bi zêdeyî hema derdikevin u terrin li welatên din ćend hefteyan dimînin u tên.
Loma źî di van ćar-pênc hefteyan da li van derina gelek bêdengî ćêdibe.
Mesela li ser kolanan zêde erebe xuya nabin.
Gava ez vê sibehê ćum pîskîlêthaźotinê, kêmbuna erebeyan pićekî bala min kiśand.
Paśê ez hatim malê, min li kîllerê cîranê xwa dît, got, «Ez bawer dikim ewê di van ćend hefteyên tên da zêde trefîk nebe.».
Êh, bi vî hawî min sebeba kêmbuna erebeyên li ser kolanan fam kir.
Ê law bavê mino, hîn zarok hîro ketin tatîlê, ew ći lez u bez e, direvin u terrin, waweylêêê.

Hevalê min Newzat źî ewê bi malbata xwa sibeh herre.
Heta pênc heftan.
Loma źî divêt ez dîsan li bexćeya wî ya ku źi śaredariyê kire kiriye, mêze bikim.
Ku hewa weha germ maa, hingê divêt ez heftê du caran herrim bexćê u avê bidim hêśînayiyan.
Li ciyekî kaś e, yanî li Züri-Berg’ê ye. Źi Örlikon’ê bi bez heta wê derê nîv seetî wext digire.
Êh, źi aniha u pê va ez ê hêvaran berê beza xwa bidim wê hêlê.

Min źi xalê Newzat ra got bila kertekê bi kurdî binivîse u źi min ra biśîne.
Qet nebe bila tirkên qewad u segbav bi vî hawî pićekî xizmeta zmanê kurdî bikin.
Newzat got, «Bi xwadê ewê bidirînin u b’avêźin.».
Hahooo, xema kê ye. Min źî got, «Tu biśîne zî, ew ći dikin bila bikin. Źixwa ewê qewad bibêźin zmanekî Ewrupî ye. Ku kete destê kurdekî/ê źî, bawer nakim ku tiśtekî hilo lê bike.».
Min cîśaneya/edresa xwa daa wî, ka em mêze bikin ewê ći bi ser kerta min da were.
Ez dibêźim ewê were, źiber ku tirk kurên kerê ne, aqilên wan pîncan, ku firsend ćêbu, tenê di kuśtin u tecawîzan da pićekî li śuna xwa dilive.
Wekî din sifir quruś źî nakin.

Digel min ti guhartineke taybet ćênebu.
Karê min pićekî kêmtir bu, źiber ku ćend heb psîxiyatir heta du heftan ćun tatîlê.
Haaa, min hîro ću seetek kirriya.
Źi du sed frenkî daketî bu sed frenkî.
Seeteke pirr klesîk e.
Min hîro li gorî «seeta atomî» ya li Swîsrê eyar kir, źibo ku ez paśê kontrol bikim, ka rast terre yan na :)

Dienstag, 9. Juli 2013

Tarumarkirina Gundên Kurdan, Dawiya Zman U Kultura Kurdan E!


Di van roźên dawiyê da hewa li dor 25 pileyan (25°) germ e.
Baayekî germ źî źi bakurê Efrîka’yê xwa berbi me drêź kiriye.
Tevî ku germayî li dor 25 pileyan e źî, l’ meriv pirr germ tê.
Eynî wekî hewaya li Kurdistan’ê ye.
Vê sibehê digel pîskîlêthaźotinê di ber zeviyekî ćandî ra derbaz dibum, giyayê birrî li ser erdê bu.
Źê bêhna welêt dihat bi xwadê.
Her cara ku bîna giyaya birrî tê pozê min, hema welat tê bîra min.
Êh, ez ći bikim, ez ê bi van bîranînan îdare bikim, heta ku ev xewna min roźekê bibe rastî.

De ez dîsan werim ser nivîseke xwa ya din ya ku min źi berî du roźan di FBa bê bav da parve kirî bu.
Nivîs ev bu:

«Xalê me Cemil Bayik gotarek bi navê "Axa Qedîm Li Benda Me Ye" nivîsiye.

Di vê gotarê da daxwaza ku kurd dîsan vebigerrin ser axa li gundên xwa, kiriye.
Bêguman milletê ku gundên xwa vala kiriye, mirina xwa źî testîq kiriye.
Gundên hemî milletên li ser vê erdê ćavkaniya "zman u kultur"a her milletî ye.
Min di gelek gotarên xwa da ev mesele anî bu zmên.
Ez di vê meselê da bi Cemîl'ê me ra me.
Lê mixabin u mixabin, wekî gelek tiśtên din, di vê meselê da źî PKK pirr dereng maa, him źî tam 30 salî.
Gelo ewê aniha źi wan malbatan ćend heb vebigerrin cî u warên xwa?
Źixwa dewleta tirkan u PKKê bi zmanê tirkan îmana heft ecdadê van însanan kir teneke u berda ćolê, tevda źî asîmîle kirin.
Ma ev kurdê ku asîmîle buye u buye tirkekî temam, ewê ćiton vebigerre gundê xwa?
Divêt PKK di vê meseleyê da rexneyeke tuź li xwa bike. Źiber siyaseta PKKê ya pirr "înternesyonelîst, pismamtî u bratiyê", millet pênc quruś qîmetê źî nade kurdîtiyê.
Millet êdî bi yek dengî dibêźe, "Ha tirk ha kurd, ferx nake. Biźî Galatasaray u Fenerbahće!".
Tabî ez aniha baś nizanim, ka bi rastî źî PKKê tehlukebuna vê meselê fam kiriye yan na.
Heger hun źi min bipirsin, ez bawer nakim.

Heta ku źibo vê yekê hewldanên pirr taybetî, teśfîkên qanunî u maddî neyên kirin, ewê wekî leqleqa vala bimîne u herre.
...

http://ku.firatajans.com/news/cihan/axa-qedim-li-benda-me-ye.htm
».

Li Ewrupê subvensiyonên herî zêde źibo gundiyan tên dayîn.
Di sala 2013an tam 60 mîlyar eyro hatiye dayîn.
Tevî ku rewśa gundiyên Ewrupî baś e źî, pêwistiya wan bi hariyariya maddî tun e źî, ev subvensiyon tên dayîn.
Ćima?
Źiber ku zmanê her milletî, kultura her milletî bi heebuna gundiyan va girêdayî ye.
Bêguman vî śerê di navbera PKK u dewleta tirkan da îmkaneke zêrîn xiste destê tirkan, źibo ku kîmyeya kurdan parî bi parî bikin, yanî gundên kurdan yên ku heebuna zman u ćanda kurdan bun, źi bin va xerab bikin.
Divêt kurdan ev śer źi nav sînorên Kurdistan’ê derbixista, li baźarên tirkan bikira.
Lê nekirin.
Generalên tirkan gava gundên kurdan tarumar dikirin, li hêla din źî li peravên zeryayê tatîl u kêf dikirin, him źî bê parêzvan.
Ćima?
Ew ceseret źi ku derê digirtin?
Źi siyaseta xwa ya ku di nav PKKê da serketî bu.
Ti kesê ku źi vî śerî zirar neditiye, nayê li ćareseriyan źî nagerre.
Ev rastiyeke biyoloźîk, psîxoloźîk u xwezayî ye.
Źixwa kêfa siyasetvan u generalên tirkan li śunê bu, źi vî śerî feleket qezenc kirin.
Êêê, ćima śev u roź rêklama śer nekin bavê mino.
Drêź nekim, me di vî śerî da feleket handa kir.
Helbet me dikariya gelek tiśtan qezenc źî bikim.
Nebu.
Kemalîstan bi merivên xwa yên wekî Y. Küćük, D. Perînćek u gelekên din her tiśt bi kontrol kirin.
Temam, ew karê xwa dikin, ne mentixî ye ku meriv li ser zêde xwa b’êśîne.
Ćima PKKê nekaniya rê li ber vê yekê bigire?
Źiber ku ti carî «mîllî» nefikiriye, źiber wê yekê.
Kes u partiyê ku mîllî difikire, rudine u hêsabê vê yekê dike.
Zeruriya bi destxistina mafên xwa yên heebunê u herî însanî dibîne.

Hahooo, va ye baranê dest pê kir.
Feleket dibare.
Camêrê Swîsre’yî yê ku di eynî malê da dimîne, gava din kete hundir.
Tew di avê da maye :)

Sonntag, 7. Juli 2013

«Ceźna Zürich»ê (Zürifescht)


Źi doh va ye ku hewa germ e.
Lê hîro baayekî germ źî lê zêde bu.
Her husan doh «ceźna Zürich»ê (Zürifescht) dest pê kir.
Qasî sê roźan taźoy.
Yanî ewê hêvara vê yekśemê biqede.
Ez him doh u him źî hîro ćum.
Lê hîro bi cîrana min Gabi u her du kećikên wê Jenny u Manon ra ćum.
Me bi hev ra li fîśekên hewayî mêze kir.
Di nav baźêr da qelebalixeke pirr mezin hee’ bu.
Meriv hew dikariya bimeśiya.
Dîsan źî me li ber gola Zürich’ê, li ba kluba sporta avê ciyekî baś dît.
Teqandina fîśekên hewayî tam nîv seetî haźot.
Bê śensiya me bu ku dumana fîśekên hewayî baayê bi ser me da haniya.
Źi zu va bu ku ez qet nećuyî bum hêla din ya golê.
Źi berî heft salan ez li wê hêlê u li nêzîkî golê rudiniśtim.
Loma źî hema hema herro li ber golê bum.
Ku hewa baś bu, carina havînan roźê sê caran dićum u diketin nav avê, yanî sibeh, nîvro u hêvarê.
Di seet 7ê sibehê da ketina nav avê hîseke pirr ecêb di meriv da dihafirîne.
Av him pirr zelal u him źî aram e, meriv xwa di nav avê da mîna ku źi nu va hatî bibe ser dinê, hîs dike.
Pêśniyaza min li we, biceribînin, ewê kêfa we gelekî pê bê.

*
Źi berî 22 salan tirkên qewad Wedat Aydin qetîl kirî bun.
Źiber vê yekê min di FBê da ev nivîs źibo bîranîna wî parve kir:

«Em śervan u dilsoźê zmanê bav u kalan u xemxwarê azadiya milletê kurd Wedat Aydin bi dilgermî bi bîr tînin.
Cara yekem li ber dadgehên tirkên niźatperest u di nav dezgehên wan yên qaśo «ćepgir» da zmanê kurdî bi serê wan segbavan da kutayî bu!
Lê mixabin di 5ê temuza sala 1991ê da źi hêla tîmên tirkan va hate revandin u di 7ê temuzê da źî kuśtî hate dîtin.
Bêguman zmanê kurdî u siyaseta Kurdistan’î derbeyeke mezin xwarî bu.
Źi xelkê kurd ra rêberekî wekî Wedat lazim bu.
Źiber ku tirkên qewad eyara Wedat’ê me baś dizaniyan, bi lez ew roniya ćavê me înfaz kirin.
Ewê her u her di mêźiyê zmanê kurdî da bimîne, ebediyen bi me ra bibe!
Bi sloganên vala em nikarin ti tiśtekî źibo wî bikin, loma źî daxwaza wî ya geśkirina zmanê kurdî deynê hustiyê me ye!».

Tabî haya min źi wan roźan baś hee ye.
Tevgerrên Wedat yên Kurdistan’î îmana tirkan kirî bi pênc quruś.
Ćepgirên tirkan di nav civînan da śaśo-maśo dikir bi kurdiya xwa.

Min him di nućeyan da u him źî roźnameyan da ew teqîp dikir.
Lê zêde nehaźot, me bihîst ku tirkên pînc ew qetîl kirine.
Di destpêka salên nodî da tirkan ćiqas kurdên kurd-î-perest u zana hee’ bun, yek bi yek kuśtin.
Źiber van derbeyên xedar têkośîna milletê kurd źi heddê xwa zêde zirar dît, têkośîna siyasî maa di nav destên takekesên totalîter u despot da, fetisiya u ću.

Donnerstag, 4. Juli 2013

Tunebuna Hemî Dezgeh U Pergalên Bi Zmanê Diźminan Źibo Kurdan Mecburî Ye


Hîro li vir hema hema baranê hêć navber nedaa.
Dibe ku sibeh dîsan bi tav bibe.
Li cem min tiśtekî taybet ćênebu.
*
Di nav nućeyên hîro da girtina «Nuće TV, MMC, Roź TV»eyê dihate ragiyandin.
Źiber vê yekê min di FBê da ev nivîsa xwa parve kir:

«Tê gotin ku weśana „Nuće Tv, MMC, Roź TV“eyê hatiye qedexe kirin li Denîmerka'yê.
Di Firatnews.com'ê da gelek nuće hatine belav kirin, lê li ti ciyekî źî sebeb nehanîne zmên.
Tenê teoriyên komployî dîsan li ser masê raxistine u qîźźewîźźeke vala ...
Tevî ku ez hîn sebebên vê yekê nizanim źî, bi baweriya min sebeb „Nuće Tv, MMC, Roź TV“ bi xwa ne.
Camêr hîn nebune, bi wan nêzîkbunên xwa yên cahil qey dibêźin ewê dîplomasiyê bikin.
Źixwa ev dezgeh bune hêlînên asîmîlasiyona milletê kurd yên herî bextreś.
Bi xwa ev dezgehên bi navên „Nuće Tv, MMC, Roź TV“ komployên herî mezin in.
Nebun u tunebuna wan baśtir e.
De îcar bi meh u salan hêz u enerźiya milletê kurd bikin qurbana cahiltiya dîplomasiya xwa ya beredayî...».

Bêguman hemî dewlet, ker źî, miśk źî, gur u keftar źî di nav da, herkes li menfeetên xwa difikire.
Ev tiśtê herî normal yê xwezayî ye.
Źixwa sebeba heebuna źiyanê ya di xwezayê da źî ev e.
Roźa ku di nav xwezayê da pevćunên li ser menfeetan bi dawî bune, hindî ne mimkin e ku źîndar li źiyanê bimînin.
Xweza li ser vê esasê ava buye u ev qanuneke unîversel e.
Lê kes u heywan u nebatên ku li ser vê qanuna xwezayî xwa orxenîze nakin, nikanin li źiyanê bimînin.
Mesela ligorî rapora Amnesty Internationel’ê, vê gavê tam
źi 72.000 zêdetir heywanên di nav xwezayê da bi tunebunê ra ru bi ru ne.
Belkî bi hindek tedbîran ewê ćend cure heywan źibo du-sê sed salan werin xelas kirin, lê dawiya dawîn ewê tune bibin u herrin.
Meriv nikare ti heywanekî bi tedbîrên źi der va li źiyanê bihêle.
Źîndarên ku di nav vê xwezaya me da nikarin heebuna xwa biparêzin, ewê źi hêla źîndarên din va werin tune kirin.
Śêrê li Efrîka’yê mecbur e ku heywanekî din bixwe.
Mar, gur, keftar, ćuk, hirć u hemî, hemî
źî mecbur in.
Yan ewê bixwin, yan źî bimirin, wekî din ti ćare tun e.
Digel me însanan źî eynî śert derbaz dibin.
Lê di vê dema me ya
«nuźen» da êdî ne tenê hevdu xwarin, hevdu helandin/piśaftin makîneya herî esasî ye.
Źibo ku meriv bikare kes u milletên din tune bike, tunekirina zmanê wî milletî mecburî ye...

Aniha hun li van dezgehên me yên kurdan binêrin, ći dikin?
Źi roźa ku ava bune u bi vir da, xizmeta asîmîlasyoneke herî bê bav dikin, bi destê xwa, bi îdeoloźiyên xwa yên ku kêrî kućikekî źî nayên, bi śev u roź, di bin navê kurdîtiyê da milletê kurd asîmîle dikin.
Kurd hemî hêś, źan, xem u kêfxwaśiyên xwa bi zmanê qetîl u tecawîzciyên xwa diźîn, bi zmanê wan segbavan rudinin u radibin, dikennin u digîrin.
Yanî dawiya dawîn kurd bi destê xwa xwa dikin berhemeke zmanê tirk, ereb u farsên qetîl.

Loma zî li Kurdistan’ê di nav kurdan da redda hemî têkiliyên bi zmanê diźminên xwa, heebe-nebeyek e...

Ći dibe bila bibe, tunebuna wan têlevîziyon, roźname, redyo u kovarên bi zmanên diźminan nîmeta xwadê ye źibo kurdan.
Źixwa partî u siyasetvanên ku bi navê kurdan van dikin źî, mehluqetên tekćuyî ne.
Kesê ku mesele fam kiriye, źi berî her tiśtî źi xwa dest pê dike, zmanê ku diźminê meriv bi zorê xistiye nav wî, tune dike, u yê ku sebeba heebuna wî ye
źî desthilatdar dike.

Dienstag, 2. Juli 2013

Źi Me Kurdan Ra Dîzayneke Nu Ya Kurdistan’î Lazim E


Bi xwadê van roźan hewa baś e.
Tevî ku ne wekî li Kurdistan’a qedîm e źî.
Lê ligorî normên li vir baś e. Vê gavê li dor 25 pileyan e.
Vê hêvarê baraneke kurt źî silav daa me u ću.
Gava din ćum qasî nîv seetî gerriyam u hatim, hewa pićekî hênik bu.

*

Di van roźên dawiyê da gelek buyer pêk hatinn.
Mesela buyera ku li Amudê rudayî bu, rast derket.
PYDê ew kesên sîvîl kuśtine, źiber prostetoya ku kirine.
Di nav da zarokek źî hee ye.
Meśvanan bi yek dengî bang li «artêśa qewad ya Suriyê» kirine ku ew werin Amudê.
Binêrin, PYDê di bin navê kurdîtiyê da millet haniye kîźan astê ku millet rabuye źi qetîl u tecawîzciyên erebên bê namus hariyariyê dixwaze.
Divêt kurd berpirsiyarên vê buyerê bibînin u ceza bikin.
Źixwa bi vê yekê PYD tenê mezintir dibe, ne pićuktir.
Tabî heta ku birryar źi Qendîl’ê nehatiye, bawer nakim ku ti tiśtek bibe.
Di ći fikirê da bibe bila bibe, divêt ti însanê kurd zilmeke hilo qeleś qebul neke, źi kê tê bila bê.
Qet ćênabe ku partiyên kurdan roleke husan kambax bilîzin.

*

Aśtiya ku ewê bihata bakurê Kurdistan’ê, digel gava yekem hema hema fetisiya u ću.
Dewleta tirkan her tiśtî redd dike, me ti soz nedaye ti kesî dibêźin.
Bêguman ez di vê gotinê da ti tiśtekî ćewt nabînim.
Siyaset e, camêr ligorî menfeetên xwa siyasetê dikin.
Lê ez siyaseta me kurdan qet fam nakim.
Ćawan dibe ku kurd bi teehudên wan kućikan siyasetê dikin?
Źixwa di miźareke hilo da A. Öcalan di rewśa esaretê da wekî mixatab nîśan dayîn, têkćuna siyaseta PKKê ye.
Mesele meseleyeke 35 mîlyon însanan e, tabî em perćeyên din yên Kurdistan’ê li hêla din bihêlin. Ev zilmeke bê sînor e li milletê kurd.
Źibo axaftinên li ser meselên weha pêwistiya meriv bi dehan kesên pispor yên źi gelek beśan u dezgehan hee ye.
Manîpulekirina A. Öcalan ya psîxoloźîk di bin van śert u mercan da karê zarokan e.
Loma ye ev panzdeh sal in ku heta hîro tiśtekî konkret źi van axaftinan derneketiye.
Armanceke mîllî qet u qet xuya nabe.
Herre were «stetuya A. Öcalan» u ćend sloganên vik u vala kirine siyaset u ha ha îmana millet dikin teneke.
Min doh di «firatnews.com»ê da sloganek dît, digotinn, «Milletê ku rêberê xwa ne azad e, nikare azat bibe».
De werin źî vê seqetiya mentixî derman bikin.
Ćawan dibe ku heebuna 50-60 mîlyon însanan bi azadiya śexsekî va tê girêdayîn, meriv śaśo-maśo dibe.
Ma ev millet ewqas ehmeq e ku nikare bifikire u xwa bi rê va bibe?
Ma źi piśtî mirina A. Öcalan ya xwezayî qey ewê milletê kurd bi tevayî tune bibe u herre?
Bêguman, ev slogana hanê qasî gramekê źî źibo menfeetên milletê kurd nehatiye gotin, bîlakîs źibo menfeetên xwa yên hizbî ye.
Ev mentixeke totalîter u dîktatorane ye, faśîzan e.
Di nav hemî sîstemên hilo da hertim «serok»ên ebediyen tên hafirandin.
Źixwa «roźhilata navîn» bi van serokên ebediyen tîźî ye.

Ez dixwazim dîsan werim ser siyaseta aśtiyê bi kurtî.
Herkes źî baś dizane, di nav me kurdan da źiyana însanan pênc quruś źî nake, loma źî serok u partiyên me bê fikir ha ha millet ligorî kêfa xwa didin kuśtin.
Źixwa źê pirsîn, bi îxanetê ra yek e, ćênabe.
Ez dibêźim, ku ev qaśo «pêvaźoya aśtiyê» têkću, divêt kurd li hemberî A. Öcalan u PKKê protestoyan li dar bixin.
Ne tirkên qewad, divêt PKK u A. Öcalan werin protesto kirin.
Ćênabe ku partiyeke kurd hêza milletekî bi dehan salan weha bike qurban, pê egoya xwa tatmîn bike.
Bêguman li vir mebesta min tenê «serokatî u konseya PKKê ye».
Keć u xortên ku di nav PKKê da śer dikin, canê xwa didin, karê xwa yê mîllî dikin, źibo zman u azadiya Kurdistan’ê dikin.
Lê bi tevayî źî têne qurban kirin.
Tabî bi vî halî ez bawer nakim ku PKK biguhere, restoresyoneke mezin źî nikare PKKê b’îne ser xwa.
Divêt PKK bi tevayî źi binî va, źi nu va were ava kirin, dîzayn kirin.
Divêt meriv di nav PKKê da sîstemeke demoxretîk ava bike, kesên pispor u zana yên ku bi zmanê xwa dizanin, bi kultura xwa rudinin u radibin, civatê roź bi roź pêś dixin, bikin berpirsiyar, ne dizz, ćeqel, despot u ehmeqên beredayî.