Donnerstag, 4. Juli 2013

Tunebuna Hemî Dezgeh U Pergalên Bi Zmanê Diźminan Źibo Kurdan Mecburî Ye


Hîro li vir hema hema baranê hêć navber nedaa.
Dibe ku sibeh dîsan bi tav bibe.
Li cem min tiśtekî taybet ćênebu.
*
Di nav nućeyên hîro da girtina «Nuće TV, MMC, Roź TV»eyê dihate ragiyandin.
Źiber vê yekê min di FBê da ev nivîsa xwa parve kir:

«Tê gotin ku weśana „Nuće Tv, MMC, Roź TV“eyê hatiye qedexe kirin li Denîmerka'yê.
Di Firatnews.com'ê da gelek nuće hatine belav kirin, lê li ti ciyekî źî sebeb nehanîne zmên.
Tenê teoriyên komployî dîsan li ser masê raxistine u qîźźewîźźeke vala ...
Tevî ku ez hîn sebebên vê yekê nizanim źî, bi baweriya min sebeb „Nuće Tv, MMC, Roź TV“ bi xwa ne.
Camêr hîn nebune, bi wan nêzîkbunên xwa yên cahil qey dibêźin ewê dîplomasiyê bikin.
Źixwa ev dezgeh bune hêlînên asîmîlasiyona milletê kurd yên herî bextreś.
Bi xwa ev dezgehên bi navên „Nuće Tv, MMC, Roź TV“ komployên herî mezin in.
Nebun u tunebuna wan baśtir e.
De îcar bi meh u salan hêz u enerźiya milletê kurd bikin qurbana cahiltiya dîplomasiya xwa ya beredayî...».

Bêguman hemî dewlet, ker źî, miśk źî, gur u keftar źî di nav da, herkes li menfeetên xwa difikire.
Ev tiśtê herî normal yê xwezayî ye.
Źixwa sebeba heebuna źiyanê ya di xwezayê da źî ev e.
Roźa ku di nav xwezayê da pevćunên li ser menfeetan bi dawî bune, hindî ne mimkin e ku źîndar li źiyanê bimînin.
Xweza li ser vê esasê ava buye u ev qanuneke unîversel e.
Lê kes u heywan u nebatên ku li ser vê qanuna xwezayî xwa orxenîze nakin, nikanin li źiyanê bimînin.
Mesela ligorî rapora Amnesty Internationel’ê, vê gavê tam
źi 72.000 zêdetir heywanên di nav xwezayê da bi tunebunê ra ru bi ru ne.
Belkî bi hindek tedbîran ewê ćend cure heywan źibo du-sê sed salan werin xelas kirin, lê dawiya dawîn ewê tune bibin u herrin.
Meriv nikare ti heywanekî bi tedbîrên źi der va li źiyanê bihêle.
Źîndarên ku di nav vê xwezaya me da nikarin heebuna xwa biparêzin, ewê źi hêla źîndarên din va werin tune kirin.
Śêrê li Efrîka’yê mecbur e ku heywanekî din bixwe.
Mar, gur, keftar, ćuk, hirć u hemî, hemî
źî mecbur in.
Yan ewê bixwin, yan źî bimirin, wekî din ti ćare tun e.
Digel me însanan źî eynî śert derbaz dibin.
Lê di vê dema me ya
«nuźen» da êdî ne tenê hevdu xwarin, hevdu helandin/piśaftin makîneya herî esasî ye.
Źibo ku meriv bikare kes u milletên din tune bike, tunekirina zmanê wî milletî mecburî ye...

Aniha hun li van dezgehên me yên kurdan binêrin, ći dikin?
Źi roźa ku ava bune u bi vir da, xizmeta asîmîlasyoneke herî bê bav dikin, bi destê xwa, bi îdeoloźiyên xwa yên ku kêrî kućikekî źî nayên, bi śev u roź, di bin navê kurdîtiyê da milletê kurd asîmîle dikin.
Kurd hemî hêś, źan, xem u kêfxwaśiyên xwa bi zmanê qetîl u tecawîzciyên xwa diźîn, bi zmanê wan segbavan rudinin u radibin, dikennin u digîrin.
Yanî dawiya dawîn kurd bi destê xwa xwa dikin berhemeke zmanê tirk, ereb u farsên qetîl.

Loma zî li Kurdistan’ê di nav kurdan da redda hemî têkiliyên bi zmanê diźminên xwa, heebe-nebeyek e...

Ći dibe bila bibe, tunebuna wan têlevîziyon, roźname, redyo u kovarên bi zmanên diźminan nîmeta xwadê ye źibo kurdan.
Źixwa partî u siyasetvanên ku bi navê kurdan van dikin źî, mehluqetên tekćuyî ne.
Kesê ku mesele fam kiriye, źi berî her tiśtî źi xwa dest pê dike, zmanê ku diźminê meriv bi zorê xistiye nav wî, tune dike, u yê ku sebeba heebuna wî ye
źî desthilatdar dike.

Keine Kommentare: