Montag, 11. Juli 2011

Vîrusên Tirkan Di Hêsaba Min Ya Di Facebook’ê Da

Ev ćend roź in ku min tiśtek nenivîsiya.
Ya raśt wexta min ćênebu. Ćend caran źî hindekî dereng hatî bum malê, loma min nekaniya li ber xwa bidim ku tiśtekî binivîsînim.

Ev du hefte bunn ku li ser ruberga hêsaba min ya di Facebook’ê da vîrusên bi tirkî ha ha xwa belav dikirinn.
Camêran klîbên bi naverokên seksuwel, ango pornoxrafîk lii hevalên ku li ser lîsteya min bunn, ew klîp diśandinn. Him źî yên źi sedî sed bi tirkî. Bi serê we bibe, heger bi ćînî, hîndî u filan fistix bibuya, ez ê ewqes li ber xwa neketima yaw.
Yanî ew heqereteke pirr mezin e li hemberî min. Ez ti carî bi zimanê tirkên qewad tiśtekî naweśînim. Heger ez bizanim, bi zimanê tirkî ewê Kurdistan źî xelas bibe, ez ê vê yekê nekim. Zimanê tirkan źî wekî tirkan qewad e u wesselam. Loma źî kurdê ku wî zimanî bi kar tîne, źi wî zimanî źî qewadtir e lo.
Tevî ku min ćend caran koda xwa guhart źî, ti fêde źê derneket.
Dawiya dawîn klîp li ser ruberga min handa bunn.
Lê bi saya cîgerim u eśqim Azad’ê me yê simbêlqeytan ez têgêśtim ku hîn źî bi navê min źi wan ra klîbên qerase dihatinne śandin.
Paśê cîgerim Azat, ku serokê min yên sererd u binerd e, got, «ćavbeleko, divêt tu hêsabeke nuh vebikî, wekî din xelasiya te heta hetayê ne pêkan e dînime îmanime, ihi :).».
Ez meźbur mam ku hîro hêsabeke nuh vebikim.
Lê mixabin aniha źî kesên ku li ser lîsteya min bunn, tam nayên bîra min.
Źiber vê yekê źî min nekaniya ku daxwaziya hevaltiyê źi wan bikim.
Vê gavê tenê bîst u pênc kes dîsan li ser lîsteya min in. Berê kêm-zêde heftê kes bunn.
Ka xwadê mezin e.
Bi telaq mezin nebe źî, zêde xema min nîn e, haaa.

Mittwoch, 6. Juli 2011

Ya Staaar, DTPê Bi Kurdî Plakat Daliqandiye Yaw?!

Hewaya hîro źi ya doh kêmtir nebu. Germayiyeke feleket bu.
Bila xwadê me źi roź u eyamên weha xwaśik bê par nehêle.
Źiber ku źi berî u piśtî nîvroyê min ê tevda du seet werger bikira, wexta min ćênebu ku herrim sporta xwa.
Gava di seet 14an da karê min qediya, ez vegerriyam malê u di seet 15an da źî derketim ser pîskîleta xwa u min berê xwas daa berbi Baden’ê.
Paśê qendî seetekê ćum bezê u seetekê źî entremana bedenhêziyê ćêkir. Bi tevîhev min tenê ćar seet sport kir yaw.

Di nućeyên hîro da min tiśtekî balkêś nediy.
Ev cara yekem e ku DTPê li Amed’ê di komcivîna xwa da plakata xwa bi kurdî nivîsandiye.
Yanî camêran źi piśtî bi dehan salan ev tiśt aqil kirinne, śabaś ellawekîl.
Bêguman mesela me kurdan meseleyeke mîllî ya binketî ye.
Hestên me yên netewî di bin sifirê ra tên u terrin.
Kîźan kes dibe bila bibe, kîźan partî u dezgeh dibin bila bibin, ti ferq tun e.
Źi sedî not u neh u vîrgul neh (%99,9) hemî partî di nav heman gemariyê da ne.
DTP źî yek źi wan e.
Rexneya min ya li diźî DTPê di raśtiyê da bê qîmet e. Źiber ku DTP partiya herî mezin ya kurdan e.
Ćênabe ku DTP wekî partiyeke zexelên 15 salî siyasetê bike.
Źixwa tirk bi têra xwa propexendaya niźatperestiya xwa dikin, pêwistiya camêran bii DTPê tun e.
Lê DTP hîn źî tênegêśtiye ku zimanê kurdî roź bi roź dimire u dikeve gorê.
Hîn źî aqil nekiriye ku lii rê u metodan bigerre u bi lez bikeve nav ćalakiyên tund u tuź.
Źi piśtî ćil salên bi xwîn u źan rabuye plakata partiya xwa bi kurdî li salonê daliqandiye.
Heger źi piśtî ćil salên din hevokeke din ya beredayî li paś xwa daliqandin, em ê kêfxwaś bibin.
Loma źî cîgerim kurdino, hewce nake ku meriv źibo hevokekê welatekî xera bike, zilm u zordariyeke bê sînor lii mîlyonan însanan bide kirin.
De herrin li malên xwa rubinin, ćaya xwa ćêbikin, Müslüm Gürses’ê esilkurd u qewad guhdarî bikin.
Lê bila źîletên we źî li ba bibin, haaa.

Dienstag, 5. Juli 2011

Navê Zarokekî Kurd U Balyozxaneya Tirkan Ya Li Zürich’ê

Hîro hewayeke pirr xwaśik hee bu.
Lê dîsan źî min qet sport nekir. Yanî min hîro navberek daa.
Bêguman ez ê sibeh dîsan derbikevim ser kolanan u hemî enerźiya di xwa da vala bikim.
Karê min yê hîro tenê źi du seetên wergerê pêk dihat.
Di navbera wergerê da źibo du seetan wexta min yên vala ćêbu. Min źî berê xwa daa restorenta heval Newzat. Ev sê hefte bunn ku me hevdu nedîtî bu. Gava ez ćum u li ser kursiya xwa runiśtim, îcar heyatim Ararat źî hat. Me qendî nîv seetî tenura xwa germ kir. Li gorî gotina Ararat balyozxaneya tirkan nexwastiye ku navê lawê wî Zanyar di nasnameya wî da qeyd bike. Loma źî li Stembol’ê ew danne mehkemê u mehkemê źî di derbarê wî da birryara herênî daye. Paśê bi wezereteke tirkan ya li Enqerê ra ketiye têkiliyê, nameyek śandiye źibo ku meselê ćareser bikin. Lê nîśana ći ye, tenê xwadê dizane, tirkên qewad paśê źi Enqerê ćend ćaran telefonî wî kirinne, lêborîn źê xwastinne u bi lez bi balyozxaneya li Zürich’ê ra ketinne têkiliyê u pirsgirêk yekcar ćareser kirnne.
Kêfa Ararat pirr li śunê bu. Got, «yaw gava ez paśê careke din ćum wir, we yê bidîta ći hurmet u qîmet dann min, hayhooo.».
Welle śansa Ararat’ê me vê carê baś li wî gerriyaye, cara din helbet xwadê mezin e.
Vê hêvar hevalê min Raj yê hîndî ez dawetî xwarinê kirî bum. Camêr xwarinên hîndî ćêkirî bu. Źiber ku aniha źina Raj li Hîndistan’ê ye, cîgerim hindekî azadiya bêkariya xwa diźiy.
Min hîro ćend caran telefonî bavê xwa kir, lê źiber ći bu, telefona wî hêć lêneda. Dawiyê heftê źî eynî pirsgirêk hee bu.
Ella ellaaa, ćima ku eceb?

Sonntag, 3. Juli 2011

Du-Sê Roźên Bê Deng U Peźn

Ev ćend roź bunn ku min tiśtek nenivîsiya.
Heger hun dixwazin źê ra tiralî bibêźin, dixwazin źê ra xemsarî bibêźin, hun u kêfa we lo.
Bêguman di van du-sê roźên dawiyê da buyereke muhteśem di źiyana min da ćênebu.
Yanî eynî tas u eynî hemam. Heger ez bibêźim av źi eynî av bu, zêde li min sor nebin ha.
Źixwa ava me kurdan hertim bi eynî hawî diheriqe u terre, dawiyê źî tê dîsan bi ser me da diriźe.
Hîro hêvarî di seet heftan ćum pîknîka Yekîtiya Ciwanên Elewî Yên Li Swîsre’yê.
Tevda qendî bîst kes li wir bunn.
Ez heta seet 20 u nîvan li ba wan mam.
Paśê min xatir źi wan xwast, derketim ser pîskîleta xwa u daketim nav baźêr.
Roźa îniyê di nav baźêr da ceźna Calienta ya Latîn Emerîka’yî hee bu.
Gava di wir ra derbaz bum, min got ez carekê mêze bikim, ka ći hee ye ći tun e. Źibo ku bila millet paśê nebêźe «ćiqas cahil maye lo, wîîî́!».
Źiber ku ewdê vê hêvarê biqetiya, śêniyeke ewqes mezin tune bu.
Loma źî ez bê teśxele ha ha bi pêś da meśiyam.
Li ciyekî min Lamm-Curry’ya («Berxik-Curry») hîndan xwar. Gelekî tuź bu. Zimanê min xwa li hewê xist ellawekîl.

Li Kurdistan’a Bakur dîsan siyaset germ dibe.
Qasimpaśali Reco kurdan tehdît dike.
Lê Ehmet KURD di mîtîngekê da gotiye, heger dewlet bi hawî tevbigerre u bê mafiyê bike, em ê Meclîsa Kurdistan’ê damezirînin.
Ez hêvîdari im ku haya Ehmet KURD źi tiśtê ku dibêźe hee bibe.
Bila sibeh, dusibeh piśo-piśo li ber meclîsa tirkan xwa u namusa kurdan neke pênc quruś, gotina xwa nealêse.
Ći dibe bila bibe, ćê nabe ku kurd Hatîp Dîcle di girtîgeha tirkan da bihêlin u werin lîstikên Osman’iyên qewad u pêzeweng.
Milletê kurd ti carî di śer da handa nekiriye, lê di siyasetê da hertim buye lastîk.
Ev ne qeder e!
Hêdî divêt kurd derbeyeke bi esl u fesl li vê zîncîra śeytankî bixin u Roźhilata Navîn bi zorî yan źî dilî bînin îmanê u xelas.
Ev mîsyona milletê kurd ya tarîxî ye!