Hewaya hîro źi ya doh kêmtir nebu. Germayiyeke feleket bu.
Bila xwadê me źi roź u eyamên weha xwaśik bê par nehêle.
Źiber ku źi berî u piśtî nîvroyê min ê tevda du seet werger bikira, wexta min ćênebu ku herrim sporta xwa.
Gava di seet 14an da karê min qediya, ez vegerriyam malê u di seet 15an da źî derketim ser pîskîleta xwa u min berê xwas daa berbi Baden’ê.
Paśê qendî seetekê ćum bezê u seetekê źî entremana bedenhêziyê ćêkir. Bi tevîhev min tenê ćar seet sport kir yaw.
Di nućeyên hîro da min tiśtekî balkêś nediy.
Ev cara yekem e ku DTPê li Amed’ê di komcivîna xwa da plakata xwa bi kurdî nivîsandiye.
Yanî camêran źi piśtî bi dehan salan ev tiśt aqil kirinne, śabaś ellawekîl.
Bêguman mesela me kurdan meseleyeke mîllî ya binketî ye.
Hestên me yên netewî di bin sifirê ra tên u terrin.
Kîźan kes dibe bila bibe, kîźan partî u dezgeh dibin bila bibin, ti ferq tun e.
Źi sedî not u neh u vîrgul neh (%99,9) hemî partî di nav heman gemariyê da ne.
DTP źî yek źi wan e.
Rexneya min ya li diźî DTPê di raśtiyê da bê qîmet e. Źiber ku DTP partiya herî mezin ya kurdan e.
Ćênabe ku DTP wekî partiyeke zexelên 15 salî siyasetê bike.
Źixwa tirk bi têra xwa propexendaya niźatperestiya xwa dikin, pêwistiya camêran bii DTPê tun e.
Lê DTP hîn źî tênegêśtiye ku zimanê kurdî roź bi roź dimire u dikeve gorê.
Hîn źî aqil nekiriye ku lii rê u metodan bigerre u bi lez bikeve nav ćalakiyên tund u tuź.
Źi piśtî ćil salên bi xwîn u źan rabuye plakata partiya xwa bi kurdî li salonê daliqandiye.
Heger źi piśtî ćil salên din hevokeke din ya beredayî li paś xwa daliqandin, em ê kêfxwaś bibin.
Loma źî cîgerim kurdino, hewce nake ku meriv źibo hevokekê welatekî xera bike, zilm u zordariyeke bê sînor lii mîlyonan însanan bide kirin.
De herrin li malên xwa rubinin, ćaya xwa ćêbikin, Müslüm Gürses’ê esilkurd u qewad guhdarî bikin.
Lê bila źîletên we źî li ba bibin, haaa.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen