Montag, 30. Mai 2016

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -24-: Efsane -4-



"...
Śehweteke bêhnteng xwa b’ lutkeyên pîrozgehan baniye
Gundê Palangan - Hewreman 
Di fenteziyên miźane da xwîna xwa germ dikin
Li źêr ez bi ćîroka baayî ketime nav nimêźa xwa ya rooźê
Li ber śeveke ketumî
Ayînên tefandî dibarînim nav axê

Xezeba niviśtên hezar salî l’ peyvên rêwî sîwar bune
Bi ćargavî tên bi rehma xwadayên mirî
Źi doźehên xwa yên bi źeng
Zengilên ezmanî yên bi źehr lêdidin

..."





Mittwoch, 25. Mai 2016

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -23-: Efsane -3-



...
Kevokê
Zencîr kirî dergehên me yên ketî li ser bazarên xwa difrośin
Koremarên bi tîr li van kućeyan kevirên porspî li paś xwa hiśtine
Li ser hinarkên bîranînên me yên ramedî
Canê me di nav tirsê da xwa germ dike
Bi wêneyên marmarkî yên birćî

Kevoka minê
Gava tu difirî
Di paśila xwa da tu ćima demê gêź dikî bi zencîrkî

...