Samstag, 26. November 2016

Bila Haya We Źi Śofêrên Bi Zmanê Kurdî Hee’be!



Źi piśtî ku xalê me Max Planck di sala 1918an da diyariya Nobel’ê ya źibo fîzîkê bi dest dixe, ew źi hêla gelek înstîtut u zanîngehên Elmanya’yê va tê vexwadin.

Xalê me digel śofêrê xwa yek bi yek wan înstîtut u zanîngehan ziyaret dike, li her derê gotara xwa ya li ser «Teoriya Quwantum»ê pêśkêś dike.

Di vê navberê da sofêrê  xalê me Max Blanck hemî gotara wî źiber dike. Gava ew carekê bi hevdu ra dipeyîvin, śofêrê Max Planck dibêźe:
«Birêz Planck, ma hun naxwazin em carekê rola xwa biguherînin u ez li śuna we gotara we li ciyê din pêśkêś bikim, hun źî li ciyekî herî pêś ru’nin u min guhdarî bikin, hi? Źixwa hun hertim eynî tiśtî dibêźin. Li hêla din hun ê hindekî bêhna xwa ber'din.».

Kêfa xalê me Max Planck bi vê pêśniyazê pirr tê u loma źî di cî da qebul dike.
Cara din tên li zanîngeha Munîx’ê dibin mêvan.

Max Planck u Albert Einstein.
Śofêrê xalê me Max Planck derdikeve pêś guhdaran u gotara ku źiber kiriye, pêśkêś dike. Herkes bi baldarî guhdariya wî dike.

Di dawiyê da profesorek radibe u pirsekê bi Teoriya Quwantum’ê va girêdayî źi śofêr dike – tabî kes nizane ku ew śofêrê Max Planck e –.

Śofêr qet li xwa nagire, bi rewśeke gelek rehet u bi hêdîka bala xwa dide guhdaran u dibêźe:
«Ya rast min qet nedipa ku li baźarekî ewqas pêśketî u medenî meriv źi min pirseke evqas basît bike. Loma źî ez dibêźim heger śofêrê min bersîva vê pirsê bide baśtir dibe.»

Kurdino, berxikino, hay źi śofêrên di nav xwa da hee’bin, bila bi tirkî u tirktiya xwa kurdî u kurdîtiyê nefrośin we.
Tiśtê ku ewê bifrośin we tenê zmanê tirkî u tirktî ye, loma.
Źiber ku meriv tenê malê di dukana xwa da dikare bifrośe, ne xewnên zirzop. Ew MAL źî di dukana wan kurdan da zmanê tirkî u tirktî ye.