Montag, 31. Dezember 2012

Saleke Din Źi Kîsa Bavê Me Ću



Di van demên dawiyê da hewa gelekî xwaśik e.
Źibo demên niha tiśtekî źi derî edetê ye.
Bi taybet hewaya hîro wekî ya biharê ye.
Ne serma, baran u ne źî berf hee ye.
Rooź/tav źî dićiruske. Êh, ma źi vê germiktir u nermiktir tiśt dibe bavkên minino?

Ha ev e saleke din derbazî hêla din dibe.
Nizanim, ka ez aniha li ser vê sala buhurî ći bibêźim.
Wekî salên din di ber me ra buhurî u ću.
Silavekî xerabe źî nedaa me.
Ha hatim u ha ćum, got, simbêlên xwa bîlem banedaa.


Ez ê di seet yekê da herrim Elmenye‘yê.
Pêr brayê min yê xayîn źî źi Frense‘yê hatiye wir.
Ez ê serê salê bi wan ra derbaz bikim.
Ya raśt kêfa min zêde bi pîroźkirinan nayê.

Doh min denggośkî/têlefonî bavê xwa źî kir.
Paśê źî denggośkî brayê xwa yê mezin yê li Edremît’ê kir.
Wekî her demê źi min gazinan dikin, li ber xwa dikevin u dibêźin, «Yaw tu yê kengê werî, de bes e źi vê duriyê ra haaa. Va ye millet tevda mir u ću, aha va ye dor hate me, ...».

Yanî gazinên wan yên bi heqq u bê ćaretiya min ya bê bav.
Lê dibe ku vê sala nu tiśtek bibe u em źî piśtî bîst u ćar salan dilê xwa pićekî haś bikin.

Berxikino, zêde wexta min nemaa.

Źibo we sersaleke agirpêketî daxwaz dikim.
Bila di vê sala nu da xwadê demên we yên bi kêf zêde bike, hêśên we kêm bike, ê tabî heger bi temamî tune bike źî xerab nabe yanî :)

Sonntag, 23. Dezember 2012

Ceźna Peskalyeyê U Kerta Hevala Min Ya Jenny‘yê



Ev ćend roź in ku hewa li vir germ e.
Di navbera 6-8 pileyan da terre u tê.
Dibêźin ewê sibeh derbikeve 12 pileyan.
Tabî li erdê berf źî nemaa. Lê sibeh źî ćeźna filehan e, yanî ceźna peskalyeyê ye.

Pêr min hevala xwa Jenny’ya heft salî dît. Got, «Em’ê hîro hêvarê herrin Koln’ê. Loma źî min kerta te źi aniha da amade kiriye, ez ê paśê b’avêźim nav qutiya te ya postê.».
Źiber ku ez hertim dawa kertan źê dikim, ew źî aniha hertim weha dike, yanî źi berî ku herre derekê, kerta xwa amade dike u dide min, źibo ku ez paśê nekevim qirika wê :)
Ya rast wê sibehê di seet heśtan da gava ez bi pîskîlêtê di cilśoxanê ra derbaz dibum, min diya Jenny'yê dîtî bu. Wê źî ew mesele źi min ra gotî bu.
Yanî di rastiyê da roźa 24ê ya meha donzdehan roźbuna hevala min Jenny'yê ye.

Tabî ez źî hertim têm dawet kirin.
Lê vê carê ćênabe, xezalê terre tatîlê, terre ba dapîr u bapîrê xwa.
Źi berî ku herre źi min ra got, «Tu dizanî, em ê serê salê dîsan li vir bibin, u em ê wê roźê źî roźbuna min pîroź bikin, ihiii :)».
Yanî dixwaze bibêźe, «Ka hele bi kerema xwa diyariya min źi bîr neke.».
Di kerta ku havitiye qutiya postê da ev tiśt nivîsiye:
«Behani‘yê delal (navê min hertim weha xelet dinivîse yaw), ez źibo te tatîl u peskalyeyeke bi kêf u sersaleke baś daxwaz dikim. Jenny’yê te.».

Di bin da źî ćend resim ćêkirinne. Herî dawiyê źî nota xwa bi herfên pirr pićuk qetandiye: «Ez sersalê dîsan b’ śun da têm.».


Źiber ku di van du hefteyên dawiyê da kes zêde kar nake, karê min źî hema hema qet tun e.
Ez ê tenê sersalê dîsan herrim Elmenye’yê.
Ewê brayê min yên kafir u xayîn źî were wir.
Źi piśtî hevdeh salan em ê dîsan hevdu bibînin.

Sonntag, 16. Dezember 2012

"Yaw Pêncî Sal In Ku Ez Kurmancî Nepeyîviyame"



Źi doh va ye ku hewa pićekî nerm bu.
Tabî śilî/baran źî dibare carina.
Loma źî hema hema berfa li ser erdê tevda źî heliya u ću.

Êh, ev źibo min baś e. Yanî ez ê dîsan bikarim li pîskîlêta xwa siyar bibim.

Doh źina brayê min hate mala xizmê min/me yê li Zürich’ê.
Ez źî doh hêvarê di seet śeśan da li wir bum.
Heta seet deh u nîvê śevê li wir mann.

Paśê wan gotinn em ê herrin, rabunn u ćunn Elmenye’yê dîsan.
Em li dor maseya xwarinê ya li mitbaxê runiśtî bunn.

Wan źi berî min xwarina hêvarê xwarî bunn. Loma źî min xwarina xwa bi tenê xwar.
Źi piśtî ku min xwarina xwar, yên ku źibo sersaxiyê ćuyî bunn mala gundiyekî me, bi śun da hatinn.
Ew źî hatinn li dor masê runiśtinn.
Hîcar min mêze kir źi nu va gośt daynîn ser masê.
Gotinn, «Em ê gośt di nav run da sor bikin u digel reqiyê bixwin.».
Yanî «fondue»ya ku li Swîsrê menśur e, hate amade kirin.
Ê camêr u xatunan śuna xwa germ kirinn u dest bi sohbeta xwa kirinn.
Źiber ku ez źi tama elkolê qet hez nakim, min got, «Spas, ez venaxwim babam.».

Sohbeta me bi zêdeyî kurdî bu, yanî mecbur mann.
Mêrê xwanga źinbrayê min got, «Yaw ew pêncî sal in ku ez qet bi kurmancî neaxivî bum.».
Paśê keća wî kete navberê u got, «Welleh bi saya Beghyanî li vir atmosfereke bi kurmancî ćêbu. Heger em mehekê li cem Beghyanî bisekinin, em ê bi tevayî źî kurdiya xwa pirr bi pêś da bixin.».
Braziyê min Reśo di xewê da bu. Paśê hanîn cem me.
Lê źiber ku źi xewê rabuyî bu, zêde kêfa wî tune bu.
Nexwast ku were cem min, heta ku bi temamî hate ser xwa.
Tabî źina brayê min ya tirśikćî qet dil nedikir ku bi kurmancî bipeyîve, tevî ku ez tenê bi kurmancî dipeyîviyam źî.
Ći dibe bila bibe, camêran careke din dîtinn u hîs kirinn ku ew bi xwa kurd in.
Di nav axaftinên xwa da carina zmanê kurmancî wekî îspata vê yekê bi lêv dikirin.


Gava ew rabunn ser xwa, źibo ku bi śun da vebigerrin Elmenyê, min di wê navberê da źi źina brayê xwa ra bi kurmancî got, «Heger tu bi zarokan ra bi kurmancî bipeyîvî, ewê baśtir bibe, źibo ku em roźekê bikarin bi hevdu ra bi zmanê xwa bipeyîvin, nebin xerîbên hevdu, nebin diźminên hevdu. Źi min qet hêvî neke ku ez ê roźekê bi zmanê tirkên qewad bi we u wan ra bipeyîvim. Ev tiśtekî bê mimkun e. Vê źi bîr neke. Aha va ye ez li vir źi te ra dibêźim. Vê qet u qet źi bîr neke.».
Got, «Ez soz nadim, ka em mêze bikin.».
Dibe ku ez dawiya vê salê herrim Elmenyê, ewê brayê min yê tirśikćî źî were wir.
Helbet ez ê hîcar îmana herduyan bi hev ra bikim teneke u berbidim ćolê.

Freitag, 14. Dezember 2012

De Berbide Em Bi Tirkî Bipeyîvin Qurban


Ev
ćend roź bunn ku hewa bi têra xwa sar bu yaw.
Heta kêm deh pileyan (-10°) daket.
Lê hîro derkete sifir pileyê. Di ro
źên tên da ewê heta 6-7 pileyan derbikeve dibêźin.
Tabî
źiber berf u cemeda li ser erdê min pîskîlêt bi tevayî li malê hiśt.
Peya
ćum kar u hatim.
Ya ra
śt kêfa min gelekî bi meśê źî tê.

Di vê navberê da ti
śtekî balkêś pêk nehat.
Ewê sibeh
źina brayê min źî were Zürich’ê.
Ez ê wê dubare bibînim.
Yanî di
źiyana xwa da cara duyem, u ev her du źî di nav van deh roźên dawiyê da.
Tabî bi zêdeyî
źî kêfa min bi dîtina lawikê wan tê.
Źi aniha da min bîra wî kafirî kiriye.
Divêt ez sibeh herrim
źi braziyê xwa ra diyariyekê bikirrim.
Qasî ku xuya dibe, kêfa wî bi googê pirr tê.
Wekî bav u apê xwa, yanî wekî min yaw, wîîî.
Di zaroktî u ciwantiya xwa da xalê we googbazekî bi agir bu, pirr men
śur bu. Lê źiber ku feqîriyê malik l’ me xerab kirî bu, brayê min hingê nekanî bu ku min biśîne Stembol’ê.
Êh, ew
źîrekî u efsanetiya bi googê źî wekî gelek tiśtên din av bi av ću.

Wê ro
źê min dîsan denggośkî/têlefonî bavê xwa kir.
Dawiya dawîn bi
źina brayê xwa yê mezin ra źî peyîviyam.
Ew
źî aniha ćunne ziyareta bavê min. Divêt hîro dîsan b’ śun da bićunna roźavayê Enetolî’yê.
Di denggo
śkê da gilî u gazincên xwa l’ min kir.
Got,
«Yaw ev ći zilm e tu l’ me dikî dilê min, berbide em bi hev ra bi tirkî deng bikin haaa. Welleh zman l’ me pelixiye u nikarin bi kurmancî baś bipeyîvin. Źixwa zarok qet nikarin, tenê kêm-zêde fam dikin. Pirr l’ ber xwa dikevin u nizanin ku ći bikin. De were vê eziyetê l’ me neke qurban, em ći bikin ...» u filan u fistix.
Êh, min negot xwadê daye u gotina xwa got:
«Welleh heta mirinê źî bi zmanê tirkên qewad tiśtek tun e. Nebêźin ku ez ê bi we ra bi zmanê wan tirkên qewad bipeyîvim. Qet hêviyên vik u vala nekin. Ku ez roźekê hatim welêt źî ez ê bi we ra tenê peyvekê deng nekim, ...», u dîsan filan u fistix.

De hun bi xwa l’ vê malxerabiya me mêze bikin. Hindî pêwistî bi tirkên tecawîzcî nemaye.
Di nav malên me da her ti
śt tarumar kirinne.
Hîcar karê tirkan pepukên me yên di nav malê da girtinne ser xwa.
Qa
śo bi śiklekî nermik u germik, bi śiklekî bê suc u bê guneh karê xwa dikin.
Tabî heta hêvarê li ber têlevîziyonên tirkan ranabin, deh deqan wextê xwa
źibo zmanê xwa nadin, hîcar radibin źi min tiśtên beredayî dixwazin.
Ê bila xwadê we ro
źekê nexîne nav destê min u xelas, ihi.

Sonntag, 9. Dezember 2012

Axaftina Bi Bavê Min Ra Ya Hîro



Źi piśtî sê heftan min hîro dîsan denggośkî/têlefonî bavê xwa kir.

Tabî di raśtiyê da min gotî bu ez ê her heftê bikim.
Lê min her u her źi bîr kir, yan źî hêvaran pirr dereng dihate bîra min.
Qismet hîro buye.
Qendî nîv seetî pê ra peyîviyam.
Got Smaîl u Resmîgul źî li vir in, ewê dîsan heta du-sê roźan bi śun da vebigerrin.
Smaîl brayê min yê mezin e. Deh sal in ku li roźavayê Enetolî’yê dimîne.
Lê min nekanî bi wan ra bipeyîvim. Got, «Aniha ev ćunn Ula’yê.».
Ula di vê navberê da buye beśeke Erzingan’ê.
Lê berê wekî gund dihate bi nav kirin, tevî ku pirr mezin bu źî, yanî hema hema qesî Erzingan’ê mezin bu.
Heger ne śaś bibim, aniha mezintir źî buye.
Lê źiber ku niśtevanên Ula’yê tevda źî kurdên elewî bunn, tirkên qewad bi zanîn rê nadidann ku ev cî geś bibe.
Ev bîst-sî sal in ku bi siyaseta xwa ya niźatperest, him bi dîn u him źî bi kemalîzmê îmana millet kirinne śorbe.
Źibo ku van kurdên elewî bikiśînin cem xwa, ti îblîsî nemaye ku nekin.
Tabî di vî warî da gelekî źî serketinne.
Esîmîlesiyon feleket pêś ketiye.

Li hêla din nebuna siyaseta kurdan ya mîllî, karê tirkan pirr hêsantir kiriye.
Millet xwa bi zêdeyî hindî tirk dihesibîne.



Helbet ez dîsan hiynî tiśtên din źî bum.
Bavê min got, du lawên filan kesî bi du kećikên tirkan ra zewicînne u kećik hiynî kurmancî bunne, xwadîtiyê l‘ kurmancên elewî dikin ...
Mesele ev bu yanî. Źi min dawa zewacê dike, loma.
Min źî got, «Welleh kes min naxwaze, bavo, ma ez ći bikim yaw, weyyy. Kes naxwaze seba min qelineke rind źî bide. Heta ku kurmanc nebe źî nabe …», u gelek filan u fistixên din.

Hêrs ket, got, «Ê ma tu nikanî kurmancî bidî hiyn kirin, hi? Bila însan ‘be, bes e. Law bila ći dibe bibe. Dîniktiyê neke. Baqil ‘be lawê min...».
Yanî bavê min careke din tiśtê di dilê xwa da haniya der.
Di wê navê da carekê źi min ra got, «Ma te ću źinbrayê xwa dît, hatiye ba xizmên xwa li wê derê?».
Min got, «Herê herê, min ću dît. Lawê Vêso (Veysel) pirr śîrîn e yaw, hahooo. Dilê min peritî yaw.».
Kêfa bavê min pirr pê hat.
Di nav axaftinê da carekê peyva «civat» bi kar haniya.
Welleh u billeh min qet nedizaniya ku ev peyv li ba me źî tê bi kar hanîn.
Ez dibêźim, źiber ku ez di śeś saliya xwa da źi gund derketî bum u li dibistana herêmî (ya leśkerî!) mayî bum, min nekanî bu kurmanciya min geśtir bikim.
Her cara ku ez bi bavê xwa ra dipeyîvim, hiynî tiśtekî din dibim.
Bi saya van axaftinên me yên kurmancî bavê min ha ha pićekî din xwa kurmanc u kurd hîs dike.
Dibîne ku zmanê wî yê kal u bavan kurmancî ye, ew ne tirk e.
Źiber ku ev zmanê kurmancî yê ku di mêźiyê wî da ye, îspata her tiśtî ye, bixwaze źî nikane źi vê rastiyê bireve.
Loma źî zmanê di mêźiyê meriv da hêliya/neynika li ber ruyê her kesî ye, ti kes nikane źi rastiya wê hêliyê xelas bibe.
Dixwaze bila bavê min ‘be berxikino, bavê min, siyar hatiye u peya 
źî terre, ihi.

Mittwoch, 5. Dezember 2012

Ew Bi Kurmanciya PKKê Dipeyîve Yaw



Ez dixwazim hîro źî pićekî li ser mêvaniya me ya doh bisekinim.
Yanî mêvaniya min ya li Elmenye’yê.
Min gotî bu, źina brayê min źî hatî bu wir, ba xizmên źi malbata xwa.
Ya raśt em źî bi hev ra xizm in, lê bi serê xalê Tezo bibe ku ez nizanim ev xizmtiya me ćiton e.

Digel mêvaniya me, hemî kesên li wir źî mecbur mann ku carina bi kurdî źî bipeyîvin.
Źixwa baś dizanin ku ez ê ti carî bi zmanê tirkan nepeyîvim.
Tabî haya źina brayê min źi baayê feleka xayîn tune bu.
Tenê ćend caran hewl daa xwa ku bi min ra bi zmanê tirkên heram bipeyîve.
Min źî bi du-sê peyvên bi kurdî bersîva wê didaa.
Paśê digel xwarinê xwarzêya wê got Beghyanî bi tirkî nizane, divêt tu pê ra bi kurmancî bipeyîvî.
Ew ecêbmayî maa.
Got, «Wîîî, min źî digot bi tirkî dizane, loma źî min tenê bi tirkî pê ra deng kir.».
Paśê vegerriya ser min u got, «rast?».
Min got, «Ez zmanê tirkan nizanim. Tenê kurmancî dizanim.».
Ê tabî źina xizmê min yê ku ez bi xwa ra birî bum kete navê u got, «Na na, dizane, lê napeyîve. Bi me ra źî qet napeyîve.».
Îcar mêrê xwanga wê yê nêzîkî heftê salan kete dorê u got, «Emma ev bi kurmanciya me napeyîve, bi ya PKKê dipeyîve.».
Hella hellaaa, hîcar ev kurmanciya PKKê źî źi ku derket bavkê mino, waweylêêê.
Aha ev tiśt źî hate serê me, kurmanciya PKKê haaa.

Hindî ći dibe bila bibe, ku źina brayê min heta deh roźan hate vir, ez ê îmana wê bikim teneke.
Ez ê źê ra qedexe bikim ku bi zmanê tirkên qewad zarokê xwa yê delalok bike tirkekî saxlem.
Divêt bi kurdî pê ra bipeyîve, yanî bi merema wan bila bi kurmanciya PKKê pê ra bipeyîve u xelas welleh.

Źi Berî Bi Salan Ez Bume Apo, Lê Haya Min Źê Nîn E




Li vir hewa bi têra xwa sar e. Berf źî dibare.
Heta sifirê daket.
Di van roźên dawiyê da min hew kaniya bi pîskîlêtê herrim kar.
Di vê navberê da tiśtekî esasî li ba min ćênebu.

Surprîzeke ecêb vê hêvarê ćêbu.
Xizmekî min li vir hee ye.
Em hevdu pirr kêm dibînin.
Hîro wî denggośî/têlefonî min kir.
Got, «Yaw va ye buka me Saniye hatiye ba xalê me Niyazî, me got em vê hêvarê carekê b‘ wir da herrin, ziyaretekê bikin u dîsan vebigerrin. Tabî me got źi te źî bipirsin, dibe ku daxwaza te źî hee ‘be.».
Ez pićekî śaśomaśo bum.
Min got, «Cîgerim buka me kî ye, Saniye kî ye bi xwadê dikî?».
Got, «Hahooo, buka me źî nas nake. Ê ma ew bu? Yaw tu źina brayê xwa źî nas nakî babam, waweylêêê?».
Herê welleh, ez źina brayê xwa źî nas nakim, bi sond u peyman ku nas nakim.
Nedîtiye źî.
Di vê navberê da du zarokên wan źî bunne; lawek u kećikek.
Yanî ez źi nu va bume apo, lê haya min źi feleka xayîn nebuye.
Brayê min źi min qendî pênc salan mezintir e.
Min brayê xwa berî ćardeh salan carekê li Elmenye’yê, źiber mêvantiya brayê me yê źi me herduyan mezintir, li mala xwanga me dîtî bu u ewqas.
Źi piśtî ku ez źi welêt derketim, ew źî derketî bu u ćuyî bu Frense’yê.
Yanî di nav van 24 salên dawiyê da min ew tenê carekê dîtî bu.
Têkiliya me ya bi denggośê źî hema hema qet nebuyî bu.
Berê bi źineke frens ra zewicî bu.
Bi hev ra du zarok ćêkirî bunn. Paśê źi hevdu veqetî bunn.
Ev xizmê min bi źin u zavayê xwa hatinn mala min, ez źî girtim u em derketinn ser rê.
Em ê bićunna Elmenyê. Ne źi vir dur e. Qendî seetekê dikiśîne.
Em ćunn.
Gava em ketinn hundir, min lawikê brayê xwa yê sê salî dît.
Tabî min ew qet nas nedikir.
Lo bavkê mino ew hilo li ciyê xwa sekinî bu u l‘ min mêze dikir.
Qey te digot ez nas dikirim (dibe ku l’ bavê xwa śibandî ‘be).
Min yekcar destên xwa berbi wî va drêź kirinn u bi kurdî got, «were were, wereee!».
Hema biśiriya u berbi min va beziya u xwa havite himbêza min.
Qet xerîbî nekiśand.
Em du seetan li wir mann. Hertim dihate ba min, xwa tavête himbêza min, di paśila min da rudiniśt, dixwast tiśtina bibêźe. Lê hîn nikar bipeyîve.
Ći derewan bikim, min mêze kir ku di dilê min da hîseke ecêb ćêdibe, tiśtê ku min qet hîs nekirî bu.
Mîna ku perćeyek źi min bibe, min ewqas nêzîkî di nav me da hîs dikir.
Sufetê wî źî l‘ ya bavê xwa diśibe.
Navekî bi zmanê tirkên qewad l‘ lawik kiriye brayê min yê tirśikćî u taśeron: «Îlkcan». Navê kećika ku nu ćêbuye źî kiriye «Destan». Kećik radiket, min nekanî bibînim.
Zavayê xizmê min dît ku ha ez bi navê lawik pirr aciz im, got were em bikin «Reśo» u xelas.
Êh, kêfa min pê hat. Min źî heta ku hatim tenê «Reśo» got.
Ya raśt hîn źî źi serê min qet derneketiye.
Ewê heta deh roźan werin wir źî. Paśê źî ewê brayê min źi Frense’yê źibo serê salê were Elmenye’yê.
Dibe ku em careke din hevdu bibînin.
Navbera me qet ne baś bu.
Di raśtiyê da, min tiśtek nekiriye. Di zaroktiya min da pirr zilm l‘ min dikir.
Źiber ći bu nizanim, lê kêfa wî zêde b’ min nedihat. Ez dibêźim dibe ku bavê min u yên din di zaroktiya me da ez źi wî zêdetir hez kirî bibim (tabî nayê bîra min, millet źi min ra digot. Ya raśt min bavê xwa di źiyana xwa da pirr kêm dîtiye. Gava źi hepsê reviya bu, bi dizzî li Stembol'ê diźiya, ez carinan dićum ziyareta wî, ew źî di du heftan da carekê, źi berî ku ez derbikevim Ewrupê). Hertim li hemberî min bi hêrs, kîn tevdigerriya. Tevî ku dilê min b’ wî pirr diśewitiya źî.
Hindek dîmenên wî di mêźiyê min da hee ne ku, min kelegîrî dikin gava tên bîra min.
Di wê salê da mala me tevda xerab buyî bu.
Bavê min ketî ku hepsê, diya min gava źi daristanê źibo zivistanê hêzik taniya malê, źi girekî bilind ketî bu, di nav avê da heta sibeha roźa din źi xwa ćuyî mayî bu. Hêla wê ya ćepê di nav avê da cemîdî bu. Paśê źî ev hêl felc maa.
Hingê brayê me yê mezin bîst salî bu u li navćeyê źi berî mehekê dest bi karê xwa yê texnisyeniyê kirî bu li daîreya zîreetê.
Wî hat mal bar kir u em birinn navćeya me Refahiye'yê.
Li navćê hema hema qet kurmanc tune bunn. Tevda źî tirkên niźatperet u fanatîkên dîndar bunn.
Pirr zilm l' min u brayê min kirinn. Piśtî demekê brayê min bu hevalê wan zarokên tirk, bi hev ra her xerabî dikirinn.
Lê ez tenê roźekê źî nebuyî bum hevalê wan. Hertim hêriś tanîn ser min.
Min xwa feleket diparast, îmana wan dikir teneke. Tu carî yek bi yek nedihatinn ser min, pirr ditirsiyan, tevî ku min mezintir źî bunn; loma źî bi komên mezin hêrishên xwa dikirin. Bernadidann ku ez solan boyax bikim u pereyan berhev bikim.
Ew źibo min u ez źî zhibo wan buyî bunn kelem di ćavên hevdu da heta ku ez źi piśtî salekê ćuyî bum dibistana herêmî ya li Kemah'ê.

Wê demê, yanî di dema zaroktiya me da, roźekê yekî qewad li ba kar bi xapandinê serê brayê min b’ ser utiya komirê da dayî bu xwar kirin u paśê źî agir b’ komir xistî bu. Ruyê brayê min śewitî bu. Hîn źî hêlek ruyê wî weha śewitiye.

Gava ez śeś salî bum u wî roźekê bê heqqiyek li min kirî bu, min bi hêrs ew tanda bu u serê wî l’ kućeya keryolê xistî bu. Wî dest bi gîriyê kirî bu. Ew ruyê wî yê bi xem u hêś hîn źî hilo tip u teze di bîra min da maye.
Hîn źî pirr li ber xwa dikevim, carina xwa bi xwa ra dibêźim, xwazika bila destê min biśkiya u min ew nekira.
Ez źi zilmê nefret dikim.