Dienstag, 29. Dezember 2015

"Vê Hêvara Spî"



Gulêcan
Zivistanên sedsalê xemên xwa kirine dilop
Cemidî
Dilop bi dilop b’ ser ćemên me da dadikevin xwarê
Vê hêvara spî
Źibo vegerreke dilocan dimeśin
Śepal bi śepal ewê bên
Źibo pariyek ax
U pifeke bi źiyan.




"Źibo Źiyanê Ketime Riyan ..."







Koma Sê Bran: "Roboskî"






Mittwoch, 23. Dezember 2015

Mêvantiya Min Ya Li Înstîtuta Kurd Ya Wiyene'yê



Hefteya buhurî źibo ćend roźan riya min li Wiyene'yê ket.
Ez u Celîl'ê Celîl
Helbet źi berî rêwîtiya min min carekê têlefonî înstîtutê źî kir, ez bi xalê me Celîl'ê Celîl ra peyîviyam ...
Roźa îniyê, di roźa 18.12.2015an da ez ćum înstîtutê. 

Xalê me Celîl'ê Celîl bi tevî xwarziyê xwa ez li stesyonê bi erebê girtim. Em ćun înstîtutê.
Me bi hev ra qasî sê seetan wext derbaz kir.
Xalê me gelekî nazik bu.
Em li ser zmanê kurdî bi hev ra demeke drêź axaftin. Xalê Celîl kar u barê ku kiriye, kar u barê ku ewê bike, yek bi yek nîśanî min daa.
Lê mixabin xalê me li dor heśtê salên xwa ye, hêdî ew hêza ku berê tê da hee' buye, nemaye dibêźe ...
Bi fikir e, źi kurdan gazincan dike.

Gava ku ez ê bićuma Wiyene'yê źi min daxwaza pirtukên bi kurdî kir.
Lê mixabin źiber ku kurd bi zmanê xwa kurdî pirtukan nafrośin, min tenê têza xwa ya li ser zmanê medî "Zmanê Medan" wekî pirtuk daa girêdan u bir.
Kêfxwaś bu.
...
Di dawiya axaftina me da, źi berî ku em xatir źi hevdu bixwazin, got, heger tu bixwazî lêkolînên xwa bidî ćapê ez ê tiśtê źi destê min tê bikim.
Me soz daa hevdu u ez ketim ser riya xwa.
Paśê, roźa din xalê Celîl dîsan têlefonî min kir, dubare daxwaza xwa ya piśtevaniyê haniya zmên.
Min soz dayê ku heta ćend heftan ez di vê meselê da gaveke yekem b'avêźim, rêza yekem ya lêkolînên xwa amade bikim.
...

Li źêr ćend resimên girtî yên li Înstîtuta Kurd ya li Wiyene'yê.



Kerem Gerdenzerî: "Keća Perî"






Sonntag, 13. Dezember 2015

Źina Kurd Ya Śerrvan








Taylan Yildiz: "Biko" ("Lawo, Kuro")