Freitag, 22. Januar 2021

Min Śîrê Hirćê Vexwariye


Van roźan hewa germtir bu, heta heft pileyan derket.

Berfa ku źi berî heftekê hatî bu, hêdî dest bi helînê kiriye.

Ev źî hirćê li bexćeya xalê Newzat e :)
Guneha min bi zarokan tê. Berf ću, tequreqa belek ya li ser berfê źî.

Herhal em ê dubare śanzdeh salan li benda berfa spî bimînin.

Heta wê demê, ku xwadê got herê, źixwa ez ê teqewut bibim.

Ku xwadê careke din got herê u riya malê vekir, ez ê li serê ćiyayekî Kurdistan'ê kona xwa vedim u berê xwa bidim ber nîmmeta xwadayê Kurd.

Divêt ez hîn bi qasî ćardeh salan îdare bikim.

Dibêźin hêdî hirćên li ser ćiyayên me bune aśtîxwaz u źi derî bratî, bratiya gelan u înternesyonelîzmê tiśtekî din naxwazin.

Qet nebe dibêźin hirćên li gundê me îdeoloźiya xwa źi binî va guhartine u kirine yeke pirr-demoxretîk u ekoloźîk.

Mesele dibêźin zikê xwa bi holtirśikan têr dikin. Loma bi xêra brakên me yên pirr-demokratîk e ku li her derê holtirśik tîźî bune.

Hêdî mange, dewar u hirć bi hev ra li ser heman mêrgê dićêrin, b vir u wir da terrin u tên. Hetta hetta dibêźin źi halê hev du źî dipirsin.

Pićek maye ku di demeke nêzzîk da gundiyên me hirćan bi temamî kedî bikin u bidośin źî.

Ne dur, dibe ku em roźekê li śuna gotina "min śîrê śêrê vexwariye" bibêźin "min śîrê hirćê vexwariye". 

Herê bi xwadê.

U paśê źî em ê li śuna navê "Śêro" navê "Hirćo" li paś xwa bihêlin u xelas.

U ewê meth u senayên qerase l me bikin u bibêźin:

"Lawo, ći hirćekî temam bu, hahooo!"






Samstag, 16. Januar 2021

Zarokên Źi Berfê Nagîrin


Min hîro dîsan berê xwa daa berfê.

Ez ê piśtî nîvroyê bićuma bezê.

Lê li ba xwarina nîvroyê min birryara xwa guhart. Bez pêk nehat.

Ez dubare ćum parka Irchel'ê. Piśtî gerra min ya li parkê ez bi hêdîka berbi gira di nav parkê da ćum.

Parka Irchel'ê

Ez ê heta daristana li ZüriBerg'ê bićuma.

Gava ez nêzîkî girê bum, min śêniyeke mezin li ser girê dît.

Zarok u mezinên li ser tawugan ha ha xwa xiź dikirin. Serê girê buyî bu wekî bazara qerećiyan.

Kêfeke belek ya zarokan hee'bu. Carina źi kêfê dikirin qîźźewîźź u carinan źî digîriyan.

Kêfa dê u bavan źi ya zarokan kêmtir nebu.

Ez di ber u nav wan ra derbaz bum.

Gira di Parka Irchel'ê da

Di nav daristanê ra heta ZüriBerg'ê meśiyam.

Baźêr źi źor va bi temamî spî xuya dikir.

Gelek kes dićun u dihatin.

Min ćend wêne kiśandin u berê xwa daa bexćeya xalê Newzat.

Źixwa bexće sê sed mêtro źi ciyê min dur bu.

Lê mixabin ew eraziya ku bexće di nav da ne bi berfê hatî bu dagirtin.

Bilindiya berfê heta ser źuniyên min dihat.

Heta ku ez gêśtim bexćeya xalê Newzat solên min bi berfê tîźî bun.

Źi ZüriBerg'ê va baźarê Zürich'ê
Min ê qehweyek bikelanda, lê źiber ku paće u gorên min śil buyî bun, min nekir.

Ez dîsan derketim ser rê. Di nav daristanê ra, li ser riyeke din ez dîsan heta parka Irchel'ê daketim.

Hîna ew śêniya mezin ya bi tevî zarokan li wir bu.

Min, "Xwadê daa we, de l kêfa xwa ya belek binêrin." got u berbi źêr va meśiyam.

Li źêr, di nav gola Irchel'ê da, li ciyê ku av necemidî bu, werdek kom buyî bûn. Min silavek daa canikan u dîsan ketim ser riya malê.

Gava zarok cara yekem berfê dibînin, źê ditirsin. Ćima źê ditirsin, nizanim. Lê źê ditirsin. Herhal di zaroktiya min da źî eynî bi vî hawî ćêbuyî bu. Ćima ye nizanim, lê baś tê bîra min, gava ez li ciyekî li ser berfê tenê bibuma, ez her tim li ser mirin u źiyanê difikiriyam.

Zarokên źi berfê nagîrin.

Zarokên źi berfê natirsin.

Gava dibin cemed, avê zuwa dikin.












Freitag, 15. Januar 2021

Berfa Runiśtî

 

 

Berf hat, him źî źi niśkê va.

Bi qasî du roźan bariya, hîro heta piśtî nîvroyê.

Baźêr xwa bi temamî di bin rengê spî da bincil kir.

Li vir u wir meriv tenê tuśî girên źi berfa spî dibe.

Parka Irchel'ê, doh nîvê śevê, 22:36. 

Dibe ku meriv źi girên betonî yên di bin berfa spî da aciz be, lê bedewiya darên spî dike ku meriv spasdariya xwa bi źiyanê b’îne.

Meriv dibêźe qey di nav axê da darên bi rengên spî biśkivîne.

Bedewiyeke din ya suruśtê ye, nîmeteke spî yê źiyanê ye.

Her dar, her śax u her ta ligorî xwa formekê dide rengê spî yê barî.

Lê berf źi źor va bariye, hatiye li ser śax u tayan runiśtiye.

U pirr bariye.

Parka Irchel'ê, doh nîvê śevê, 22:36.
Dar, śax u ta di bin da xwar bune.

Ta bi lutkeyên xwa heta ser herdê daketine, mîna ku axê ramusîn.

Nimêźeke spî u bi sebir.

 

Doh nîvê śevê ez rabum u derketim der.

Min berê xwa daa Parka Irchel’ê ya Zangeha Zürich’ê.

Piśtî pênc deqqan ez bi peya gêhiśtim Parka Irchel’ê.

Li gelek ciyan ta u śaxên daran śikestî bun źiber giraniya berfa li ser wan.

Dîmena li ber paca odeya min.
Min berfa li ser hindek ta u śaxan dawîśand źibo ku neśkên.

Min dît ku źi derî min gelek kesên din źî hatine u di nav parkê da digerrin.

Tevî ku nîvê śevê bu, lê her der pirr rohn bu.

Min ćend wêne girtin, źibo ku bila ev kêlî di bîra min da bimîne.

Li ba vegerrê, li ser riya nêzîkî mala min dareke nuh ćandî źi kokê va heta ser herdê xwar buyî bu.

Dilê min pê śewitî. Herhal źi berî salekê yan źî du salan nuh hatî bu ćandin.

Min śemsiyeya xwa danî wê hêlê u berfa li ser tayan dawîśand. Lê dîsan źî pirr giran bu. Min darikên ku li dor wê d’ nav herdê da hatî bun ćikandin u ew źî pê va girêdayî bu, serrast kirin.

Dîmena li ber paca odeya min.
Lê dara reben źi kokê va derbe xwarî bu, loma dubare diket ser herdê.

Min darik źi hêla rê va xiste bin.

Xwar be źî, pićekî li ser koka xwa serrast bu.

Gava ez hîro di ber ra derbaz bum, min dît ku hîn źî di halê xwa yê nîvê śevê da li ber xwa dide.

Ez dibêźim ez ê heta demćeyekê (seetekê) dubare herrim u lê mêze bikim.

Divêt bila bizane ku kesek pê d’êśe, u źê hez dike.



Parka Irchel'ê: