Sonntag, 30. Oktober 2011

Zelzeleya Li Wan’ê Tirkî-perestiya Me Îspat Kir!

Di nav cîhana înternetê da źibo zelzeleya li Wan’ê gelek ćalakî hatinn lii dar xistin.
Gelek vîdiyo hatinn weśandin.
Lê mixabin ku ev hemî weśanana źî bi zmanê tirkên qewad hatinn kirin.
Tabî me bi vî hawî careke din bi destê xwa zmanê xwa kir qurban u zmanê diźminê milletê xwa źî di nav xelkê kurd da kir taca serê xwa.

Źi berî du roźan ez ketim rupeleke bi navê „Śêx Saîd Kurd“. Wey bavooo, tenê peyvek źî bi kurdî tun e. Tabî ez sor u zer bum u min rabu ev śîrove kir:
«Hevalên delal u ezîz,
Hun źî baś dizanin ku zmanê kurdî bi lez u bez berbi mirina xwa terre.
Herro bi mîlyonan kurd asîmîle dibin u em kurd źî zmanê diźminê xwa di nav xelkê kurd da „meśru/legalîze“ dikin.
Heger bi vî śiklî herre, ewê di sala 2020an da zmanê kurdî „di teoriyê da“ hêdî bibe zmanekî mirî. Źi wê bi śun da ti śansa zmanê kurdî tun e ku źi mirinê xelas bibe...
Lê qasî ku ez li vir dibînim, we zmanê diźminê milletê kurd źi xwa ra kiriye ala.
Bêguman mebesta we ći dibe bila bibe, hun bi vê yekê xizmeta asîmîlasiyonê dikin, hun barê MÎTa tirk u faśîstên tirkan digirin ser xwa.
Śherm e.
Guneh e.
Di bin navê Śêx Seîd’ê Kurd da xizmeta dewleta tirkan kirin, ne tê qebul kirin u ne źî tê tarîf kirin.
Śêxê me źibo vê yekê xwa bi hezaran fedaiyên xelkê kurd nekir qurban.
Ma ewê Śêxê me ćawa bizanî bibuya ku ewê roźekê kurd tiśtekî weha bînin serê xwa, ćawa yaw?!
Ti kes di nav xelkê xwa da xetayeke weha mezin nake u zmanê xwa bi destê xwa nakuźe.
Loma źî ez heqqê xwa yê demoxratîk bi kar tînim u źibo zmanê kurdî yê qedîm u miqeddes bi hiśkî we śermezar dikim.
Bi tevî rêz u hurmet».

Lê camêran ev śîroveya min źi rupelê derxistinne. Li śuna ku bersîvekê bidin, wekî kurdekî tirkćî u bê namus tevgerriyanne.
Min pêra ev śîrove kir:
«Gelo we ćima rexneya min ya di derbarê zmanê we yê tirkî da źê derxist?
Merivên medenî bersîveke medenî didin.
Lê diyar e ku ew medeniyet źî di serê we yê „tirkćî-perest“ da baś runeniśtiye.
Baś e, ez ê źi koma we derbikevim.
Bimînin di nav xwaśiya xizmeta MÎTa tirkan u di berbelavkirina zmanê tirkên niźatperest u faśîst da!
Bila xwadê ahê Śêx Seîd'ê Kurd źi we ra nehêle u xelas!».

Aha źi we ra mesela me. Dîndarê me buye tirkćiyekî bê namus, sosyalîstê me buye tirkćiyekî u kemalîstekî bê namus, wey lii minooo.
De dabikevin ser kolanan kurdinooo, źixwa heger ew ehmeqiya nebuya, em ê heta niha nebunna kerê bin kuna tirkan.

Paśê ez ketî bum rupela Ćanda Kurd. Di nivîsekê da haydariyek di derbarê kurdên Enetolî’ya Navîn da dihate dayîn. Dihate gotin ku źibo zelzeleya li Wan’ê hariyareke mezin hatiye berhev kirin. Lê ev nuće bi zmanê tirkan hatî bu amade kirin, loma źî min dîsan rexneya xwa lii camêran girt:
«Ma hun nikanin bi zmanê kurdî spasdariya xwa bînin zmên yaw?
Bi xwadê dikin bi navê Ćanda Kurd hun źî xizmeta asîmîlasiyonê nekin u dilê tirkan lii me nedin śaa kirin babam.
Min źi vê kultura bi tirkî tiśtek fam nekir ellawekîl.».

Lê xwînerekî źi welatekî Ewrupe'yê bi tirkiyeke pirr berbat rexneya min rexne kiriye. Gotineke wekî «bi tirkî nivîsînê meriv asîmîle nabe. Diyar e ku kurdiya te baś e, lê aqilê te bi paś da maye…».
Yanî dendika rexneya wî ev hevok bunn.

Min źî rabu ev bersîv daa wî:
«Xalê Kiran Kurdo, ez bi kar u xebateke mezin hînî kurdî bum-e. Ez li śuna xwa runeniśtim, min bi fikrên seqet u felc wexta xwa derbaz nekir cîgerim.
Mêze bike tirkan tu anîne ći halî? Tu ćima nikanî bi kurdî binivîsînî? Yanî aniha tu asîmîle nebuyiye? Ya xwadêêê!
Cîgerim tirkan źi te tirkekî saxlem ćêkirinne u berdanne nav milletê kurd.
Bila haya te źi te hee bibe, nebe-nebe ku tu roźekê di nav refên MHPê da śun bigirî. Źixwa źi vî halê aniha źî nikane xirabtir bibe. Îman ćuye, wîźdan ćuye. Wekî din tiśtek li paś nemaye.
De bila tirkćîtiya te źi te ra pîroź bibe.».

Bi telaq me kurdan źi bin va her tiśtê xwa handa kiriye lo.

Freitag, 28. Oktober 2011

Ma Li Wan’ê Zmanê Kurdî Miriye?!

De ez hîro źî li ser cîhana zmanê kurdî bisekinim.
Yanî meriv di derbarê vê miźarê da, di roźeke bi him u gim da dikane romaneke temam binivîsîne.
Lê ez ê vê nekim.
Źixwa naveroka vê yekê źî wekî me kurdan puć e, tal e.
Binêrin carekê, min di înterneta germik u nermik da li nućeyên źi zelzeleya li Wan’ê mêze kir.
Helbet gelek nućeyên ku li herêmê li ser kamereyê hatinne tomar kirin źî, hee bunn.
Bawer bikin di nav van hemî nućeyan da źî min tenê carekê źî bibe, zmanê kurdî nebihîst.
Li gundekî, gava kamerevan źi gundiyê ku heeyînên xwa di vê zelzelê da handa kirî bu pirsek kir, lê źê xwast ku bila bersîva xwa bi tirkî bide, daku bila „yên din“ źî fam bikin.
Herê, zman, kultur u siyaseta milletê kurd di destên kesên weha śarlatan, famkor tirkćî da manne.
Gelo bi van śarlatan u tirkćiyan îmkana ku xelkê kurd bigêźe mafên xwa hee ye?
Bawer bikin ti śansa me nî ye. Helbet ev śarlatan tenê li welêt nî ne. Li seranserê cîhanê belav bunne. Mesela li Ewrupê źî heźmara van źi yên li welêt kêmtir nî ye.
Bêguman bi van kesan ti carî kurd nikanin kevirekî źî xelas bikin.
Ewê wekî sotalan deh salên din bi tirkî u tirkćî bikin qîźźewîźź, paśê źî ewê herrin li śunên xwa rubinin...

Ez dixwazim dîsan webigerrim ser ćend nivîsên xwa yên di Facebook’ê da.
Min doh nivîsa Fêrgîn Melîk Aykoć ya bi sernavê „ćend pirs li ser bratiya kurd u tirkan“ xwand. Helbet kekê me pirs u rexneyên pirr bi maf kirinne. Min źî rabu ev śîroveya xwa kir di binî da:
«Ez źi kekê xwa ra bibêźim „chima?“.
Di vê yekê da sucê herî mezin aîdî me kurdan e.
Ev ćil sal in ku „zmanê tirkên qewad“ li Kurdistan'ê wekî vîrus belav dibe. Di nav van ćil salan da bîst mîlyon kurd tevda asîmîle bunn u ćunn. Yên mayî źî qîma xwa bi kurdî nayînin, tevî ku bi tirkî źî baś nizanin.
Bêguman di vî warî da sucdarên herî mezin partiyên me kurdan in. Ti partiyeke kurdan nikane źi vê ehmeqiya xwa ya dîrokî bireve.
Kesên ku zmanê tirkî di nav kurdan da śîrîn kirin, „zman înternesiyonel e, gerdunî ye, bê suc e ...“ em bi xwa ne, me bi xwa di nav xelkê xwa da ev belav kir ligorî manîpulasiyonên tirkan.
Yanî me wekî dezgeheke MÎTa tirkan bi dil u can rehên xwa birriyan, helbet bi navê hezaran îdeoloźiyên mezin. Yanî tirkan bi hemî alet u îmkanên xwa em manîpule kirinn u hanînn vî halî.
Ku kurdan zmanê tirkan fam nekirinna, ewê ewqas basît źî nehatinna manîpule kirin. Ango me yê herro ligorî gotinên tirkê filan u bêvan fikra xwa neguharta.
Kesê ku bi kurdî nafikire, ti carî nikane wekî śexsekî kurd bifikire, dixwaze bila ew xwadê bibe. Yê ku li berevaźiyê vê îddîa dike źî encax dikare bibe „sharlatanekî/e, îblesekî/e tirkćî“.».
...

Dienstag, 25. Oktober 2011

«Ronakbîrekî?!» Kurd U Tirkperestiya Wî!

Hîro ez ê li ser buyereke din bisekinim.
Min di Facebook’ê da nivîsa xalê Zinarê Xamo xwand.
Di vê nivîsa xwa da xalê Zinar rexneyeke pirr bi maf lii bêbaviyên tirkan dikir.
Helbet mafê her kurd e ku li hemberî faśîzm u niźatperestiya tirkan xwa biparêze, xwadîtiyê lii neteweya xwa bike.
Ma kî vê nakin ku babam?!
Źixwa roźa ku te dest źê berdaye, daxwaza mafê xwa nekiriye, ha wê roźê źî te dest źi îspata źiyana xwa berdaye u źê pê va heqqê te yê ku biźiy źî, ligorî hoyên xwezayê hêdî nemaye.
Ez ê pêśta nivîsa xalê Zinar u dura źî yên din yek bi yek ligorî rêzê bidim.

Zinarê Xamo (destê xwa nadim rêzmana ti kesî):
«Sebebê vê nîjadperestiya tirkan ya dirinde û bêemsal hebûna mesela kurd e, heger kurd li Tirkiyê wiha nehatana înkarkirin, tirk jî wiha nîjadprest nedibûn.
Gelşe ku tirk gelkî cahil hîştiine û kirine nîjadprestên herî zalim û hov çaresernebûna mesela kurd e, roje ku kurd bigihîjin azadiya xwe tirkê jî bêtir bibin însan û rahma dilê wan jî ewê zêde bibe.
Yanî bindestiya kurdan ne tenê di warê aborî, civakî, zanistî da, di warê însaniyetê da jî miletê tirk ji însaniyetê dûr xistiye.».

Śahîn Soreklî:
«Hemî Tirkan, Beşikçi jî di nav de? Aferîn, bi Xwedê tu ji heqê propagandayê dihêyî der! Lê pirsiyarek kekê Zinar:
Dema tu dibêjî "nijadperestiya tirkan" gelo va gotina bi serê xwe jî ne nijadperestî be?
Ligel rêza min.».

Zinarê Xamo:
«Çima?
Ma meriv ji yekî diz ra bibêje diz, qey meriv jî dibe diz?
Min bi xwe tu maneyek neda vê pirsa te. Min li hemberî miletê tirk çi zulm, çi neheqî, çi nemirovayî kiriye ya jî parstiye ku ez jî bibim "nîjadperest"?
Ji ber ku çend tirk ne nîjadperest in nabe sebeb ku em nebêjin rasîzma tirk.
Dîrok qala "nazîzma û faşîma alman" dike, ne ya çend kesên nazîzst û faşîst.».

Ez:
«Ez bi temamî tev li fikrên xalê Zinar dibim.
Ćênabe ku meriv źiber ćend kesên shexsî yên ku ev niźatperestî red kirine, hemî tirkan źî li ser piśta wan bike "gul u sosin".
Śaśiya me kurdan źixwa hertim di vir da ćêbuye u hîn źî di vir da ćêdibe.
Em hertim źi raśtiya heeyî reviyane, me bi ćend tiśtên beredayî xwa daye xapandin. Bêguman heta ku me xwa źi vê tevgerra fikirînê xelas nekiriye, xelasiya me ne mumkun e.
Mesela źiber ćend tirkên ku (ka bi raśtî źî ew tirk in yan na, tenê xwadê dizane) ketinne nav kurdan, me hemî tirk di ćavên xwa da kirinne meleke. Hîn źî ev didome. Bê guman dewleta tirkan me bi van ćend kesan gelekî caran manîpule źî dike. Bernade ku kurd kurdistanî bifikirin.
Dawiyê dixwazim vê bibêźim, heger tirk bi temamî niźatperest u faśîst nebunna, ti sîstemekê ewqas zilm u zordarî nedikarî li kurdan bike. Heta ku me mafên xwa bi wan nedaye qebul kirin u hêza me ya mîllî ćênebuye, tirk ewê źi van fikir u tevgerrên xwa qasî mîlîmêtroyekê źî bi paś da nerrin. U ev heqqê wan yê xwezayî ye źî. Suc di me da ye. Heta ku mar di bin tirsa serhildêrê xwa da bê ćare nemîne, xwa bi śun da nakiśîne. Ev qanuna xwezayî źibo hemî însan u heywanan derbaz dibe.».

Śahîn Soreklî:
«Dema mirov li hember nerindan metodên nêzike metodên wan bikar bihîne û gelemper bike, mirov hem tund-û-tûiyê gurr dike, hem jî xwe ji refên yên wek wan nêzik dike. Rêxistin û hukûmet ji bo berjewendiyên xwe dikarin her metodî bi kar bihînin, lê dema kesên xwe wek "shareza" û "rewshenbîr" jî dizanin dest bi metodên propagandîst û neftetafer dikin, çira di nav mirovahiyê de melûltir dibe.
Ez fashîstên Tirkan bash dinasim û ger kesek bixwaze dikarim bi dehan gotarên xwe yên bi înglizî û kurdî, her weha helbestan, çîrokan û belgehên dengî/dengî-wêneyî yên gengesheyên germ bi berpirsên tirk re bo wan rêbikim, lê çi caran rê nadim xwe ku li hember tevahiya Ereban, Farisan yan Tirkan bibim propagandîst û tevahiya wan têxim nav xweliya resh, çimkî dizanim di nav wan de jî yên bash hene; û ger nebin ez ê hewl bidim ku ji wan çaktir bin.
Dîroka behsa "nazîzm û fashîzma (tevahiya) Almanan" dike dîrokeke bêbext û munafiq e, çimkî di nav Almanan de Beethoven, Schiller, Goethe, Mann, Heine, Grass, Brecht... û bi hezaran yên din hene ku gellek tishtên bash û sûdmend dane mirovan.
Li dawiya dawiyê tu azadî keko. Di rêya xwe de bidomîne û yên pishtgiriyê bidin wî metodî di nav me de pirr in.
Ligel rêza min.».

«Dizanim canê min dizanim. Xwedê we ji hev re bihêle.».

Ez:
«Kekocan, ez dibêźim ev źî "surrealîzma surrealîstên" di nav me kurdan da ye ku tam ligorî manîpulasiyonên tirkan mista xwa tam li nav heniya me dixe ellawekîl.».

Śahîn Soreklî:
«Wekî fîlosofê fransî Descartes gotiye, "Ez diponijim, lewma ez heme." Ne tirk, ne ol, û heta ne cenabê Xwedê dikare min "Manîpule" bikin. Berê pasherehên min, nijada min û kurdbûna min baweriyên min "manîpule" dikirin, lê nuha spas ji Yezdanê mezin re, ez ji her awayê "manîpulîzmê" azad bûme, û hewl didim bi gotin û baweriyên xwe adilmend û durist bim. De kekê hêja Beghyanî, bijî û bihêle bijî. Pêdivî bi wê yekê niye ku em wesfan û pevan bo hev bibînin; û dema min bo nivîsandina pirtûkeke "fesbûkî" jî niye, heyrane çavan! Lê vê jî ji kekê xwe yê delal re bibêjim: "Di nav me Kurdan de" nema ligor dem û dewranê ye. Kurd ne keriyek dewar e. Bi dehan milyon mirov in û ne mentiqî ye ku hemî wek hev bifikirin. Ger wek hev bifikirin dibin dewar!».

Ez:
«Ćima keko, ma tu "xwadê yî" ku kes nikane te manîpule bike?
Ligorî felsefeya ku tu dersê didî me, ev "vegotineke diźraber" e.
Xalê Śahîn, helbet ku tu di fikir u zîkrên xwa da źi sedî sed serbest î.
Bimîne di nav xwaśî u selametê da kekê mino.».

Tabî xalê zinar bersîveke drêź daa Śahîn Soreklî.
Qasî ku tê fahm kirin, berî ćend roźan gava xalê Zinar li ser du gêrîllayên kuśtî yên ku bi śiklekî hov u barbar li ber leśkergeha tirkan li erdê hatî bunn girêdayîn źî eynî fikrên ecêb gotiye. Îddîa ku ev resimana «fotomontaź» bibin haniye zmên, u gelek zirzopiyên bê pîvan u nizanim ći źehr u ziqqim. Tabî dewleta tirk źî ćêbuna vê buyerê paśê pesend kir.
Hun bersîva xalê Zinar dikarin di BLOGa wî da bixwînin:
http://zinarexamo.blogspot.com/2011/10/bersiveke-mecburi.html

De hîcar meriv źi kesên wekî Śahîn Soreklî ra ći bibêźe babam?
Helbet mêro xwa wekî ronakbîrekî temam źî qebul dike u dorê nade kesekî din źî.
Ya staaar, bê lome nebe lo!

Montag, 24. Oktober 2011

Zmanê Kurdî Kirinne Qurbana Kemalîstên Kurd Yên Bê Îdreq!

Źi doh va ye ku li Wan’ê rewśa milletê kurd pirr berbat e.
Digel zor u zehmetiya heeyî, hîcar dewleta tirkan źî desturê nade ku źi der va hariyarî were kirin.
Bêguman sedema vê yekê tenê kurdbuna niśteciyên li Wan’ê ne.
Di televîziyon u roźnameyên tirkan da ha ha propexendeyeke bê namus li hemberî kurdan tê meśandin (min ne xwandiye u ne źî mêze kiriye. Ez tenê di medyaya bi zmanê kurdî da van nućeyan dixwînim, yanî teqîp dikim).
Camêr źi ber vê feleketa li Wan’ê ćarbaskî bunne.
Ez tiśtekî nabêźim, mafê wan e ku bi vê yekê kêfxwaś bibin.
Heebuna wan li ser tunebuna milletê kurd hatiye ferz kirin.
Helbet heebuna me ya di xwezayê da źî îspata tunebuna wan e.
Loma ye hêśa boćika wan. Him źî tam di rehê xwa da.

Min heta aniha źî hariyarî nekiriye.
Ez ê nekim źî.
Min heta aniha źî ti îlaneke bi kurdî nedît. Hemî daxwaziyên hariyariyê źî bi zmanê tirkên qewad hatinne kirin u hîn źî têne kirin.
Ti dezgeheke kurd bi kurdî hevokek neweśand u daxwaziya acîl źi milletê kurd nekir.
Kurdê ku bi tirkî namusa xwa xistiye bin piyan, zmanê tirkan źi xwa ra kiriye ala, nikare źi qewmê milletê kurd bibe.
Hêdî îflehbuna kesên wilo ne mumkun e.
Heebuna kesên weha di nav civaka kurd da źi tanq u topên tirkan hezar carî pîstir in, lanet kirî ne.

Ez werim ser miźara zmên. Źi berî ćend roźan ez ćum ser rupela siyasetmedarê kurd Altan Tan.
Hahooo, di rupela mêro da tirkî buye alaya asîmîlasiyonê u ha ha bilind dibe.
Tabî ez gelekî qehiriyam.
Loma źî min bi lez ev ćend rêzên li źêr nivîsiyan u źê derketim:

«Birêz Altan Tan, ez ê di vê śîroveya xwa da aciziya xwa ya źibo zmanê we yê tirkî bînim zmên.
Tevî ku hun źî baś dizanin, herro bi mîlyonan kurd asîmîle dibin, herro gaveke din zmanê kurdî nêzîkî mirinê dibe, lê hîn źî hun ewqas bi rehetî xizmeta vê asîmîlasiyonê dikin.
Bi mîlyonan kurd li nunerên xwa yên wekî cenabê we mêze dikin u ligorî vê yekê źî tevdigerrin.
Źiber ku zmanê kurdî aleta heebuna milletê kurd ya yekane u tekane ye, źibo min zmanê kurdî pîvan u sînora her tiśtî ye.
Ez hêvîdar im ku hun ê źi aniha u pê va destê xwa źi zmanê tirkan bikiśînin u tenê bi kurdî bi milletê kurd ra bikevin têkiliyê, hun ê di śexsê xwa da źibo ku ev asîmîlasiyon bi ser nekeve, îmkanên xwa źibo kurdiya li ber mirinê bi kar bînin.
Bi tevî silav u rêz
Beghyanî Shadî Sharîn».

Hîro źî muzîkźenê kurd Mehmet Atli di Facebook’ê da źibo feleketa li Wan’ê mesaźek parve kir, helbet bi tirkî.
Lê bawer bikin ku di nav van hevokan da min tenê tiśtekî balkêś u aqlî selîm źî nedît.
Min źi berê źî carekê rexneyek li wî girtî bu źiber zmanê wî yê tirkî.
Lê mêro zêde xwa pê nehêśandiye u bi têra xwa mêźiyê xwa bi zmanê tirkan sîstematîze kiriye u hêdî nikare wekî kurdekî tevbigerre.
Min ev nivîsa li źêr wekî śîrove di bin nivîsa wî da parve kir:

«De bi wir da herre lo, diźmin di śexsê cenabê te da bi TIRKÎ baś serketine!
De îcar ev ći tirśik e yaw?
Wekî zarokekî donzdeh salî "faśîzm ..." u nizanim ći qizil u qurtan.
Kekê me hîn źî bi dilekî ewqas rehet li vir bi zmanê tirkên qewad aqilê Nuh Nebî dide me.
Śerm e!
Eyb e!
Lanet e!
Xizmeta MÎTa tirkan e u tunekirina milletê kurd e!
Ez te bi tundî śermezar dikim.
Heger min cara din bi ser da hêkên xerabe nebarandin, bila diya min źi bavê min berdayî bibe cîgerim!».

Lê camêr dura ev śîroveya min źê derxistiye u havitiye.

De hîcar ewdê geelê kurd ćawan bi van kesên tirkîperest ra xwa u mafên xwa biparêze u bigêźe azadiya xwa yaw, ćawan?!
Hemî źî mînakên herî berbat u pîs yên kemalîzma bê namus in.

Sonntag, 23. Oktober 2011

Pevćuna Min Ya Bi Hunermend Hekîm Sefkan Ra -2-

Mixabin ku hîro li Wan’ê erdhêźeke bi hêz pêk hatiye u bi sedan kes mirinne.
Wekî her demê vê carê źî dewleta tirkan ya qewad u bê śeref xwa li kerriyê dayniye.
Ligorî ragiyandinên nućeyan di nav tirkan da kêfxwaśiyeke bê sînor ćêbuye.
Ez źi tirkan ra nikanim tiśtekî bibêźim, helbet ewê li ser miriyên me kêfxwaś bibin.
Ev heqqê wan yê herî xwezayî u normal e.
Źiber ku heebuna me kurdan, tehlukeya herî mezin ya źibo pêśeroźa wan e.
Ango tunebuna me, gerentiya menfeet u pêśeroźa wan e.
Hîcar heger em kurd ewqas bê namus u bê śeref nebunna, em ê hîro di vî halî nebunna.
Heger em ew kesên bê îdreq u ehmeq nebunna, me dê kesên herî zirzop u kemalîst, psîkopat u narsîst li ser serê xwa nekirina rêber u serok.
De ez berbidim, kela dilê min rabuye ezmanê heftan, dike ku biteqim.
*
Ez dîsan werim ser miźara xwa ya doh. Li śuna ku ez doh mayî bum ez ê hîro berdewam bikim.
Źi piśtî nivîsa min u ya Hekîm Sefkan, xatunek kete navberê u wê źî rexneya xwa lii min girt (dibe ku yek źi berpirsiyarên wê rupelê bibuya. Ez navê wê nadim, źiber ku haya wê źi vê nivîsa min tun e. Her weha ez destê xwa nadim rêzman u sîntaksa wê źî):

L. Ö.:

«Helbet ku rexneyên di cîh de be serçavan, lê wiha bi gotinên giran heqê tu kesê tune ye rexne bike, kê ji kê welatparêztire ku mirov bide berhev wê em nekarin ji bin hin tiştan rabin. di nav têkoşîna Kurdan de Tirk hene ji me pirtir ked dane, û wekê din divê ziman nebe sedema tewanbar kirinê, wê demê firqa me û wan ji hev namîne...
Tu keskî heta îro dema hatiye dinê zimanê xwe bi xwe ne hilbijartiye...».

Hekîm Sefkan:

«temam xwarzê ser çavan,lê pêşniyazeke min heye,Cenab bi erebiye.Şikil erebiye.Mesel bi rebeiye.Nfert tirkiye,Heqret erebiye..::,)ne lazime tu hewqasi xwe aciz biki.ev hemu henkin bi te de şadibim.Min qet tu caran di fcbok de Zimanê tirki bi karnaniye canê,tu şaşi,di reveberiya FAN de hevalek heye ku nikare bi Kurdi birêvebibe,bi tirki dike,mafê min tune ez bêjim çima tu diki,ji ber wan Fan vekiriye.Her weha bi sedan hezkiri hene ku nikarin bi kurdi xwe bidin famkirin.Ica bi kurt ez bêjim tiştê ku min ji bo zimanê kurdi kirye u dikim xelata wê "sixuri" bû.destê te sax,mala te ava.».

Ez:

«Ligorî nêrîna min, ez dibêźim em lii amurên cihê dixin u di ber hevdu ra dipeyîvin, cancîgerino.
Divêt bare/miźar wateya xwa handa neke.
Ez dibêźim hun bi xwa źî baś dizanin ku rexneya min ya di derbarê zmên da ći ye.
Loma źî ez ê drêź nekim.
Kekê mino, cîgerim xalê Hekîm, heger ti berpirsiyariya te di vê nivîsa tirkî da tune bibe, hingê ez źi zil/dil lêborîna xwa źi te dixwazim.
Lê dîsan źî heqqê te heye ku wekî hunermendekî kurd źi wan „FANên“ xwa tika/rica bikî, daku bila ew zmanê diźminê geelê kurd bi kar neyînin. Ew vê dikin yan źî nakin, ew tiśtekî din e.
Divêt gava meriv di derbarê te da haydariyekê digire yan źî dixwîne, têbigêźe ku tu kesekî kurd u hunermendekî kurd î.
Ez te źiber kar u barên te yên kurdistanî źi zil/dil pîroz dikim keko.
Her kesê ku źibo zmanê kurdî kevirek li ser kevirekî din dayniye, di ćavên min da wekî kesekî pîroźwer e.
Silav u rêz
(Not: Jibo ku kekê min careke din źi min ra nebêźe filan u bêvan bêźe erebî u tirkî u farsî ne, min źî źi sedî sed peyvên bi kurdî bi kar hanînne).».

Pêra źî min ev bersîv daa xatun L. Ö.:

«Xaltîka L., bibore canim cîgerim, ev vegotinên te bi sedan salan e ku źi hêla diźminên geelê kurd va źî têne dubare-sêbare kirin. Diyar e ku camêran tu baś xistinne nav kemîna xwa, ćavxezalê.
Bimîne di xwaśiyê da.».

Samstag, 22. Oktober 2011

Pevćuna Min Ya Bi Hunermend Hekîm Sefkan Ra -1-

Min dîsan navbereke têr u tîźî daa nivîsên xwa.
Dibe ku źiber tiraliya dema zivistanê ya sar bibe.
Welle ez bawer nakim ku kesek źiber vê yekê aciz buyî bibe. Ma bibe ku ći dibe yanî lo?
Źixwa her tiśtê ku ez dikim tevda źî beleś e, haaa.

De ez werim ser miźareke din. Min dîsan di van roźên dawiyê da, di Facebook’a germik u nermik da îmana xwa kir teneke u berda. Helbet pirsgirêka min ya herî zîz, zmanê kurdî ye. Ez bi kurtî u kasî vê dibêźim: Kurdê/a ku bi zmanên diźminên zmanê kurdî u xelkê kurd rudinin u radibin, źibo min «xwafiroś, xayîn, bê śeref, bê namus, bê îdreq u u u, yanî ćiqas gemarî u pîsî hee ne, ew temsîldarê van tiśtan in u wesselam. Ez malbata xwa, xizm u nasên xwa źî źi vê cihê nakim u tê da dibînim.

Ez doh di Facebook’ê da ketim hêsaba sempetîzanên stranbêźê me Hekîm Sefkan.
Źi berê źî carekê ketî bumê. Hingê, źiber ku bi tirkî źî hatî bu nivîsîn, min rexneyeke bi henekî u dostanî li camêran kirî bu. Lê ti kesî bersîvek nade. Helbet min hîn nedizanî, ka bi raśtî ev sempetîzanên Hekîm Sefkan in yan ew bi xwa ye.

Źi piśtî vê min doh careke din nivîseke bi tirkî diy, ez pirr pê qehiriyam.
Hîcar ez rabum ser xwa u min ev rexneya xwa lii camêran kir:

«Qasî ku ez dizanim, canim cîgerim Hekîm Sefkan źi Kurdistan'a roźavayê tê u bi zmanê tirkên qewad źî nizane.
Hîcar ev ći tirkćîtiya we ye ku hun „dev“ źi zmanê tirkan bernadin u zmanê wan qewadan di nav xelkê kurd da meśru dikin?!
Gelo ti ferx di navbera we u tirkên faśîst u dezgeha sîxuriyê ya tirkan MÎTê da hee ye?!
Ev raśteraśt aźantiya tirkan e, kuśtina zmanê kurdî ye u divêt H. Sefkan źî źi xwa śerm bike!!!».

Paśê xalê me Hekîm Sefkan ev bersîv daa (ez destê xwa hêć nadim rêzman u sîntaksa wî):

«Gotina Ajantiyê li te vedigerînim.Weki din hinekî giranbin,mirov weha nanivisine.Kina te li hemberi kêye nizanim,lê ev gotin nabe li vê rupelê bê belavkirin.Rexne bike ser seran û serçavan lê zimandirêji ne karê me ye,ne ji em qebuldikin.Ezê ji ber çi şerembiklim,bi bi karê xwe serbilindim,bi xizmeta xwe jî.Kê ku te dahfandibe bila li xwe vegere.Em dixwazin tu doza lêborina xwe ji obo gotinên giran û derveyî exlaq bike,».

Ez:

«Xalê Hekîm, ez ê źibo ći lêborîna xwa źi te bixwazim ez nizanim.
Ti kesê ku van gotinan lii min bide gotin źî tun e. Ev aîdî wîźdana min ya źibo zmanê kal u bavan e.
Tevî ku tu bi tirkî nizanî źî, ev ći tirkîperestiya cenabê te ye bavê min?!
Heger tu dixwazî înternesiyonel tevbigerî, hingê ćima tu bi înglîzî, ćînî yan źî hîndî nakî babam?!
Źixwa kesên ku van zmanan dipeyîvin, źi mîlyaran derbaz dibin.
Xalo, ti meseleyeke min ya śexsî bi te ra tun e, min heta vê gavê źibo te propexende źî kiriye, ez bi helbestên te pirr kêfxwash źî bume u hîn źî kêfxwash im.
Lêêêêêê.
Heqqê min heye ku gotinên pirr tuź źî źi cenabê te ra bibêźim, gava te zmanê diźmin u tecawîzciyê milletê kurd di nav xelkê kurd da meśru kir. Ez ê yên xirabtir źî bikim.
Ez ê bi dehan hêkên xerabe źî bi ser da bibarînim u heqqê xwa yê demoxratîk bi kar bînim.
Ćênabe ku hunermendekî kurd bi siviktiyeke wilo tevbigere! Millet lii tevgerên te/we mêze dike/dikin.
Heger tu careke din bi zmanê wan qewadan xwa śîrîn bikî, tu dê hîn gelek caran raśtî min werî xalo.
Navê min qet źi bîr neke kekê mino. Dibe ku em roźekê raśtî hev źî bên.
Heger tu dixwazî, helbet ez dikarim lêborîneke źi edetê źî bixwazim.».

Beśa duyan ez ê sibeh biweśînim, bila zêde drêź nebe, qurbanino.

Freitag, 14. Oktober 2011

Yê Ku Zmanê Kurdî Dikuźe Bêîdreqiya Kurdan E!

Ev ćend roź in dinê sar buye.
Digel sermayê dîsan carcarinan baran źî radibe xezebê u rewśa heeyî tengezartir dike.
Helbet rooź/tav źî carinan xwa li źor li baa dike u germayiyeke xwaśik dide meriv.
Źiber ku hewa bi têra xwa germ nî ye, min haźotina pîskîlêtê vê heftê tevda êhmal kir.
Lê dibe ku ez sibeh yan źî dusibeh dîsan lê siyar bibim u herrim haźotinê.
Tabî her tiśt bi hewayê va girêdayî ye.
Di van roźên dawiyê da buyereke sosret pêk nehat.
Mîna her demê bi kar u barê xwa yê roźane va miźul bum.

Di nućeyên heta hîro da źî min ligorî xwa tiśtekî balkêś nediy.
Źixwa bi dêhna min roźa ku di derbarê zmanê kurdî da tiśtek pêk nehatiye, ti qîmeta nućeyên wê roźê tin in.
Em bixwazin źî nexwazin źî, siyaseta me kurdan bi tevayî ligorî manîpulasiyonên dewleta tirkan dimeśe.
Ćiqes zirzop, kêmaqil, psîkopat, bê śexsiyet, derewkar, narsîst u tirkîperest hee ne, hatinne ciyê xwa di nav partî u dezgehên kurdan da germik kirinne.
Źi leqleqa vala pê va ti tiśtekî dîbar nekirinne u nikarin bikin źî.
Źibo vê zanîn lazim e, lê ew źî di serên wan yên tirkćî da tun e.

Min drêź kir. Ez dîsan werim ser miźareke din ya germik u nermik.
Helbet mesele dîsan zman e.
Ez di Facebook’ê da gelek caran tuśî nućeyên kurdan yên ecêb dibim.
Gelek komên kurdan di Facebook’ê da hee ne.
Hema hema zmanê van koman tevda źî ne kurdî ye, yanî źi derî zmanê kurdî her zman hee ye.
Ango kurdî tun e.
Carinan hindek kesên ku bi tesadufî bi kurdî tiśtekî dinivîsînin źî, li bin źî werdigerrînin zmanê din.
De hun werin înternesiyoneltiya kurdên kurdînezan babam.
Li śuna ku millet meźbur bihêlin ku hînî zmanê xwa kurdî bibin, îcar radibin wergerra nivîsa xwa źî li bin didin.
Źiber vê yekê ez li ba nivîsekê hêrs ketim u min ev rexneya xwa lê kir:

«De bi wir da herrin lo, ev ći lotik in, wîîî?
Wey min nexwast vê bibêźim, wey bila tirkî źî bibe, wey nizanim ći quzul u qurtan babam.
Bi telaq bila hezar u yek gulle li zmanê tirk, ereb u farsan bikeve dînime îmanime u xelas, ihi!
Ma we ćend ereb, tirk u fars dîtine ku źi ereb, tirk u farsan ra gotî bibin „law de hele herrin hînî kurdî źî bibin, hi?!“
Helbet we qet nebihîst.
Ćima?
Źiber ku herkes li menfeetên xwa difikire, naxwazin kertiyê bikin, loma.
Roja ku te bi tirkî, erebî u farsî dest bi axaftinê kir, aha wê roźê źî zmanê te handa kir u ću.
Gava te dest bi erebî, tirkî u farsî kir źî, ewê ne ereb, ne tirk u ne źî fars hînî kurdî bibin. Yanî di vî karî da meźburiyet „rola esasî“ dilîze.
Yanî zman źî bi vî śiklî belav dibin, yan źî bi śiklî dimirin.
Her roźa ku kurdek dest źi kurdî berdide, zmanê kurdî gaveke din nêzîkî mirinê dibe.
Helbet ha me bi dil dest źi zmanê xwa kurdî berdaye, ha di bin zilm u zordariyê da berdaye, ti ferx nî ye.
Dawiya dawîn me dest źi zmanê xwa berdaye u li śuna wê źî yên diźminan śun kiriye.
Aha milletek źî bi vî śiklî dibe qurbana xwa u qurbana manîpulasiyonên diźminên xwa ellaxîme kîtabîme lo, waweylêêê.».
Ma hun źî źiber kompleksên xwa yên mîllî, tabî hertim bi navê înternesiyonelîzma tuneyî u qewad bi lez dest bi tirkî, erebî u farsî dikin yan na, hi?
Bi telaq hemî gotinên vala yên wekî «înternesiyonelîzm, sosyalîzm, demoxrasî, merivatî, aśtî, bratî, azadî …» hemî źî bunne aletên tunekirina milletê kurd di destên diźminên bê namus da u em źî bi dil u can ketinne du manîpulasiyonên van qewadan.

Montag, 10. Oktober 2011

Du Hunermendên Zmantirkćî: Aynur Dogan & Erdogan Emîr

Źi doh hêvarê va ye ku hewa dîsan hindekî nerm bu.
Yanî serma hindekî hate îmanê yaw.
Karê min yê hîro tenê wergerra qendî seetekê bu.
Źê pa źî min seetek u nîv sporta xwa kir u xelas.

Źi berî ćend roźan ez di Facebook’ê da raśtî navnîśana du stranbêźên kurd yên navdar hatim.
Źi van yek Aynur Dogan bu.
Bê ku li ser bifikirim min pê li ser hêsaba wê kir u ketimê.
Min diy ku ha zmanê tirkî li ba xatuna me Aynur’ê źî śuna xwa germik u nermik kiriye.
Źixwa śîrovekeran bi śîroveyên xwa yên kerkî qed digotinn em ketinne hêsaba xatuneke MHPeyî.
Helbet ez pirr pê aciz bum, baś bu ku xatuna me li ba min nebu. Bi serê heyśt eźdadê min bibe, min ê porê wê rut bikira u bavita ćolê.
Tabî min bi lez ev śîrove nivîsiya u źê derketim:
« Xaltîka Aynur, welle ez tirkiya te bi hiśkî, lê germik u nermik protesto dikim, ihi :D
Loma pirr bi hêrs im ellawekîl.».
Nizanim kengê bu, ez hîcar bi tesadufî hatim ser stranbêźê me yê kurdiya kirdkî/zazakî Erdogan Emîr.
Wey ez bimirima u nehatima u neketima mala te lawo, weylooo.
Kuro ez dibêźim di me kurdan da pićek źî namus u ar u heya nemaye.
Dîsan bi serê heyśt eźdadê min bibe ku min tenê peyvek źî bi kurdî nediy.
Źixwa leqleqa śîrovekeran têrî her tiśtî bu.
Źi tirkan hezar carî baśtir tirkiyeke tirkćî!
Tabî, malum u filan u fistix e, careke din psîkoloźiya min bu śorbe.
Bê ku ez xwa bii śun da bikiśînim min ev ćend hevok nivîsiyan u paśpaśkî reviyam:
« Birêz Erdogan'ê hêźa,
Ez te bi tundî śermezar dikim ku tu ewqas bi rehetî zmanê wan tirkên qewad bi kar tînî.
Śerm e.
Gerek hindekî ruyê hunermendên kurd sor bibe.
Helbet ewê bi vî śiklî zmanê me źî bimire, milletê me źî bimire.».
Êêê, hun źî dibînin ku min bi zmanekî nermik ćend gotin gotinne.
Di raśtiyê da heqqê van kafiran heta hetayê birćî hiśtinne.
Lê babam ew îmkan źî di destê min da tun e, ez ći bikim, offf of!

Samstag, 8. Oktober 2011

Kurdistan’a Di Bin Zilma Suriyê Da Dikane Azat Bibe!

Źi doh va ye ku li der eyameke sar hee ye.
Lê hîro źi doh sartir e/bu ellawekîl.
Qelerîfora di odeya min da źî naxebite. Źixwa bê namusê ev ćend sal in serê min têśand.
Lê vê carê źi binî va rehma xwa li xwadê xwand.
Źiber ku hewa gelek sar bu, min di malê da gelek kinc li xwa kirin.
Tevî vê źî min nekanî bi têra xwa xwa germik u nermik bikim.
Dawiya dawîn ketim bin ava germ.
Dîsan min vê nîvroyê qelerîforên din vekirin u hemî roźê deriyê odeya xwa negirt, daku bila hewaya germ were odeya min źî, silavekê bide min źî yaw.
Aniha pićekî źi berê germtir e.

Bi dîn u îman ez nizanim ku ez li ser ći hîro tiśtinan binivîsînim.
Źixwa di van roźên dawiyê da siyaset pirr germ buye u buye wekî pizot.
Merî xwa źê dur bixe źî, nikane xwa źi śewata siyaseta qewad xelas bike.
Li Kurdistan’a di bin zilma erebên Suriye’yê yên bê namus da merivên Esad siyasetmedarekî kurd, Meśal Temo, śehît kir.
Lii gorî ragiyandinên nućeyan geelê kurd yê binxetê rabuye ser piyan u bi erebên segbav ra ketinne qirika hevdu.
Bêguman divêt hemî perćeyên din yên Kurdistan’ê bi dil u can hariyariya brayên xwa yên binxetê bikin.
Ev wezîfeyeke dîrokî ye.
Dibe ku di van demên pêśeroźê da gelek tiśt biguherin.
Dibe ku brayên me yên li binxetê bigêźin otonomiyekê, hetta dikanin bigêźin azadiya xwa źî.
Ev xewn u xeyala me hemî kurdan e.
Ev azatbuna perćeyekî din yê Kurdistan’a qedîm u miqeddes e.
Ev kêmbuna diźminekî din yê dev bi xwîn e!
Hîcar ewdê tenê du diźminên esil bii paś da bimînin: Tirk u fars!
Helbet śansa me ya ku van du diźminên herî bê śeref têk biben źî zêde dibe.
Bêguman ewdê pirr zor bibe binxistina van herdu qewadan, lê ewdê pêkan bibe.

Donnerstag, 6. Oktober 2011

Źi Zmanê Diźmin Nefretnekirin, Kuśtina Zmanê Xwa Ye

Hîro hewayeke baś li der hee bu.
Lê aniha vê gavê baranê dest pê kir.
Lii gorî ragiyandina meteoyê ewdê sibeh (înî) germayî deh pileyan dakeve, ango ewdê bibe deh/des pile (10°).
Yanî payîza bi baran bi hêdîka xwa dide hîs kirin.
Hîro gelekî karê min yê wergerrê li klînîkê hee bu.
Tabî źiber derengmayînê min sporta xwa ya hîro źî nekir.

Ez dixwazim hîro źî li ser dîskosiyoneke min ya di Facebook’ê da bisekinim.
Źixwa kemalîzma bê namus u bê śeref genetîka me kurdan tevda xerab kiriye.

Min źi berî ćend roźan di Facebook’ê da lêkolîneke xwa ya li ser bêźenasiya/etîmoloźiya kurdî belav kir.
Helbet digel vê źî min ev nivîsiya:
«Law bila biźî zmanê kurdî yê germik, nermik u filan u fistix, ihi :D
Tabî bila bimire zmanê tirk, ereb u farsên qewad dînime îmanine, źi vê ra źî "ihi".
Ha źi we ra bêźenasiya/etîmoloźiya peyva kurdî ZIVISTAN śekirino:».

Hevalekî ev śîrove kiriye (destê xwa nadim rêzmana wî):
«Pêvîste mîrov hemu zimanara rêz bigrî, ji berkî ziman nasnameya gelane.Dayîkan bi zimanê xwe yê şîrin, lorîkên xweyên şîrinu zerrîn bi zimanê xwe lorandin, pê kenîyaninuu, pê şabun. carcaran gîrîyan,carbicar ketin xemu xîyalan,carcaranjî gîrîyan. Xortên cîvan,keçên delalu hêja, bi zimanê bavu kalên xwe, hezên xwe, şabunen xwe, şermu kenên xwe ji hevra parvakirin.ji van yêkan hemu ziman hêjayê rêzgitinêne.».

Bêguman tiśtekî weha źi kurdekî bihîstin, meriv pirr aciz dike. Min źî ev bersîv dayê:
«Xalê H., qasî ku ez dibînim te raśtî u xeyalên xwa yên śexsî gelekî tevlihev kirinne. Raśtiya źiyanê xeyalan qet nas nake. Źiber ku em kurd milletekî pirr xeyalperest in, em hîro di vî halî da ne, sebeb ne tirk, ereb u fars in. Ew źibo ku pêśeroź u heebuna xwa bixin bin gerentiyê dikarin lii me u lii heyśt eźdadê me hemî xerabiyan bikin, ev heqqê wan yê herî xwezayî ye. Xweza bi xwa tenê vê nas dike u tenê bi vê źî dikane hee bibe. Di navbera zmên u atomê da qet ferx tun e. Yek fîzîkî meriv dikuźe u yê din źî mîllî dikuźe. Heger tu źi min bipirsî, tunekirina herî pîs u berbat, tunekirina „mîllî“ ye, yanî „zmanî“ ye. Hîcar diźminê me ligel tanq u topên xwa, bi taybetî źî bi zmanê xwa yê kuźer dixwaze „zmanê me“ bikuźe. Źixwa tanq u topên xwa źî źibo vê yekê bi kar tîne. Dewleta tirkan ti carî źi kurdbuna me aciz nebuye u nabe źî, tiśtê ku wan aciz dike, ew źî „heebun u mewcudiyeta zmanê kurdî“ ye. Hîcar kesê ku di bin van śert u śurtan da li hemberî zmanê diźminê xwa yê kuźer u barbar dilovaniyê nîśan dide, nikane herfeke „zmanê xwa“ źî xelas bike, yanî mehkumî tunebunê ye. Ev raśtiya xwezayê ye, ne raśtiya min e. Yanî xweza dibêźe: „Yan ew, yan źî ev“. Silav u rêz.».

Paśê vî hevalî bi kurtî ev bersîv daa (destê xwa nadim rêzimana wî):
«Rastîye we yên hêja li ser seru ser çavên mın.».

Dienstag, 4. Oktober 2011

Ćepên Tirkan U Dewleta Tirkan Ćawan Kurdî Kuśtinn?!

Ez ê hîro śîroveyeke xwa ya bi hevalekî di Facebook’ê da li vir bi we ra parve bikim.
Tiśtekî heśkere ye, yanî ne ku ez mezin dikim, aniha zmanê kurdî di nav tehlukeya mirinê da ye.
Kesê herî bê hay źî vê yekê dikane bibîne u nas bike.
Ev ne dîtineke min ya śexsî ye ku ez li vir dubare dikim.
Ez werim ser miźara xwa.
Gava kesek daxwaziya hevaltiyê di Facebook’ê da źi min dike, ez qebul dikim.
Lêêêêêêêê :)
Pêra źî źi wî/wê kesî/ê ra nućeyeke xwa ya standard diśînim u bi hêviya ku ewdê ew kes ti carî bi tirkî, erebî u farsiya qewad tiśtekî neweśîne, ricayekê źê dikim.
Ango pêśeroźa hevaltiya me bi vê śertê va girê didim u googê didim destê wî/wê.
Tabî hindekî bi zmanekî laqirdî dikim.
Hevalekî carekê got, ew carcarinan źi ber meźburiyetê bi tirkî źî tiśtinan dinivîsîne…
Helbet hindek sebebên din źî hanî bu zmên.
Lê ez wekî śexs ti sebebî qebul nakim, źiber ku zmanê kurdî li ber mirinê ye, loma źî pêwist nî ye ku ez li vir hemî sebeban bînim zmên.
Paśê min ev bersîv daa wî hevalî:
«Xalê B., ez źi te baś fam dikim, źi vir heta ezmanê heftan ellawekîl.
Ez bi te ra me, ez źî baś dizanim ku rewśa kurdiya kirdkî/dimilî źi kurmancî gelek xirabtir e. Ev yek źî min dîn u harr dike. Bêguman gelek sebebên vê yekê hee ne. Asîmîlasiyona dewleta tirkan, ćepên tirkan (tevî ku hemî źî kurd in/bunn) yên ku herêmên kurdên elewî tevda źibo xwa kirî bunn hêlîn u zmanê tirkên qewad di nav kurdan da belav dikirin źî roleke bingehîn lîstinn u mixabin hîn źî vê rola xwa ya bê namus dilîzin! Ćep u faśîstên tirkan di vî warî da źi sedî sed xizmeta kemalîzma bê śeref kirinne u mista dawiyê bii ser mêźiyê kurdan da xistinne. Tabî ez ehmeqiyên me kurdan qet nayînim zmên... Lê em bi xwa źî hîn vê rolê bi destên xwa didin berdewam kirin, bêyî ku haya me źi tunebuna me hee bibe... Drêź nekim, ćavkê mino, min gelek sal in ku soz daye xwa, ez ê ti carî desturê nedim ku zmanê tirkên bê sheref li nêzîkî min bibe. Heger ti kes źî źi min fam neke, qet xema min nîn e. Lii gorî fikra min, divêt kurd ćîroka Eliezer Ben Yehuda pirr baś di serê xwa da śun bikin, heta hetayê... Loma źî, ćavbeleko, divêt tu min biborî, ez ê ti carî desturê nedim zmanê wan bê bavan. Wezifeya min ya dîrokî ye ku źi zmanê wan qetîl u tecawîzciyan nefret bikim. Ev źibo li źiyanê mayîna zmanê kal u bavan zerurî ye u ez ê vê wezîfeya xwa ya dîrokî źî bînim cî, heta roźa ku ez ê bimirim.
Ricayeke min źi te hee ye, keko, divêt tu bi herkesî ra tenê bi kurdiya kirdkî/dimilkî bipeyîvî u binivîsî, wekî din ti śansa kirdkî tun e. Ći dibe bila bibe, me źi hevdu ći fam kiriye, ew kaara/qezenca me ye. Ligel rêz u hurmeteke mezin, ćimê mino.».

Dewleta tirkan źibo asîmîlasiyonê ći źi destê wê hat, kir. Ev pirr normal e, tunebuna kurdan gerentiya pêśeroźa wan u zmanê wan e!
Ćepên tirkan źî bi navê sosyalîzm u komînîzmê li Kurdistan’ê belav bunn u źibo îdeoloźiyên xwa yên beredayî zmanê tirkî lii kurdan dann hiyn kirin.
Źiber ku kurdan ćepger źi xwa dizaniyann, xwa zêdetir lii zmanê tirkan germ dikirinn.
Vê yekê źî destur nedida ku kurd źi zmanê diźminê xwa yê kuźer nefret bikin u xwadîtiyê lii zmanê xwa bikin.
Źiber vê tradîsiyonê ye ku hîn źî di nav kurdan u partiyên kurdan da zmanê tirkî li ser her tiśtî ye.
Gelo em kurd ewqas ćavkor in ku pê nahesin, ha ev zmanê me li ber ćavên me ćiton herro li nêzîkî mirinê dibe?

Gulino, ma we tiśtek źi van gotinan fam kir yaw?

Ćênabe Ku Kurd Hemî Dewletan Bikin Diźminên Xwa

Źiber ći ye, tenê xwadê dizane, vê payîzê heta aniha źî hewa xerab nebu.
Here were li dor bîst pileyan (20°) dićerixe u disekine.
Lê tevî vê źî ez di van roźên dawiyê da zêde nećum pîskîlêthaźotinê.
Gava ez doh ćum, min di rê da mêze kir ku ćerxa li pêś źî hindekî xwaro-maro buye.
Źixwa berî ćend roźan têla ćerxa paśiyê gava ez li ser rê bum u dihatim malê, bizdiya.
Lê malxerabê, min ya pêśiyê qet ferx nekirî bu.
Tabî min hîro ćavên xwa baś li ser ćerxê gerrand.
De hîcar ez ći bibînim baś e, weylooo.
Têlek ćerxa pêśiyê źî bizdiyaye, gidîîî.
Ya raśt źi berî ćend roźan gava ez źi klînîkê bi pîskîlêtê derketim ser rê, teqînek hatî bu guhê min.
Lê min hingê carekê ćavên xwa weha lê gerrand u tiśtek nediy.
Aniha dîsan źibo min stres ćêbu yaw.
Divêt ez vê pirsgirêkê bi lez ćareser bikim. Yan naaa, dikare bibe belayê serê min.

Ez ê hîro ćend gotinan źî li ser Îsraîl’ê bikim.
Źi berî ćend roźan min di hêsaba xwa ya Facebook’ê da nućeyek di derbarê Îsraîl’ê da źi malpera «nukurd-com»ê girt u weśand.
Di nućê da li ser têkiliyên Îsraîl u kurdan dihate sekinîn, yanî nuće bi naverokeke herênî bu.
Loma źî min weśand.
Lê hevalekî rexne li Îsraîl’ê girt.
Bêguman, wekî hemî dewletên din, dewleta Îsraîl’ê źî źiber berźewendiyên xwa gelek zirar daye me kurdan.
Ći dibe bila bibe, hemî netewe vê yekê dikin źibo berźewendiyên xwa.
Di vir da karê mezin dikeve ser milê me.
Di siyasetê da dîplomasî hee ye. Wezîfeya dîplomasiyê qezenckirina dost u hevalan e.
Lê ti dostî u hevalbendî abadîn nîn e. Hertim diguhere. Źiber ku berźewendiyên dewletan u însanan źî hertim lii gorî śertên hee yî diguherin.
Her tiśtê ku em źi nu va dihafirînin, dibe sebeb ku em źiyana xwa źî biguherînin.
Mesela guhartinên ku telefona destan di źiyana me ya roźane u sosyalî da pêk haniye, xwadê źî nedikaniya źi berê da texmîn bikira.
Drêź nekim, min paśê ev nivîsa li źêr wekî bersîv daa wî hevalî:
«Xalê H., yê ku heśt eźdadê me kuśtiye, ne xelkê Îsraîl’ê ye, li berevaźî vê tirk, ereb u farsên qewad in. Yên ku tecawîzî źin u mêrên kurd kirinne, ne xelkê Îsraîl’ê ye, li berevajî vê tirk, ereb u farsên bê namus u yên misilman in, him źî bi navê misilmantiyê ev bê śerefî kirinne u hîn źî vê bi ćośeke mezin dikin. Qasî ku ez dibînim, tirkên ku herro namusa milletê kurd dikin pênc quruś, źinên kurd źi mecburiyetê terrin laśên xwa difirośin źibo ku pariyekî nan źi zarokên xwa ra bînin, cenabê te qet aciz nake. Yê ku herro qetlîaman li xelkê kurd dike, ne Îsraîl e, tirk u ereb u farsên misilman u bê namus in.».
Tabî kekê me di bersîva xwa da bi kurtî heq daa min u me mesele bi vî hawî berda u ću.

Sonntag, 2. Oktober 2011

Teśqeleya Di Qursa Zmanê Kurdî Da

Weylooo, min dîsan demeke drêź tiśtek nenivîsiya yaw.
Bi sê telaqên źin- u mêrberdanê bibe ku ez hindî nizanim ku ez li ser ći binivîsînim.
Źixwa daxwaza min ya ku li ser siyaseta bê namus binivîsînim, hêć nî ye/nîn e.
Lii gorî dêhna min wexta xwa vik u vala derbaz kirinne.
Li paś deriyên tiputarî kî îmana kê dike teneke, tenê xwadê u axtorên fîlmê dizanin.
Loma źî, ne pêwist e ku meriv qendî ćirkekê źî serê xwa pê bihêśîne welle.
Tabî her ćendî ez wer dibêźim źî, bixwazim yan źî nexwazim, carcarinan ez źî tilliya xwa di qulê ra derbaz dikim u stresa xwa tavêźim.
Ê yanî bê maf źî nî me/nîn im.
Źixwa siyaseta li ser bazarê bandoreke mezin li ser źiyana min źî dike.
Źiber vê yekê źî mafê min hee ye ku bi ser da bikim qîźźewîźź u dilê xwa aśt bikim.
Yanî źiyan ewqes bi kompleks e ku, we ći źê xelas kiriye, ew kaara we ye.

Ez werim ser miźareke din, min berê li ser vê qet tiśtek nenivîsiya.
Sosret e dînime îmanime. Ćima ku min tiśtek nenivîsiya yaw?
Vê heftê, roźa ćarśemê qursa zmanê kurdî dest pê kir.
Źiber ku min ê dîsan mamostetî bikira, ez źî di wexta xwa da li ba zangeha Zürich’ê, di pola qursê da amade bubum.
Hîcar ewdê ligel kurmancî dîsan bi zazakî źî qurs bihata dayîn.
Drêź nekim. Bi vir u wir da, dawiya dawîn dewsê kes hatinn polê.
Źi wan neh kesan dixwastinn tev lii qursa zazakî u ćar kesan źî tev lii ya kurmancî bibin.
Lê lii gorî gotina Apo divêt źibo qursa kurmancî herî kêm heśt kes bihatinna.
Lê babam nehatinn. Yan źî qet heśt kes tune bunn.
Bi fikra min, śikka duyem bêtir li nêzîkî raśtiyê ye.
Mamosteyê źibo zazakî źi Basel’ê dihat. Lê kekê me qet bi tirkiya di devê xwa da aciz nedibu.
Vê yekê ez dîn u harr kirim. Paśê źî rabu di polê da pirtukên rêzmanî yên bi tirkî-zazakî belav kirinn.
Pirtuk lii gorî elfebeya tirkî hatî bunn amade kirinn. Min ev ecêbî hanî zmên helbet.
Lê ćend xatunên ku ewdê tev lii qursê bibunna, źiber gotina min aciz bunn u dest bi parastina zmanê tirkî kirinn, tevî ku kurd bunn.
Tabî paśê mineqeśeyeke pićuk derket.
Dawiya dawîn Burćîn’ê got, ćênabe ku li vir tirkî ders were dayîn, îdareya zangehê źî vê qebul nake, źiber ku gelek kes hee ne ku bi tirkî nizanin u filan u fistan.
Pêra, piśtî du seetan em bi hev ra ćunn qefeteriyeya zangehê, li ciyekî runiśtinn, me tiśt-miśt vexwarinn. Du seet źî me li wir derbaz kir.
Helbet yên ku di polê da wekî mîsyonerên zmanê tirkên qewad śer dikirinn, kêm-zêde bêbextiya xwa dîtinn u dengê xwa birriyann.
Bi raśtî źî źi kurdan bêtir mehluqeteke rezîl, śerpeze u bê quwalîte tun e.
Kurd vê yekê herro lii meriv îspat dikin.
Ez źi sedî sed bawer dikim, sebeba rezeleta me kurdan em bi xwa ne, ne diźmin in.
Kesên ku dibêźin diźminên kurdan in, sextekarên herî mezin u bê śeref in.
Roźa din min u Apo, me bi hev ra li mensayê xwarina nîvroźê xwar.
Min pirr bi tundî Apo u Mehmet rexne kir.
Bi nêrîna min berpirsiyarê hemî van serêśiyan źî Apo u Mehmet in.
Ev e salek e em bi hev ra dixebitin. Lê bawer bikin, gundiyên me źî źi van camêrên me baśtir dikarin bi prensîp tevbigerin, dikarin źi piśtî salekê du keviran daynîn ser hev u hertim bi eynî meseleyan serê meriv nehêśîn …
Tabî min dawiya dawîn got, ez ê hêdî bi wan ra nexebitim u hemî têkiliyên xwa źî bi wan ra bibirrim.
Min kir źî. Hêdî ew sax ez selamet.
Helbet ez ê berdewam «hêvara ćandê» ya mehê carekê dîsan ćêbikim. Źixwa ti pêwendiya vê yekê źî bi wan ra tun e.
Dibe ku ez sala tê bi serê xwa qursa zmanê kurdî orxenîze bikim.
Ka xwadê mezin e yaw.