Sonntag, 2. Oktober 2011

Teśqeleya Di Qursa Zmanê Kurdî Da

Weylooo, min dîsan demeke drêź tiśtek nenivîsiya yaw.
Bi sê telaqên źin- u mêrberdanê bibe ku ez hindî nizanim ku ez li ser ći binivîsînim.
Źixwa daxwaza min ya ku li ser siyaseta bê namus binivîsînim, hêć nî ye/nîn e.
Lii gorî dêhna min wexta xwa vik u vala derbaz kirinne.
Li paś deriyên tiputarî kî îmana kê dike teneke, tenê xwadê u axtorên fîlmê dizanin.
Loma źî, ne pêwist e ku meriv qendî ćirkekê źî serê xwa pê bihêśîne welle.
Tabî her ćendî ez wer dibêźim źî, bixwazim yan źî nexwazim, carcarinan ez źî tilliya xwa di qulê ra derbaz dikim u stresa xwa tavêźim.
Ê yanî bê maf źî nî me/nîn im.
Źixwa siyaseta li ser bazarê bandoreke mezin li ser źiyana min źî dike.
Źiber vê yekê źî mafê min hee ye ku bi ser da bikim qîźźewîźź u dilê xwa aśt bikim.
Yanî źiyan ewqes bi kompleks e ku, we ći źê xelas kiriye, ew kaara we ye.

Ez werim ser miźareke din, min berê li ser vê qet tiśtek nenivîsiya.
Sosret e dînime îmanime. Ćima ku min tiśtek nenivîsiya yaw?
Vê heftê, roźa ćarśemê qursa zmanê kurdî dest pê kir.
Źiber ku min ê dîsan mamostetî bikira, ez źî di wexta xwa da li ba zangeha Zürich’ê, di pola qursê da amade bubum.
Hîcar ewdê ligel kurmancî dîsan bi zazakî źî qurs bihata dayîn.
Drêź nekim. Bi vir u wir da, dawiya dawîn dewsê kes hatinn polê.
Źi wan neh kesan dixwastinn tev lii qursa zazakî u ćar kesan źî tev lii ya kurmancî bibin.
Lê lii gorî gotina Apo divêt źibo qursa kurmancî herî kêm heśt kes bihatinna.
Lê babam nehatinn. Yan źî qet heśt kes tune bunn.
Bi fikra min, śikka duyem bêtir li nêzîkî raśtiyê ye.
Mamosteyê źibo zazakî źi Basel’ê dihat. Lê kekê me qet bi tirkiya di devê xwa da aciz nedibu.
Vê yekê ez dîn u harr kirim. Paśê źî rabu di polê da pirtukên rêzmanî yên bi tirkî-zazakî belav kirinn.
Pirtuk lii gorî elfebeya tirkî hatî bunn amade kirinn. Min ev ecêbî hanî zmên helbet.
Lê ćend xatunên ku ewdê tev lii qursê bibunna, źiber gotina min aciz bunn u dest bi parastina zmanê tirkî kirinn, tevî ku kurd bunn.
Tabî paśê mineqeśeyeke pićuk derket.
Dawiya dawîn Burćîn’ê got, ćênabe ku li vir tirkî ders were dayîn, îdareya zangehê źî vê qebul nake, źiber ku gelek kes hee ne ku bi tirkî nizanin u filan u fistan.
Pêra, piśtî du seetan em bi hev ra ćunn qefeteriyeya zangehê, li ciyekî runiśtinn, me tiśt-miśt vexwarinn. Du seet źî me li wir derbaz kir.
Helbet yên ku di polê da wekî mîsyonerên zmanê tirkên qewad śer dikirinn, kêm-zêde bêbextiya xwa dîtinn u dengê xwa birriyann.
Bi raśtî źî źi kurdan bêtir mehluqeteke rezîl, śerpeze u bê quwalîte tun e.
Kurd vê yekê herro lii meriv îspat dikin.
Ez źi sedî sed bawer dikim, sebeba rezeleta me kurdan em bi xwa ne, ne diźmin in.
Kesên ku dibêźin diźminên kurdan in, sextekarên herî mezin u bê śeref in.
Roźa din min u Apo, me bi hev ra li mensayê xwarina nîvroźê xwar.
Min pirr bi tundî Apo u Mehmet rexne kir.
Bi nêrîna min berpirsiyarê hemî van serêśiyan źî Apo u Mehmet in.
Ev e salek e em bi hev ra dixebitin. Lê bawer bikin, gundiyên me źî źi van camêrên me baśtir dikarin bi prensîp tevbigerin, dikarin źi piśtî salekê du keviran daynîn ser hev u hertim bi eynî meseleyan serê meriv nehêśîn …
Tabî min dawiya dawîn got, ez ê hêdî bi wan ra nexebitim u hemî têkiliyên xwa źî bi wan ra bibirrim.
Min kir źî. Hêdî ew sax ez selamet.
Helbet ez ê berdewam «hêvara ćandê» ya mehê carekê dîsan ćêbikim. Źixwa ti pêwendiya vê yekê źî bi wan ra tun e.
Dibe ku ez sala tê bi serê xwa qursa zmanê kurdî orxenîze bikim.
Ka xwadê mezin e yaw.

Keine Kommentare: