Hîro ez ê li ser buyereke din bisekinim.
Min di Facebook’ê da nivîsa xalê Zinarê Xamo xwand.
Di vê nivîsa xwa da xalê Zinar rexneyeke pirr bi maf lii bêbaviyên tirkan dikir.
Helbet mafê her kurd e ku li hemberî faśîzm u niźatperestiya tirkan xwa biparêze, xwadîtiyê lii neteweya xwa bike.
Ma kî vê nakin ku babam?!
Źixwa roźa ku te dest źê berdaye, daxwaza mafê xwa nekiriye, ha wê roźê źî te dest źi îspata źiyana xwa berdaye u źê pê va heqqê te yê ku biźiy źî, ligorî hoyên xwezayê hêdî nemaye.
Ez ê pêśta nivîsa xalê Zinar u dura źî yên din yek bi yek ligorî rêzê bidim.
Zinarê Xamo (destê xwa nadim rêzmana ti kesî):
«Sebebê vê nîjadperestiya tirkan ya dirinde û bêemsal hebûna mesela kurd e, heger kurd li Tirkiyê wiha nehatana înkarkirin, tirk jî wiha nîjadprest nedibûn.
Gelşe ku tirk gelkî cahil hîştiine û kirine nîjadprestên herî zalim û hov çaresernebûna mesela kurd e, roje ku kurd bigihîjin azadiya xwe tirkê jî bêtir bibin însan û rahma dilê wan jî ewê zêde bibe.
Yanî bindestiya kurdan ne tenê di warê aborî, civakî, zanistî da, di warê însaniyetê da jî miletê tirk ji însaniyetê dûr xistiye.».
Śahîn Soreklî:
«Hemî Tirkan, Beşikçi jî di nav de? Aferîn, bi Xwedê tu ji heqê propagandayê dihêyî der! Lê pirsiyarek kekê Zinar:
Dema tu dibêjî "nijadperestiya tirkan" gelo va gotina bi serê xwe jî ne nijadperestî be?
Ligel rêza min.».
Zinarê Xamo:
«Çima?
Ma meriv ji yekî diz ra bibêje diz, qey meriv jî dibe diz?
Min bi xwe tu maneyek neda vê pirsa te. Min li hemberî miletê tirk çi zulm, çi neheqî, çi nemirovayî kiriye ya jî parstiye ku ez jî bibim "nîjadperest"?
Ji ber ku çend tirk ne nîjadperest in nabe sebeb ku em nebêjin rasîzma tirk.
Dîrok qala "nazîzma û faşîma alman" dike, ne ya çend kesên nazîzst û faşîst.».
Ez:
«Ez bi temamî tev li fikrên xalê Zinar dibim.
Ćênabe ku meriv źiber ćend kesên shexsî yên ku ev niźatperestî red kirine, hemî tirkan źî li ser piśta wan bike "gul u sosin".
Śaśiya me kurdan źixwa hertim di vir da ćêbuye u hîn źî di vir da ćêdibe.
Em hertim źi raśtiya heeyî reviyane, me bi ćend tiśtên beredayî xwa daye xapandin. Bêguman heta ku me xwa źi vê tevgerra fikirînê xelas nekiriye, xelasiya me ne mumkun e.
Mesela źiber ćend tirkên ku (ka bi raśtî źî ew tirk in yan na, tenê xwadê dizane) ketinne nav kurdan, me hemî tirk di ćavên xwa da kirinne meleke. Hîn źî ev didome. Bê guman dewleta tirkan me bi van ćend kesan gelekî caran manîpule źî dike. Bernade ku kurd kurdistanî bifikirin.
Dawiyê dixwazim vê bibêźim, heger tirk bi temamî niźatperest u faśîst nebunna, ti sîstemekê ewqas zilm u zordarî nedikarî li kurdan bike. Heta ku me mafên xwa bi wan nedaye qebul kirin u hêza me ya mîllî ćênebuye, tirk ewê źi van fikir u tevgerrên xwa qasî mîlîmêtroyekê źî bi paś da nerrin. U ev heqqê wan yê xwezayî ye źî. Suc di me da ye. Heta ku mar di bin tirsa serhildêrê xwa da bê ćare nemîne, xwa bi śun da nakiśîne. Ev qanuna xwezayî źibo hemî însan u heywanan derbaz dibe.».
Śahîn Soreklî:
«Dema mirov li hember nerindan metodên nêzike metodên wan bikar bihîne û gelemper bike, mirov hem tund-û-tûiyê gurr dike, hem jî xwe ji refên yên wek wan nêzik dike. Rêxistin û hukûmet ji bo berjewendiyên xwe dikarin her metodî bi kar bihînin, lê dema kesên xwe wek "shareza" û "rewshenbîr" jî dizanin dest bi metodên propagandîst û neftetafer dikin, çira di nav mirovahiyê de melûltir dibe.
Ez fashîstên Tirkan bash dinasim û ger kesek bixwaze dikarim bi dehan gotarên xwe yên bi înglizî û kurdî, her weha helbestan, çîrokan û belgehên dengî/dengî-wêneyî yên gengesheyên germ bi berpirsên tirk re bo wan rêbikim, lê çi caran rê nadim xwe ku li hember tevahiya Ereban, Farisan yan Tirkan bibim propagandîst û tevahiya wan têxim nav xweliya resh, çimkî dizanim di nav wan de jî yên bash hene; û ger nebin ez ê hewl bidim ku ji wan çaktir bin.
Dîroka behsa "nazîzm û fashîzma (tevahiya) Almanan" dike dîrokeke bêbext û munafiq e, çimkî di nav Almanan de Beethoven, Schiller, Goethe, Mann, Heine, Grass, Brecht... û bi hezaran yên din hene ku gellek tishtên bash û sûdmend dane mirovan.
Li dawiya dawiyê tu azadî keko. Di rêya xwe de bidomîne û yên pishtgiriyê bidin wî metodî di nav me de pirr in.
Ligel rêza min.».
«Dizanim canê min dizanim. Xwedê we ji hev re bihêle.».
Ez:
«Kekocan, ez dibêźim ev źî "surrealîzma surrealîstên" di nav me kurdan da ye ku tam ligorî manîpulasiyonên tirkan mista xwa tam li nav heniya me dixe ellawekîl.».
Śahîn Soreklî:
«Wekî fîlosofê fransî Descartes gotiye, "Ez diponijim, lewma ez heme." Ne tirk, ne ol, û heta ne cenabê Xwedê dikare min "Manîpule" bikin. Berê pasherehên min, nijada min û kurdbûna min baweriyên min "manîpule" dikirin, lê nuha spas ji Yezdanê mezin re, ez ji her awayê "manîpulîzmê" azad bûme, û hewl didim bi gotin û baweriyên xwe adilmend û durist bim. De kekê hêja Beghyanî, bijî û bihêle bijî. Pêdivî bi wê yekê niye ku em wesfan û pevan bo hev bibînin; û dema min bo nivîsandina pirtûkeke "fesbûkî" jî niye, heyrane çavan! Lê vê jî ji kekê xwe yê delal re bibêjim: "Di nav me Kurdan de" nema ligor dem û dewranê ye. Kurd ne keriyek dewar e. Bi dehan milyon mirov in û ne mentiqî ye ku hemî wek hev bifikirin. Ger wek hev bifikirin dibin dewar!».
Ez:
«Ćima keko, ma tu "xwadê yî" ku kes nikane te manîpule bike?
Ligorî felsefeya ku tu dersê didî me, ev "vegotineke diźraber" e.
Xalê Śahîn, helbet ku tu di fikir u zîkrên xwa da źi sedî sed serbest î.
Bimîne di nav xwaśî u selametê da kekê mino.».
Tabî xalê zinar bersîveke drêź daa Śahîn Soreklî.
Qasî ku tê fahm kirin, berî ćend roźan gava xalê Zinar li ser du gêrîllayên kuśtî yên ku bi śiklekî hov u barbar li ber leśkergeha tirkan li erdê hatî bunn girêdayîn źî eynî fikrên ecêb gotiye. Îddîa ku ev resimana «fotomontaź» bibin haniye zmên, u gelek zirzopiyên bê pîvan u nizanim ći źehr u ziqqim. Tabî dewleta tirk źî ćêbuna vê buyerê paśê pesend kir.
Hun bersîva xalê Zinar dikarin di BLOGa wî da bixwînin:
http://zinarexamo.blogspot.com/2011/10/bersiveke-mecburi.html
De hîcar meriv źi kesên wekî Śahîn Soreklî ra ći bibêźe babam?
Helbet mêro xwa wekî ronakbîrekî temam źî qebul dike u dorê nade kesekî din źî.
Ya staaar, bê lome nebe lo!
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen