Mixabin ku hîro li Wan’ê erdhêźeke bi hêz pêk hatiye u bi sedan kes mirinne.
Wekî her demê vê carê źî dewleta tirkan ya qewad u bê śeref xwa li kerriyê dayniye.
Ligorî ragiyandinên nućeyan di nav tirkan da kêfxwaśiyeke bê sînor ćêbuye.
Ez źi tirkan ra nikanim tiśtekî bibêźim, helbet ewê li ser miriyên me kêfxwaś bibin.
Ev heqqê wan yê herî xwezayî u normal e.
Źiber ku heebuna me kurdan, tehlukeya herî mezin ya źibo pêśeroźa wan e.
Ango tunebuna me, gerentiya menfeet u pêśeroźa wan e.
Hîcar heger em kurd ewqas bê namus u bê śeref nebunna, em ê hîro di vî halî nebunna.
Heger em ew kesên bê îdreq u ehmeq nebunna, me dê kesên herî zirzop u kemalîst, psîkopat u narsîst li ser serê xwa nekirina rêber u serok.
De ez berbidim, kela dilê min rabuye ezmanê heftan, dike ku biteqim.
*
Ez dîsan werim ser miźara xwa ya doh. Li śuna ku ez doh mayî bum ez ê hîro berdewam bikim.
Źi piśtî nivîsa min u ya Hekîm Sefkan, xatunek kete navberê u wê źî rexneya xwa lii min girt (dibe ku yek źi berpirsiyarên wê rupelê bibuya. Ez navê wê nadim, źiber ku haya wê źi vê nivîsa min tun e. Her weha ez destê xwa nadim rêzman u sîntaksa wê źî):
L. Ö.:
«Helbet ku rexneyên di cîh de be serçavan, lê wiha bi gotinên giran heqê tu kesê tune ye rexne bike, kê ji kê welatparêztire ku mirov bide berhev wê em nekarin ji bin hin tiştan rabin. di nav têkoşîna Kurdan de Tirk hene ji me pirtir ked dane, û wekê din divê ziman nebe sedema tewanbar kirinê, wê demê firqa me û wan ji hev namîne...
Tu keskî heta îro dema hatiye dinê zimanê xwe bi xwe ne hilbijartiye...».
Hekîm Sefkan:
«temam xwarzê ser çavan,lê pêşniyazeke min heye,Cenab bi erebiye.Şikil erebiye.Mesel bi rebeiye.Nfert tirkiye,Heqret erebiye..::,)ne lazime tu hewqasi xwe aciz biki.ev hemu henkin bi te de şadibim.Min qet tu caran di fcbok de Zimanê tirki bi karnaniye canê,tu şaşi,di reveberiya FAN de hevalek heye ku nikare bi Kurdi birêvebibe,bi tirki dike,mafê min tune ez bêjim çima tu diki,ji ber wan Fan vekiriye.Her weha bi sedan hezkiri hene ku nikarin bi kurdi xwe bidin famkirin.Ica bi kurt ez bêjim tiştê ku min ji bo zimanê kurdi kirye u dikim xelata wê "sixuri" bû.destê te sax,mala te ava.».
Ez:
«Ligorî nêrîna min, ez dibêźim em lii amurên cihê dixin u di ber hevdu ra dipeyîvin, cancîgerino.
Divêt bare/miźar wateya xwa handa neke.
Ez dibêźim hun bi xwa źî baś dizanin ku rexneya min ya di derbarê zmên da ći ye.
Loma źî ez ê drêź nekim.
Kekê mino, cîgerim xalê Hekîm, heger ti berpirsiyariya te di vê nivîsa tirkî da tune bibe, hingê ez źi zil/dil lêborîna xwa źi te dixwazim.
Lê dîsan źî heqqê te heye ku wekî hunermendekî kurd źi wan „FANên“ xwa tika/rica bikî, daku bila ew zmanê diźminê geelê kurd bi kar neyînin. Ew vê dikin yan źî nakin, ew tiśtekî din e.
Divêt gava meriv di derbarê te da haydariyekê digire yan źî dixwîne, têbigêźe ku tu kesekî kurd u hunermendekî kurd î.
Ez te źiber kar u barên te yên kurdistanî źi zil/dil pîroz dikim keko.
Her kesê ku źibo zmanê kurdî kevirek li ser kevirekî din dayniye, di ćavên min da wekî kesekî pîroźwer e.
Silav u rêz
(Not: Jibo ku kekê min careke din źi min ra nebêźe filan u bêvan bêźe erebî u tirkî u farsî ne, min źî źi sedî sed peyvên bi kurdî bi kar hanînne).».
Pêra źî min ev bersîv daa xatun L. Ö.:
«Xaltîka L., bibore canim cîgerim, ev vegotinên te bi sedan salan e ku źi hêla diźminên geelê kurd va źî têne dubare-sêbare kirin. Diyar e ku camêran tu baś xistinne nav kemîna xwa, ćavxezalê.
Bimîne di xwaśiyê da.».
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen