Ev ćend roź in dinê sar buye.
Digel sermayê dîsan carcarinan baran źî radibe xezebê u rewśa heeyî tengezartir dike.
Helbet rooź/tav źî carinan xwa li źor li baa dike u germayiyeke xwaśik dide meriv.
Źiber ku hewa bi têra xwa germ nî ye, min haźotina pîskîlêtê vê heftê tevda êhmal kir.
Lê dibe ku ez sibeh yan źî dusibeh dîsan lê siyar bibim u herrim haźotinê.
Tabî her tiśt bi hewayê va girêdayî ye.
Di van roźên dawiyê da buyereke sosret pêk nehat.
Mîna her demê bi kar u barê xwa yê roźane va miźul bum.
Di nućeyên heta hîro da źî min ligorî xwa tiśtekî balkêś nediy.
Źixwa bi dêhna min roźa ku di derbarê zmanê kurdî da tiśtek pêk nehatiye, ti qîmeta nućeyên wê roźê tin in.
Em bixwazin źî nexwazin źî, siyaseta me kurdan bi tevayî ligorî manîpulasiyonên dewleta tirkan dimeśe.
Ćiqes zirzop, kêmaqil, psîkopat, bê śexsiyet, derewkar, narsîst u tirkîperest hee ne, hatinne ciyê xwa di nav partî u dezgehên kurdan da germik kirinne.
Źi leqleqa vala pê va ti tiśtekî dîbar nekirinne u nikarin bikin źî.
Źibo vê zanîn lazim e, lê ew źî di serên wan yên tirkćî da tun e.
Min drêź kir. Ez dîsan werim ser miźareke din ya germik u nermik.
Helbet mesele dîsan zman e.
Ez di Facebook’ê da gelek caran tuśî nućeyên kurdan yên ecêb dibim.
Gelek komên kurdan di Facebook’ê da hee ne.
Hema hema zmanê van koman tevda źî ne kurdî ye, yanî źi derî zmanê kurdî her zman hee ye.
Ango kurdî tun e.
Carinan hindek kesên ku bi tesadufî bi kurdî tiśtekî dinivîsînin źî, li bin źî werdigerrînin zmanê din.
De hun werin înternesiyoneltiya kurdên kurdînezan babam.
Li śuna ku millet meźbur bihêlin ku hînî zmanê xwa kurdî bibin, îcar radibin wergerra nivîsa xwa źî li bin didin.
Źiber vê yekê ez li ba nivîsekê hêrs ketim u min ev rexneya xwa lê kir:
«De bi wir da herrin lo, ev ći lotik in, wîîî?
Wey min nexwast vê bibêźim, wey bila tirkî źî bibe, wey nizanim ći quzul u qurtan babam.
Bi telaq bila hezar u yek gulle li zmanê tirk, ereb u farsan bikeve dînime îmanime u xelas, ihi!
Ma we ćend ereb, tirk u fars dîtine ku źi ereb, tirk u farsan ra gotî bibin „law de hele herrin hînî kurdî źî bibin, hi?!“
Helbet we qet nebihîst.
Ćima?
Źiber ku herkes li menfeetên xwa difikire, naxwazin kertiyê bikin, loma.
Roja ku te bi tirkî, erebî u farsî dest bi axaftinê kir, aha wê roźê źî zmanê te handa kir u ću.
Gava te dest bi erebî, tirkî u farsî kir źî, ewê ne ereb, ne tirk u ne źî fars hînî kurdî bibin. Yanî di vî karî da meźburiyet „rola esasî“ dilîze.
Yanî zman źî bi vî śiklî belav dibin, yan źî bi śiklî dimirin.
Her roźa ku kurdek dest źi kurdî berdide, zmanê kurdî gaveke din nêzîkî mirinê dibe.
Helbet ha me bi dil dest źi zmanê xwa kurdî berdaye, ha di bin zilm u zordariyê da berdaye, ti ferx nî ye.
Dawiya dawîn me dest źi zmanê xwa berdaye u li śuna wê źî yên diźminan śun kiriye.
Aha milletek źî bi vî śiklî dibe qurbana xwa u qurbana manîpulasiyonên diźminên xwa ellaxîme kîtabîme lo, waweylêêê.».
Ma hun źî źiber kompleksên xwa yên mîllî, tabî hertim bi navê înternesiyonelîzma tuneyî u qewad bi lez dest bi tirkî, erebî u farsî dikin yan na, hi?
Bi telaq hemî gotinên vala yên wekî «înternesiyonelîzm, sosyalîzm, demoxrasî, merivatî, aśtî, bratî, azadî …» hemî źî bunne aletên tunekirina milletê kurd di destên diźminên bê namus da u em źî bi dil u can ketinne du manîpulasiyonên van qewadan.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen