Sonntag, 24. Februar 2013

Diyar E Kurmancî Kêfa Brayê Min Haniye



Min dîsan demeke drêź tiśtek nenivîsiya.
Ći bikim yaw, wext nabe ku meriv ći bike u ći neke bavê mino.
Źixwa zu va ye ku berf e, serma ye.
Bi ser da źî min roźa îniyê źi piśtî sportê ava sar vexwar u qirtik li xwa herimand.
Welleh ev du roź in ku qet źi malê derneketim.
Ha ha ćaya bi beybunê vedixwim. Him hêśê kêm dike u him źî rê li ber kuxînê digire.

Helbet di vê navberê da gelek tiśt pêkhatin.
Ez dest źi wan hemiyan berbidim, werim ser mesela me ya źi berî seetekê.
Tabî min hîro denggośkî/têlefonî bavê xwa źî kir. Got hewa li Erzingan’ê pirr germ e u millet ha ha li der digerre ...
Meseleya me ya esasî ya źi berî seetekê bu.
Brayê min yê li Frensê têlefon kir.
Me piśtî panzdeh-śanzdeh salan cara dawiyê li Elmenye’yê hevdu dîtî bu.
Tabî źi piśtî vê dema dur u drêź me dîsan sersala borî hevdu li Elmenye’yê, li ba mala xwanga źina brayê min hevdu dît.
Paśê, heftekê paśê wî carekê têlefonî min kir, em bi hevdu ra peyîviyan u ewqas.
Li Elmenye’yê ez bi wî u yên din ra tenê u tenê bi kurmancî axivî bum.
Wî tenê carekê źî hewl nedayî bu xwa ku bi kurmancî bipeyîve.
Em bi vî hawî źi hevdu veqetiyan.
Źixwa min berê li ser nivîsî bu.
Lê hîro her tiśt pirr balkêś bu.
Źi destpêkê heta dawiyê bi min ra kurmancî axivî.
Digel axaftinê peyvek nehate bîra wî, îcar źi min pirsiya.
Yanî nedixwast ku biguherîne zmanê tirkên qewad.
Em bi vî hawî qasî nîv seetî bi hev ra peyîvin.
Źi piśtî ku têlefon daa źina xwa, bi lawê xwa Îlkcan (yanî Reśo yaw) ra miźul bu.
Dengê wî dihate min źî.
Źi lêwik ra digot «Reśo», nedigot «Îlkcan».
Bi telaq pirr kêfxwaś bum bi kurmanciya wî.
Mîna ku min berê źî hanî bu zmên, sersala buhurî serê wî bi têra xwa tevlihev bubu źiber axaftina min ya bi kurmancî.
Loma źî ez vê hertim dibêźim, kes kesî nikane bi zmanê ereb, tirk u farsên qewad bike «kurd».
Kurd tenê bi zmanê kurdî dikarin bibin kurd, xwa kurd hîss bikin.

Mêro got, «em dixwazin bar bikin u werên wê hêlê, nêzîkî sînora Swîsrê.».
Vê źî ez pirr kêfxwaś kirim.
Qet nebe ewê Reśo nêzîkî min bibe, bivêt-nevêt ewê bi kurmancî hîn bibe.
Ewê kurmancî bibe zmanê wan yê malê.
Ma źi vê baśtir lotik dibe, kezebino, hi?

Di źiyana me da cara yekem bu ku em bi hevdu ra bi kurdî axiviyan.
Źiber perće-perćebuna malbata me ya di zaroktiya me da, em her yek b’ hêlekê da ćuyî bun.
Bêguman axaftinên me di zaroktiyê da bi kurmancî bun, lê ew źî nayên bîra min.
Ê tabî kurmanciya mêro źî bi têra xwa baś bu.
Gava me li Elmenye’yê hevdu dîtî bu, źibo ku bi kurmancî bipeyîve millet pićekî zor dayî bu wî, lê wî gotî bu êdî ew qet nikane bi kurmancî bipeyîve.
Ez dibêźim pićekî tirsa ku ewê kurdiya min fam neke u wî bide śermê, qet nexwast bipeyîve.
Helbet ez tenê bi devoka me pê ra axivîm.
Dibe ku vê yekê ceseret dayî bibe wî.

Sonntag, 3. Februar 2013

Ehmed TIRK U Qetlîema Ermenan



Du roź in ku hewa dîsan sar bu.
Źi doh va ye ku berf źî carina dibare.
Vê gavê derudor bi berfê hatiye dagirtin. Ligorî ragiyandina meteoroloźiyê ewê di van roźên tên da hewa bêtir sar bibe.

Hîro min dîsan l’ denggośka/têlefona bavê xwa źî xist.
Me qesî ćel deqqan sohpet kir.
Got vê gavê hewa li Erzingan’ê bi têra xwa baś e.

Ez werim ser miźareke din.
Min di nav nućeyan da gotinên Ehmed TIRK yên li ser qetlîema ermenan xwand.
Di van demên dawiyê da di nav BDPeya me kurdan da kemalîstan destê xwa daynînne ser desthilatê u dixwazin qetlîema ermenan bixin ser hustiyê milletê kurd.
Źixwa hemî dezgehên milletê kurd ketinne destên tirkên qewad.
Binêrin, li Parîs’ê mêro hat u kete nav Bîroya Înformesiyonê Ya Kurdistan’ê.
Êh, dawiya dawîn qewadê heram rabu sê źinên kurd yên sîvîl kuśt.
Sebeb tenê u tenê desthilata sîstema kemalîzmê ya di nav siyaseta kurdan da ye, di nav dezgehên milletê kurd da ye!
...

Ez feleket źiber terreturreyên Ehmed TIRK hêrs ketim.
Mesela negotiye, «Ew kesên ku tev lê bunne, milletê kurd źî kuśtinne, loma źî ti eleqeya milletê kurd bi wan dizz u sotalan ra tun e. Bila xwadiyên wan yên tirk uzra xwa bixwazin!».

Lewra min ev nivîsa xwa di nav Facebook’ê da belav kir:

«Ehmed TIRK dibêźe: "Kurdan ermen qirr kirin".

Dibe ku kalikên Ehmed TIRK cahśên tirkan buyî 'bin ...
Dibe ku van cahśan bi têra xwa kurdên êzdî u elewî źî kuśtî 'bin ...
Dibe ku eyarê Ehmed TIRKê sextekar u taśeron eynî pîvan 'be, ku rabuye belasebeb milletê kurd yê ku hertim buye qurban, dike qetîlê ermenan.

Ma kîźan millet radibe źiber ćend ćeqelan qetlîema milletekî digire ser xwa bavê mino, kîźan millet?!

Li Êraq’ê mîlyonekê zêdetir însan mirin. Kîźan śexsê emerîk dibêźe me qetlîem kiriye?!
Li Efxenistan'ê bi sed hezaran însan mirin. Kîźan śexs u deweleta roźavayî dibêźe me qetlîem kiriye?!
Kîźan rus radibe u dibêźe me li Qafqasyê'yê qetlîem kiriye u dikin?!
Kîźan fars, tirk u erebî rabuye u gotiye wan bi sedan salan e ku li Kurdistan'ê qetlîem kiriye u hîn źî bi coś dikin?!

Bila śarlatan u kemalîstên ku di nav BDPê da bunne śeqśeqciyên belaś, milletê kurd nekin qurbana rezeleta xwa!
Rezîlên heram!!!

Heger E. TIRK ewqas mêr e bila herre dawa navê xwa źi tirkên qewad bike!
Ma haya vî ćeqilmastî źê hee ye ku tirkan ew nav bi kîźan kuśtin u tecawîzan li wî u kalikên wî kirinne?!
».

Tabî di bin nivîsa min da xaltîka me Beriwan śîroveyeke qerase kiriye:

«
qey Ermenîya kurd kuştine? yan Ermenîya navê wî were nivisandî?  destê kurda jî dinav kuştina ermanîya de hebû û gelek jê jî hîn saxin û dikarin ji tere jî bibêjin  giş pîs û kucik bin, em jî gere xwe wek wan kucik bikin? Mala xalê Ehmed malek mînake û gelek can jibo kurda daye û jitere jî xalê mamoste:) xwezî te jî wek Ehmed karîbîya rastîyê qebûl bike û veneşarta:)».

Paśê min bersîvek daa xaltîka me Beriwan:

«Hahooo, de were źî meselê źi hev safî bike yaw :)
Heyatim, ew kurdên ku bi tirkên qewad ra ketinne qirrkirinê "Hamidiye Alaylari" bunn.
Yanî leśkerên tirkan yên taybetî bunn.
Tirkan ew zarok hîn di pićuktiyên wan da źi malbatên wan digirtinn, dibirinn bi salan perwerde dikirinn u paśê źî źibo siyaseta xwa bi kar taniyan.
Helbet wan "Hamidiye Alaylari" bi têra xwa ketinne xwîna kurdan źî, mesela gelek kurdên elewî źî kuśtinne bi navê tirkên qewad.
Yanî her tiśt di bin emrên tirkan da bu.

Tabî aniha qet ez fam nakim, ćawan dibe ku siyasetvanekî kurd radibe xelkê kurd dike bin mesuliyeteke weha giran.
Źixwa her tiśt bi navê tirkan u źibo tirkan hatiye kirin u bi ser da źî milletê kurd kuśtinne.

Heqqê ti śexsî tun e ku di derbarê miźarekî weha hessas ya dîrokî da li ser menîpulesiyonên tirkan xelkê kurd mesul bike.

Heta ku komîsyoneke mezin u navnetewî ava nebuye, her tiśt bi temamî nehatiye zelal kirin, mesulên vê yekê yek bi yek derneketine holê, siyaseteke weha erzan meśandin, ćênabe.
Ne ew heqqê Ehmed Tirk e u ne źî yê min e.
Ew tiśtên ku Ehmed Tirk dibêźe, daxwazên kemalîstan in, ne yên milletê kurd.

Qey meriv dibêźe milletê kurd ha ha milletên din qetîl kirinne.
Heger Ehmed Tirk ew mêr e, bila herre dawa qetlîemên ku tirkên qewad di navbera 1920 u 1938an da kirinne, źi wan bipirse.
Nake. Ewê neke źî.
Źiber ku tirkan bi têra xwa ders danne Ehmed'ê me.
Loma gava destê siyasetvanekî tirk diguviśe, serê xwa heta ser erdê xwar dike.

Bibore heyatim, ev ne siyaset e, bê mesuliyetî ye, tohmeteke herî bê wîcdan e li ser xelkê kurd yê qurbanbuyî.
Min bi xwa źi kalikên me gelek guhdar kiriye ku wan ćawan xelkê ermen revandinne u źi mirinê xelas kirinne.
Li Erzingan'ê gelek ermen hee bunn.
Mesela bavê min hîn źî dikare kêm-zêde tiśtina b'îne bîra xwa.
Qet nebe bila Ehmed Tirk herre bi navê xwa vê bike, lê ne bi navê milletê kurd u min.
Kalikên min bê baviyeke weha nekirinne u bi ser da źî xwadîtî li ermenan kirinne.

Dîsan bibore haaa.
».

Beriwan:

«
Ez jî wê yeke dizanim, gelek êzîdîya jî ermendî xwedî kirine û parastine. Ser gotine; Qarapetê Xaco. Jiber gelek Ermenî û Fileh hîn jî dibêjin kurda me qetil kirine û nizanin înglîsa û almana li ser nave tirkîyê wan qetil kirine, xalê Ehmed jî were got. Yanî: heger hûn me jî berpirsîyarê ve qetilê dibînin, em lêborîna xwe dixwazin. Wî negotî em kurd bûne xwedîyê dewleta û zilm û zor li kesan kirîye. Siyasî eve. Apê min jî Ermenî hene:) û ji gelek kurda jî kurd'tirin.».

Dura xalê me Rustem źî du śîrove di bin nivîsê da kirinne:

«
Ey miletê Kurd, dilê xwe teng meke.. Her kes dikare terre tûrre qise bike, em nikarin devê wan girê din.. Ehmed, tirk e.. Ji Kurdbûnê zûva hatiye tard kirin.. Ew di hilbajertinek serbest da ji Kurdan yek dengek jî nikare bigre.».

«Ji bilî min -haşa- hemû Kurd wek Ehmed tirk qise bikin, hemûyan ji Kurdbûnê tard dikim, heval.. Eger ji qetlîama Ermeniyan qasî zerrekî miletê Kurd berpirsyar be, Xadê li ser erdê yek zindîyek nahêle !! Miletê Kurd ew milet e ku soza xwe ya dabû Xadê, anî şunê.. Ahda xwe ra sadiq ma.. Hebûna xwe raberî Xadê kir, bû miletê şehîd.. Aqîbeta baş, yê duristan e.».

Bi rastî źî siyaseta kurdan tun e, siyasetvanê kurd tun e.
Kê ćawan xwastiye tê milletê kurd yê mezlum ha ha ligorî menfeetên xwa bi kar tîne.
Sebeb bellî ye, ka źiber ći me kurdan heta aniha źî nekaniye kevirekî xwa xelas bikin.