Sonntag, 3. Februar 2013

Ehmed TIRK U Qetlîema Ermenan



Du roź in ku hewa dîsan sar bu.
Źi doh va ye ku berf źî carina dibare.
Vê gavê derudor bi berfê hatiye dagirtin. Ligorî ragiyandina meteoroloźiyê ewê di van roźên tên da hewa bêtir sar bibe.

Hîro min dîsan l’ denggośka/têlefona bavê xwa źî xist.
Me qesî ćel deqqan sohpet kir.
Got vê gavê hewa li Erzingan’ê bi têra xwa baś e.

Ez werim ser miźareke din.
Min di nav nućeyan da gotinên Ehmed TIRK yên li ser qetlîema ermenan xwand.
Di van demên dawiyê da di nav BDPeya me kurdan da kemalîstan destê xwa daynînne ser desthilatê u dixwazin qetlîema ermenan bixin ser hustiyê milletê kurd.
Źixwa hemî dezgehên milletê kurd ketinne destên tirkên qewad.
Binêrin, li Parîs’ê mêro hat u kete nav Bîroya Înformesiyonê Ya Kurdistan’ê.
Êh, dawiya dawîn qewadê heram rabu sê źinên kurd yên sîvîl kuśt.
Sebeb tenê u tenê desthilata sîstema kemalîzmê ya di nav siyaseta kurdan da ye, di nav dezgehên milletê kurd da ye!
...

Ez feleket źiber terreturreyên Ehmed TIRK hêrs ketim.
Mesela negotiye, «Ew kesên ku tev lê bunne, milletê kurd źî kuśtinne, loma źî ti eleqeya milletê kurd bi wan dizz u sotalan ra tun e. Bila xwadiyên wan yên tirk uzra xwa bixwazin!».

Lewra min ev nivîsa xwa di nav Facebook’ê da belav kir:

«Ehmed TIRK dibêźe: "Kurdan ermen qirr kirin".

Dibe ku kalikên Ehmed TIRK cahśên tirkan buyî 'bin ...
Dibe ku van cahśan bi têra xwa kurdên êzdî u elewî źî kuśtî 'bin ...
Dibe ku eyarê Ehmed TIRKê sextekar u taśeron eynî pîvan 'be, ku rabuye belasebeb milletê kurd yê ku hertim buye qurban, dike qetîlê ermenan.

Ma kîźan millet radibe źiber ćend ćeqelan qetlîema milletekî digire ser xwa bavê mino, kîźan millet?!

Li Êraq’ê mîlyonekê zêdetir însan mirin. Kîźan śexsê emerîk dibêźe me qetlîem kiriye?!
Li Efxenistan'ê bi sed hezaran însan mirin. Kîźan śexs u deweleta roźavayî dibêźe me qetlîem kiriye?!
Kîźan rus radibe u dibêźe me li Qafqasyê'yê qetlîem kiriye u dikin?!
Kîźan fars, tirk u erebî rabuye u gotiye wan bi sedan salan e ku li Kurdistan'ê qetlîem kiriye u hîn źî bi coś dikin?!

Bila śarlatan u kemalîstên ku di nav BDPê da bunne śeqśeqciyên belaś, milletê kurd nekin qurbana rezeleta xwa!
Rezîlên heram!!!

Heger E. TIRK ewqas mêr e bila herre dawa navê xwa źi tirkên qewad bike!
Ma haya vî ćeqilmastî źê hee ye ku tirkan ew nav bi kîźan kuśtin u tecawîzan li wî u kalikên wî kirinne?!
».

Tabî di bin nivîsa min da xaltîka me Beriwan śîroveyeke qerase kiriye:

«
qey Ermenîya kurd kuştine? yan Ermenîya navê wî were nivisandî?  destê kurda jî dinav kuştina ermanîya de hebû û gelek jê jî hîn saxin û dikarin ji tere jî bibêjin  giş pîs û kucik bin, em jî gere xwe wek wan kucik bikin? Mala xalê Ehmed malek mînake û gelek can jibo kurda daye û jitere jî xalê mamoste:) xwezî te jî wek Ehmed karîbîya rastîyê qebûl bike û veneşarta:)».

Paśê min bersîvek daa xaltîka me Beriwan:

«Hahooo, de were źî meselê źi hev safî bike yaw :)
Heyatim, ew kurdên ku bi tirkên qewad ra ketinne qirrkirinê "Hamidiye Alaylari" bunn.
Yanî leśkerên tirkan yên taybetî bunn.
Tirkan ew zarok hîn di pićuktiyên wan da źi malbatên wan digirtinn, dibirinn bi salan perwerde dikirinn u paśê źî źibo siyaseta xwa bi kar taniyan.
Helbet wan "Hamidiye Alaylari" bi têra xwa ketinne xwîna kurdan źî, mesela gelek kurdên elewî źî kuśtinne bi navê tirkên qewad.
Yanî her tiśt di bin emrên tirkan da bu.

Tabî aniha qet ez fam nakim, ćawan dibe ku siyasetvanekî kurd radibe xelkê kurd dike bin mesuliyeteke weha giran.
Źixwa her tiśt bi navê tirkan u źibo tirkan hatiye kirin u bi ser da źî milletê kurd kuśtinne.

Heqqê ti śexsî tun e ku di derbarê miźarekî weha hessas ya dîrokî da li ser menîpulesiyonên tirkan xelkê kurd mesul bike.

Heta ku komîsyoneke mezin u navnetewî ava nebuye, her tiśt bi temamî nehatiye zelal kirin, mesulên vê yekê yek bi yek derneketine holê, siyaseteke weha erzan meśandin, ćênabe.
Ne ew heqqê Ehmed Tirk e u ne źî yê min e.
Ew tiśtên ku Ehmed Tirk dibêźe, daxwazên kemalîstan in, ne yên milletê kurd.

Qey meriv dibêźe milletê kurd ha ha milletên din qetîl kirinne.
Heger Ehmed Tirk ew mêr e, bila herre dawa qetlîemên ku tirkên qewad di navbera 1920 u 1938an da kirinne, źi wan bipirse.
Nake. Ewê neke źî.
Źiber ku tirkan bi têra xwa ders danne Ehmed'ê me.
Loma gava destê siyasetvanekî tirk diguviśe, serê xwa heta ser erdê xwar dike.

Bibore heyatim, ev ne siyaset e, bê mesuliyetî ye, tohmeteke herî bê wîcdan e li ser xelkê kurd yê qurbanbuyî.
Min bi xwa źi kalikên me gelek guhdar kiriye ku wan ćawan xelkê ermen revandinne u źi mirinê xelas kirinne.
Li Erzingan'ê gelek ermen hee bunn.
Mesela bavê min hîn źî dikare kêm-zêde tiśtina b'îne bîra xwa.
Qet nebe bila Ehmed Tirk herre bi navê xwa vê bike, lê ne bi navê milletê kurd u min.
Kalikên min bê baviyeke weha nekirinne u bi ser da źî xwadîtî li ermenan kirinne.

Dîsan bibore haaa.
».

Beriwan:

«
Ez jî wê yeke dizanim, gelek êzîdîya jî ermendî xwedî kirine û parastine. Ser gotine; Qarapetê Xaco. Jiber gelek Ermenî û Fileh hîn jî dibêjin kurda me qetil kirine û nizanin înglîsa û almana li ser nave tirkîyê wan qetil kirine, xalê Ehmed jî were got. Yanî: heger hûn me jî berpirsîyarê ve qetilê dibînin, em lêborîna xwe dixwazin. Wî negotî em kurd bûne xwedîyê dewleta û zilm û zor li kesan kirîye. Siyasî eve. Apê min jî Ermenî hene:) û ji gelek kurda jî kurd'tirin.».

Dura xalê me Rustem źî du śîrove di bin nivîsê da kirinne:

«
Ey miletê Kurd, dilê xwe teng meke.. Her kes dikare terre tûrre qise bike, em nikarin devê wan girê din.. Ehmed, tirk e.. Ji Kurdbûnê zûva hatiye tard kirin.. Ew di hilbajertinek serbest da ji Kurdan yek dengek jî nikare bigre.».

«Ji bilî min -haşa- hemû Kurd wek Ehmed tirk qise bikin, hemûyan ji Kurdbûnê tard dikim, heval.. Eger ji qetlîama Ermeniyan qasî zerrekî miletê Kurd berpirsyar be, Xadê li ser erdê yek zindîyek nahêle !! Miletê Kurd ew milet e ku soza xwe ya dabû Xadê, anî şunê.. Ahda xwe ra sadiq ma.. Hebûna xwe raberî Xadê kir, bû miletê şehîd.. Aqîbeta baş, yê duristan e.».

Bi rastî źî siyaseta kurdan tun e, siyasetvanê kurd tun e.
Kê ćawan xwastiye tê milletê kurd yê mezlum ha ha ligorî menfeetên xwa bi kar tîne.
Sebeb bellî ye, ka źiber ći me kurdan heta aniha źî nekaniye kevirekî xwa xelas bikin.

4 Kommentare:

Azad hat gesagt…

Ehmed Tirk ne kesek e ku dikare siyasetê bike birêz Beghyanî. Ew gotinên te rast in lê dîsa jî ez bawer nakim ku wî wisa got ji bo ku Kurdan bixê bin mesuliyetek mezin, ji xwe ew hemû Kurdan temsîl nake und nikare temsîl bike jî.
Ew ji ber dilpakiyê wisa got. Ew dixwaze bi rindiya xwe dersa bide Tirkan ku ew jî lêborînê bixwazin, lê ev şaş e.
Wexta ku ew lêborîna xwe ji Kurdên êzidî xwest, hemû pê kêfxweş bûn. Wî fikirî bû gotinên wî niha jî wek cara berê Kurd pê kêfxweş bibin.
Lê bileks, Kurd gelek Ermenî ji mirinê xelas kirine. Nabe ku ew ji ber miletê ve deng ke, ji ber ku hemûyan temsîl nake.
Kurd ti caran Ermenî qetil nekirine, dibe ku hin malbat yan eşîrê hebin ku pere ji Tirkan standibin ji bo şerê ermeniya bikin, lê ew gelek hindik in.

Ger em li ser gotina Ehmed Tirk bimeşin, divê niha ew dîsa lêborîna xwe bixwaze ji ber ku di şerê 30 salên borî de 30.000 Kurd mirine, ew lêborîna xwe bixwaze ji ber ku "Kurd" ên korocî Kurdan dikujtin. Ma ev dibe??
Ev tiştek ne di cihê xwe de ye.
Malpera Lotikxane jî lotikek rind li gotinên Ehmed Tirk xistiye. :D

Dîsa Azad :D hat gesagt…

Min tiştek din ji bîr kir :D
Ji xwe ew serdaxistina wî li hember Tirkan yan jî siyasetmedarên din, dihêle ku Ehmed Tirk nikaribe bibe siyasetmedarek û dîplomasiyek baş. Ew nizane vî karî bike.

Beghyani Shadi Sharin hat gesagt…

Dizanim qurban, dizanim.
Lê zhiber ku xalê me xwadî milk u mal e, axayê gundan e, buye siyasetcî zhî.
Wekî di zanyariyê da, di siyasetê da zhî merivên siyasetnas lazim in.
Zhiber nebuna van kesan e ku ha ha em sher dikin, dimirin, lê hîn zhî nikarin dibistanekê bi zmanê xwa vebikin.
Ev siyaseta me ya zirzop sebeb e ku li Parîs'ê sê zhinên kurd yên sîvîl ewqas bi rehetî hatine kushtin.
Tabî zhiber ku siyaseta me zhi zirrehmeqiyê xelas nabe, hema bi lez dîsan li pash vê kushtinê zhî me "komployeke navnetewî" peyda kir u pê dilê xwa rehet kir.
Helbet di rastiyê da mesele tenê u tenê ehmeqiya wan gundiyên ku di nav partî u dezgehên kurd da shun bune, ye.
Mesele chi ye?
Qetîlê me hatiye komalê, her mehê 50 eyro wekî aîdat dide, u terre zhibo millet u komalê tercumentiyê dike!!!
Aha hemî pîvan zhî ev in!
Mêro nabêzhin ku di siyaseta me da puchbunek, gemariyek chêbuye, divêt em vê tedavî bikin, lê radibin herkesî dizhmin îlan dikin u tam hezar u yek lomeyan li hesht ecdadê me dikin.
Tabî di vî warî da zhî qet naxwazin ku qetîlên esasî yên tirk u kemalîstan bibînin.
Chima?!!!
Bêguman, yan ehmeqoxlî ehmeq in, yan zhî qewad in, loma.

Kuro de bi wir da herre haaa, te dîsan li birîna di hundirê min da vedaa, waweylêêê.
Xayîn :)

Azad hat gesagt…

Law te koka birînê derxist lo. Ez li bin wê imze dikim.
Sebeba kuştina sê jinên kurd Kurd bi xwe ne. Komele berpirsiyare ji ber ku nikaribun wan jinan biparêzin û hema hema her kesekî wek endam qebûl dikin. Dîsa ki vir jî sebeb zimanê Kurdî ye. Ger her endamek bi kurdî zaniba, ew ê nikariba têkeve nav komele û dest bi lotikan bike.
Niha her yek kane here û bêie welleh ez Kurd im lê bi kurdî nizanim. Ew ê jê re bêjin ser sera ahlan wa sahlan habibi were were em hemû wek te ne em bi kurdî nizanin, em bi tirkî dikin qepqep.
Ew xwe û Kurdan bi gotina komplo momplo rehet dikin lê nabêjin biborin kurdino me şaştiyek mezin kir ji ber wê sê jinên me hatin kuştin.
Mero carna birîn vede rind e lo xayîn :D birîn dûra çêdibe. :D