Mittwoch, 29. Juli 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -10-



Roźa din, di 29ê temmuzê da, ez li dor seet heyśtê sibehê rabum.
Bavê źi me hemiyan zu radibu. Di seet śeś-heftan da radibu, ćaya xwa dikeland u vedixwar.
Xuruniya me.
Paśê ez radibum, u li duv min źî yên din.

Li gund heta seet 11 u 12an da hertim bi miź bu.
Yanî meriv heta nîvroyê li malê dima, mecburen.
Wê roźê źî eynen hilo bu.

Ez ê wê roźê bićuma nav gundê me yê berê u paśê źî min ê berê xwa bidaya Arîgaz’ê.

Seet di ser 1ê nîvroyê ra bu. Ez derketim der. Di nav malan ra dimeśiyam.
Li ber malekê yekî bang l’ min kir, «Beghyanîîî, ka hele were hundir ćayekê bi me ra vebixwe.», got.
Mala mixtarê gundê me yê di dema zaroktiya min da bu. Em źi dur va xizmên hevdu ne źî.
Ez ćum u derbazî balkona ku li ber deriyê malê ćêkirî bun, bum.
Źi piśtî silavdan u –girtinê bi zorê ćayek dan min. Min qet nedixwast ku zêde bimînim. Min tenê źina mixtarê me yê berê u gundiyê me Elîbeg nas kirin.
Bi kurdiya min kêfa xwa taniyan.
Elîbeg dil dikir ku em bi hev ra dubleyekê vebixwin.
Gameke kevin ya li gundê kevin.
Min got ez alkoholê venaxwim. Tevî ku pićekî zor daa min źî, di dawiyê da dest źê berda.

Di vê navberê da erebeyek hat li ber deriyê wan sekiniya. Navê keća mixtarê me yê berê bi lêv kirin. Ew źî rabu u ću cem wan.
Me bi axaftina xwa dewam kir.
Em li ser tiśtên berê dipeyîviyan, bi kurmancî.
Tabî runiśtina min pićekî źî drêź bu.
Di wê navberê da keća mixtarê me Senem Xoce b’ śun da hat, «Ev mêrana ćune mala we źî, l’ te źî pirsiyane. Dibêźin wezereta perwerdeyê ya netewî wezîfe daye walîtiyê ku werin li van gundan bigerrin, di nav her gundî da tehsîla ćar kesan qeyîd bikin. Li gundê me źî navê te, yê min, yê apî Mêralî ... dane. Bavê te gotiye Beghyanî ćuye gerrê, aniha li vir nîn e. Paśê nimroya têlefona te xwastine, gotiye ez nizanim.», got.
Min zêde serê xwa pê nehêśand.

Paśê ez derketim der u min berê xwa daa gundê me yê kevin.
Lê di rê da baran hat.
Ez mecburen dîsan vegerriyam malê.
Bavê min li hundir tenê bu.
Meseleya erebê źi min ra got.
Bi hêdîka aciziyek bê ser u ber di min da ćêbu.
Qasî ku xuya dibu bêbavên heram źi îstîxbaratê bun. Herhal dixwastin min aciz bikin.
Kirin źî.

Paśê kekê min ew źî hatin. Me buyer źi wan ra źî got. Hemiyan digotin «Ti tiśtê ku bikarin bikin, tun e. Dixwazin îkaz bikin, aciz bikin. Sala buhurî źî bîst u ćar seetan li ber deriyê me bun li Erzingan'ê. Lê me źi te ra negot, źibo ku tu neqehirî ...».
Destê min u giyayê li hemberî gundê me yê nu.
Pirr rehet xuya dikirin. Lê ez bi qasî gramekê źî baweriya xwa b’ emniyeta tirkan nayînim.
Puśt in, teres in, namerd in.
Tevî ku min xwa bi xwa ra digot heger em vebigerrin nav baźêr, ewê baśtir bibe źî, min tiśtek negot.
Źiber hatina wan bêbavan min di roźên din da tiśtên ku plen kirî bun, bi temamî guhartin ...

Carekê lawê cîranê me yê kertoxref digel axaftina me got, «Źi berî du salan yekcar polîsek derkete pêś min u tu źi min pirsiyayî. Kêm-zêde di eynî demê da carekê źî merivekî JÌTEMê tu źi min pirsiyayî. Tevî ku min tu nas dikirî źî, min got ez kesekî weha nas nakim.».
Helbet di rastiyê da xortê me ez nas nedikirim. Xortê me di sala ku min welat terk kirî bu, źi dayika xwa ćêbuye.
Gava JÎTEM źî ket nav meselê, ez bêtir aciz bum. Dezgeheke îllegal ya dewletê bu, di destpêka salên 1990iyan da bi sedan kurd revandin u kuśtin. Civata kurd di ruhê xwa da tarumar kirin.
U hîn źî li ser kar in, namerd kurê namerdan!

Sala derbazbuyî gava ez ćubum welêt, Xelefko, Omerko u Mesutko źî źibo du roźan hatî bun Erzinganê u bubun mêvanê min.
Em hêvarekê ćubun ćayxaneyekî li der yê qelebalix.
Me sîparîśên xwa dan.
Paśê yekî «garson» hat li kêleka me sekiniya.
Min zêde bala xwa nedayî buyê.
Dawiyê me hêsab xwast. Garson hêsab haniya li ser masê dayniya u got hêsab tenê li ba kasê dikare were dayîn.
Em ćun ber kasê. Gava me hêsab daa, Xelef'ko aciziya xwa źiber wî «garsonî» haniya zmên. «Bêguman mebesta me ya ku birevin tun e.», got.
Yê din bi kenn, «Na na, ew źibo ku xwa li ber ćavên min nede xuya kirin hilo dike, bi we va girêdayî nîn e. Biborînin!», got.
Lê vê gavê ez baś dizanim ku wî «garsonî» li wê derê guhdariya me dikir di bin navê îstîbaratê da!



Ciwan Haco: "Durî"






Sonntag, 26. Juli 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -9-



Paśê ez di riya xwa da berbi hêla Gola Sor u Arîgaz’ê va meśiyam.
Gola Sor
Li ser ćiyê min ćend caran bang l’ kekê xwa Smêîl źî kir.
Ti deng źê tune bu.
Zêde wext nemayî bu ku rooź ava bibe.
Li Arîgaz’ê min ćend resim kiśandin, bi têra xwa l’ wan deran mêze kir.
Vê carê ava di nav golan da zuwa nebuyî bu. Sala ćuyî dilopek av źî di nav her du golan da tune bu. Digotin hiśkî ćêbuye. Ava ku źi kaniya li źorê her du golan dihat źî zuwa buyî bu.
Lê îsal pirr baran u berf hatiye.

Arîgazê
Źi piśtî ku min hesreta xwa pićekî haś kir, ez bi hêdîka ketim ser riya zaroktiya min ya berbi gund va.
Herda di bin lingên min da bi têra xwa sor bu.
Kelecanî di dilê min da cî dikir.

Dema hatim źêr u źi nav daristanê derketim, min berê xwa daa dibistana gundê me yê wêranbuyî.
Ćum u ketim hundir. Hîn źî śopa ziyereta min ya par di nav dibistanê da hilo disekiniya.
Bala xwa qet nadim hîssên xwa. Źixwa yan ewê roźekê bi xwa herrin, yan źî ewê min bi xwa ra bigirin u biben.
Divêt meriv li paś xwa
śopekê bihêle.
Derdikevim der. Li hewśa dibistanê derbeyeka ku Ato li ba googlîstinê l’ min xistî bu, hate bîra min. Herhal destpêka sala 1974an bu.
Ez demekê li ber dibistan’ê b’ vir u wir da ćum u hatim.
Min ćend resim kiśandin. Lê pêśuyên bê bav pirr bi hêrs bun. Gośtê meriv bi zindî dixwarin.

Îcar ez di nav taxa roźhilatê ra berbi mala me ya tarumarbuyî ćum.
Ew ćend kevirên li wir mayî źî di nav giyan da handa bu’bun.
Ava ku di nav kaniya li ber mala me ra diherikiya, xuya nedibu.
Xerabeyên źi mala me mayî.
Paśê gotin ew ava ku źi ziyereta paś mala me derdikeve bi temamî dane hêla kaniya nav gund.

Ez zêde li wir nesekiniyam. Źixwa ez ê hîn gelek caran bićuma wan deran.
Di nav taxa roźava ra derbaz bum u ćum gundê me yê nu.

Gava ez ketim hundir u min l’ mitfexê mêze kir, min kekê xwa Smaîl li ber masê dît. Mêro ćay vedixwar.
«Yaw te ćima negot u têyî malê? Ez źî l’ te digerim li Arîgaz’ê.»
«Welleh ez di nav Bostanê Sêfî ra daketim u hatim malê. Min digot qey tu li duv min î.»

Ez derbazî serśokê bum. Min got źi berî ku millet were mêvantiyê ez avekê l’ xwa bikim.



Dibistana gundê me
yê xerabe (28.6.2015).


Xwezaya li ber dibistana
gundê me (28.6.2015).


Xwezaya li ber dibistana
gundê me (28.6.2015).





Ciwan Haco: "Zînê"






Freitag, 24. Juli 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -8-



Em bi hev ra berbi gundê me va herikiyan.
Gundê me li dawiya vê riyê ye.
Li hêla rast "ćayîrê Eyîn" e.
Gava em bi erebê źi riya sereke derketin u ketin riya gundê me, min cama erebê vekir u ćend dîmenên li ber ćavên me drêźbuyî girtin ser kamereyê.
Her der bi gul u ćîćekan hatî bu kemilandin.
Di nav hewayê ra bêhnên wan gul u ćîćekan dihatin u xwa l’ me dipêćiyan.
Em pêśta di nav gundê tirkan Ekećîk’ê ra derbaz bun.
Min qet dil nedikir ku ez wan dîmenên li ber ćavên me ramedî bun bê tam li paś xwa bihêlim.
Em heta serê ćiyê derketin, heta Deśt’ê.
Źi wir va hêdî gundê me li hêla din, li źêr xuya dibu. Gundê nu u yê kevin.
Ez feleket bextewar im di vê kêliyê da.

Herhal di seet 16an da em gêśtî bun gundê me.
Kaniya li ser Tumî Bilind.
Ev malên ku xuya dibin,
gundê me yê nu ye.
Gava em li ber malê sekiniyan, ćend gundiyên me, cîranên me źî li wir bun.
Me silav l’ hev kir u barê xwa źi erebê daxist.
Min digot ez hema źi malê derbikevim u berê xwa bidim wan ćiyan.
Me pêśta ćayek vexwar. Paśê min got aha va ye ez bi destur u oxira we berê xwa didim van ćiyan.
Kekê min got ew źî dixwaze bi min ra were.
Me solên xwa l’ xwa kirin u derketin der.

Me yê berê xwa bidaya Tumî Bilind u heta Deśt’ê derbiketina.
Makîneya min źî li ba min bu.
Kaniya li ser Tumî Bilind.
Gava me berê xwa daa Tumî Blind, bi hêdîka mesefeyeke drêź kete navbera min u kekê min.
Ez li paś, ew li pêś.
Min her cara ku tiśtekî balkêś u xwaśik didît, di cî da resimek dikiśand.
Źixwa her der bi gul u ćîćekan dagirtî bu.
Min qet nedixwast ku bê girtina wan resiman di ber wan ra derbaz bibim u herrim.
Li nîviyê kaśê Tumî Bilind kaniyek hatî bu ćêkirin, kekê min li wir li benda min disekiniya.
Me bi têra xwa av źê vexwar, min ćend resim girtin u em dîsan ketin ser riya xwa.

Gava ez hatim u gêśtim źor, min kekê xwa carekê zi dur va dît u ewqas. Berbi hêla Arîgazê u zozana gundê me va diću.
Kaniya li ser Tumî Bilind.
Lê ez bi temamî ketî bum nav bedewiya xwezayê, bala min di nav xwezayê da heliya bu u ću’bu.
Li ser rê min gêleyên/moriyên reś dîtin. Zaroktiya min u ew moriyên ku min źê hez dikirin ...
Ez heta ćend deqqan li ba wan gêleyan runiśtim, min l’ wan mêze kir.
Vê gavê źi berî ćil salan bi hêztir xuya dikirin, di ćuyîn u hatinê da bi xwa bawer xuya dikirin.
Berxikên minino, herhal b’ hatina min hesiya bun.
Herê bavikino, herê, xwadê l’ min hatiye rehmê vê carê.
De îcarê ...
Canê ...



Ciwan Haco: "Dil źi min bir"






Donnerstag, 23. Juli 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -7-



Roźa din, roźa śemiyê, 27ê temmuzê, em li navenda baźêr hatin ba hevdu.
Gotin em herrin Śelale’ya li Ćaxlayan’ê.
Sala derbazbuyî źî em ću’bunê.
Śelale’ya li Ćaxlayan’ê
Mixabin kesek l’ erebê hilnedihat. Min got ez ê bi mînubusê werim.
Lê canikan bernedan ku ez bi tenê bi mînubusê herrim.
Gotin bila Doxo źî bi te ra were. Tevî ku di serê min da ti tiśt tunebu źî, paśê min sebeba xema wan dît u fam kir.


Rawestgeha mînubusan ya berbi Ćaxlayan’ê li nêzzîkî mala bavê min bu.
Śofêr got ewê heta bîst deqqan derbikevin rê.
Min u Doxo, me bi hev ra volteyek havit u em dîsan hatin ba mînubusê.
Heqqê bîlêtê ya kesekî tenê ćar lîre bun.
Źi derî me źinek u du mêrên din di mînubusê da bun.
Em di nîv seetî da gêśtin Śelale’ya li Ćaxlayan’ê.

Śelale’ya li Ćaxlayan’ê
Yên me źi berî me hatî bun. Paśê em bi hev ra ćun restorentê.
Mase bi temamî li der in, di bin daran da ne. Ava ku źi hêla ćiyayên Dêrsim’ê va dihat, di bin wan dar u maseyan ra diherikiya.
Heebuna avê hewayeke xwaś dide restorentê.
Me źibo xwarinê selete, mirîśk u dew sîparîś dan.
Li ba maseya me hopikek hee’bu. Tê da masî bi vir u wir da δićun u dihatin.

Źi piśtî xwarinê bavê min bi mînubusê vegerriya nav baźêr, em źî peya berbi hêla roźhilat meśiyan.
Li ba vegerra me śeś heb kućikên mezin rastî me hatin.
Gelekî serê me hêśandin. Pićek maa ku her tiśt źi kontrolê derbikeve.
Bêbextiya me bu ku li derudorê ne darek u ne źî kevirek hee’bu.
Me li wê derê zêde drêź nekir u em dîsan vegerriyan malê.

Em heta nîvî śevê bi hev ra runiśtin.
Li ser riya Erzingan u Ćaxlayan’ê
Paśê kekê min Doxo bi erebê bir hotêla wî u vegerriya. Me u Doxo, me yê roźa din dîsan hevdu bidîta. Heta nîvroyê me wextê xwa li malê derbaz kir.
Hêdî ćuyîna wexta gund hatî bu.
Me tiśtên xwa yên pêwist kirriyan, l’ erebê sîwar kirin u ćun Kebapistan’ê. Me yê źi berî rêwîtiyê xwarina xwa ya nîvroyê bixwara.
Hewa pirr germ bu.

U em derketin rê. Heta gundê me li dor heftê kîlomêtroyan drêź bu.



Ciwan Haco: "Gund U Baźarên Ćadirî"






Dienstag, 21. Juli 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -6-


Gava ez u Doxo źi hevdu veqetiyan, min got ez ê heta du-sê seetan li têlefona te bixînim, daku em dubare li navenda baźêr, li ber kaniya parkê werin cem hevdu.
Bi vê mebestê min berê xwa daa malê.
Bavê min źî li malê bu.
Di dema îftarê da bi carekê va
kolan vala bun.
Heger śaś nebim seet li dor 18an bu.
Em li odeya runiśtinê bun. Em dubare li ser rêwîtiya me ya berbi gund va axiviyan.
Di dawiyê da me got em roźa yekśemê herrin, yanî dusibehê, 28ê hezîranê.
Paśê bavê min źibo ku tiśtekî li mitfexê bigire, rabu ser xwa u ću mitfexê.
Źi piśtî ćend deqqeyan zengila deriyê malê lêda.
Min got herhal cîranên bavê min in, loma ez li śuna xwa neliviyam. Li benda bavê xwa bum ku herre dêrî vebike. Źixwa mitfex hema li ba deriyê malê ye.
Lê dengê bavê min qet nedihat. Min xwa bi xwa ra got dibe ku nebihîstî ’be.
Ev ciyê vekirina îftarê ye ku
belediyeyê orxenîze kiriye.
Helbet herkes hêsaba siyaseta xwa dike.
Îcar ez rabum ku berbi dêrî bimeśim. Gava ez gêśtim deriyê odeya runiśtinê, min li hêla din ya korîdorê, li paś deriyê malê bavê xwa dît, dixwast ku dêrî vebike.
Lempeya korîdorê vênediket, loma korîdor pićekî tarî bu.
Gava bavê min derî vekir, yekcar dengekî bilind ya kećikekê hate guhên min.
Hema hun bibeźîn qîrrînek bu.
Źiber tarîtiyê u nebuna berćavoka min min nekariya kesekî nas bikim.
Hewayeke suprîzane li ber dêrî difuriya.
Ez pićekî berbi dêrî ćum ...
Îcar min dengê braźin u brayê xwa Smêl nas kir.
Bi hev ra digotin, «Apooo, ma tu mêvanan qebul dikî? Heger nakî źî bibêźe haaa, em herrin hotêlê.»
Herê, kekê min Smaîl, braźina min Gul u keća wan Duygu hatî bun ...
Surprîzeke bi can u rih bu.
Ez pićekî śaś bum.
Em li benda hevalê kekê xwa bum, źibo ku nasname u pesporta min b’îne u bide me.
Lê qasî ku xuya dibu, canikan ew derew îcad kiriye.
Me hevdu himbêz kir.
Bavê min pirr bi kêf bu.
Ha ha źi keća kekê min Duygu ra digot, «Kećê, pîs Duygu, tu ćima hatî, hi?».
Em bi hev ra ćun odeya runiśtinê.
Ev der navenda Erzingan'ê ye.
Gul hema bi lez berê xwa daa mitfexê, źibo ku ćayekê bikelîne. Źi ćayê pirr hez dike.
Me gotina pićekî drêź kir. Gotin em li dor sisêyan ćarekê hatin. Lê hun li malê nebun. Paśê em ćum mala Bîrgul’ê, vê gavê diya wê pirr giran nexwaś ketiye.
«Di rastiyê em ê doh bihatina. Me digot em herrin Beghyanî li balafirgehê bigirin, surprîzekê lê bikin. Lê mixabin em mecburen doh ćun nexwaśxaneyê źiber ćend tehlîlên Gul’ê. Źi piśtî ku me karê xwa xelas kir em hema derketin ser rê ...», gotin.
Em bi hev ra derbazî nav mitfexê bun, źibo ku ćaya xwa vebixwin.
Źibo taśtê ći hee ye, li ser masê raxistin.
Paśê min got ez têlefonî Doxo źî bikim, bila ew źî were. Min du caran têlefon kir. Lê dengê lêdana têlefonê qet nedihat. Loma źî ez hatim li śuna xwa runiśtim.
Lê li hêla din l têlefona Doxo xistiye, him źî du caran, tevî ku min gotî bu ez ê tenê carekê bidim lêxistin źî.
Tabî Doxo ćuye li ber kaniyê qasî 15 deqqan payiye u paśê xwa bi xwa ra gotiye herhal tiśtek bu ku Beghyanî du caran l’ têlefonê xist.
Radibe têlefonî mala bavê min dike.
Ez bi tesedufî ćum têlefonê, Doxo li hêla din bu.
«Tu ćima nehatî, Beghyanî? Va ye ez li benda te me.»
«Biborîne cîgerim, min nedizaniya ku têlefona te lêxistiye. Lê bavê min yê kafir xwa zêde rind hîss nake, heger mumkun ’be tu carekê b’ vir da were, em bi hev ra ćayekê vebixwin u paśê derbikevin der.»
Doxo gotin zêde drêź nekir. Got temam u têlefon girt.
Heta 15 deqqan hate malê. Gava kete hundir u civat dît, guhên wî bun vîtvîtîkî.

«Ê ka te digot kalo nexwaś e, nankoro!»



Ciwan Haco: "Gulek"






Sonntag, 19. Juli 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -5-



Roźa din, yanî roźa îniyê, sibehê di seet nehan da Doxo hat.
Em bi hev ra heta navenda baźêr meśiyan, em l’ texsiyekê sîwar bun u ćun goristana Ula’yê. Źixwa tenê ćend deqqe bun.
Lawê cîranê me yê li Ula'yê.
Min bi tesedufî gorna wî dît.
Sala buhurî wefat kiriye.
Lê li ser kevirê gorna xwa bi kurdî daye nivîsîn.
Xoce hîn nehatî bu. Du karkerên ku li wê derê kar dikirin, gotin mala wî ne dur e. Yekî têlefona xwa derxist, pê l’ nimroya xoce kir u daa xwarziyê min Doxo.
Drêź nekim, Xoce heta bîst deqqan hat. Kurdê me yê elewî bu.
Di nav deh deqqeyan da diaya xwa xwand u xelas kir.
Doxo pêncî lîre daa wî u nobedarê goristanê. Paśê ew mêweyên ku li ser sîniyekê bun, daa ber wan u karkeran ...
Źiber ku texsî ću’bu, em heta sekingeha mînubusê meśiyan. Bavê min got ez ê herrim nav baźêr.


«Baś e, bavo. Tu herre, ez u Doxo bi hev ra terrin mala me ya hilweśandî.»
Doxo bi bapîrê xwa ra (bi bavê min ra) dilîze.
Sînî hîn di destê Doxo da ye u em berbi sekingehê terrin.
Me got bila wê sîniyê źî bavê min bi xwa ra bibe. Lê gava mînubus hat u bavê min berbi mînubusê meśiya, yekcar b’ śun da vegerriya, «Ez ê vê ći bikim, ha źi we ra, pê ći dikin bikin!», got u sînî li ser herdê berbi me va havit.
Em źi kennan źi hev ketin.
Bavê min ewqas bi fors e ku, nayê gotin. Gava mesele tê ser forshavitinê, milkê dinê źî di ber ra herre, ne xema dilê wî ye ...

Min u Doxo, me berê xwa daa mala wan (me) ya wêrankirî.
Li ciyê malê kevirekî ćikandî źî nemayî bu ...
Paśê min got ka hele were em berbi dukana taxa me va herrin.
Dukan hîn li ciyê xwa bu. Xwadiyê dukanê yê nu kî bu, min nedizanî.
Mala me ya tarumarbuyî.
Neviyê meta min Śahîn’ê bîst salî li ber dukanê bu. Min ew nas nedikir, Doxo got neviyê meta te Nazli’yê ye. Me ćend tiśt kirriyan u derketin.
Śahîn bi kurdî dizaniya. Lê bi śêweyeke pirr ecêb u lebbebkî dipeyîviya. Kêfa min pê hat (źixwa Śahîn ewê paśê bi tesedufî bibe rêhevalê min yê riyeke drêź) ...
Ez u Doxo, pêra em bi hev ra heta hêla din ya Ula’yê ćun.
Em ćun bîroya Denîz’ê źi gundê me yê cîran.
Em ketin hundir. Keća wî li bîroyê bu. Got Denîz ćuye gund.
Me xatir źê xwast u derketin der.
Li ser rê dukaneke mêwe u sewzeyan hee’bu.
Me li wir kîloyek kîraz kirriya, li ber kaniya śaredariyê śuśt u dîsan derketin ser rê.
Em heta navenda baźêr him meśiyan u him źî me kîrazên xwa xwarin.
Ya rast me di nîviya rê da kîraz xelas kirin.

Kîraz pirr erzan bun. Kîloyek li dor 2 lîreyan bu. Loma źî min u Doxo, me di roźên din da źî ha ha kîraz kirriya u xwar.




Ciwan Haco: "Destana Egîdekî"






Samstag, 18. Juli 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -4-



Kunefe
Źi piśtî xwarina me ya bi ćend kevćiyan em dîsan derbazî odeya runiśtinê bun.
Heta seetekê bi hev ra runiśtin.
Paśê ez u Doxo bi hev ra derketin der ku herrin demekê li nav baźêr bigerrin.
Em di nav baźêr da pićekî b’ vir u wir da ćun u hatin.

Doxo nedizaniye ku bavê min, yanî bapîrê wî, li baźêr buye, loma li hotêlekê źibo deh roźan cî rezerve kiriye. Li wê dimaye.
Em bi hev ra ćun hotêla Doxo źî.
Mêro li bufeya hotêlê kîloyek pendur kirriya u daa min, «Pirr xwaś e, sibeh bi taśtê bixwe.», got.
Bi qasî du seetan em gerriyan. Paśê Doxo ez birim restorenta elewiyên me yên kurd, birim «Kebapistan»ê. Hema li navenda baźêr e.
Cano dixwast em bi hev ra śîrîniya bi navê «kunefe» bixwin. Bi gotina wî pirr źê hez kiriye.
Em ćun, me sîparîśa xwa daa, xwar u derketin der.
Kofte
«Kunefe» bi qedeyîf dihatiye ćêkirin. Di śiklê ćorekeke pićuk da ye, qasî sentîmêtroyekê stur e. Źi piśtî sorkirina di nav firinê da śerbetê lê dikin u didin ber meriv. Lê pirr śîrîn e.
Tevî ku min li ba xwarinên xwa yên paśê hertim got bila tenê bi qasî du kevćiyên ćayê śerbetê lê bikin źî, fam nekirin.
Źiber roźiya remezanê bi zêdeyî ciyên xwarinxwarinê girtî bun.
Tenê ćend heb restorentên elewiyên me yên kurd vekirî bun. Tabî wekî makîne kar dikirin. Yanî remezan b’ kêrî wan hatî bu.

Doxo dixwast roźa din, roźa îniyê, herre li ser gorna dayika xwa (xwanga min ya mezintirîn e) diayekê bide xwandin. Loma źî digot ewê sibeh di seet nehan da were mala bavê min, me źî bi xwa ra bigire u bibe gundê me yê duyem yê li kêleka baźêr, me bibe goristana Ula’yê (źi zu va ye ku Ula buye perćeyeke baźêr).

Lehmecun
Gava ez wê hêvarê vegerriyam malê, bavê min got Îsmêl têlefon kir u dibêźe ewê sibeh paś nîvroyê hevalekî min were Erzingan’ê, min nasname u pesporta Beghyanî dan wî, ewê b’îne u bide we.
Min zêde serê xwa pê ne’êśand, «Tiśt nabe bavo, ku nebu em ê têlefonî wî bikin u ez ê herrim u bigirim.».
Paśê em pićekî li ser ćuyîna xwa ya gund axiviyan.
Bavê min rehet xuya dikir, «Tu wî karî źi min ra bihêle. Tenê źi min ra bibêźe ka em kengê herrin gund, ew bes e.».
Me bi hev ra gotina xwa di dawiya heftê da kir yek u rabun ser xwa.
De śevbaś  bavo, śevbaś!

Źi te ra źî Beghyanî’yê min, źi te ra źî!



Raperin / Murady: "Hate Ber Dêrî"






Donnerstag, 16. Juli 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -3-



Min deriyê blokê vekir u ketim korîdorê.
Seetekê dereng mayî bum.
Herhal bavê min aniha bê sebir li benda min bu.
 Ćaya «Newroz» ya ku min źi bavê xwa ra bir.
Tenê bu.

Kekê min źi heftekê berî rêwîtiya min di têlefonê da gotî bu ewê nekarin werin.
Tevî ku tam bellî nebuye źî biźîśkan gotiye îhtîmalen źina we bi nexwaśiya penćeśêrê/qansêrê ketiye. Ligorî encamên tehlîlan tenê ew îhtîmal hanîne zmên.
Tabî vê surprîza nepayî her tiśt di nav malbatê da tevlihev kir u berda ...

Ez bi turika xwa ya giran, ku li ser piśta min bu, u bi ya di destê xwa da peya heta qata ćaran derketim.
Korîdar mîna sala derbazbuyî bu.
Min l’ zengila deriyê  bavê xwa xist.
Doxo u bavê min li navenda
Erzingan’ê li ser ćarśiya bin herdê.
Źi hêla hundir va kesek nêzîkî dêrî bu, bêyî ku dêrî vebike, «Ew kî ye li wir?», got.
Dengê xwarziyê min Doxo bu. Doxo źi Elmenye’yê ćar roźan źi berî min hatî bu Erzingan’ê. Lê min nedizaniya ku li ba bavê min e.
«Ez im, dîniko, dêrî vebike!»
Bi hêdîka derî pićekî vekir u sekiniya, «Herre, em te nas nakin, dizzo!».
Paśê hate îmanê u ez berdam hundir.
Me gelek sal bun ku hevdu nedîtî bu.
Źi piśtî ku me hevdu himbêz kir, min mêze kir ha wa ye bavê min źî li hêla din ya salonê berbi me va tê.
Me bi nermî hevdu himbêz kir. Paśê berbi odeya runiśtinê ćun.
Ew li ser sofayekê, ez li ser sofeyekê runiśtin.
Derengmayîna min pićekî di wî da bê rehetî ćêkirî bu.
Źi piśtî ku min sebeba derengmayîna xwa źê ra, pićekî rehet kir.
«Yanî tiśtekî nabêźim, normel e. Her tiśt dikare bibe. Min tenê hindikî merax kir, loma.»

Doxo hate ba me u dixwast ez bi wî ra herrim mitfexê u xwarina ku bavê min roźek berê patî bu, em bi hev ra bixwin.
Bavê min kartof u gośt bi hev ra kelandî bu.

Tabî pîlava bulxurê źî li cem bu.



Ciwan Haco: "Hey Hey"