Roźa din, roźa śemiyê, 27ê temmuzê, em li navenda baźêr hatin ba
hevdu.
Gotin em herrin Śelale’ya li Ćaxlayan’ê.
Sala derbazbuyî źî em ću’bunê.
Śelale’ya li Ćaxlayan’ê |
Mixabin kesek l’ erebê hilnedihat. Min got ez ê bi mînubusê
werim.
Lê canikan bernedan ku ez bi tenê bi mînubusê herrim.
Gotin bila Doxo źî bi te ra were. Tevî ku di serê min da ti tiśt
tunebu źî, paśê min sebeba xema wan dît u fam kir.
Rawestgeha mînubusan ya berbi Ćaxlayan’ê li nêzzîkî mala bavê
min bu.
Śofêr got ewê heta bîst deqqan derbikevin rê.
Min u Doxo, me bi hev ra volteyek havit u em dîsan hatin ba
mînubusê.
Heqqê bîlêtê ya kesekî tenê ćar lîre bun.
Źi derî me źinek u du mêrên din di mînubusê da bun.
Em di nîv seetî da gêśtin Śelale’ya li Ćaxlayan’ê.
Śelale’ya li Ćaxlayan’ê |
Yên me źi berî me hatî bun. Paśê em bi hev ra ćun restorentê.
Mase bi temamî li der in, di bin daran da ne. Ava ku źi hêla ćiyayên
Dêrsim’ê va dihat, di bin wan dar u maseyan ra diherikiya.
Heebuna avê hewayeke xwaś dide restorentê.
Me źibo xwarinê selete, mirîśk u dew sîparîś dan.
Li ba maseya me hopikek hee’bu. Tê da masî bi vir u wir da δićun
u dihatin.
Źi piśtî xwarinê bavê min bi mînubusê vegerriya nav baźêr, em źî
peya berbi hêla roźhilat meśiyan.
Li ba vegerra me śeś heb kućikên mezin rastî me hatin.
Gelekî serê me hêśandin. Pićek maa ku her tiśt źi kontrolê
derbikeve.
Bêbextiya me bu ku li derudorê ne darek u ne źî kevirek hee’bu.
Me li wê derê zêde drêź nekir u em dîsan vegerriyan malê.
Paśê kekê min Doxo bi erebê bir hotêla wî u vegerriya. Me u
Doxo, me yê roźa din dîsan
hevdu bidîta. Heta nîvroyê me wextê xwa li malê derbaz kir.
Hêdî ćuyîna wexta gund hatî bu.
Me tiśtên xwa yên pêwist kirriyan, l’ erebê sîwar kirin u ćun Kebapistan’ê.
Me yê źi berî rêwîtiyê xwarina xwa ya nîvroyê bixwara.
Hewa pirr germ bu.
U em derketin rê. Heta gundê me li dor heftê kîlomêtroyan drêź
bu.
Ciwan Haco: "Gund U Baźarên Ćadirî"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen