Em hatin li Stembol’ê daketin.
Tevî ku em dereng mayî bun źî qet xema min nebu.
Balafirgeha Erzingan'ê. |
Ez bê lez berbi deriyê der va ćum, derketim der u dîsan di
deriyê din ra ketim hundir.
Mîna sala buhurî, gava ez cara yekem hatî bum u ću’bum Îzmîr’ê,
vê carê źî balafira min ya berbi Erzingan’ê ewê li perona 406an rabibuya.
Min źi vê nimroya 406an qet hez nekirî bu u hîn źî źê hez nakim.
Di ciyekî talde da ye. Nimroya 406 źî li ser deriyê peronê
nehatiye nivîsîn. Yanî pirr tevlihev e. Loma ćend seniye mayî bun ku ez par
balafirê birevînim ...
Balafira berbi Erzingan’ê źî dereng l’ hewayê ket.
Du źinên tirk yên sal girtî u bi ćarśefan li ba min runiśtî bun,
bi roźî bun.
Dayik u keć bun.
Wan paśê xwarina bi xwa ra girt u bir malê.
Balafira me bi qasî 25 deqqan derengmayî di seet 16:00an da daket. Ez li balafirgeha Erzingan’ê nîv seetî zêdetir li benda turika xwa
mam.
Źiber vê yekê bi têra xwa aciz bum.
Balafirgeheke ewqas pićuk u li dor ćil deqqeyan payîn!
Di dawiyê da xaltîkeke berpirsiyar got ewê turikên rêwiyên źi Ewrupe’yê
li wê hêla din werin der.
Turika min ya bi ćîkoleteyan dagirtî paśê hat. Min hilgirt u
berê xwa daa der. Ez ê bi texsiyekê bićuma mala bavê xwa.
Pîkabek li ciyê texsiyan di dorê da bu, ez lê sîwar bum u em
ketin rê.
Gelek pirs źi min kirin. Min źî bi du-sê peyvan bersîva wî dida.
Di nav deh deqqan da em gêśtin bloka ku bavê min tê da dima.
Hewa germ bu.
Heqqê rê 23 lîre girt.
Min 25 lîre dayê u xatir źê xwast. Kerta xwa daa min, «Heger
pêwistiya we bi texsiyekê hee’’be, hun hertim dikarin têlefonî min bikin.»,
got.
Min spas kir u berê xwa daa deriyê blokê.
Bavê min ewê li benda min bibuya.
Ciwan Haco: "Hey Dilberê"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen