Roźa din, yanî roźa îniyê, sibehê di seet nehan da Doxo hat.
Em bi hev ra heta navenda baźêr meśiyan, em l’ texsiyekê sîwar
bun u ćun goristana Ula’yê. Źixwa tenê ćend deqqe bun.
Lawê cîranê me yê li Ula'yê. Min bi tesedufî gorna wî dît. Sala buhurî wefat kiriye. Lê li ser kevirê gorna xwa bi kurdî daye nivîsîn. |
Xoce hîn nehatî bu. Du karkerên ku li wê derê kar dikirin, gotin
mala wî ne dur e. Yekî têlefona xwa derxist, pê l’ nimroya xoce kir u daa
xwarziyê min Doxo.
Drêź nekim, Xoce heta bîst deqqan hat. Kurdê me yê elewî bu.
Di nav deh deqqeyan da diaya xwa xwand u xelas kir.
Doxo pêncî lîre daa wî u nobedarê goristanê. Paśê ew mêweyên ku
li ser sîniyekê bun, daa ber wan u karkeran ...
Źiber ku texsî ću’bu, em heta sekingeha mînubusê meśiyan. Bavê
min got ez ê herrim nav baźêr.
«Baś e, bavo. Tu herre, ez u Doxo bi hev ra terrin mala me ya
hilweśandî.»
Doxo bi bapîrê xwa ra (bi bavê min ra) dilîze. Sînî hîn di destê Doxo da ye u em berbi sekingehê terrin. |
Me got bila wê sîniyê źî bavê min bi xwa ra bibe. Lê gava
mînubus hat u bavê min berbi mînubusê meśiya, yekcar b’ śun da vegerriya, «Ez ê
vê ći bikim, ha źi we ra, pê ći dikin bikin!», got u sînî li ser herdê berbi me
va havit.
Em źi kennan źi hev ketin.
Bavê min ewqas bi fors e ku, nayê gotin. Gava mesele tê ser
forshavitinê, milkê dinê źî di ber ra herre, ne xema dilê wî ye ...
Min u Doxo, me berê xwa daa mala wan (me) ya wêrankirî.
Li ciyê malê kevirekî ćikandî źî nemayî bu ...
Paśê min got ka hele were em berbi dukana taxa me va herrin.
Dukan hîn li ciyê xwa bu. Xwadiyê dukanê yê nu kî bu, min
nedizanî.
Mala me ya tarumarbuyî. |
Neviyê meta min Śahîn’ê bîst salî li ber dukanê bu. Min ew nas
nedikir, Doxo got neviyê meta te Nazli’yê ye. Me ćend tiśt kirriyan u derketin.
Śahîn bi kurdî dizaniya. Lê bi śêweyeke pirr ecêb u lebbebkî
dipeyîviya. Kêfa min pê hat (źixwa Śahîn ewê paśê bi tesedufî bibe rêhevalê min
yê riyeke drêź) ...
Ez u Doxo, pêra em bi hev ra heta hêla din ya Ula’yê ćun.
Em ćun bîroya Denîz’ê źi gundê me yê cîran.
Em ketin hundir. Keća wî li bîroyê bu. Got Denîz ćuye gund.
Me xatir źê xwast u derketin der.
Li ser rê dukaneke mêwe u sewzeyan hee’bu.
Me li wir kîloyek kîraz kirriya, li ber kaniya śaredariyê śuśt u
dîsan derketin ser rê.
Em heta navenda baźêr him meśiyan u him źî me kîrazên xwa
xwarin.
Ya rast me di nîviya rê da kîraz xelas kirin.
Kîraz pirr erzan bun. Kîloyek li dor 2 lîreyan bu. Loma źî min u
Doxo, me di roźên din da źî ha ha kîraz kirriya u xwar.
Ciwan Haco: "Destana Egîdekî"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen