Îcar ez dixwazim di ćend gotaran da li ser rêwîtiya xwa ya berbi
Kurdistan’ê va bisekinim.
Źixwa her rêwîtî bi xwa dibe serpêhatiyeke din, dibe maziyeke din
ya heebu-nebu, dibe ćîrokeke weylooo u terre.
Tiśt nabe, bila ćîrok bi ćîroktiya bimînin.
Bê ziyan e.
25ê hezîranê ez di seet ćar u nîvê sibehê da heśyar bum.
Di balafira berbi Stembol'ê da. |
Min bi keft u left karubarê xwa yê mayî hal kir u bi her du
turikên xwa derketim der.
Seet śeś bu.
Gava ez gêśtim rawestgeha tremweyê, min dît ku tremwey źi berî
du deqqen ćuye.
Li benda tremweya din mam.
Balafira min ewê di seet 07:40ê da rabibuya.
Wext zêde nemayî bu.
Ez di seet 06:35an da gêśtim balafirgehê.
Śensa min hee’ buye ku ez zêde l’ gîśeya bîlêtgirtinê negerriyam.
Min bîlêt girt, turika xwa ya ćîkoleteyan daa hundir, turika din
bi xwa xwa ra girt u bi lez berbi deriyê derbazbuna hundir va meśiyam.
Ew źî hal bu.
Paśê heta l’ qata źêrîn daketim. Li trêna ku wir li benda rêwiyan
bu, siwar bum u trên berbi salonên payînê yên balafiran derkete rê.
Ez di wextê xwa da gêśtim salona payînê.
Paśê derî vekirin u em yek bi yek derbazî hundir bun.
Źi piśtî ku em li śunên xwa bi cî bun, gotin ewê balafir qasî bîst
deqqan dereng rabibe; źiber ku ćend kes dereng mane!
Di dawiyê da em qasî ćil u pênc deqqan dereng rabun.
Hewayeke germ li derudorê hee’ bu. Tabî ev źî śensa min ya
rebenok bu di vê roźa «de ya bi xêr» da.
Firat Guneś: "Cemo" (bi kurdiya zazakî)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen