Îsal źî rêwîtiya min ya berbi Kurdistan’ê va bi dawî bu.
Źi 25ê hezîranê heta 7ê temmuzê.
Di vegerra xwa da min perćeyek źi roźên buhurî bi xwa ra girt u
haniya.
Śopên kur li paś mane.
Tiśt
hee’ bun ku źi binî va kor bu’bun.
Yên
mayî źî bi qîrr u hawar bun.
Min
însan dîtin, nîvmirî bun.
Min
kêzik u mêś dîtin, źi kezeba reś mîlîtanên ćavsor bun.
Min
av dîtin, rehma dilopên xwadê b’ ser herdê da vala dikirin.
Min
gur dîtin, bi śermokî u xurur berbi ćiyayên xwa dimeśiyan.
Min
hirć dîtin, bi xemgînî l’ ćavên meriv dinêriyan.
Min
kevirên źi dîwarên kuśtî dîtin, bi hurmet u merhemet bun.
U
min roźên ćil salî yên bi rik u kîn dîtin, bi zarokên ćil salî yên porspî.
Ciwan Haco: "Ax U Eman"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen