Freitag, 25. September 2015

Mittwoch, 23. September 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -21-: Efsane -1-



[ ... ]
Ćavên min yên bi pagên lanet ...
Westiyayî ...
Źi canê min yê talanbuyî dadikevin źêr.
Źi canê min yê talanbuyî dadikevin ser herda bi xewnên xewar.
Li paś piśta min l’ ćîroka xwa temaśe dikin.
Di meśa xwa da bê dil in berbi ziyareta sedsalî va.
Carina l’ dîwarên źihevketî, carina l’ meytên li ser girê, carina l’ ava nahalê mêze dikin.
[ ... ]
Lerizeke bê rawe di laśê min da xwa pal dide.
[ ... ]
Di bin rooźê da ćermê min buye deśteke bi xopan.
Agir pê nagire.
Can buye beyareke bi kevir.
Bi ewrên tobekar ra źê direve ava kesk.
[ ... ]
Dengekî asude b’ min girtiye u bi girmegirm lêdide.
Hestên min b’ firê ketine di nav atmosfereke ćiyayî da.
Pel bi pel digerrin.
Difirin, heta ku źihevketî xwa li ser herdê drêź dikin.
Birînên xwa l’ herda sor didin.
Bê hawar in di nav derguśên xwa yên bê miźmoźik da.
Di nav herdê da rengên xwa yên kesk, sor u zêrîn diriźînin.
Li źor śewqa xwadayên rooźê li ziyaretgeha ćiyayî bilind dibe.
Eźderheyên bi ćavên zîvîn źê radihêźin lutkeyên spî.
Bi hespên bê zîn in.
Śeyînên bi nefret zinaran di nav geliyên asê da hurhurî dikin.
[ ... ]
Dengekî xwadayî xwa di nav kendalên guhên min da dike xewê.
[ ... ]
«Herre ser ćokan», dibêźe, «herre u xwa di nav herda xwa da ćal bike, bikeve nav rihê xwa yê ebediyen u careke din źî ranebe!».
Ewê xewneke hevrîśimîn di nav ćîroka min da bibarîne.
Guharkên dizziyayî bi bêdengî gunehên xwa diheźînin b’ ser da.
Li ser zmanê min ćekuyên bi hêś îbadeta xwa dikin.
Perćeyeke bi kîn źi kezeba min li ser herdê ramediye.
[ ... ]
Li hêlekê źaneke tuź di nav sînga min ra dikeve nav canê min, li hêleke din bextewariyeke efsunî min bi baskên zêrîn l’ hewaya sayî dixe.
Herhal ez ê vê carê l’ herdê nekevim, dibêźim.
Źixwa ez zarokekî vê herda sor yê nîvsedsalî bum.
Ez ê bifiriyama vê carê.
Ev herd dayika dayika min bu.
Ez neviyê wê yê reviyayî bum.
Ev herd dapîra min ya bi neynikên herî bu.
Min ev xwalî xwarî bu li ser ziyaretgehên xwadayên hezar salî.
Xwadayên me źê ćêbuyî bun.
Xwadayên me źê hatî bun.
Xwadayên me źê ćuyî bun.
U wan em li paś xwa hiśtin.
U ew li paś me man, bê ćîrok.
[ ... ]


                                         Îlon 2015, Zürich





Montag, 14. September 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -20-



Dem li dor min sosreta di nav canê xwa da berbide ser herdê. Yadê, ewê ev herd bipengize pê.
Bi girmegirm e.
Li źêr kevirên dîwarên
holika me ...
Min dipêće u diheźîne.
Serê her kêliyê źi min ra ćîroka xwa dibêźe.
Bi vingeving e.
Bi fîzîniyên xwa dixwaze lezê l’ min bide.
Lê carekê laś cemidiye di nav bextê xwa da.

Dengê kućikên li źêr bi ahengî l’ ćiyayan dikeve.
Ez ê dabikevim.
Li hêla paś girê ez ê bi gopala xwa xwa bi hêdîka ber’dim ser herda li źêr.

Ez ê di ber holika me ya źi berî ćil salan ra gav bi gav berê xwa bidim berbi bakur va.
Kaśa berbi ziyaretê va.
Ziyareta li ser lutkeya ćiyê bi sebir l’ min dipê.
Ez dadikevim, têm di ber holika me ra derbaz dibim.
Disekinim. Atmosfereke hênik di nav sînga min da ćêdibe.
L’ wan dîwarên xerabe yên bi keviran mêze dikim.
Li ciyê ku me nivînên xwa datîniyan, digerrim.
Herhal roźinga di nav holika me da śopek li paś hiśt, dibêźim.
L’ dîwarê berbi hêla roźava va dinêrim.
L’ roźinga xwa digerrim.
L’ roźinga me digerrim.
Bedewiya li ser kaśa berbi
ziyaretê va
Ne roźing u ne źî śopeke xerabe li ber maye.
Roźinga me di nav dem u herda xwa ra buhuriye u ćuye.
Bê ćare careke din l’ derudorê mêze dikim.
Ava di nav nahalê da ćavên min berbi xwa va dikiśîne, pê dilîze.
Ćavên min diśoy.
Rehetiyeke bê tarîf l’ canê min digire.
Her du kefên destên min bi hêdîka radibin źor u tên li ser sînga min rudinin.
Xwa l’ her du pîlên/milên min radihêźin.
Canê min germ dibe.
Herhal naxwazim dest źi zaroktiya xwa ber’dim, dibêźim xwa bi xwa ra.
Bedewiya li ser kaśa berbi
ziyaretê va
Yan źî dibêźim, dibe ku himbêzeke xatirxwastinê ’be ya di sînga min da.
L serê gira xwa ya efsaneyî mêze dikim.
Her du zinarên spî, her du meytên min yên spî li śuna xwa runiśtî belek u belek min bi xwa ra dixin nav xewneke firiyayî.
Ćêźeke mestane xwa di nav kortikên ćavên min da l min radipêće.

Ćavê mino, dibêźim, hîsseke lezîz ya herda bi sebir e ev bextewarî, hîsseke lezîz ya herda bi sebir ...




Tara Mamedova: "Lê Lê Rihê"







Freitag, 11. September 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -19-



Li ser gira xwa ya efsaneyî me.
Cara yekem li ser gira xwa ya efsaneyî l’ roźên paś xwa dinêrim.
Cara yekem li ser gira xwa ya efsaneyî ćiyayên li paś wê kifś dikim.
Cara yekem li ser gira xwa ya efsaneyî cîhaneke din ya nu di nav dîmenan da berhev dikim.
Cara yekem min li ser gira xwa ya efsaneyî dît ku ti kesekî xerîb li paś wê tun e.
Zozana gundê me u ew gira li paś
xaniyê ku tam di navika resimê
da ye.
Berê min berbi bakur va yek bi yek l’ wan ćiyayên bi bereket mêze dikim.
Merhemeta demên buhurî, kelecaniya zaroktiya ćuyî b’ gewriya min digire.
Dilê min bi rehm lêdixe, naxwaze źi «ćiyayê» zaroktiya xwa dabikeve.
Ligel her du zinarên xwa yên spî dikeve sikratê.
Du meytên canê min in hun, dibêźe.
Bi pênc tiliyên xwa yên di vê sedsalê da her du meytên xwa mist dide.

Canekî sivik di zikê min da dibiśkive.
Ćav l’ min sor dibin.
Ruyê min germ dibe.
Tevizîneke hurik bi laśê min digire.
Ez li ser meyta xwa ya spî rudinim.
Ayîneke ebediyen li dor min dizivire.
Îcar xwadê di rehma xwa da xuya dike, min bi xwa ra dibe u tîne.
Ziyareta bi du lutkeyan
ya taa li hêla rast.

Bayekî nermik tê li ser bedena min drêź dibe, źi min hez dike.
Herhal bextewar im, dibêźim.
Ez u xwadê, em di halê xwa da l’ hevdu mêze dikin.
Vê carê xwadê di meyta min da asê maye.

Ćavên min bê hemdî l’ her du lutkeyên ziyaretê mêze dikin.
Di nav kevanka xwar ya her du lutkeyan da ćavên min dicemidin.
U bi hawar in.



Ciwan Haco: "Xeribî"






Montag, 7. September 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -18-



Ćoganê min di destê min da ez berbi gira efsaneyî ya li ber min va dimeśim.
Gira ku ez li ser lutkeya wê bum.
Ez ê vê carê heta lutkeya girê derbiketima.
Min ê xewna zaroktiya xwa ya źi berî ćil salan l’ xwa helal bikira.
Min ê vê carê li lutkeya vê efsaneyê ćîroka xwa bi dawî bikira.
Bi merax ez berbi źor va hildikiśim.
Li źor herd u kevirên spî min berbi xwa va dikiśînin.

Kaś her ku bilindtir dibe, tuźtir dibe.
Źi hilkiśînê zêdetir bala min li ser emniyeta canê min e.
Lê ćare tune bu, ez ê hilbikiśiyama.
Qedera vê yekê di vê roźê da vêśartî buye.
Di nav ćil salên reviyayî da min tiśtek pirr baś fam kirî bu, herê, min tiśtek pirr baś fam kirî bu.
Qedera ku di hema wê kêliyê da nekariye bibe rastî, tenê u tenê sefseteyeke vala u sextekariyeke beyhude ye.
Li hêla paś gava ez źi girê
dadiketim min ev kulîlk dîtin.
Her tiśt di dema bihara xwa da xwaś u bedew e. Tiśtê ku di nav wê biharê da nekariye śîn bibe, źiyanê źi xwa bifurîne, ćîrokeke puć e, miriyeke bê xwalî ye, guleke bê reng e ...

Qet niyeta min ya ku dest źi wê biharê berbidim, qedera xwa bi destên xwa bê xwalî u av bihêlim, bi her du destên xwa wê bikuźim, tune bu.
Dizanim, belkî źî ez ê bi xwa zêde pê bextewar nebibuma.
Źixwa mebesta di dilê min da źî ne ew bu. Mebesta di vî canî da tenê bextewarkirina wî lawikê ćend salî bu. Min qet guman nedikir ku ew zarokê di ruhê min da źê aciz bibuya.
Ev hilkiśîna berbi źor va îcarê źibo wî zarokî bu.

Carina bi lepên xwa xwa berdidim ser keviran, kîp b’ wan digirim.
Carina berê xwa didim hêla ćep, carina l’ hêla rast.
Ćep u rast, bi zîgzag terrim u têm.
Niyeta min ya ketinê qet tun e.

Zozana gundê me yê xerabe.
Turika li dor hustiyê min girêdayî carina min aciz dike. Bila źî bike, ez ê di ser vê kaśê ra derbaz bibim.
Carina li ciyê xwa moleyekê didim. L’ hawîrdorê mêze dikim, l’ Śahîn u Śukran’ê digerrim. Dubare bala xwa didim kaśê li ber xwa. Ciyên emniyettir digerrim.
Niyeta min ya ketinê qet tun e.

Li lutkeya girê du zinarên spî u mezin xuya dikin.
Nîśangeh źixwa li ber ćavên min in, zeftkirina wan nêzzîk dibe.
Zozana gundê me yê xerabe.
Mîna ku meyta wî zarokî ya źi berî ćil salan di nav wan her du zinaran da vêśartî ’be, ez tiliyên xwa di nav herdê ra dikim u xwa gaveke din berbi xewna xwa dikiśînim.

Di vê kêliyê da Śahîn u Śukran'ê li hêla din ya zozana me dibînim. Li ser riya ku em hatî bun, dimeśiyan, u berê xwa daa’bun ziyareta li ser wê kendala kur.
Ez bang l’ wan dikim. Disekinin. Berbi min mêze dikin. Herhal dibêźim ez nedîtim.

Ez dubare bala xwa didim kaśê li ber min. Hêdî zêde durî nemayî bu. Ez bi hêdîka berbi hêla ćep meśiyam. Di ćend gavên dawiyê da min bi serê ćoganê xwa herd kontrol kir, źibo ku di ćend gavên dawiyê da bi bez xwa b’avêźim ser zinarê li ber min.
Zozana gundê me yê xerabe.
Źi piśtî ćend seniyeyan, źi piśtî ku min hêsaba xwa kir, min hemî giraniya xwa berda ser ćoganê di nav her du destên xwa da u bi lez min xwa berbi zinêr havit.
Herê, vê carê źî bextê min bi min ra bu. Ez u zinar, em l’ hev zeliqî bun.
Zinarekî germ bu, yabocan, zinarekî germ.



Jan Axîn: "Delalê"






Sonntag, 6. September 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -17-



Śahîn u Śukran dadikevin źêr, nav nahalê.
Nîgên min yên di nav
avê da. Min got qet nebe
ez kurrikên/gorên xwa
biśom.
Ez li ser dîwarê hilweśiyayî yê ćil salî l’ herda zaroktiya xwa mêze dikim.
Bi hêvî me. Źixwa ez ê ćend śopên din yên nas peyda bikim li vê beyarê, dibêźim xwa bi xwa ra.
Bi hêdîka dadikevim źêr, têm cem Śahîn u Śukran’ê.
Em li keviya avê radiwestin. Ez dixwazim ćend resimên avê bigirim. Nîgekî xwa datînim ser kevirê di nav avê da. Lê kevirê di bin nîgê min da śemitiya u nîgê min yê ćep kete nav avê. Îcarê min nîgê xwa yê din źî kir nav avê bêyî ku solên xwa derbixînim.
Śahîn u Śukran’ê źî solên xwa źi xwa kirin u nîgên xwa kirin nav avê.
Śukran'ê, «Keko, bi xwadê ev xistina nîgan ya nav avê fikireke baś bu», got.
Helbet mebesteke min ya bi vî hawî tune bu, lê ew kevir bu’bu qedera me ya di nav avê da.
Min hêkên bi runê patî yên di nav nên da derxist u dest bi xwarinê kir. Śukran u Śahîn źê negirtin, wan źî nan u pendurê di turikên xwa da derxistin.
Em heta nîv seetekê nîgên me di nav avê da li ber avê runiśtin.
Nîgên min di nav avê da.
Gava min girte ser kamereyê

źiber tîrêźên roźê yên
di nav avê da rengekî
sosret derket holê.
Paśê em rabun ser xwa. Śukran u Śahîn berbi mala źor va meśiyan. Kesek li wê derê bu, lê me nedizaniya ku kî bu.
Gava ez hatim ba wan, min mêze kir ku canikên me bi hev ra sohbetê dikin.
Zarokekî li dor ćardeh salî li wir bu.
Bi tirkî bi hevdu ra dipeyîviyan. Min bi kurdî silav daa wî lawikî. Śukran di cî da got ez bawer nakim ku bi kurdî bizane.
Lêwik hema bi lez got, «Na, ez bi kurdî dizanim.».
Kêfa min pirr pê hat. «Ćavê mino, ma tu xelkê ku derê yî?»
«Ez li vir śivantiyê dikim. Źi xelkê Muś’ê me. Źibo vê havînê hatim vir. Ez ê îsal dest bi lîseyê bikim. Lê ez  bawer nakim ku ez careke din werim van deran.», got.
Śivanê ciwan yê ćavbelek.
Lawikekî śermok bu. Lê kurdbuna wî, kurdiya wî hîsseke sosret di min da ćêkir. Me fam kir ku em kurd in u zmanê me źî kurdî ye. Hîn źî em hee ne, hîn źî em li vir in!
Śukran u Śahîn xatir źê xwastin u berê xwa dan berbi hêla paś malê. Kaśeke tuź li paś malê hee’bu.
Ez pićekî din bi wî lawikî ra peyîviyam. Min ê hindek pere bidayê, lê mixabin ti tiśt li ba min tune bu, mixabin.
Źi berî ku ez źê xatir bixwazim, min destura girtina ćend resiman źê kir. «Keko, mesele nîn e, helbet dikarî ćend resiman bigirî.», got.
Ćend resiman dikiśînim. Destê xwa drêź dikimê, destê wî bi hezkirineke mezin diguviśim. «Bila haya te źi te baś hee’ ’be, ćavê mino! Dibe ku em roźekê li ciyekî din rastî hev bên, źi bîr neke. De bi xatirê te.»
Śahîn u Śukran, xaltî u xwarziyên
hevdu, di nav avê da
kêfê dikin.
«Oxir ’be, keko! Ez ê bextewar ’bim.»
Gava ez hatim paś malê, ti kes tune bu. Min nedizaniya ku Śukran u Śahîn b’ kîźan hêla da ćuyî bun.
Lê min berê xwa daa kaśa tuź ya li ber min bi xêra ćoyê di destê min da.

Źixwa min di zaroktiya xwa da hertim merax dikir u dixwast tiśtê li ser vê girê, tiśtê li paś vê girê bibînim. Źibo min mîna ku welatekî din u însanên xerîb li paś wê girê hee’ ’bin, ez pićekî ditirsiyam. Źibo min ew gir mîna sînoreke ebediyen bu di navbera me u wan da.
U ez ê vê gavê, aniha bi hêdîka berê xwa bi ćoganê di destê xwa da bidim nav wê sînorê.
De ya bi xêr.



Metin / Kemal Kahraman: "Meyman" (= "Mêvano/Nîvano")






Donnerstag, 3. September 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -16-



Li serê kućeyê ez l’ mala me digerrim.
Dizanim, min ê ew nedîta. Lê dîsan źî ćavên min l’ dîzarên/dîwarên źi hev ketî digerriyan.
Qet nebe divêt ćend kevir li śuna xwa mayî bibin.
Min riyeke ewqas drêź li paś hiśt u hatim.
Ava ku di nav zozana me ra diherike.
Ez berbi źor va dimeśim. Ne bi temamî źî ’be, ciyê mala me hîn di bîra min da bu.
Śahîn u Śukran dîwarên bi keviran yên li pêś min nîśanî min didin, «Keko, aha ev xopana ku tu lê digerriyayî, ev wêranxane ye.», dibêźin.
Her der bi giyan hatiye dagirtin.
Ez pićekî din berbi źor va dimeśim, dixwazim źi źor va li ser dîwêr bisekinim u berê xwa bidim źêr, bidim berbi roźava.
Li źêr eraziyên bi giya dibînim. Tam źi berî ćil salan, tam di van wextan da li van deran dibeziyam, goog dilîstim bi googa me ya źi paćikên kevin ćêkirî.
Hingê holika me ya tenê źi du beśan źibo min pirr mezin xuya dikir. Lê vê gavê ez bi pićukiya wê hessiyam.
Nahala li nav zozana gundê me.
Ew sibehên sar u hênik yên di nav wan nivînan da dest źi min bernadin.
Kelecaniya ku di wan sibehan da dikete nav malê, beza b’ vir u wir da, berxik, mîh u dewarên serserî yên ku źiyana me ligorî dilê xwa dîzayn dikirin, em bi xwa ra digirtin u dibirin ...
Herê, źi hewaya wan sibehan bêhneke ćiqas teze dihat, wey xwadêyooo!
Ez, em, di nav halê xwa da bi xwa ra bun.
Xema me tenê roźa me bu.
Xuriniyên li ber roźingên bi agir canê me bi hêdîka germ dikirin u em berdidan nav roźê.
Śîvên di bin roniya ćirayên źi darên ćaman da hêvarên me yên li ber roźinga holika me dawîbuna roźê taniya bîra me.
Di ćavên me da ćirayên śevê diśewitiyan.
Me hevdu germ dikir.
Me źi kezeba reś źi hevdu ewqas hez dikir.
Tenê roźeke me hee’bu.
U em źî di nav wê roźê da bi hev ra bun.
Hingê min nedizaniya ku ez ê roźekê hilo serserî u serserî l’ wan roźan bigerrim.

Wey xwadêyooo, źibo xew u xewneke bi roźeke źi berî ćil salan min ê ći nekira, axxx, ći nekira!



Bi kurdiya zazakî (hozan?): "Dayê, Dayê"