Donnerstag, 28. Juni 2012

Maćeke Pêgoogê U Ćend Resimên Li Ser Ekranê

Hewaya hîro źî bi têra xwa germ bu.
Herweha berbi vê hêvarê baran źî bariya. Min hingê li klînîkê wergerr dikir.
Min tevda pênc seet wergerr kirinn.
Gava ez dîsan peya hatim malê, seet hema hema 19 u nîv bu.

Xwadê hee ye, min hîro kesek źi lîsteya xwa ya Facebook’ê dernexistiye.
Camêrek îkaz kir.
Dibe ku di demeke kind da bikeve nav kemîna zmanê tirkên qewad.
Tabî hingê ewdê lotika min źî bii serê wî da biteqe.

Vê hêvarê min lii maća Îtelye u Elmenye’yê nêriya.
Min di vê maćê da ćend dîmenên pirr balkêś dîtinn.
Źixwa mać bi xwa ne girîng e/bu.
Di esl u feslê xwa da mać aleteke bi.hêz.kirina menfeetên mîllî ćêdibin.
Kesên ku sportê wekî sport fam dikin, ew źî ehmeqên wekî me ne.
Mesela gava îteliyan gola yekem havitinn, di kenala televîzyonê da dîmeneke temaśevanên li ser trîbunan xuya bu.
Ev dîmen źi piśtî havitina golê xuya bu.
Li ser ekranê kećeke elmen hee bu.
Kećik weha cemidî li śuna xwa dimaa, li ser ruyê wî tevgerreke herî pićuk źî tune bu.
Dema min bala xwa baśtir dayê, min dît ku ha ev e li ser hinarikeke wê hêstirek berbi źêr va terre.
Hêśa di dilê wê da xwa bi temamî di nav ćavên wê ra didaa der.
Ez bawer dikim di wê kêliyê da hîsên wê yên mîllî ewqas birîndar bubun ku, nikane were gotin.

Paśê îtelyiyan gola duyem havitinn.
Hîcar li ser ekranê dîmeneke din xuya bu.
Mêrikekî elmen bi eynî śiklî hilo li śuna xwa cemidî bu.
Min mêze kir ku bii ser hinarikên wî ra źî hêstiran berê xwa danne źêr.

Herê, xelkê alemê handakirina maćekê wekî mirina milletê xwa qebul dike, wekî tunebuna milletê xwa fam dike, dinyaya wan xerab dibe.
Lê em, em tolazên tirkan ...
Em radibin źiber taximên tecawîzciyê milletê xwa dikevin qirika hevdu.
Bi wan radikevin u bi wan źî radibin.
Serokekî me yê qeśmer dibe fenerbahćecî, yek dibe galatasaraycî, yek dibe beśîktaścî u nizanim kîźan heramcî. Kîmyeya camêran carekê gemar buye.
Tabî mêro bi vê yekê źî qey dibêźin siyaseteke pirr źîr dikin.

Aha źi we ra halê kurdan.
Serok bunne taśeronên kemalîzmê u tirkćîtiyê, xelk buye śarlatanê tirkan.
De hîcar źi vê têkośîna vik u vala ez ći bipêm, heyranino, 
ći, hi?

Dienstag, 26. Juni 2012

Ćima Kurd Źi Nexwaśiya Zmanên Qetîl U Tecawîzciyên Xwa Xelas Nabin?


DI van roźên dawiyê da tiśtekî balkêś ligel min ćênebu.
Hewa dîsan eynî hewa ye.
Bi têra xwa germik u nermik e.
Ewê źi sibeh u pê da germtir bibe dibêźin, yanî heta 32 pileyan derbikeve.

Min di nav van du roźên dawiyê sê kes źi lîsteya xwa ya Facebook’a kafir derxistinn.
Yekî klîbeke bi kurdî, nivîseke bi erebî belav kir.
Ez bawer dikim xalê me źi Baśur bu.
Berê źî careke heman tiśt kirî bu. Min hingê źî źi lîsteya xwa derxistî bu. Lo kakacan careke din daxwaziya hevaltiyê kir. Min źî bi śert ew qebul kir.
Lê mixabin dilê kakacanê me zêde nekarî li hemberî zmanê erebên qewad lii ber xwa bide.

Xaltîka me ya ku min źi berî seetekê źi lîsteya xwa derxist, źi berî du-sê roźan daxwaziya hevaltiyê kirî bu.
Tabî bi dîn u îman got ewê zmanê tirkên qewad bi kar neyîne u filan u fistix.
Wê źî nekanî li hemberî zmanê tirkên heram lii ber xwa bide u źi piśtî du roźan bîriya zmanê wan qewadan kir.
Min di bin nivîsa wê da ev śîrove kir u źi lîsteya xwa derxist:

«Tew tew tewww, mala minê, hîcar te mesele kir tirśik u berda xaltîka minê.

Aniha tu yê bi vî aqlî śerê zmanê kurdî bikî, daku ev zmanê hezaran salan nemire ha?
Diyar e ku hevaltiya me heta vir buye.
Ći îronî ye ku em źiber zmanê qetîl u tecawîzciyê milletê xwa źi hevdu vediqetin.
De bimîne di xwaśiya zmanê wan tirkên qewad da xaltîka minê, bimîne di xwaśiyê da canim cîgerim.».

Aniha ev du heb in ku min li vir mînak dayînne.
Heger hun raśtiyê bixwazin, di nav 50 mîlyon kurdên din da źî rewś cihê nî ye.
Bêguman źi derî ćend hebên ku bi halê zmanê kurdî yê kambax disoźin/diśewitin u pê va, xema ti kurdê qeśmer źî nî ye.
Ćiqas li hemberî tirk, ereb u farsên qewad śer dikin bila bikin, lê di eslê xwa da bunne tirk, ereb u farsên herî bê namus.
Ya girîng ne siyaseta vala ye.
Di destpêka her tiśtî da înformasiyonên ku di mêźiyê meriv da hatinne qeyd kirin bi xwadî hêz in.
Ev înformasiyon bi ći hawî hatî bibin qeyd kirin bila hatî bibin, ev ti roleke eslî nalîzin u nikarin bilîzin źî.
Însan ligorî van înformasiyonan têdigêźe, dinirxîne u tevdigerre.
Kurd ćiqas li diźî tirkan u sîstema tirkan derdikevin bila derbikevin, lê sîstem u ćanda tirkan bi saya zmanê tirkan di mêźiyê kurdan da carekê ciyê xwa girtiye. Bixwazin źî nikarin li hemberî raśtiya vê yekê pelekê źi erdê rabikin.
Śensa kurdan tenê bi metodên ku tirkan li hemberî kurdan bi kar hanînne, dikare hee bibe.
Yanî tiśtên ku tirkan lii kurdan kirinne, divêt hîcar kurdên xwadî dîn u îman van kiryaran lii kurdan bikin.
Wekî din em ê bi felsefeya beredayî tenê li benda mirina xwa bisekinin u hew.

Hîcar birryar ya we ye berxikino.
Tew min aciz nekin, hindî hun u kêfa we babam.

Samstag, 23. Juni 2012

Herre «Hêś», Were «Hêś», Tifuuu!


Hmmm, ći bu u ći nebu berxikino?
Tiśtek nebu lo.
Hewa eynî hewa ye, bi têra xwa germik u nermik e.
Welle dîsan źî xalo sê roźan sport nekir u bala xwa tenê daa meśê.
Ev ćend roź in ku ez ha ha wekî hespê rewan difitilim u disekinim.

Źi berî deh roźan min sê kes źi lîsteya xwa derxistî bunn u ewqas.
Di vê navberê da kesî bi zmanê tirkên qewad tiśtek belav nekir.
Tabî destê min źî dixure yanî yaw, peeek ;-)

Doh ez dîsan ćum fîzyoterapiyê źibo pîlê xwa.
Yaw xaltîka me ya fîzyoterapîst hindek tevgerên sosret lii baskê min yê ćep daa kirin.
Źi piśtî ku ez derketim der heta hêvarê hêśan qirika min bernedann.
Źixwa di dema raketinê da hêś ewqas zêde bunn ku, qet nebêźin.
Ez careke źi xew heśyar bum, hîcar min nekanî zêde lii ber xwa bidim u rabum ser xwa.
Min mêze kir ku ha ev e seet 04:00 e.
Min dermana hêśê girt u dîsan raketim.
Aniha dîsan hêśa min pićekî haś buye.
Digel fîzyoterapiyê xaltîka me got ka hele tîśorta xwa derbixe u were li ber hêlliyê bisekine.
Ê tabî bi hezar zehmetiyan min tîśorta xwa derxist.
Bi raśtî źî derxistina tîśortê bi hawekî pirr berbat pîlê min têśîne yaw.
Źi piśtî ku min derxist u ćum ber hêlliyê sekinîm, xaltîka me devê xwa vekir u bi heyacan got, «weyyy, ewê ev serborî źî pêk bihata gidîîî? Bi xwadê ez hemî bazuyên te dibînim. Ma tu sportemen î? Welle min heta aniha źî kesekî weha nedîtiye.».
Paśê em dîsan wegerriyan odeya din.
Digel nivînê ćend tevgerrên din bii min daa kirin, hindek 
źî bi herdu destên xwa kirinn. Tabî gelekî canê min hêśand kafirbavê.
Pêra bi śiklekî pirr nermik u germik xwast ku bizane ka hevaleke min hee ye yan na.
Hella hellaaa, hella hellaaa :)
Tabî xalê we me lo, min bi śiklekî mesele lii hev xist u bersîv nedayê.
De śeveke agirpêketî zarokino :)
Divêt ez aniha careke din derbikevim der u herrim pićekî bigerrim.

Mittwoch, 20. Juni 2012

Axaftina Bi Kurdî U Lînca Polîsên Tirkên Heram!


Hewaya hîro źî baś bu.
Lê ne wekî doh bi helak bu.
Carinan baran bariya, carinan nebariya, carinan bi hewr bu u carinan źî tavê lêdaa.
Min hîro tenê sê seetan wergerr kirinn u ewqas.

Paśê ez dîsan peya hatim malê.
Ez ê bićuma sporta xwa.
Lê nećum.
Źiber ku źi doh nîvê śevê u bii vir da ye ku birîna pîlê min hêśê dide min.
Nîvê śevê di seet 03an da heśyar bum u min dermaneke hêśê girt.
Paśê dîsan ketim xewê.
Bi ya min bibe, ez ê hîro źî dermanekê bigirim źiber hêśan.
Ez dibêźim min doh baskê xwa pićekî hêśand, loma vê gavê pićekî serê min dike śorbe.
*
Min hîro di înternetê da nućeyeke bê bav xwand.
Ya raśt min li vîdyoyekê mêze kir.
Li Stembol’a tirkên qewad heft polîsên bêźî yên tirk li ser kolanekê lii kurdekî didann.
Him źî heśkere u li ber ćavên malbata wî u millet.
Ćima hun dizanin?
Źiber ku kurdê me digel wan kutîbavan/segbavan di telefonê da bi kurdî peyîviye, loma.
Bi telaq dîtina van resimên di vîdyoyê da ez dîn u harr kirim.
Aha źi we ra cîśaneya/edresa vê vîdyoyê ya di Facebook’a agirpêketî da:

http://www.nukurd.com/nce/li-fatha-stenbol-wehseta-polsn-tirk-vdyo.htm?utm_source=twitterfeed&utm_medium=facebook

Tabî suc ne sucê tirkên bêźî ye.
Ew heqqê wan yê herî rewa ye.
Lê dilê min bi ehmeqiya me kurdan diśewite.
Ćawan ku ev heqqê tirkan e, her weha heqqê me ye źî.
Tirk pirr baś dizanin ku di kertiyê da kes nikare źi me derbaz bibe.
Loma ewqas bi ceseret u bi bê namusî lêdidin.
Natirsin.
Źixwa ew tirsa ku kurdan berê di dilê heft eźdadê wan da ćêkirî bu, di van ćil salên dawiyê da bi destê hindek kurdên lastîk u heram av bi av ću, bu ćîrok.
Tiśtê xerab ći ye, hun dizanin?
Van bê namusên heram ev ehmeqî źi xwa ra kirinne îdeoloźî u milletê kurd bi vê yekê bi kuna kemalîzm u tirkan va girê danne.
Aha lanet źî ev bi xwa ye kezebino.

Dienstag, 19. Juni 2012

Zmanê Kurdî Wekî «Dersa Biźarte»?!

Tevî ku hîro tav zêde tune bu źî, dîsan źî hewa bi têra xwa germ bu.
Karê min yê wergerrê źî tune bu.
Loma źî min kêm-zêde hemî dema xwa li malê derbaz kir.
*
Di seet 11an da li ba biźîśk randevuyeke min hee bu, źiber deziyên li ser pîlê min.

Źi piśtî ku biźîśk xanim banda li ser birînê rakir, yekcar źi min ra got, «bi raśtî źî birîna we pirr baś hatiye durîn, źi hundur va hatiye durîn u dezî źî tun e. Yanî deziya ku hatiye bi kar hanîn, di bin ćermê we da ye u ew paśê xwa bi xwa tê havitin. Qesî ku xuya dike biźîśkekî/e asîstent ev duriye u źibo vê yekê źî gelek wext daye.».
Êh, kêfa min pê hat ku mêro karekî baś kiriye.
*
Tabî di seet 18an da ćum sportê źî.
Pêśta qendî nîv seetî bi tempoyeke normal beziyam.
Paśê ćum hundir u min źi seetekê źêdetir entremena xwa ya bedenhêziyê kir.
*
Divêt ez carekê li ser dersa kurdî ya biźarte bisekinim.
Tirk dibêźin vê payîza tê kurdî dikare wekî dersa biźarte were xwandin.
Lê źi sinifa pêncan u bii wir da.
Yanî qewadên heram dixwazin di zarokxane u dibistanan da heta pola/sinifa pêncan îmana zarokên kurd bikin teneke u paśê źî îmkana zmanê kurdî bidinê.
Herkes baqil e bavê min, ne wekî me kurdan di ehmeqiyê da geviziye.
Hîcar kurdê ehmeq kurê ehmeq bi vî aqilî źî radibe siyaseta azadiyê dike.
Ćil sal in ku him Kurdistan wêran bu u him źî kîmyeya milletê kurd ya dîrokî xerab bu.
Lê ći heyf u mixabin u źehr u ziqqim u lanet ku hîn źî mafê me yê dibistaneke bi kurdî tun e.
Aniha źi van siyasetmedarên ku îmana xwa bi kemalîzma ku tecawîzî heyśt eźdadê milletê kurd kiriye, śuśtinne, ći xêr u bereket derdikeve babam.

Lêêê ...
Tabî ev siyasetmedarên kurd hîcar li diźî dersa biźarte źî derdikevin.
Tevî ku pênc quruś qîmetê nadin kurdî u tam bîst u ćar seetan bi zmanê tecawîzciyê xwa dikin leqleq, dîsan źî fortan tavêźin derudorê.

Bêguman ev dersa biźarte źibo kurdan heqereteke mezin e.
Źixwa kurd layiqî vê yekê ne źî.
Ći dibe bila bibe, divêt kurd vê îmkana rencîde kirî bigirin u dest bi hêriśên din bikin, heta ku zmanê kurdî źi sedî sed buye resmî.
Redkirina vê yekê tenê u tenê ehmeqiyeke beredayî ye u ti kara xwa źî źibo kurdan tun e.
Qeśmerên ku li diźî vê yekê derdikevin bila carekê bi xwa dest bi axaftina kurdî bikin, daku bila xelkê alemê źî bizane ku eyara wan ći ye.

Welle ez dîsan feleket hêrs ketime lo, waweylêêê.


Montag, 18. Juni 2012

Ma Careke Din Qursa Zmanê Kurdî, Hmmm?


Hîro źî li vir hewayeke pirr xwaśik hee bu.
Lê ći heyf u mixabin ku ez bi vê birîna xwa nikarim herrim u bikevim avê.
Ez ê sibeh herrim biźîśk, ewdê deziyên li ser pîlê min bibirrin u b’avêźin.

Min doh dîsan dest bi bezê kir.
Tabî hîro źî.
Vê sibehê li tesîsên fîtnesê yên Irchel’ê min źi seetekê zêdetir pîskîlêt źî haźot.
Helbet bi vê yekê źî kêfa min hat.

Min entremena xwa ya bedenhêziyê hîro nekanî bikim.
Pićekî dereng mam, loma.
Ya raśt min got ez lii maća Spenye u Hirvatistan’ê mêze bikim.

Min di Facebook’ê da hîro dîsan îlana qursa zmanê kurdî belav kir.
Di nav hindek koman da źî weśand.
Qurs ewê di 24ê meha nehan da dest pê bike, heger herî kêm deh kes hee bibin.
Bi sê telaqên źin- u mêrberdanê bibe ku ez bi xwa hêć bawer nakim ku ewqas kes werin.
Kurd in, loma.
Gava mesele dibe zmanê xelkê alemê, hingê kurd bi hezaran oyro didin, terrin wan welatan.
Lê ku mesele hate ser zmanê bav u kalan, ne perên wan, ne wexta wan u ne źî ti źehr u ziqqimeke din rê dide ku hiynî zmanê xwa bibin.
De ez hîro ne zêde serê we u ne źî yê xwa bi’êśînim śekirino.
Bila śeva we bibe wekî hingiv, heyranino.

Sonntag, 17. Juni 2012

Qezeya Bi Lanet -2-

Źi roźa pêncśemê u bii vir da hewa li vir pirr germ e.
Bi radî/taybetî źî doh feleket bu.
Mixabin źiber vê birîndariya xwa źi derî gerrê nikarim tiśtekî din bikim.
Tabî ev źî min pirr têśîne.

Roźa îniyê, yanî 14ê vê mehê min dest bi terapiyê źî kir.
Xaltîka me ya terapîst got, «heger hun bixwazin, hun dikanin herrin bezê, lê helbet bi hiśyarî.».
Tevî ku vê kêfa min haniya źî, ez bi xwa ne bawer im.
Loma źî min got ez ćend roźên din bipêm.
Dibe ku ez hîro carekê herrim :)

Êêê, xalê we me yaw, ma qet ez li śuna xwa rehet disekinim.
Źi piśtî terapiya roźa îniyê ez rabum ser xwa u ćum fîtnêsê.
Min demekê pîskîlêt haźot.
Paśê źî entremana xwa ya normal kir.
Tabî hemî źî bê baskê raśt hatinn kirin.
Bi fikra min bibe, hema hema ti pirsgirêk źî derneket.
Yanî źi aniha u pê va ez ê entremena xwa ya normal bidim dest pê kirin.
Li hundir ez ê pîskîlêtê b’aźom.
Her husan ligorî śert u mercên dayî herrim bezê źî.
Yanî heta ku baskê min were ser xwa ewdê bi vî hawî bidome.

*

Ez dîsan werim ser roźa qezeyê.
Paśê ez ćum acîla nexwaśxaneya UniversitätsSpital’ê.
Źi piśtî du seetan ez girtim hundir.
Źiber ku li hundir cî tune bu, ez li ser kursiyekê runiśtandim.
Pêra dest bi tehlîlan kirinn.
Biźîśkekî ciwan bi min ra miźul dibu.
Bi raśtî źî mêro heta ku źi destê wî dihat dixwast pirsgirêka min ćareser bike.
Li wir źî rontgena pîlê min kiśandinn.
Biźîśk hate ba min u got, «ez ê mêze bikim, daku bila źibo destpêka hefteya pêś me bi we ra bikevin têkiliyê, rendevuyekê bidin u pîlê we emeliyet bikin.
Tabî xalê me her cara ku dihat ba min źî li ser sportê bi min ra dipeyîviya.
Dixwast min źiber van demên bê sport haś bike.
Welle ez terrim kîźan biźîśkî herrim, hema di destpêkê da gava min dibînin źi min ra dibêźin, «hun sportmen in ne hilo?».
U dest bi peyîvîna xwa ya di derbarê sportê da dikin.
Li der źî carinan kesin nenas yekcar tên ba min u dixwazin źi min hîn bibin ka ez kîźan sportan dikim, xwarinên ćawan dixwim u hwd.
Bi serê Sofî Xelefo bibe ku źi berî qezeya min ew gelekî caran ćêbu.
Loma źî heger bi bîr u baweriya diya min ya rehmetî bibe ez hatim «ćavînî» kirin.
Lo babam ez ći bikim.
Gava ez mehekê entremanê dikim, bedenî dibim wekî sportmenekî temam.
Tabî di vî warî da xwadê daye min, tiśtê ku ez bikanim bikim tun e :)

Gava ez wê śevê, roźa paśîniyê, 2yê hezîranê, źi acîlê derketim, seet li dor 04:00an bu.
Ez peya heta malê hatim.
Roźa sêśemê, sibeh zu źi nexwaśxanê telefonî min kirinn u gotinn, «heger hun bixwazin hun dikarin hîro werin nexwaśxanê. Źi piśtî tehlîlên bingehîn hun dikarin sibeh źî werin emeliyet kirin.»
Min got temam, ez ê werim.
Min rendevuyên xwa yên din tevda îptal kirinn.

Źi piśtî emeliyêtê, wê roźê ez gelekî westiyayî bum.
Roźek paśê, yanî roźa pêncśemê ez hatim berdan.
Źi nexwaśxanê dîrekt ćum klînîkê u min dest bi karê xwa yê wergerrê kir.
Di roźên din da heta hîro rewśa min her u her berbi baśbunê ću.
Min dermanên ku dayî bunn min źî źi piśtî du roźan gelekî kêm kirinn.
Tenê sibeh u hêvaran dermanekê digirim u ewqas.
Vê gavê divêt ez ne zorê bidim u ne źî giraniyê bigirim destê xwa yê raśt.
Heta pênc heftan ez ê careke din herrim kontrolê, ewê dîsan rontgenek were kiśandin.
Helbet dawiya dawîn źî ewê ew platîna di pîlê min da divêt were derxistin :)

Haaa, divêt ez hefteya tê carekê źi terapîsta xwa bipirsim ka destur hee ye ku ez bikevim gola Zürich’ê yan na :D

Aniha vê gavê pićekî bi heyecan im, ez ê źi piśtî demekê herrim bezê.
Hêvîdar im ku pirsgirêkeke bê îman dernekeve.
De źi we ra yekśemiyeke wekî śîr u śekir anam babam.
Baś
lii xwa mêze bikin u serê xwa nekin kundir berxikino :)

Freitag, 15. Juni 2012

Qezeya Bi Lanet -1-


Źi piśtî tatîla min ya qesî pênc roźan li Barselonye’yê zêde nehaźot, bobelata bê bav źî bii ser min da hat.
Him źî ćawan, wey bavooo.
Ez 29ê adarê, roźa sêśemê, nîvê śevê hatim malê.
Roźa pêncśemê, yanî di 31ê gulanê da min ću qendî ćar seetan wergerr li klînîkê kir u hatim malê.
Ez seet berbi heftan li malê bum.
Pêra dîrekt derketim u ćum tesîsên sportê yên zangeha Irchel’ê.
Min wekî her demê turika xwa ya sportê li der dayniya kêlekê u dest bi bezê kir li ser riya dor Irchel’ê.
Źi piśtî pênc dubareyan baranê dest pê kir, loma źî ez bi bez hatim ciyê turika xwa, źibo ku wê bigirim u herrim hundir u entremana xwa ya bedenhêziyê bikim.
Lo babam turik li śuna xwa nebu.
Min źi du kesên ku li wir bunn pirsiya.
Gotinn me nedît.
Ez ćum hundir u min carekê li bîroya înformasiyonê pirsiya.
Digel wan źî kesekî tiśtek nedayî bu.
Ango turika min hatî bu dizzîn.
Di nav da źî kerta min ya zangehê, mifte, lepik u xevlu hee bunn.
Bixwa vê yekê bi têra xwa ez hêrs xistim.
Her husan miftedana min ya ku min nu li Barselonye’yê kirrî bu źî di nav da bu.
Ew źî ću.

Yanî roźa duyem ya źi piśtî tatîlê bu heram u ću, kezebino.

Hîcar roźa îniyê, yanî 1ê hezîranê, ez di seet berbi 17an da dîsan ćum panzdeh deqqan beziyam.
Źiber ku hîn kesên ku pêgoog dilîstin nehatî bunn, min got ez herrim hundir u dest bi entremana xwa ya bedenhêziyê bikim.
Źi piśtî ku min dest bi entremana xwa kir, min carekê di nav caman ra mêze kir ku hêdî-hêdî pêgoogćiyên me têne.
Loma źî min entremana xwa ya li hundir birriya u derketim u ćum qada pegoogê.
Zêde nehaźot, du taxim ćêbunn u me dest bi lîstika xwa kir.
Goog carekê heta ber lingê min hat.
Min got ez berbi qeleya wan herrim. Googbazekî taxima din li hemberî min bu.
Du hebên din hatinn paś wî.
Xwadê hee ye, kafir tevda źî baś dizanin, ku min carekê dest bi bezê kiriye, hêdî gulle źî were nikare bigêźe min.
Tabî ez źi wî kafirî u yên din derbaz bum.
Dema min gava sêyem berbi peśta havêt, kur kurê kerê źi paś va lii nîgê min yê raśt xist.
Źiber ku herdu nîgên min lii hewayê ketinn, ti îmkana min ya ku bi śiklekî xwa di hewayê da bićerixînim tune bu.
Min got heger ez serê xwa biparêzin ewdê baśtir bibe.
Min hilo źî kir.
Êêê, qeze ye, nabêźe têm.
Hîcar ez li ser pîlê xwa yê raśt bi xiśm ketim ser erdê.
Di heman/eynî demê da dengê xirćiniyê źi pîlê min derket.
Min got pîlê min śikest.
Ez qendî ćend deqqan bi hêśên bê bav li ser erdê drêź mam.
Min bi destê xwa yê ćep źî pîlê xwa yê raśt pêgirtî bu.
Ćend kesan gotinn heger em bi lez herrin hundir u telefonî acîlê bikin, ewdê baśtir bibe.
Husan źî kirinn.
Paśê bi hariyariya ćend kesan ez rabum ser xwa, yek kete bin pîlê min yê ćep u heta hundir ez hanîm.
Kesê ku li tesîsên Irchel’ê kar dike, got, «were xwa li wir drêź bike u vê cemedê źî dayne ser ciyê birîndar.».
Bi lez telefonî acîlê źî kir.
Heta dewpênc deqqan acîl hat, dermanên hêśê dann min u ez dîrekt birim nexwaśxaneya Waidspital’ê.
Li nexwaśxanê rontgena min kiśandinn.
Ew nîśanî min źî dann.
Gotinn, «bibore, banda pîlê te yê raśt veqetiye/bizdiye, divêt were emeliyet kirin.».
Lê źibo emeliyetê źî qet leza wan tune bu. «Heta du heftan dibe ku emeliyet were kirin», gotinn.
Źi piśtî pênc seetan wan ez berdam. Ez dîrekt hatim malê, min avek lii xwa kir, kincên xwa li xwa kirinn u derketim der. Seet 23ê bu.
Ez ê bićuma acîla nexwaśxaneya UniversitätsSpital’ê.
...

Donnerstag, 14. Juni 2012

Rêwîtiya Berbi Barselonye’yê -5-


Roźa 28ê adarê, roźa duśemê ez pêśta sibehê ćum muzeya xalê Picasso.
Nîvroyê min u Monika me li pêś muzeya Dali hevdu dît u ćunn hundir.
Berbi hêvarê ez u Monika źi hevdu veqetiyann.
Ez ê bićuma zeryayê u biketima avê.
Min hilo źî kir.
Seet 18ên hêvarê bu gava ez ligel zeryayê bum.
Av pićekî sar bu.
Dîsan źî ez carekê ketimê.
Paśê hewr derketinn, loma źî ez rabum u ćum hotêlê.

Roźa din, yanî roźa vegerra me, ez dîsan wê sibehê źî zu rabum ser xwa.
Min dixwast ez carekê herrim hêla din ya baźêr.
Źi seet dehên sibehê heta 16an di nav kolanan da ha ha gerriyam.
Min gelek park u avayiyên kevin yên baźêr dîtinn.
Bi taybetî avayiya ku wekî hêkekê bu u hêvaran źi binî heta serî bi ronayiyên rengîn dićuruskiya bala min pićekî kiśandî bu.
Ez heta wir meśiyam, hetta źê źî derbaz bum.
Gava seet 14 bu, ez dîsan bii śun da vegerriyam.
Divêt ez di seet 17an da li hotêlê bibuma.
Me yê hevdu li wir bidîta u bićuna otobusa berbi balafirgehê.
Monika dereng maa. Em meźburî nîv seetî dereng ćunn. Tabî wê sibehê źî xaltîka me serê min kir zirne, «nebe nebe ku dereng bimînî haaa, em ê paśê balafirê birevînin ...».

Balafira me di 29ê adarê da, roźa sêśemê, di 19:55an da rabu.
Em tam di seet 22:00an da gêśtinn Zürich’ê.
Di seet 22:30an źî ez hatim malê :)
*
Ez hêdî li vir zêde pêda narrim.
Źixwa min bi têra xwa drêź kir.
Heger ez li ser hemiyan yek bi yek bisekinim, ewdê bibe pirtukeke temam bi xwadê.
Bi giśtî kêfa min bi vê rêwîtiya min hat.
Min li Barselonye’yê ti kesê ku bi kurdî bipeyîve nedît.
Gelek restorentên pićuk yên kebaban hee bunn.
Li gelek ciyên baźêr yên cihê ez raśtî kesên ku bi zmanê tirkên qewad dipeyîviyann, hatim.
Ez dibêźim bixwa turîst bunn.
Tevî ku min ewqas dixwast raśtî kurdekî werim źî, ćênebu.
Li cî u welatên xerîb meriv baśtir qîmeta vê yekê dizane, zeruriya vê yekê fam dike.

*

Ći derewan bikim, bi vegerra xwa ya malê kêfxwaś źî bum.
Źixwa roźa din ez ê bićuma klînîkê u min ê wergerr bikira.
Hewaya li Zürich’ê źî kêm-zêde wekî ya li Barselonye’yê bu.
Tabî vê źî hiśt ku ez xerebiyê nekiśînim. Li bakurê Swîsrê bi pirranî hewa sar u bi baran e.
 
Helbet zêde nehaźot u dîsan baranê dest pê kir.
Tabî sar źî bu.
Źi zu va ye ku hewa sar u bi baran bu.
Hîro dîsan derkete bîst pileyan (20°).
Tê gotin ku ewdê di van roźên tên da heta 28 pileyan derbikeve, tabî digel baranê :)

*

Ez ê di nivîsa xwa ya din da li ser qezeya ku źi piśtî vegerra min hate serê min bisekinim.
Bi serê we bibe hêć kêfa min bi vê bê baviyê nehat.
Hemî plan u proźeyên min yên bi sportê va girêdayî tarumar kir yaw.

Mittwoch, 13. Juni 2012

Rêwîtiya Berbi Barselonye’yê -4-


Roźa paśîniyê, yanî 26ê gulanê ez sibehê zu rabum u min careke din bi otobusa xetta hêśîn turek kir.
Paśê dîsan vegerriyam hotêlê.
Monika hîn li hotêlê bu. Ewê 
źibo dawetê dereng bima.
Loma źî stresê bi wê girtî bu.
Ew wêne min digel qada pêgoogê ya Barselonye'yê girt.


Źi piśtî nîvroyê dîsan derketim der u dîrekt ćum ba otubusa xetta sor.
Hîcar ez li ti ciyekî din daneketim.
Kêfa min gelekî bi xetta sor hat.
Ciyên balkêśtir u xwaśiktir hee bunn.
Tabî min xweziya xwa bi wan ciyan hanî.
Loma źî min got ez ê sibeh careke din peya di ber ćend ciyan ra derbaz bibim.




Gava ez dîsan vegerriyam hotêlê, seet li dor śeśên hêvarê bu.
Zêde li hotêlê nemam, hîcar min berê xwa daa hêla zeryayê/deryayê.
Min meśeke drêź kir.
Źiber ku av zêde ne germ bu u kincên avźeniyê źî li ba min tune bunn, ez neketim avê.
Min tenê lii hawîrdor mêze kir.
Bi taybetî źî min dixwast bizanim ka millet dikeve nav avê yan na.


Dema gêśtim ber zeryayê, hîcar bîrdanka makîneya min got hêdî ciyê vala nemaye.
Loma źî min nekaniya wekî din wêneyan bikiśînim.



Monika berbi sibehê źi daweta hevala xwa hatî bu hotêlê.
Loma źî ez dîsan zu rabum.
Ez ê bićuma taxa îndustriya berê ya baźêr.
Di salên 1960an da li wê derê karkerên ku źi der va hatinne baźêr, niśteciyeke nu hafirandinne.
Bi ya min bibe, wekî ciyekî bêhnfreh źî xuya dikir.
Ez demeke drêź di nav kolanên wê taxê ra gerriyam.
Pêra min berê xwa daa parkeke ku li źor bu.
Dawiya dawîn di nav parkê ra heta źor ćum.
Gava ez gêśtim źor, seet 13an radibirt.
Li zîrveyê qeleyek hee bu, heta wir meśiya bum.
Hewa gelekî germ bu.



Li ser qelê meriv źi źor va temamê Barselonye’yê didît.
Min li wir źî ćend wêne kiśandinn.
Helbet li ser ćend wêneyan temamê Barselonye’yê 
źî qeyd kir.
Paśê dîsan bi hêdîka bii śun da vegerriyam.
Gava seet li dor 15:30yan bu, ez li Plaça de Catalunya’yê bum.






Dienstag, 12. Juni 2012

Rêwîtiya Berbi Barselonye’yê -3-



Źi piśtî dêra bi navê «Sagrada Familia» em dîsan lii otobusên li ser riya «hêśîn» siyar bunn.





Dêra ku buye sembola Barselonye'yê: "Sagrada Familia".

Otobus du qat bunn. Qatên źorîn vekirî bunn. Meriv baśtir dikaniya der u dorê bibîne.
Em raśteraśt ćunn «Park Güell».
Ev park di dema xwa da źi hêla Gaudi va hatiye ćêkirin.
Kesê ku ev proźe daye ćêkirin u fînanse kirin źî malbata «Güell» buyee.
Vê malbatê gelek plan u proźeyên li Barselonye’yê fînanse kiriyee.
Źiber vê yekê źê ra dibêźin «Park Güell».


Deriyê "Park Güell"ê.


Gava em hatinn u gêśtinn ciyê parkê, me dît ku ha her der bi însanan tîźî ye.
Qendî sed mêtro berbi źor ćunn u derketinn hewśa mezin ya parkê (wêneya min ya di nivîsa yekem da li wir hatî bu kiśandin).
Hewa gelekî germ bu.
Min xwast ku em paśê derbikevin źor źî.
Lê xaltîka me Monika kire miz u miz. Dixwast ku em dîsan bii śun da vebigerrin.
Tabî ya ku digot îllem em herrin wir źî ew bi xwa bu.
Min got heta ez dernekevim źor, der u dorê bi tê ra nebînim, ez narrim dereke din u xelas.
Pêra em bi hêdîka berbi źor meśiyann. Di nîviyê rê da Monika got ew dixwaze li parka pićuk ya li ser rê rubine u li benda min bisekine.
Ya raśt riya berbi zîrveya parkê źî herre were qendî pênc deqqan bu.
Ez ćum u derketim ser zîrveyê.
Wekî holikeke pićuk xuya dikir.



Holika li zîrveya "Park Güell"ê. 


Źi wir va meriv hemî Barselonye didît.
Min ćend wêne kiśandinn, dîsan daketim u hatim parkê ba xaltîka Monika.
Źiber ku park pirr mezin bu, min qet nedixwast em bi lez bii śun da vebigerrin.
Lê mixabin źi piśtî demeke kurt hindî min nekaniya li ber xwa bidim u bi xaltîka me Monika’yê ra vegerriyam.
Otobus di ber qada pêgoogê ya Barselonye’yê ra derbaz dibu.
Gelek turîst li wir dadiketinn u dićunn qada pêgoogê.
Tevî ku min dixwast źî ez daneketim.
Helbet hîn gelek li rawestokên din źî otobus disekiniya.
Źiber derengbuna demê derfeta me ya ku em li ciyekî din dabikevin, nemayî bu.
Źibo vê yekê divêt meriv sibehê pirr zu rabibe u derbikeve ser rê.
Em dîsan vegerriyan «Plaça de Catalunya»yê u źi wir źî ćunn hotêlê.
Hindî hêvar bu.
Loma źî me tiśtên ku li ba me bunn u kirriya bunn li hotêlê hiśtinn u derketinn der, ćunn nav baźêr.
Heta nîvê śevê em di nav wan kolanan da gerriyann.
Paśê dîsan ćunn hotêla xwa.
Monika ewê roźa din, yanî di 26ê gulanê da, berbi nîvroyê bićuya daweta hevaleke xwa ya kar.
Źixwa ćuyîna sebeba Barselonye’yê źî źibo Monika‘yê ew bu.
Min ew hevala wê nas nedikir.
Loma źî ez nećum dawetê.
Tabî paśê derket holê ku min ew carekê li mala Monika’yê ligel partiyekê dîtiyee.
...

Montag, 11. Juni 2012

Rêwîtiya Berbi Barselonye’yê -2-

Di vê roźa yekem da, di nav baźêr da em bii vir u wir da ćunn.
Mesela me «Catedral» u «Barri Gotic» bi tesadufî dîtinn.
Li ser kolanan gelek kes hee bunn.
Źi derî xelkê dimatî dîsan gelek turîst źî li ser kolanan digerriyan.
Tevî ku di nav van pênc roźên mayî da germayiya hewayê di navbera 20-25 pileyan da bu źî, di bin tavê da meriv hev dikaniya zêde bisekiniya.
Em wê roźê bi vî hawî di nav kolanan da gerriyan u sekinîn.
Me dîsan bi tesudufî «museu Dali» źî dît.
Tabî em neketinê.
Źiber ku dem pićekî dereng bubu.
Loma źî me got em paśê careke din werin.
Tabî em ćunn źî. Gelek resimên xalê me Dali hee bunn.
Surrealîzma Dali baś tê zanîn. Bi sê telaqên źin- u mêrberdanê ew źî wekî min kafirekî temam buyee yaw :)
Me seetên wî yên heliyayî nedît.
Roźên din em ćunn «museu Picasso» źî.
Ya raśt ez tenê ćum. Monîka roźek berê ćuyî bu.
Resimên xalê me Picasso yên bi nav u deng min nedîtinn.
Ez bawer dikim min di nav seetek u nîvan da hemî dîtinn.
Gelek muzeyên ku li Catalunya’yê ne, bi zêdeyî li navenda baźêr in.
Loma źî qet pêwistî ćênebu ku em dur u drêź rêwitiyê bikin.

Me roźa xwa ya yekem bi vî hawî derbaz kir, yanî roźa pêncśemê ya 24ê gulanê.
Roźa din me got em herrin bîlêtekê źibo turên bi otobusan bikirrin u di nav baźêr ra rêwitiyekê bikin.
Bîleta roźekê 24.- euro bu.
Źibo du roźan 31.- euro bu.
Min źibo du roźan kirriya. Lê Monika tenê źibo roźekê yek kirriya.
Gava em ro
źa din li «Plaça de Catalunya»yê bunn, seet li dor 11:30 nîvan bu.


Li muzeya Dali ez di hêlliyê da :)
Cî: Barselonye


Gelek kes di dorê da bunn.
Ya raśt me digot em pićekî zu herrin.
Lê mixabin ku Monika dereng rabu, loma źî em dereng mayînn.
Em ê bićunna «La Pedrera – Espai Gaudi».
Avayiyeke gelekî mezin bu.
Źibo ku em bîlêtekê bikirrin, em demeke drêź di dorê da mann.
Taveke germ źî li źor serê me dikir śorbe.
Lê dawiya dawîn dor hate me źî, me bîlêtên xwa kirriyan u derbazî hundir bunn.
Xanî di dema Gaudi da bi planên wî yên mîmarî hatiye ava kirin.
Gelek aletên ku di dema wî da hatinne bi kar hanîn, di wî xaniyî da hee bunn.
Mobîlyeyên wê demê u filan u fistix.
Bi raśtî źî źi yên hîro kêmtir nebunn.
Gava ez daketim źêr, min źi xwa ra miftedanek kirriye.
Lê mixabin ku ew miftedana źî źi piśtî vegerra min ya Zürich'ê, li ba sportê bi tevî mifteya min hate dizzîn :(

Divêt meriv xalê me Gaudi bi bîr b’îne.
Gaudi mohra mîmariya xwa ya bê emsal li temamê baźêr xistiye.
Hema hun bibêźin mêro źi berî sed salî baźar źi nu va ligorî nêrîna xwa ya dinyayî hafirandiye.
«Sagrada Familia» (Museu del Tempel Expiatori de la Sagrada Familia), yanî dêra di nav baźêr da bi tena serê xwa śahesereke dîrokî ye. Dêreke pirr mezin e.
Hîn źî avakirina dêrê xelas nebuye. Dibe ku hîn sed salî źî b’aźoy dibêźin.
...

Sonntag, 10. Juni 2012

Rêwîtiya Berbi Barselonye’yê -1-

Wêne: Xalo Beghyanî
Cî: Barselonye, Park Güell 




Êêê, demeke drêź bu ku min tiśtek nenivîsiya heyranino.
Tabî hun źî dizanin, di 24ê meha gulanê da ez źibo pênc roźan ćuyî bum Barselonye’yê.
Gava ez di 29ê meha gulanê da vegerriyam, di 31ê gulanê da turika min ya sportê hate dizzîn.

Tê da mifte u kerta min ya zangeha Zürich’ê hee bunn.
Roźek paśê źî, yanî di 1ê meha hezîranê da źî li ba googlîstinê digel aksiyona min ya yekem yekî bê îman fawuleke berbat lii min kir u banda pîlê/milê min bizdiya.

Źibo ku rêza buyeran tevlihev nekim, ez ê pêśta li ser rêwîtiya xwa ya berbi Barselonye’yê ćend tiśtan li hêra/vira reś bikim.

Paśê źî di nivîseke din da li ser qezeya xwa pićekî bisekinim.

Roźa 24ê gulanê ez u Monika, em li stesyona Örlikon’ê hatinn ba hevdu u bi trênê di pênc deqqan da gêśtinn balafirgehê.
Balafira me di wexta xwa da rabu, yanî di seet 07:20an da em ketinn hewê.
Tam di wexta xwa da źî gêśtinn Barselonye’yê.
Seet 09:00 bu.
Pêra em berbi termînela otobusan ćunn.
Di rê da me hevalekî Monika
yê yê kar źî bi tevî źina wî dît.
Ew li benda otubuseke din mann.
Lê em ćunn.
Bi otobusê heta navenda Barselonye’yê hatinn u li «Plaça de Catalunya»yê daketinn.


Hotêla me ne źi navenda baźêr dur bu.
Bi kerta di destê me da em di nav dewpênc deqqan da peya gêśtinn hotêlê.
Me hemî tiśtên xwa li wir daynîn u derketin der.
Me digot em ro
źa xwa vala derbaz nekin u heta źi me têt heta hêvarê pićekî navenda baźêr nas bikin.
Pêśta em dîsan ćunn «Plaça de Catalunya»yê.
Digel «Plaça de Catalunya»yê du kolanên mezin u menśur hee ne.
Bi baweriya min bibe, ez dibêźim hemî kesên ku terrin Barselonye’yê di nav van herdu kolanan ra gelek caran derbaz dibin.
Navê kolana sereke u ya mezin «La Lambra» ye.
Kolan heta zeryayê/deryayê drêź dibe. Dibe ku qendî kîlomêtroyekê drêź bibe.
Ez bi xwa źî gelek caran di nav vê kolanê ra derbaz bum.
Gava meriv di nav kolanê ra dimeśe, dîsan li hêla ćep u raśtê źî gelek kolanên din yên baźêr meriv dibîne.
Roźa yekem em pêśta bi tesedufî ćunn di ber «Paula de la Música Catalana» ra derbaz bunn.
Me digot em paśê carekê herrin bikevin hundir źî. Lê mixabin me nekaniya.
Tabî me li hêra/wir ćend wêneyên xwa źî kiśandinn.
Bila xelkê alemê paśê nebêźe, «law babam hun qet bii ti tiśtekî ra nabin dînim îmanime. Ma merî wêneyekê źî nakiśîne kezebino, hi?» :)
...

Samstag, 9. Juni 2012

Axxx Ax Feleka Xayîn Ax!

Berxikino, biborin yaw, źi piśtî vegerra min ya źi Barselonye’yê xwadê ćend lotikên bê îman lii min xistinn.
Hema hun bibêźin îmana min kir teneke u hew.
Loma źî ti derfeta min ya ku min bikarî bibuya tiśtek binivîsiya, ćênebu.
Helbet hîn źî tun e.
Źiber ku ćend delalkên śekirkî mesele merax kirinne, min got ka hele ez pićekî zor bidim xwa.
Lo welle u bille min qezayeke bê bav derbaz kir.
Aniha di bin tesîra dermanan da bume wekî beniśta deh salên mirî dînime îmanime.
Drêź nekim, ku sibeh halê min pićekî baśtir bu, ez ê di derbarê vê bê baviya ku hatiye serê min da ćend notên dîrokî li vir qeyd bikim, daku bila nekeve ber baayê felekê u handa nebe haaa.
De heta sibeh bimînin di nav canxwaśiya miqeddes da.
U ez 
źi ćavkên we yên germik u nermik pać dikim, him źî belaś lo :)