Tevî ku hîro tav zêde tune bu źî, dîsan źî hewa bi têra xwa germ bu.
Karê min yê wergerrê źî tune bu.
Loma źî min kêm-zêde hemî dema xwa li malê derbaz kir.
*
Di seet 11an da li ba biźîśk randevuyeke min hee bu, źiber deziyên li ser pîlê
min.
Źi piśtî ku biźîśk xanim banda li ser birînê rakir, yekcar źi min ra got, «bi
raśtî źî birîna we pirr baś hatiye durîn, źi hundur va hatiye durîn u dezî źî
tun e. Yanî deziya ku hatiye bi kar hanîn, di bin ćermê we da ye u ew paśê xwa
bi xwa tê havitin. Qesî ku xuya dike biźîśkekî/e asîstent ev duriye u źibo vê
yekê źî gelek wext daye.».
Êh, kêfa min pê hat ku mêro karekî baś kiriye.
*
Tabî di seet 18an da ćum sportê źî.
Pêśta qendî nîv seetî bi tempoyeke normal beziyam.
Paśê ćum hundir u min źi seetekê źêdetir entremena xwa ya bedenhêziyê kir.
*
Divêt ez carekê li ser dersa kurdî ya biźarte bisekinim.
Tirk dibêźin vê payîza tê kurdî dikare wekî dersa biźarte were xwandin.
Lê źi sinifa pêncan u bii wir da.
Yanî qewadên heram dixwazin di zarokxane u dibistanan da heta pola/sinifa
pêncan îmana zarokên kurd bikin teneke u paśê źî îmkana zmanê kurdî bidinê.
Herkes baqil e bavê min, ne wekî me kurdan di ehmeqiyê da geviziye.
Hîcar kurdê ehmeq kurê ehmeq bi vî aqilî źî radibe siyaseta azadiyê dike.
Ćil sal in ku him Kurdistan wêran bu u him źî kîmyeya milletê kurd ya dîrokî
xerab bu.
Lê ći heyf u mixabin u źehr u ziqqim u lanet ku hîn źî mafê me yê dibistaneke
bi kurdî tun e.
Aniha źi van siyasetmedarên ku îmana xwa bi kemalîzma ku tecawîzî heyśt eźdadê
milletê kurd kiriye, śuśtinne, ći xêr u bereket derdikeve babam.
Lêêê ...
Tabî ev siyasetmedarên kurd hîcar li diźî dersa biźarte źî derdikevin.
Tevî ku pênc quruś qîmetê nadin kurdî u tam bîst u ćar seetan bi zmanê
tecawîzciyê xwa dikin leqleq, dîsan źî fortan tavêźin derudorê.
Bêguman ev dersa biźarte źibo kurdan heqereteke mezin e.
Źixwa kurd layiqî vê yekê ne źî.
Ći dibe bila bibe, divêt kurd vê îmkana rencîde kirî bigirin u dest bi hêriśên din bikin, heta ku
zmanê kurdî źi sedî sed buye resmî.
Redkirina vê yekê tenê u tenê ehmeqiyeke beredayî ye u ti kara xwa źî źibo
kurdan tun e.
Qeśmerên ku li diźî vê yekê derdikevin bila carekê bi xwa dest bi axaftina kurdî
bikin, daku bila xelkê alemê źî bizane ku eyara wan ći ye.
Welle ez dîsan feleket hêrs ketime lo, waweylêêê.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen