Samstag, 1. September 2018

Deriyê Buka Baranê



Gava xewn nod u neh salî be, u xewna dawiyê be, piśta meriv nikare źgiraniya barê nod u neh salî bibe.

Li ser riya ber malê me. Źi min ra dibêźin mala bavê te ya nuh ev e. Naxwazin ez berbi mala me ya kevin va bimeśim. „Źixwa tu herrî źî tu yê tiśtekî nebînî!“, dibêźin.
Gundê me (01.07.2015).
Ligorî dema gundê me seet 18:59 e.
Dora hewśa mala bavê min ya nuh bi dar u keviran hatiye girtin.
Bavê min di nav ra deriyek źî ćêkiriye. Li paś dêrî, li hêla rast u ćep darên kîrazan / gilyasan ćandiye. Kîraz pirr sor xuya dikin. Hema hema dest bi reśbunê kirine.
„Herhal em di nav demsala havînê da ne.“, dibêźim.
Ez li ser riya ber dêrî li ser piyan disekinim. Herhal naxwazim derbazî nav hewśa bavo ya nuh bibim.
L’ kîrazên li ser darên bavo mêze dikim. Dilê min lê dibiźe. Daxwaza ku ez źê tam bikim di min da ćêdibe.
Paśê ez li pêś deriyê mala nuh ya bavo darên sêvan dibînim. Ew źî du heb in. Yek li hêla rast u yek źî li hêla ćep hatiye ćandin. Lê sêv bi tevayî ketine ser herdê. Hindek źê puć bune. Pelên darên sêvan haśiyane / weśiyane. Rengê zer bedena wan rapêćiye. Îcarê ez „Herhal em di nav demsala payîzê da ne.“, dibêźim.
Źi bavo deng dernakeve. Tevî ku haya min źê tun e źî, zi min ra dibêźin bavê te li malê bu.
Ez l’ her du pencereyên mala nuh ya bavo dinêrim. Li paś camên mala bavo kes xuya nake.
Canê min dixwaze ćayekê vexwe. Xwa bi xwa ra „Źixwa ćaya bavo aniha li ser sobê ye, ez ê tenê hîskana xwa dagirim.“, dibêźim.
Lê dilê min dibêźe herre mala we ya kevin.
Źi niśkê va xaltîka Gulê derdikeve ser riya ber dêrî. Li ser kevirê li ber deriyê mala xwa rudine. Tiśtekî di destê xwa da dibe u tîne. Li śuna xwa nalive. Li ciyê xwa yê runiśtî l’ kevirên li hemberî wê yên ćepera bostana xaltîka min Nazê mêze dike.
Bayekî hênik tê. Xiśśiniyeke bi aram l’ pelên daran dikeve.
Ez l’ xaltîka Gulê mêze dikim. Ez weha hîss dikim ku ewê źi min ra tiśtekî bibêźe.
“Tu ćima hatî”, dibêźe, “bavê te hêdî ne li malê ye, ću. Ew źî ću.”.
“Ću ku?”, dibêźim. Lê deng źi min dernakeve.
„Herre mala we ya kevin di nav roźingê da arekî / agirekî vêxe. Dibe ku bavê te di rê da dumana roźingê bibîne u bibêźe lawikê min, Kakil’ê min hatiye. Ewê bextewarî lê bibare.“
Canê min teng dibe. Bêhna hewê l’ min xwaś nayê, nexwaśiyek tê da hee ye. Ez berbi mala me ya kevin dibezim. Dixwazim bibezim, lê nikarim. Kusiyên sal girtî tên u źi min derbaz dibin. Dixwazim źi kusiyan tika bikim ku min źî bi xwa ra biben. Nikarim bipeyîvim. Kusî hilo di halê xwa dimeśin, dićin di ber mala me ya kevin ra derbaz dibin u terrin. Berê xwa didin berbi źêr, berbi Bostanan. Heta ku li ser tumî Bostanan handa / wenda dibin, ez l’ wan dinêrim.

Îcarê min xwa di nav pagên mala me ya kevin da dît. Ez l’ ciyê roźinga me ya źi berî pêncî salan disekinim u lê mêze dikim. Roźing xuya nake. Canê min germ dibe. Ez dixwazim bi lez arekî vêxim ku bila bavê min bi hatina min bihesse. Li der u dorê l’ darikan digerrim. Źi derî spîndarên ku bavê min li paś malê ćandine, tiśtekî nabînim. Pelên spîndaran ćilmisîne, u źi pelan av dilop dike. Bala min dikiśîne, tayên spîndaran hiśk bune. Ez dixwazim berbi kaniya li ber malê bibezim, lê źibo ku ez avê dagirim, bibem u bidim spîndaran, nikarim tiśtekî peyda bikim. Li hêla din źiber dumanê li ber xwa dikevim.
Di nav pagên mala kevin da tenê kevir u giyayên hiśkbuyî hee ne. Qet nebe ez giyayê hiśk berhev bikim, dibêźim. Ez pêśta tîśorta xwa ya śîn derdixim, ez ê biśewitînim. Ez tîśorta xwa li ciyê roźinga mala kevin datînim, paśê giyayên hiśk berhev dikim u tînim dixim bin tîśorta xwa. Źi niśkê va cavên min l’ kîbrîta kevin ya di nav dîwêr da dikeve. Di nav da tenê du heb mane. Tirs di min da ćêdibe. „Heger vênekevin ez ê ći bikim?“, dibêźim. Lê vêdikeve. Ez arê di destê xwa da dixim nav giyayên hiśk yên di bin tîśorta min da. Giya pirr bi lêz diśewitin, duxan źê radibe. Lê ar b’ tîśorta min nagire. Ez pifê dikim. Hetta ćend deqqan bi hêdîka duyek / duxanek źi tîśorta min radibe, diśewite.
Ez bi leza kusiyan berbi dîwarê malê yê źi keviran dibezim. Derdikevim ser dîwêr u źi dur va l’ bavê xwa digerrim. Źi piśtî demekê kesek li ser kaśa źorî gundê Masoyan tê ber ćavên min. Li źêr źî kusiyên ku źi min derbazbuyî bun, dimeśiyan.
Ez pêdihessim ku ew kesê li ser wê kaśê bavê min e. Ew li ciyê xwa sekiniye u di hêla min da mêze dike.
Dizanim, ewê herre, u ewê cartin venegerre. Bextewar xuya dike. Śepqeya xwa źi serê xwa digire, di nav her du destên xwa da dibe u tîne, u dîsan datîne ser serê xwa.
Dengê xaltîka Gulê tê min: „Îro bîst u śeśê temmuzê ye, danê berî nîvroyê ye, Kakilêêê!“, dibêźe.
Bild könnte enthalten: Himmel, Wolken, im Freien und Natur
Buka Baranê li ser gundê Masoyan (wêne: 02.10.2018)
Ez dîsan berê xwa didim hêla bavê xwa. Buka baranê li hêla gundê Masoyan derketiye.
Lê bavê min tun e. Ćuye.
Dara biyê li śuna wî derketiye u źê baran dibare.
Ez li ser śêmuga śêśt u du salî rudinim u l’ buka baranê dinêrim. „Sedîsed“ dibêźim, „buka baranê deriyê xwa źibo bavo vekir u ew bir.“.