Montag, 29. April 2013

Herre Were Eynî Lotik :)



Hîro karê min qet tune bu.
Źiber ku hema hema hemî xal u xaltîkên me yên biźîśk di eynî demê da ćunn tatîlê.
Hewaya li vir źî neguherî.
Vê hêvarê baran źî pićekî bariya.
Tabî ez di seet 15an da qendî du seetan ćum bezê źî.
Lê hîro digel bezê piyên min ne baś bunn. Gelekî westiyayî xuya dikirinn.
Hêśeke bê bav źî di bazuyên min da hee’ bu.
Di pêćiya sereke ya nîgê min yê rast da, porqek źî derket.
Divêt ez hîśev tê da kunekê vebikim, daku bila ava tê da derbikeve.

Min hîro ću Samsung Galaxy SIII dîsan haniya. Tamîr kirinne.
Bi serê hemî melekên geś u negeś ’be, ez qet źi vê texnîka heram fam nakim.
Qet nizanim ku ći di ku da ye, ći ćiton dibe yaw.
Ka gundîtî u baqiltiya berê kaaa.

Zikê min hîn źî têśe.
Min źi berî aniha ću kokakoleyek kirriya. Dibêźin hêśê dibe.
Li ba me berê gava zikê meriv têśiya, śerbet ćêdikirinn u vedixwarinn.
Lê li vir źî kokakoleyê vedixwin.
Helbet mesele śekira di nav da ye, ne ku tiśtekî bi sihr e yanî.

Di van roźên dawiyê da min dîsan ćend heb kesên ku bunne aźan u xizmetkarên zmanê tirkên kućik, źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn.
Ya rast îflehbuna van kesan tun e, divêt meriv zêde serê xwa bi van kesan ne’êśîne.
Źiber ku tirk, ereb u farsên qewad bi rindî yan źî xerabî, îmana heft eźdadê van kesan kirinne śorbe, êdî mêro bi her tiśtê xwa li ser zman u kultura wan ava bunne.
Hemî bîranîn u înformesiyonên di mêźiyan wan da bi zmanên wan qewadan hatinne qeyîd kirin.
Xelasiya wan tenê mirina wan e. Di noyrobiyoloźiyê da ev bi vî hawî tê tarîf kirin.
Tabî ti kesê ku bixwaze zorê bide xwa, bîranîn u înformesiyonên xwa qet nebe źi aniha u pê va bi zmanê xwa, bi kultura xwa di mêźiyê xwa da qeyd bike źî tun e.

Sonntag, 28. April 2013

Bê Zebeś Źiyan Nameśe Welleh



Hîro źî hewa ne ewqas bi kêf bu.
Lê qet nebe baran nebariya.
Loma źî ez qendî seetek u nîv ćum pîskîlêthaźotinê.
Zêde enerźî di min da tune bu. Pićekî źî baa hee‘ bu, loma serê min hindekî cemidî.
Źi piśtî vegerra min, min qehweyek ćêkir bi pićek nan u nutelleya bê bav xwar.
Di ser ra hema hema du seet derbaz buyî bunn, di seet 18an da ez derketim der u ćum bezê.
Li ba bezê mîdeya min pićekî ne ewqas bi kêf xuya dikir.
Loma źî min 5-6 caran navber dayê u her carê źî qasî deqqeyekê peya meśiyam.
Berbi dawiyê derbaz bu.
Bezê źî qasî du u nîv seetan haźot.
Lê hîn źî qet îśteha min tun e ku tiśtekî bixwim. [Di demên hilo da canê min hertim zebeśan dixwaze. Tabî di rastiyê da ez źi zebeśan pirr hez dikim. Yaw bi serê mêrê ćê yê berê ’be, gava ez nexwaś dikevim u naxwazim ti tiśtî bixwim, tenê zebeś tê bîra min. Carekê źi berî deh salan bu ez dibêźim, vîruseke bê bav b’ min girtî bu. Ez bê hal bum. Hingê li xwandekarxaneyê dimam. Rewśa min xerabtir bubu. Li aśpêźxanê źi hiśê xwa ću’ bum. Camêran ez heśyar kirim. Drêź nekim. Wê śevê têlefonî biźîśk kirinn. Źi piśtî ku ew hat, ez kontrol kirim, got tiśt tun e, dibe ku vîruseke xerabe b’ we girtî ’be. Divêt hun tiśtina bixwin. Min źî got, welleh qet îśteh di min da nemaye. Got, «Hele carekê bifikirin, dilê we ći dixwaze.». Ez źî fikirîm ha fikirîm, min yekcar got, «Bi xwadê canê min zebeśan dixwaze.». Di navika zivistanê da zebeś, hahooo. Law bavê mino em kurd pirr entîqen e u wesselam haaa].
 
Ez dibêźim ewê birćîtî paśê yekcar wekî kevirekî l’ min bixe.
Carina gava meriv pirr drêź sportê dike, bedena meriv wekî reaksiyon bê îśtehiyê di meriv da ćêdike.
Tabî ev ne cara yekem e ku tê serê min :)
Ći dibe bila bibe, divêt ez źibo pêśbirka bezê bi baldarî entremana xwa bikim.
Źi xwa roźa pêncśemê ez ê entremana dawiyê bikim.
Divêt roźek źi berî bezê meriv qet bedena xwa ne’êśîne, daku ku bila beden dîsan bikare rehet bike, were ser xwa.

Hey tifuuu, min źi bîr ku têlefonî bavê xwa bikim yaw.
Bi xwadê ewê îmana min bike śorbe, divêt ez sibeh tekez têlefonî bavê xwa bikim.

Bi telaq va ye birćîtî bi hêdîka tê :)
Loma źî divêt źi berî ku ez herrim gerra hêvarê pêkb’înim, tiśtina bixwim.
Offf of, ewê aniha śorbeya nîskê, dewekî sar u zebeśek hee’ bibuya.
Hey tifu l’ vê bê śensiya min ya xerabe, herê welleh.
Na naaa, ez ê baqil nebim u xelas.

Samstag, 27. April 2013

Bi Zmanê Tirkên Qewad Qaśo Zmanê Kurdî Xelas Dikin, ...



Źi doh hêvarî va ye ku hewa dîsan sar bu (10°).
Tabî carina baran źî dibare.
Tevî ku min hîro niyet dikir ku ez herrim pîskîlêthaźotinê źî, ćênebu.
Heger śaś nebim, bi qasî bîst kîlomêtroyan di bin baraneke hurik da beziyam u bi śun da hatim.
*
Van roźên dawiyê ha ha di Facebook’ê da kempenyeyên źibo zman u mafên kurdan tên kirin, mesela «ma hun Kurdistan‘a serbixwa, otonom yan federel dixwazin?». Di yeke din da źî kempenyeya «em perwerdeya bi zmanê kurdî dixwazin» hatî bu l‘ dar xistin.
Lê mixabin bi tevda źî bi zmanê tirkên qewad bunn.
Yanî van ehmeq kurên ehmeqan, ku di nav gemariyên tirkan da têk
ćune, xwadî gramek aqil źî nîn in, daxwaza perwerdeya zmanê xwa bi zmanê tecawîzciyê xwa dikin.
Bi telaq źi me kurdan ehmeqtir millet nayê dîtin.
Ê law bê namusino, ći lanet l‘ we hatiye ku u hun pêśta xwa xelas nakin u radibin bi gemariyên xwa derudorê źî gemar dikin?!
*
Min źi bîr ku li vir binivîsînim.
Roźa pêncśemê min li ba preksîsa xaltîka me biźîśk Bîrźen dest bi qursa śexsî kir.
Xaltîka me dersa xwa baś amade kirî bu.
Helbet me gotî bu em ê heftê tenê seetekê bikin, lê vê carê seetek u nîv bu.
*
Xalê me Smeîl Beśîkćî van roźan li baśurê Kurdistan’ê ye.
Bêguman ez bi mêvantiya wî ya li baśur pirr kêfxwaś bum.
Divêt kurd qedrê vî dostê xwa pirr baś bizanin.
Merivekî pirr hêźa ye, dostek źi dostên herî rast u dilśoź e.
Heger siyasetmedarên kurdan źi sedî yek gotinên wî fam bikirina, em ê aniha li astên pirr cihê bibuna, me yê źi zu va gelek mafên xwa yên śiruśtî bi dest bixistina.
Lê mixabin siyaseta me di nav cahiltiyê da gemar buye, loma źî haya me źi ehmeqiyên me yên siyasî tun e.
Kek Mesut medelyeya Barzanî’yê nemir l‘ xalê me Smeîl kiriye.
Biźî Kek Mesut!
*
Di nućeyeke din da tê gotin ku, vê paśîniyê/śemiyê di seet 15:00an da xalê me Smeîl li zangeha Selaheddîn’ê ya li Hewlêr’ê semînerek daye.
Źi piśtî semînerê xalê me Dr. Ferhad Pîrbal ćuye ba Smeîl’ê me u źi wî soleke wî rica kiriye.
Tabî Smeîl’ê me źî yeka wî nekiriye dudu u soleke xwa daye wî.
Paśê xalê me F. Pîrbal gotiye, «Ez ê pêlava Beśîkćî dayînim muzexaneya Hewlêr’ê.».
Biźî xalê me Ferhad Pîrbal źî, herê welleh! 

Mittwoch, 24. April 2013

Modeyeke Nu U Ehmeq: «Ez Źi Ermenan Uzra Xwa Dixwazim»



Ev du roź in ku hewa baś e.
Lê dibêźin dawiya heftê dîsan ewê sar ‘be, baran/śilî bibare.
Yanî dibe ku pîskîlêthaźotina min ya dawiya vê heftê źî dîsan pêkneyê.

Van roźan pićekî zêde terrim bezê.
Di 3yê gulanê da wekî her salê li ba zangeha Zürich’ê ewê dîsan pêśbirka bezê were l‘ dar xistin.
Yanî meriv tenê dikare bi komekê serî lê bide. Kêm-zêde źi hemî welatên Ewrupe'yê 900 kom tev lê dibin.
Di nav her komê da źî 14 kes hee ne.
Helbet di nav her komê da divêt herî kêm sê xaltîk źî hee ‘bin.
Heger śaś nebim, riya bezê ya bi temamî qasî 118 kîlomêtro ye.
Ev mesefa hatiye dabeś kirin. Źi mesefaya 4 kîlomêtroyî bigirin heta ya 14 kîlomêtroyî mesefa hee ne.
Ya min di ser 12 kîlomêtroyî ra ye u kaś e, him źî heta dawiyê.
Diyar e ku ez ê nîv mirî bigêźim noxteya ku xalê profêsor ewê li benda min ‘be.
Źi piśtî ku min ćîpa di destê xwa daa wî, ewê berbi noxteya din bibeze.
Ez bi tevî koma klînîka ku ez wergêrriyê dikim, tev lê dibim.
Źi min ra gotin, welleh źokerê me yê mezin tu yî.
Êh, divêt ez keriyera xwa bi destê xwa xerab nekim yaw :)


Hindî di nav kurdan da modeyeke nu dest pê kiriye.
Yê/ya ku hêrs dikeve, radibe źi ermenan uzra xwa dixwaze, him źî bi navê milletê kurd vê yekê dike.
Źi piśtî ku xalê me Ehmed Tirk lotikeke bê bav havit, hîcar xalê me Jan Dost źî rabu xwa bi xwa tenura xwa germ kir, bi gîrî u lava źi ermenan uzreke feleket xwast.
Ez bawer nakim ku kurd pićekî baqiltir bibin.
Mêro rabuna qewadiya tirkên heram bi dahol u zirne digirin ser xwa.
Ma ći eleqeya kurdan bi qirra ermanan ra hee ye bavê mino?
Yên ku orxenîze kirinne u pêkhanînne, tirkên pîć bi xwa ne.
Bêguman tirkên heram yekîneyên ku źi zarokên kurdan pêkhanî bunn źî di vê qirrê da bi kar hanî bunn, ev tê zanîn.
Ma ew yekîneyên bi navê «Hamidiye Alaylari» bi destê tirkên qewad nehatî bunn ava kirin, źibo ku bikarin serhildanên li Kurdisatn’ê tarumar bikin?
Eynen weha bu.
Helbet pê kirin źî. Van yekîneyan bi hezaran kurdên belengaz kuśtinne.
Ê ma aniha ćawan dibe ku hindek kurd radibin van yekîneyên ku bi navên tirkên kućikbav qetîltiya milletê kurd kirinne, wekî temsîldarê milletê kurd qebul dikin?
Xelkê kurd yê elewî u êzdî xwadîtiyeke mezin l‘ ermenan kiriye.
Helbet xelkê kurd yê sunnî źî ligorî derfetên xwa xwadîtî kiriye.
Min bi xwa di nav ti belgeyeke ermenan da nedîtiye ku ermenan xelkê kurd sucdar kirî ‘be.
Lê tirkên heram źibo ku rastiya dîrokê menîpule bikin, bi hemî dek u hîleyan serên kurdan l‘ hev dixin.
Mesela divêt meriv qirra ku ermenan l‘ xelkê kurd kiriye źî źi bîr neke.
Bi deh hezaran kurdên êzdî kuśtinne.
Li baźarên kurdan talaneke mezin kirinne.
Bêguman hindek ermen u hindek kurd di vê meselê da hatinn lîstika tirkên bê namus.
Ćima ermen li Ermenistan’ê ewqas diźmintiya kurdan dikin, tevî ku kurdên li wir bi pirranî êzdî ne u hariyariyeke bê sînor danne ermanan źî?
Źibo ku ermen kurdên li Ermenistan’ê asîmîle bikin, źi kurdbuna xwa veqetînin u bikin ermen, heramiya ku nekirinne u nakin, nemaye...

Mesela bavê Aram’ê Tîgran, Tîgran’ê Mêlîkyan, hertim ew nasîhat l‘ lawê xwa kiriye:

«Kurê min, qedir u qîmeta gelê kurd bizane. Kurdan źi bîr neke. Keda wan li ser me pirr e. Zehmetî u xwîdana wan li ser me pirr e. Wan em xwadî kirinn. Aniha hun 4 bra û 2 xwang diźîn, bi xêra kurdan e. Wan em źi komkuźiya osmaniyên tirkan parastinn.».


Mesela ronakbîrekî ermenan yê bi navê Dêrênîk Dêmîrćiyan hilo dibêźe:
«Ći tiśtê baś di navbera me u kurdan da buye, bi destê me her du milletan hatiye kirin. Ći tiśtên xirab di navbera me u kurdan da bune źî, bi destê diźmin hatiye kirin.».

Dixwazim vê yekê bibêźim, tevî ku ti eleqeya kurdan bi qirra ermenan ra tun e, tevî ku ermenan ti carî kurd sucdar nekirinne źî, bila kes bi navê milletê kurd u dîroka doh xelkê kurd neke qurbana nexwaśî u menfeetên xwa yên śexsî.
Ewê dîrok wan sextekaran di nav sextekariyên wan da bifetisîne, bê mahne.

Sonntag, 21. April 2013

Bavê Min, Farsên Qewad U Tirkîzekirina «Śakiro»yê Nemir



Pêr śev li vir berf bariya.
Doh źî tiśtekî wekî toz bariya, lê min fam nekir ći bu, nizanim berf yan baran bu.
Hîro źî hewayeke girtî hee’ bu.
Ez vê hêvarê qasî seetek u nîv ćum bezê źî.

Cara yekem bu ku min di nav roźekê da têlefonî bave xwa u her du brayên xwa kir.
Tiśtekî taybet li cem wan tune bu.
Lê bavê min ćêreke kafirkî kir tabî :)
Min sê hefte bunn ku têlefon nekirî bunn, yanî heqqê wî hee‘ bu.
Ê źi piśtî axaftina ćend seniyeyan mêro hema nerm bu.
Welleh ez hertim dibêźim, «Temam cîgerim, bi xwadê heqqê te hee ye. Min ćavên te xwarine yanî. Heger tu weha berdewam bikî, gava ez hatim em ê guleśekê bigirin, ihi.».
Lê baś dizane ku hêvî tun e, loma źî dibêźe, «Tew tew tew, hele tu were źî tiśtê din basît e, ka ew roźana kaaa.».
Ći dibe bila bibe, dawiyê me bi kenn źi hevdu xatir xwast, bi soza ku ez ê hefteya tê dîsan têlefon bikim.

Pêr min nućeyek di Facebook’ê da xwand.
Mesela li ser kincên źinên kurd bu. Farsên qewad li girtiyên kurd kincên źinan danne xwa kirin u paśê źî di nav baźêr da danne gerrandin, źibo ku śerefa kurdan bikin pênc quruś.
Min źî ev nivîsa xwa di Facebook’a bê bav da parve kir:

«Źibo ku kultura kurdan rencîde bikin, hemî qewadiyê dikin.
Kućikên heram rabune kincên źinan li mêran dikin u li ser kolanan didin gerrandin.
Ćima?
Źibo ku źinên kurd kincên kurd li xwa nekin, źi kinc u kurdbuna xwa nefret bikin.
Tabî van farsên kućik u pîć hemî van qewadiyan źî bi navê îslamê dikin!

Berxikino, kî dikare bibêźe źi kincên źinên kurd xwaśiktir kinc hee ne, hi?
Helbet ew farsên qewad źî baś dizanin ku kincên źinên kurd bê emsal in. Loma źî dixwazin bi hezar u yek pêzevengiyê xwaśikiya van kincan leke bikin.
Źiber ku di kultura wan pîćan da tiśtekî weha dîrokî u bê emsal tun e!».

Vê hêvare bi tesedufî di Facebook’ê da ketim nav rupela bi navê «Śakiro» źî.
Min ev rupel berê pesinandî bu.
Law ez neketimayê, wey bavooo.
Camêran kirinne hêlîna zmanê tirkên qewad.
Hêrseke feleket b‘ min girt. Min ev nivîsa xwa ya li źêr tê da nivîsiya u źê derketim:

«Kuro źi xwadê śerm bikin law!
We ciyê Śakiro, dengê dilê zmanê kurdî yê li ber mirinê, Śakiro’yê me źî kir qurbana sosyelfeśîstiya xwa ya tirkîperest!
Kesên ku nizanin źibo ći śerê xwa dikin, weha rezîl u riswe dibin.
Dawiya dawîn dibin taśeronên diźminên qewad u tecawîzcî.

Heger haya we źi rezeleta we tun e, bi kerema xwa bicehimin u herrin ba tirkên xwa yên qetîl u tecawîzcî bavê mino.
Tew tew tew, bi śexsiyetên weha binketî u tirkćî em ê heebuna xwa l‘ tirkan bidin îspat kirin ha?!

Diyar e ku ev kom buye komeke îblîs di destê kemalîst u tirkćiyan da, loma źî bawer nakim ku ti karekî min li vir hee' 'be!».

Heta ku ev qewadana di nav milletê kurd da nehatine tune kirin, ti śensa me ya serketinê tun e, ez vê yekê baś dizanim.

Freitag, 19. April 2013

De Were Źî Lanetê Li Kurdan Neke Bavê Mino



Źi doh va ye ku baran/śilî li vir dibare.
Sibeh ewê germayî heta 6 pileyan dabikeve.
Aha va ye hema hema bihar źî derbaz bu u ću, lê hîn źî me germayî nedî.

Vê sibehê źi piśtî kar ez ćum ba heval Newzat, yanî ćum restorenta wî.
Em qasî seetekê bi hevdu ra runiśtinn.
Li ser meseleyên cihê u cihê me gotina xwa drêź kir. Hîn mêvanên xwarinê nehatî bunn.
Dawiyê min tiśtê ku Newzat u Mistefa di 1ê gulana 2012an da li Zürich'ê źi min ra gotî bun, źê pirsiya.
Li vir kardarekî me yê kurd hee ye, bi eslê xwa źi Dêrsim’ê ye, yanî xwadiyê Royal Döner’ê, xalê me Zeynel e. Ez wî qet nas nakim.
Di kar u barê xwa da pirr pêś ketiye. Bi mîlyonan dide u digire. Bila xwadê zêde bike helbet.
Ligorî ku min bîstiye, gelekî hariyariya kurdan źî kiriye u dike.
Mesela bi taybet źî di kar u barên kulturî da sponsoriya gelekan kiriye.
Ne tenê ev, her husan źibo pirsgirêkên sosyalî yên kurdan źî buye hariyar.

Min źi berî ćend mehan źi Newzat pirsî, ka ew di vê navberê da bi wî ra peyîviye yan na.
Yanî mesele tenê sponsorî bu. Camêran ewê pê ra deng bikira, ka ew camêrê me dikare sponsoriya min bike yan na, źibo ku ez bikarim pirtuka rêzmana kurdî amade bikim.
Wî źî got, hevparê min yê kar wî baśtir nas dike, ez carekê bi wî ra bipeyîvim.
Paśê min tiśtek nebîst. Hîro źî ćiton bu hate bîra min u min źê pirsiya.
Got, «Welleh xalê Hecî źê ra gotiye, lê pićekî bê birryar e. Ya rast kurdan ew gelekî caran xapandinne. Pere girtine u ćunne, ti tiśtek źî nekirinne. Mesela źibo ku hindek kes bikarin cenezeyên xwa biśînin welêt, pere daye camêran, lê mixabin camêran ew perena girtinne u xwarinne, cenezeyên xwa źî li vir hiśtinne. Źixwa hariyariya ku źibo kultura kurdan daye, bê hêsab e. Tabî ti kesî źî soza xwa ya dayî ne’aniye śunê u bi tevî peran handa bunne. Loma źî zêde dil nake. Lê ez ê careke din bi xalê Hecî ra bipeyîvim, ka ći dibe u ći nabe...».
Êêê, bi rastî źî em kurd bunne îblîsên qewmê xwa. Xwa bi xwa rabunne koka dara xwa dibirrin.
Yaw ćawan dibe ku ev kurd qewadiyeke weha bê bav dikin, aqilê min qet nagire.
Tabî li hêla din źî di ber heramiya van kućikên qewad ra ew ćend śaxên terr disoźin/diśewitin u terrin.
Ya rast hêviya min qet źê nîn e.
Źixwa ez di van meselan da pirr bê śens im.
Min heta hîro źiyana xwa di ber zmanê kurdî ra daa, źibo ku bikarim roźekê rêzmana kurdî ya bê qusur amade bikim.
Bi salên dur u drêź źibo vê yekê min li ber xwa daa.
Min hemî menfeetên xwa yên śexsî kirinn qurban.
Bêguman ez qet u qet pośman nîn im. Heger careke din źî bibe, ez ê dîsan bikim.
Źiber ku ez vê yekê wekî mîsyona xwa ya dîrokî dibînim...
De hîcar hun l’ vê ecêbê mêze bikin, ez li ser riya xwa ha ha dimeśim u dimeśim, dawiya dawîn têm l’ kevirên me kurdan diqulibim.
Ez dibêźim heger wan kurdên me yên qewad ew kardarê me yê welatparêz bi dehan caran nexanpandinna, ewê belkî qet mesele derneketa u min ê źî dest bi amadekirina rêzmana kurdî bikira, u heta salek u du salan ew xelas bikira.
Ka ew bext di min da kaaa.
Ka ew bext di zmanê me yê bav u kalan da kaaa.

Mîna siyaseta me, mîna hevalbendiyên me, her tiśtê me di nav xwa da gemar buye.
Ćiqas bê śeref u bê namus hee ne, bunne qirnî u ha ha xwîna zmanê kurdî u milletê kurd yê belengaz dimiźin.

Donnerstag, 18. April 2013

«SmartPhon»a Nu Ya Qewad U Soza Qursa Kurdî



Hîro gelek karê min hee’ bu.
Źi piśtî kêêr/karî (kar) ez ê bićuma entremanê źî.
Lê ćênebu, mixabin. Źiber bêźkoka (têlefona destan) min ya nu.
Min hefteya derbazbuyî ću li InterDiscont’ê, yanî dukana ku aletên êlextronîk difrośe, smartphonek kirriya.
Roźa îniyê bu. Min ê yan bêźkokek bikirriya yan źî ez ê digel fîrmeyeke têlefonan bibuma ebonement.
Lê min dawiya dawîn birryara xwa źibo kirrîna bêźkoka Samsung Galaxy S IIIê daa.
Źi śeś sed frankî daketî bu ćar sed frankî.
Lê mixabin camêr mecbur mann ku sîparîś bidin, li dukanê tune bu.
Min doh ću u bêźkoka xwa girt u haniya malê.
Śensa min ya reś e. Ez źi tiśtên êlextronîk zêde fam nakim. Lê dîsan źî bi berxwadeneke mezin ez ketim qirika smartphonê, min kir u nekir nekaniya bikevim nav sîstemê.
Koda ku min didayê qebul nedikir.
Źixwa ew dengê źinika ku di nav da bê navber depeyîviya, ez dîn u har kirim.
Min pê l’ ku dikir, xaltîka me ya di bêźkokê da ha ha dipeyîviya.
Drêź nekim u serê we u yê xwa nekim tirśik, min vê hêvarê b’ śun da bir.
Xortê ku li wir bu, kaxizên di destê min da kopye kir u bi tevî bêźkokê źi tamîrê ra śand.
Got, «Welleh ez nizanim mesele ći ye, divêt em biśînin. Dibe ku heta deh roźan b’ śun da were.».
Ev neh sal bunn ku ez bi bêźkoka xwa ya pirr kevin li ser piyan mayî bum. Hingê ya herî erzan bu.
Hema min di vê dema dawiyê da got ez ê źî bikevim nav cîhana kesên bi «smartPhon»ê yaw, lê nebu. Got teq u teqiya :)
Ya rast ewê digel karê min pićekî bi kêrî min bihata.
Kurd u texnîk, hahooo.

Ez werim ser randevuya xwa ya bi xaltîka me ya toxtor xanim ra, xaltîka Bîrjen lo.
Ez di seet 14:30an da gêśtim praksîsa wê.
Hema hema qendî seetekê em bi hevdu ra peyîviyann.
Em bi elmenî peyîviyann.
Em ê hefteya tê dest bi qursa kurdî ya taybet bikin.
Ligorî gotina wê ewê belkî xwarzêya wê źî were. Herhal vê gavê di nav îmtîhanên zangehê ra derbaz dibuye, źibo ku bikare vê payîza tê dest bi xwandina huquqê bike.
Ez bawer nakim ku xaltîka me careke din digel min zmanê tirkên qewad b’îne bîra xwa :)
Vê gavê bi tevî gelek kesên din bi proźeyekê va miźul dibuye.
Herhal niyet dikin ku heta du salan li Amed’ê zangeheke tenê bi zmanê kurdî vebikin. Źiber vê yekê vê demê gelek dićuye Kurdistan’ê.
Got, «Me heta aniha zmanê xwa pirr îhmal kir. Gava kesekî xerîb milletê min źi min dipirse, ez dibêźim ez kurd im, lê ez śerm dikim ku bibêźim ez bi kurdî nizanim. Êdî ći dibe bila bibe, ez dixwazim hiynî zmanê xwa bibim. Pêśta zmanê min yê dayikê, paśê źî ez dixwazim hiynî zazakî u soranî bibim. Ćend mehan yan źî salan wext digire bila bigire, qet xema min nîn e...».

De hun bibêźin berxikino, ma źi van gotinên germiktir u nermiktir gotin hee ne?
Ma źi van gotinan bêtir ći dikare di dilê vî xalê we yê kafir da bike teq u req, teq u req, hi?
Ez bibêźim, tiśtekî din tun e.
Heebe źî tifê bikin bila herre, pênc quruś źî nake bi xwadê.

Dienstag, 16. April 2013

Roźeke Sakîn



Ći bibêźim, hewaya hîro źî bi têra xwa germik u nermik bu.
Lê ez nećum pîskîlêthaźotinê.
Dem ne misaît bu, loma.
Tabî min entremana xwa ya din kir.
Pićek maa ku ez hîro nerrim entremanê, źiber tembeliyê yaw :)
Ligorî meteoroloźiyê ewê germayî roźa îniyê dîsan dabikeve 8 pileyan (8°).
Dibêźin ewê baran źî bibare.
Lanet, ewê planên min yên pîskîlêthaźotin u bezê xerab bibin.

Hîro roźeke gelek sakîn bu źibo min.
Ti teśqeleyeke ecêb ćênebu.

Dibêźin li Îran’ê zelzele ćêbuye.
Di nućeyan da tê gotin ku 60 kes mirinne, hezar xanî źî hilweśînne.
Ez hêvî dikim ku li Roźhilatê Kurdistan’ê xesarek mezin pêknehatî ’be.
Źixwa bê baviyên farsên heram milletê me bi têra xwa xistiye nav belengaziyê.
Qewadên qewad herro însanên me yên bê suc u guneh li ser kolanan dardadikin.

Hmmm, divêt ez aniha carekê derbikevim der u herrim qasî nîv seetî bigerrim.
Dibe ku źi piśtî du roźan ev hewa źî av bi av źi destê me herre.

Montag, 15. April 2013

«Koma Sê Bira(n)» Ya Li Taksîm’a Stembol’ê U Qewadiya Tirkên Heram



Bi xwadê hîro hewayeke pirr xwaśik hee‘ bu.
20 pile. Li ezmên źî rooź...
Wekî doh, dîsan ez hîro źî ćum pîskîlêthaźotinê, qasî seetek u ćel u pênc deqqan.
Źi piśtî vegerrê qasî seetek u nîv źî ćum bezê.
Lê digel bîst deqqeyên dawiyê tîbun u birćîtiyê b‘ min girt, qet nebêźin.
Gava hatim malê, min zêde wext derbaz nekir, hema ći kete destê min, min bi efiyet xwar.

Źi berî ćend heftan bu, di yekê meha avrêlê da min di Facebook’ê da nivîsek źi endamên koma «koma sê bira» ra śand, yanî źi xalê me Erkan Benli u Bariś Adal ra.
Berxikên me li ser meydana Taksîm’ê bi zmanê kurdî ha ha stranên xwa dibêźin.
Ciyê dilxwaśiyê ye, divêt her kurd bi vê yekê bextiyar bibe. Tiśtê ku min kiriye źî tenê ev e.
Aha ev nivîsa min va ye li vir e:

«Erkan'o, ćavbeleko
Binêre her du ćavkên mino, ev sê hefte ne ku min vîdyoyên we yên di Youtube'ê da dîtinne.
Ez bi kilamên we yên bi kurdî yên li ser kolanên Stembol'ê feleket kêfxwaś bume, nikane were gotin, herê welle lawo.
Min vîdyoyên stranên we yên germik u nermik di nav gelek komên di Facebook'ê da źî belav kirinn.
Her weha aniha min bernameya we ya di "imcTv"yê da źî dît.
Lê we bi zmanê tirkên qewad kiriye.
Źiber zmanê tirkên qewad ez pirr xemgîn bum.
Wekî lawên kurd divêt hun ti carî zmanê wan tirkên qewad di nav xelkê kurd da "belav" nekin.
Zmanê wan qewadan di nav xelkê kurd da "meśru" nekin.
Źixwa va ye zmanê me li ber mirinê ye u divêt em źî xizmeta wan qewadan nekin, zmanê xwa bi destê xwa nekuźin yabo qurbano.
Ez bi navê zmanê kurdî yê di komayê da źi dilê xwa źi Erkan'ko rica dikim ku bila ti carî zmanê wan tirkên heram bi kar neyîne, ne stran u ne źî axaftin.
Tabî ez źibo wan kilamên we yên bi zmanê bav u kalên me źi ćavên te pać dikim ćavreśo, pać dikim.».

Erkan’ê me źî bersîveke pirr kurt daa:
«saxbi zor sıpas».

Lê Bariś bersîv neda.

Di vîdyoyekê da dibêźin, kurdên li wir gelek źi wan hez dikin, gelek hariyariya wan dikin.
Ligorî ku Erkan dibêźe, zabitên tirk karê wan zortir dikiriye.
Hetta dibêźe gelek tirk wan bi kuśtinê źî tehdît dikin.
Lê «qet źî xema me nîn e, ći dikin bila bikin, em li vir in u em ê stranên xwa bibêźin. Heger dixwazin bila werin serê me źî źê bikin...», dibêźe.

Divêt kurdên ku xwadî îmkan in, hariyariya wan berxikan bikin.
Hîn gelek teze ne, cahil in, bila nebin qurbana ćend tirkên kućik u qewad.
Bila bi muzîka xwa ya kurdî derbikevin pêś.
Diyar e ku di van berxikên camêr da him ew kurdperwerî u him źî ew qebîliyet hee ye.
Bila av bi av nerrin.
Tiśtên ku milletekî dikin millet źî, ev in.

Samstag, 13. April 2013

Li Bexćeya Xalê Newzat U Qursa Kurdî Ya Toxtor Xanim



Hîro hewa li vir baś bu, li dor 14 pileyan bu.
Sibeh 19 pile ne :)
Tabî roźên din źî ewê germ bimîne.
Źiber ku hîro hewa pićekî germ bu, ez ćum pîskîlêthaźotinê źî, qasî seetek u nîv.
Źi piśtî ku vegerriyam u hatim malê, ćum bezê źî. Heta girê Züriberg’ê ćum.
Li wir hevalekî min yê źi Erzingan’ê bexćeyek kire kiriye.
Gava ez di ber ra derbaz dibum, min berê xwa daa bexćeya wan źî.
Welleh śensa min hee‘ buye, xalê min Newzat li bexćê bu u kar u barê biharê dikir.
Gelek westiyayî xuya dikir. Dara ćamê źi kokê va derxistî bu, lê bê bivir. Li śunê źî dara gilyasê ćandî bu.
Yanî mêro xwa b‘ mêraniyê xistiye :)
Paśê em qasî seetek u nîv bi hav ra runiśtinn, me muz u sêvan ku xorto bi xwa ra hanî bun, xwarinn.
Tabî di sarinca wî da gelek tiśtên din yên vexwarinê źî hee ne.
Źiber ku źina wî Fîlîz u her du kećikên wan Lorîn u Rozerîn li wir nebunn, xwarin źî tune bu.

Doh xaltîkekê denggośkî/têlefonî min kir.
Got, «Ez toxtor Bîrźen, ma hun mîrza Beghyanî ne?».
Êh, min 
źî got, «Herêêê, mesele ći bu birêzê?».
Tabî xaltîka me berdewam kir, «Biborin, źibo ku ez we bê rehet dikim, min nimroya we źi mîrza Newzat girt. Pirseke min źi we hee‘ bu. Ligorî ku źi min ra hate gotin, hun qursên zmanê kurdî didin. Źiber ku carina nexwaśên bi zmanê kurdî têne praksîsa min, ez dixwazim hiynî kurdî bibim, yanî qet nebe tiśtên bi tenduristiyê va girêdayî. Ma hun aniha qursê didin? Ya rast heger daxwaz u wextê we hee‘ be, ez dixwazim qurseke śexsî bigirim. Li vir, li ba ciyê min yê kar roźên pêncśeman źi piśtî nîvroyê hertim ez vala me, heger źibo we źî maqul ‘be, wextê we hee‘ be, ez dixwazim di demeke ne dur u drêź da dest pê bikim...».
Yanî xaltîka me tam li navenda  baźêr, li nêzîkî zangeha Zürich’ê kar dikiriye.
Źixwa ez źî bi zêdeyî li wê derê, li klînîkê wergêrriyê dikim.
Drêź nekim, źibo ku em carekê hevdu bibînin, li ser śert u mercan bipeyîvin, em ê hefteya tê li praksîsa wê werin ba hevdu.
Haaa, min źi bîr ku bibêźim, xaltîka me di têlefona bê bav da bi zmanê tirkên qewad kir leqleq, tabî vê źî feleket ava di serê min da germ kir, ez bê sînor pê aciz bum.
Lê ez ê vê pêncśemê hema di destpêkê da źê ra bibêźim, zmanê tirkên qewad ti carî nabe, yan naaa, bila min źi bîr bike u herre l‘ kesekî din bigerre.
Ligorî gotina xalê Newzat źi Dêrsim’ê buye xaltîka me, kurdeke kurmanc buye.

Di rastiyê da min ê hîro li ser ti
śtekî din binivîsiya, lê nebu. Źixwa ći’yê  me kurdan rast dimeśe ku bavê mino, ći’yê me, hi? :)

Mittwoch, 10. April 2013

Qewadî U Îblîsiyên Ermenên Taśeron


Hîro hewa li vir hindekî baś bu, li dor 10 pileyan bu.
Tabî rooź źî carina derket.
Tê gotin ku ewê dawiya vê heftê hewa hindî germ bibe.
Bi rastî źî vê hewaya sar ya śeś mehan îmana me kir teneke.
Di marathtona Zürich’ê ya dawiya hefteya derbaz buyî da 2457 kes tev lê bune.
Di dema berê da 7-8 hezar kes tev lê dibun.
Tabî aniha gelek mesefayên din źî digel marathonê hee ne.
Her husan dibêźin meriv dikare bi komekê va źî tev lê bibe ...

Ez werim ser mesela me u ermenên heram.
Tevî ku tirkên qewad îmana heft ecdadê van kir śorbe źî, camêr rabune ha ha diźminiya milletê kurd yê mexdur dikin.
Tevî ku digel qirkirina van ermenên bermayî milletê kurd gelek źi wan xelas kirine, dîsan źî bela xwa źi milletê kurd venadin.
Hema ći firsend dibe bila bibe, bi navê kîźan îdeoloźî u dînî dibe bila bibe, bi hezar u yek fesadiyan diźmintiya milletê kurd dikin.
Her serketineke milletê kurd di ćavên van rezîlan da dibe kelem.
Mesela pêśketinên li baśurê Kurdistan’ê xewnên van direvînin.

Drêź nekim. Min hîro di nućeyekê da di derbarê nivîseke ermenekî bi navê Sevan Nişanyan da ćend tiśt xwandin.
Min źî rabu ev śîroveya xwa di bin parvekirina kek Mahabad Felat Arda da kir:

[
Bêguman Sevan Nişanyan qewadekî temam e.
Yek źi sembola kîn u nefreta ermanan ya li hemberî milletê kurd e, bê namuso.
Tevî ku haya vî qeśmer u taśeronî źi meselê qet tun e, rabuye bi van zirt u virtan îmana heft ecdadê xwa kiriye śorbe.
Êêê, wekî din însan ćawan dikane kućiktiya xwa l’ tirkên tecawîzcî bide îspat kirin bavê mino.
Mêro dibêźe 40 peyvên kurdî źî di nav tirkî da tun in!
Hella hellaaa, hella hellaaa!
Ez li vir tenê peyvên ku bi herfa «z» dest pê dikin, didim.
Paśê źî ez ê ćend peyvên ku bi herfên din dest pê dikin u ketina nav zmanê tirkên heram, bidim.

1. zaç
2. zad
3. zadegan (< fars. < kurd./med.)
4. zağ
5. zağar
6. zangoç
7. zampara
8. zar
9. zar zor
10. zor
11. zari zari
12. zebani
13. zebun
14. zembil
15. zencir
16. zengin
17. zerrin
18. Zeynep
19. zımba
20. zımpara
21. zır
22. zırnık
23. zırtlak
24. zıvana
25. zikzak
26. zil
27. zil zurna
28. zurna
29. zira
30. zor
31. zorbela
32. züğürt
33. zülüf
34. Zühre
35. Zöhre
36. ziyan
37. ziyankar
38. zırzop
39. zır-deli („zır“)
40. zındık
41. zeytin
42. zerde
43. zırh
44. zindan


Tabî ez dixwazim wekî śîrînayî źî ćend peyvên ku bi herfên din dest pê dikin, bidim:

1. kötek
2. köfte
3. kervan
4. huy
5. ceviz
6. civa
7. niyaz
8. dergah
9. astar
10. ney
11. be (gün „be“ gün < kurd. "bi")
12. şan
13. kalender
14. nişan
15. sebze
16. çubuk
17. sümbül
18. cam
19. tava
20. çekiç
21. erik
22. pancar
23. şehir (< fars. < kurd./med.)
24. şişe
25. tembel
26. pamuk
27. bey
28. bayan
29. Firdes (< arab. < fars. < kurd./med.)
30. ıspanak
31. naz
32. cevher (< arab. < kurd. „gewher“)
33. mabet (< arab. < fars. < kurd./med.)
34. keşiş
35. kemer
36. tü-kürük („tü“)
37. parça
38. paça
39. tezgah
40. viran, talan, mest, sarhoş, minder, şeker (< kurd. < sanskrit), çuval, torba, sepet, çoban, eğer, ki, ...

Bi kerema xwa źi wî qewadî ra silavên min bibêźin, bila were carekê ćayeke min vebixwe haaa.
]