[Zarokên Kurd Yên Ku Bi kurdî Dipeyîvin Diśînin Nexwaśxaneyên
Dînan]
Ez hîro tiśtekî nanivîsînim.
Lê helbet hun ê tiśtekî źi gotinên min balkêśtir u treźîktir
hîro bixwînin.
Xaltîka me ya hêźa Kêjê Bêmal bi tesedufî rastî vê treźediyê
hatiye.
Helbet rabuye li ser vê lêkolîneke frehtir kiriye u ev lêkolîna xwa di roźnameyeke bi zmanê tirkên qewad da belav kiriye.
Min tenê beśa ku bi kećika kurd Sibel’ê va girêdayî ye wergerrande kurdiya miqeddes.
Bawer bikin aqil di min da nemaa.
Helbet rabuye li ser vê lêkolîneke frehtir kiriye u ev lêkolîna xwa di roźnameyeke bi zmanê tirkên qewad da belav kiriye.
Min tenê beśa ku bi kećika kurd Sibel’ê va girêdayî ye wergerrande kurdiya miqeddes.
Bawer bikin aqil di min da nemaa.
Ez bum esîrê ćavên xwa.
Di nav ćavên min ra hêstiran xwa dan der. Ez gîriyame źibo vê kećika delal u zarokên kurd. Źibo zaroktiya xwa... Źibo zaroktiya hemî kurdên qurbanbuyî...
Di nav ćavên min ra hêstiran xwa dan der. Ez gîriyame źibo vê kećika delal u zarokên kurd. Źibo zaroktiya xwa... Źibo zaroktiya hemî kurdên qurbanbuyî...
Divêt herkes vê lêkolînê li her derê belav bike... Qet nebe źibo
zaroktiya dê u bavên xwa, xal u apên xwa...
[[...
Ev qeyda li vir tenê di nav sê deqqan da
pêkhatiye, lê têrî tehrîpbuna min kir! Min hemî śev bi derketina krîzan u bi
gîrîn derbaz kir. Hevpeyîvîna źiyana min ya herî zor bu. Fermo, heger daxwaza
we ya ku bi rastiyê ra werin ru bi ru hee’ ’be, aha va ye hevpeyîvîna bi Sibel’ê ra li
vir źêr e. Xwadê dizane źi ćendî zarokên ku xistine vî halî yek e. Ligorî
gotina Sibel’ê 13 salî buye. Zarokeke malbateke kurd ya koćkirî ya źi gundekî
Erzêrom’ê ye.
Sibel
Cana min, navê te ći ye?
Sibel.
Ma tu ćend salî yî?
13.
Ma tu dizanî bi kurdî bipeyîvî?
Na! Kurdî zmanekî pîs e!
Ma ćima kurdî zmanekî pîs e, Sibel?
Yanî mamoste, ćiku zmanekî xerab e. Loma
ez ê pê nepeyîvim!
Ma ćima xerab e, cana min?
Ćiku pirr tiśt dibe mamoste...
Ći?
Yanî mesela gava meriv li dibistanê pê
dipeyîve, hevalên we bi we ra napeyîvin. Giliya we li ba mamosteyan dikin.
Herkes tinazên xwa bi me dike. Ćima hun hiynî tirkî nebune dibêźin. Źiber ku
hevalên min bi min ra tinazên xwa kirin, ez êdî naxwazim bi kurdî bipeyîvim.
Zmanekî pîs e!
Temam, ma dê u bavê te li malê bi kurdî
dipeyîvin?
Herê.
Ma dema ku tu terrî malê, tu bi diya xwa
ra kurdî dipeyîvî?
Yanî mamoste êdî ez ti carî naxwazim bi
kurdî bipeyîvim! Tiśtekî pîs u xerab e! Źiber ku ez bi kurdî axiviyam, wan źi
min ra gotin «dîn» e u ez śandim vira.
Ma ligorî fikra te źiber ku diya te bi
kurdî dipeyîve «dîn» e? Ma źineke pîs e?
Na mamoste, lê yanî... Ew li malê dipeyîve.
Li dibistanê bi kurdî axaftin pîs e!
Loma ez naxwazim bipeyîvim.
Ma tu źi xelkê ku derê yî, Sibel?
Źi Erzêrom’ê.
Źi ku derê Erzêrom’ê?Źi Karayazi‘yê.
Sibel u Kejê Bêmal
|
Ma tu qet źi kurdî hez nakî?
Qet!
Ma źiber ku li dibistanê li te weha
kirin tu źê hez nakî?
Na! Li malê źî êdî ez źê hez nakim.
Kengê te dest bi heznekirina kurdî kir?
Yanî gava ez nu hatî bum, ez pirr
dipeyîviyam. Lê min ew zman terk kir!
Yanî tu su ketî (xeyîdî)?
Herê, mamoste.
Kengê tu bi zmanê xwa ra su ketî Sibel?
Ma gava ku te dest bi dibistanê kir, bu?
Herê, mamoste. Herkesî tinazên xwa bi min
kir. Navê min Sibel Can bu. Bavê min weha lêkiriye. Min got ez ê pêśta navê xwa
biguherînim. Paśê, źiber ku ez bi kurdî dipeyîviyam tinazên xwa li min kirin.
Min źî got ez ê careke din bi kurdî nepeyîvim, su ketim (xeyîdiyam).
Ma źiber axaftina te ya bi kurdî li
dibistanê ći li te kirin?
Yanî mamoste,
herkesî ez sucdar dikirim. Tinazên xwa dikirin. Min źi ti kesî tiśtek fam
nedikir. Wan źî źi min tiśtek fam nedikir. Ez pirr xemgîn dibum.
Sibel, ma tu bi brayên xwa ra bi kurdî
dipeyîvî?
(Bi kenn) Ez źi brayên xwa qet fam nakim.
Ne mamosteyên wan u ne źî ez źi wan tiśtekî fam dikin.
Ma źiber ku ew bi kurdî dipeyîvin hun źi
wan fam nakin?
Hı-ı. Ew bi zmanê pîs dipeyîvin. Kes li
vir nikane źi wan fam bike.
Ćend salî ne?
Yek 10, yek źî 8 (salî ye).
Ma ew li dibistanê bi kurdî dipeyîvin?
Ma źi wan ra źî dînik dibêźin?
Mamoste dibêźe źi zmanê wan fam nake.
Heger fam bikira nedigot! Yanî mesela ku em li dibistanê weha axiviyan...
Sibel dengê xwa dibire. Piśtî ku bi dudilî bu berbi mamosteyê li cem xwa ćerixiya:
Sibel dengê xwa dibire. Piśtî ku bi dudilî bu berbi mamosteyê li cem xwa ćerixiya:
«Mamoste, ma hun dikarin źibo demekê
herrin, ez dixwazim bi mamosteya xwa ra bi tenê bipeyîvim, ez ê tiśtekî girîng
pê ra bipeyîvim.», dibêźe.
Mamoste qebul dike u derdikeve der.
Bi dengekî daxistî bi heyacan berdewam
dike.
Ewwwk, mesela mamoste brayê min ketiye nav
turika yekî. Dizziyê dikin.
Weha ha? Ćima Sibel? Ma yanî źiber ku
brayên te bi kurdî dipeyîvin terrin dizziyê dikin?
Yanî mamoste ketina nav turika kesekî dibe
dizzî.
Kê ev źi te ra got?
Yanî mamoste, mamosteyên brayên min gotin.
Got ku ez ê li polês bigerrim... Dibêźe ez êdî nikanim îdare bikim, ez ê wan
bidim polês. Hevalekî wan borek/kilor bi xwa ra haniye. Brayên min ketine nav
turika wî u ew xwarine. Paśê mamoste hatiye, wan źî gotiye «na na me nexwariye».
Yanî tavêźin ser hevdu.
Ma ligorî fikra te źiber ku ew kurd in
vê yekê din?
Herê, mamosteya min.
Ma kurd hertim dizz u pîs in?
Hi hi (herê). Źixwa mamosteyên wan gotin
ewê wan źî biśînin vê dibistanê. Êdî li wê dibistanê wan naxwazin.
Temam Sibel, ma tu qet kilamên bi kurdî
dizanî?
Herê, mamosteya min (ćavên wê dićiruskin/dibiriqin).
Ma tu źi kilamên bi kurdî hez dikî?
Herê, mamosteya min.
Ma tu dikanî yekê źi min ra bibêźî?
Na, mamosteya min.
Sibel
|
Sibel, ma tu yê ti carî bi kurdî
nepeyîvî?
Min sond xwariye! Min got ez ê êdî wî zmanî
bi kar neyînim!
Ćima Sibel, ma kê dilê te hiśt?
Derî vebu. U ketin hundir. Bang li Sibel’ê
dikirin. Aciz bu.
«Hun herrin, mamosteya min Yeśîm. Ez bi
mamosteya xwa ra dipeyîvim.», dibêźe u li ber xwa dide. Bellî bu ku mamoste źi
hêla rêvabiriyê va hatî bu śandin, zor didayê. Min nekaniya bi ser wê da
herrim. Min dil nedikir ku pirsgirêk derbikevin... Rabum ser xwa u min Sibel
himbêz kir, źi dil ew pać kir.
Sibel, bi naskirina te ez pirr bextiyar
bum.
Lê mamoste min nekaniya we nas bikim.
Navê min Kejê ye ...
«Kejê...», dibêźe Sibel, kîte bi kîte. Bellî
bu ku navê min zmanê ku ew źê su ketî/xeyîdî bu, aniya bîra wê. Qasî ćend
seniyeyan disekene u bi hêz xwa li hustiyê min dipêće.
«Kejê...», dibêźe, careke din kîte bi kîte.
Sibel, aha me sonda te xera kir.
Gava mamosteya xanim źi destê wê pêgirt u bir, ćav li min reś bun. Êdî ti tiśt xema min nebu. Min źinik daa sekinîn. Min Sibel źi destê wê girt u berbi xwa va kiśand.
Gava mamosteya xanim źi destê wê pêgirt u bir, ćav li min reś bun. Êdî ti tiśt xema min nebu. Min źinik daa sekinîn. Min Sibel źi destê wê girt u berbi xwa va kiśand.
«Binêre Sibel... Ma ez rind im? Ma porê
min xwaśik e? Ma bêhna min xwaśik e? Ma ez bedew im?
«Herê», dibêźe Sibel. Bi kenn u heyranî.
«Sibel» dibêźim,
«ez kurd im, li malê źî, li der źî bi kurdî dipeyîvim. Binêre ćiqas bedew im!
Tu źî bedew î... Tenê yek źî źi me pîs nin e!».
Sibel
|
Paśê źinikê bi lez Sibel kiśand... Tenê
carekê wê kaniya berbi paś va mêze bike. Bi gîrîn ketim ser kursiyê.
Źi piśtî ku min Sibel dît, min êdî bi rik
birryar girt. Ći dibe bila bibe, ez ê destê xwa źi pêsira vê faśîzma serberdayî
bernedim! Źi piśtî ku min fikrên pisporan di derbara vê miźarê da girtin, ez ê heta noxteya dawiyê bi hemî hêza xwa zorê bidimê.
...]]
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen