Mittwoch, 28. März 2012

Ćima Ciwanên Kurd Bunne Zman-kemalîstên Tirkćî?!


Hewaya me ya germik hîn źî em terk nekirin.
Tê gotin ku ewê di roźên tên da źî zêde kêfa xwa xerab neke.

Vê heftê karê min yê wergerrê pirr nebu.
Loma źî gelek wexta min źibo min hee bu.
Lê sibeh ewdê pićekî zêde bibe.

Min di van roźên dawiyê da ćend kes źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn.
Êh, dîsan mesela zmên ...
Bi serê min u we bibe ku diźminan źi kurdan her cure mehluqet ćêkirinne.
Kurd bunne her tiśt, lê ti carî nebunne kurd.
Helbet ev digel kurdê herî qerase źî heman tirśik e.

Ya raśt min digot ez li ser gelek miźaran ćend tiśtan binivîsînim, lê mixabin ku roźeva me kurdan wekî agirê bi pizot e, hema hun bibêźin deqqe derbaz nabe ku tiśtên pirr sosret pêk nehên.
Loma źî meriv nizane ku di derbarê kîźan bareyê/miźarê da ćend hevokan lii hev bixe.

Źi berî ćend roźan min nivîsa xalê me Evdille Koćer di nukurd.com’ê da xwandî bu.
Min dil dikir ku li ser nivîsa wî ya źi Kurdistan’a baśur, źi Hewler’ê, bi ćend gotinên belengazok stresa xwa b’avêźim, lê min di vê navberê da źi bîr kir u ću.
Hîro dîsan źi nu va hate bîra min.
Loma źî ez dixwazim li vir tevayiya nivîsa wî bidim.
Miźar di derbarê kongreya ciwanên kurd da ye.
Malxerabiya zmanê kurdî ya di nav ciwanên li Kurdistan’a Bakur da dixe ćavên me.
Ez destê xwa nadim rêzmana wî:

«
Hewlêr ber bi coşa Newrozê ve dimeşe.

Di meha Adarê de hema bêje her roj li Hewlêrê civîn, şahî, biranîn, konferans û çalakiyek heye. Di hemû civîn û çalakiyan de herî zêde peyva "Yekîtiya Neteweyî" tê axaftin.

Ev du roj in ku ez li Hewlêrê li Hola Pêşewa wekî mêvan beşdarî Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd dibim! Konferans vê êvarê bi govenda Newrozê û bi gelek fikir, kêfxweşî û dostaniyan qediya.

Fermo çend koçernotên min:

- Herî zêde kêfa min ji pêşniyara "divê ala Herêma Kurdistanê weke ala hemû Kurdistanê bê pejirandin" re hat. Jixwe ev pêşniyar di nav gel de bûye biryar jî.

- Ciwanên ku ji Bakur derdiketin ser kursî û diaxivin, ji ber ku xwe bi kurdî nedikarîn xweş îfade bikin, mixabin nedikarîn fikrên xwe jî baş diyar bikin. Hingê  ew strana Mihemed Şêxo hate bîra min, "Ey kurdo bo te dinalim, bo çi zimanê kurdî dihele..."

- Ji ciwanên BDPê bigire heta yên HAK-PARê, ciwanên ku ji Bakur beşdarî konferansê bûn mixabin hê jî girîngiya zimanê kurdî fêm nekirine; an jî naxwazin fêm bikin; hê jî gelek ji wan zimanê kurdî wekî alaveke ragihandinê fêm dikin. Li ser kursî, sê gotin bi kurdî gotin, lê dû re vegeriyan ser çeqçeqoka tirkî. Ev yek bû sedema nerazîbûna hin hevalên min yên Başûrî. Min ji wan re got, "Ji ber vê sedemê mû bi zimanê min ve hatiye..." Ji ber tirkiya xwe em dîsa li Başûr rezîl bûn!

- Herî zêde ciwanên rojhilatî karîn behsa armanca xwe bikin; hem zimanê wan herîkbar bû, hem jî fikrên wan zelal bûn. Dema ziman xurt be, fikir jî zelal dibin.

- Çend nûner û ciwanên ji Rojavayî ji axaftina xwe ya "mele"yî daneketin xwarê. Tew ciwanekî ji PYDê dema behsa "jiyan kir" kir, min got aha bi xwedê pêşkên asîmîlasyonê li Rojava jî ketin:-))

- Ciwanên Bakurî wekî kesên kovî û a-sosyal bûn, têkilî bi ciwanên din re zor danetanîn; lê sedema herî mezin dîsa zimanê kurdî bû ku nedibû pirek êdî; ji ber ku li Bakur zimanê sohbet û siyasetê mixabin hê jî bi tirkî ye!

- Ciwanên ku di fikrên xwe de nedigihan hev, lê di govendê de gihan hev û reqînî jê anîn. Govenda botiyan dîsa mohra xwe li konferansê xist. Ez hingê di ber govendgerînê de wiha fikirîm: "Gelo çima Festîvala Govenda Kurdistanê nayê lidarxistin!" Bi govendê re gelek "yekîtî" çêdibin!

- Ciwanekî pêşniyarekî xweş kir ku konferansa sêyem sala bê li Qamişlo bê lidarxistin; weleh Qamişlo vê yekê heq dike, lê pêşî helbet azadiya wê girîng e!

Di dawiya konferansê de tişta ku min dîsa fêm kirî ev bû:
 

Kurd dema ku ber bi hev ve werin, dema ku danûsandina çand, zarava û sohbetê hebe, dema ku ji "qatên xwe yên bilind" bêne xwarê, dema dev ji nexweşiyên xwe yên îdeolîjîk û paşketî berdin, dema berjewendiyên miletê kurd bi ser her tiştî de biparêzin, dema bêtir tovê ziman û çanda kurdî li nav hev bireşînin, hingê bi serê we azadî û yekîtî nêzîk e.».

Bêguman partiyên me kurdan hîn źî di xewa kamalîzmê da xeyalên beredayî dibînin.
Hîn źî źi normên gerdunî bi bi mîlyon kîlomêtroyan dur in.
Kes, partî u milletê ku xwadî siyaseteke zmanê xwa nîn e, heebuna xwa li ser bingeha zmanê xwa ava nekiriye, ligorî vê źî naźiy, siyasetê nade meśandin, her tiśtê xwa handa kiriye.
Divêt meriv zmanê xwa di nav hemî dezgeh u pergalên heeyî da bi lez u bez belav bike u zmanê xwa pê pît bike.

Ti kes nikane him zmanê xwa bike qurbana zmanê diźminên xwa u him źî heebuna xwa îspat bike.
Di nav dîrokê da mînakeke vê źî tun e.
Berevaźî, yên ku ev bi vî hawî kirinne, av bi av ćunne.

Montag, 26. März 2012

Ćima Kurd Wekî Faśîstên Tirkan Źi Kurdî Nefret Dikin?!


Hîro źî hewayeke pirr xwaśik hee bu.
Germayiyê berê xwa dayî bu bîst pileyan (20°).
Min hîro li klînîkê tenê qendî sê seetan wergerr kir.

Źê pê va bi lez ćum fîtnesê.
Em ê hîro pêgoog źî bilîstina.
Lê tenê du kes hatî bunn.
Loma źî me nekanî bilîzin.
Ćima yên din nehatinn, min fam nekir welle.

Paśê ez qesî nîv seetî ćum bezê.
Pêra źî ćum hundur u min entremana xwa ya roźane kir.
Gelek kes hatî bunn.
Ciyekî vala dîtin hema hema bê îmkan bu.
Loma źî pićekî drêź haźot hîro.

Vê hêvarê di nav komeke me kurdan ya di Facebook’a bê bav da guftugoyeke me ćêbu.
Di nav vê komê da bi tevayî źî kurdên me yên ciwan yên ku li Ewrupê diźîn, hee ne.
Gelek kurdên me hee ne ku nikanin destê xwa źi zmanê tirkên qewad biśon.
Tevî ku hemî li Ewrupê diźîn, zmanê tirkên qewad baś źî nizanin, ha ha li ber xwa didin, źibo ku tiśtekî bi zmanê tirkan belav bikin.
Bawer bikin ku van bê namusên heram yên tirkćî di źiyana xwa da ti carî źibo zmanê xwa yê li ber mirinê ewqas kućiktî nekirinne.
Źibo zmanê tirkan źi qalibekê dikevin qalibeke din.
Hezar u yek teqleyan tavêźin.
Hêriśên ku tirkên faśîst u niźatperest nikarin bikin, ev bi navê înternesyonelîzm, pismamtî, bratî u źehr u ziqqim dikin.
Berpirsiyarê komê xalê Îdrîs dibêźe, «welle gotinên pirr giran lii me dikin..., hun faśîst u niźatperest in dibêźin, ...».
Yek hee bu ku, hêć nebêźin, wekî kućikekî tirkan dikir ewteewt, dizuriya.
Źiber ku ez tenê bi kurdî dinivîsînim, nizanim ka źi gotinên min tiśtek fam kir yan na, lê min gotinên pirr giran kirinn.
Lê ev eynî kes, dibe ku di halê herî baś da tenê ćend peyvan bi kurdî bizane, pênc quruś qîmetê źî nade zmanê xwa, tevî ku ha zmanê kurdî di komayê da ye u nikare binale źî.

Hîcar kesên weha qehpe u bê namus rabunne di nav milletê kurd da asîmîlasiyona tirkên xwa yên tecawîzcî «meśru» dikin.
Tabî bi vê yekê źî ew «dibin modern, înternesyonelîst, merivhez», lê em feqîrên xwadê źî dibin «faśîst, niźatperest» u źehr u ziqqim.
Binêrin carekê, van kućikên heram ti carî źibo herfeke kurdî źî kuna xwa nelivandinne, bernedanne ku kesek źî kuna xwa bilivîne u wekî gurên birćî ćavên xwa lê sor dikin.
Bi baweriya min, źi sedî sed weledên tecawîzên tirkan in, di xwîna van bê śerefên heram da miheqeq xwîna tirkan serê wan germ dike u taźoy ser zmanê kurdî yê di komayê da.
Źixwa malbatên me kurdan bi dil u can bunne produkteke tecawîzên tirkan, loma źî ev produktên nu źi hemiyan bê namustir in!!!
Źi malbateke «kurdan» ya ku buye koleya zmanê tecawîzciyê xwa rezîltir, bê namustir ez tiśtekî din nas nakim!
Hemî malbat, nas u xizmên min źî di nav da!

Sonntag, 25. März 2012

Rêwîtiya Berbi Barselonye’yê U Gola Bêbin


Welle di van roźên dawiyê da qet hêvaran dem nebu ku ez tiśtekî binivîsînim.
Źixwa doh nîvê śevê hatim malê.
Doh nîvroyê pêśta ćum roźbuna keća hevalê xwa Raj yê hînd.
Roźbuna keća wî ya yek salî Tanîśa
yê  hee bu.
Mêro li restorenteke cî rezerve kirî bu.
Tabî ez seetek u nîv dereng ćum.
Gelek xwarinên hînd yên bê gośt, lê gelek tuź hatî bunn amade kirin.
Xwang u brayekî swîsrî yên ku ez nas dikim 
źî li hêra/wir bunn.
Źi piśtî nîv seetî Monika’ya me ya polon źî hat.
Roźek berê di Facebook’ê da źi min ra gotî bu dibe ku źiber hêśa ser u qirika xwa neyê.
Lê dîsan 
źî hat. Pićekî baśtir xuya dikir.
Źiber ku xwarinên xwaśik pirr bunn, me ha ha tenê bi têra xwa xwar.
Helbet śîrînayî źî hee bunn.
Me źi wan źî xwar.
Digel peyîvîna me Monika
’yê got ewê dawiya meha gulanê herre Barselonye’yê źibo pênc roźan.
Bi serê we bibe, ći bu, ćiton bu ez nizanim, min yekcar got «ez źî têm kećko».
Kêfa xaltîka me Monika
’yê hat.
«Temam, divêt em pêśta bi lez bilêtekê źibo te rezerve bikin. Min hîn cî peyda nekiriye, lê em dikarin źi piśtî xwarinê herrin mala min u bi hev ra lê bigerrin», got.
Ê me weha źî kir.
Ez bi pîskîlêtê ćuyî bum restorentê.
Loma źî em źi hev cihê pêśta ćunn malên xwa źibo ku em kirrîna dawiya heftê bikin.
Seet heta śeś u nîvan min karê xwa temam kir u ćum ba Monika
’yê.
Ez heta seet 01ê nîvê śevê li wir mam.
Me pêśta bîlêta min rezerve kir.
Paśê demeke drêź lii odeyekê gerriyann.
Me heta dawiyê źî tiśtek nediya, źi derî du ciyên ne bellî.
Źi sê-ćar set oyro [euro] źêrtir odeyek dîtin zor bu, źibo pênc roźan.
Ev deh sal in ku ez hêć nećume tatîlê. Źi berî deh salan źibo heftekê ćuyî bum Oxfort’ê ba hevalê xwa yê swîsrî Roman u hew.


Tabî ez dîsan bi pîskîlêtê hatim malê.
Min zêde li malê drêź nekir u raketim.
Hiro hêvarê Monika
’yê telefon kir u got wê aniha ciyek rezerve kiriye, lê hîn bi temamî ne pît e.

Hahooo, ez ê li ser tiśtekî din bisekiniyam yaw.
Min dîsan bare/miźar di nav quleke din ra drêź kir u hatim di nav Gola Bêbin
’ê ya li gundê me ra derketim babam.
Gola Bêbin’ê li ser gundê me, li Arîgazê ye.
Em hêć nediketinn Gola Bêbin’ê.
Digotinn gava meriv dikeve nav Gola Bêbin’ê, terre di Suśehrî’yê ra derdikeve.
Loma źî digotinn di dema berê da carekê buyek hatiye bi śaśî ketiye nav Gola Bêbin’ê u tevda źî xendiqînne u paśê laśên wan kesan li Suśehrî’yê derketinne.
Ći derewan bikim, ez di zaroktiya xwa da źi Gola Bêbin’ê pirr ditirsiyam.
Źixwa hîn źî źê ditirsim bi xwadê, tevî ku nikarim bibînim źî.

Donnerstag, 22. März 2012

Bi Dîn U Îman «Genên» Me Ćunn


Ev ćend roź in hewa dîsan germ bu.
Baran źî hêć nebariya.
Loma źî kêfa min bi vê yekê hat.

Źi dawiya heftê u bii vir da ye ku Newroz di roźeva kurdan da ye.
Her tiśt pićekî tevlihev dimeśe.
Śer u pîroźbayî lii hev ketinne u ha ha deng vedide.
Źixwa bawer nakim ku kurdan bi dilekî rehet roźekê ćeźneke xwa ya netewî pîroź kirî bibe.
Loma źî psîkoloźiya kurdan bi têra xwa xerab buye.
Min źi berî ćend heftan di bernaveyeke zanyarî da lii fîlmeke belgeyî mêze kirî bu.
Ligorî lêkolînên ku li gelek deverên cihê yên dinê hatinne kirin, rewśa bi śer, śkence, tirs, xemgînî ... źi piśtî demekê hindî di nav genên wan kesan da strukturên bingehîn pêk tînin.
Źê ra dibêźin «epîgenetîk».
Yanî guhartinên ku pêk tên, ne di nav genan da, lê li dor genan dihafirin.
Lêkoleran digot, «guhartinên bi vî hawî dikarin źi nifśekê derbazî nifśeke din źî bibin.».
Her husan ev cure guhartinên epîgenetîkî digel genên zarokên wan kesan źî tespît kirî bunn.
Lê ev lêkolînên hanê digel kesên źi piśtî śerê cîhanê yê duyan heta hîro hatî bunn kirin.
Herre were yanî tenê bi du-sê nifśên dawiyê va girêdayî ne.
Lê li ba me kurdan bi sedan salan e ku her u her śer u śkence kêm nebuye.
Hîcar hun bi xwa bifikirin tesîra vê yekê ya lii ser genên kurdan.
Mesela di dema derketina misilmatiyê da tam sê sed sal śerên źi derî aqilê merî li Kurdistan’ê pêk hatinne.
Bi sed hezaran kes hatinne kuśtin.
Tabî paśê kirinên tirkên qewad yên lii ser xelkê kurd źî ćîrokeke din ya bê namus e.
Paśê fars, rom, moxol, ereb, rus ..., hemiyan źî bi têra xwa xwîn riźandinne.
...
Di van ćel salên dawiyê da bêguman rewś careke din berbattir bu.
Tirkên heram rehma xwadê lii hemî kirinên berê hanînn.
...
Yanî źibo ku rewśa psîkoloźîk ya kurdan dîsan pićekî bikane vebigerre ser normên «normal», divêt kurd źi vê rewśa śer xelas bibin.
Dibe ku źi piśtî du-sê nifśan di nav genên kurdan da dîsan ćend guhartinên herênî pêk werin.

Xeletiya kurdan ya herî mezin tênegêśtin e.
Kurdan ti carî li diźî dagirkeran nekanînne śerekî rewa bidin meśandin.
Śer hertim di nav sînorên xwa da teng kirinne.
Xelkên ku źiyana kurdan lii kurdan heram kirî bunn, ti carî źi van śeran zirar u ziyan nedînne.
Źiber vê yekê ye ku ti carî lii riyeke aśtiyane negerriyanne.

Ma kî belasebeb terre xwa di nav tedaviya penćeśêrê ra derbaz dike babam, kî?
Ti kes.
Ê ćima tirk, ereb u fars werin bi me ra aśtiyê ćêbikin hun dibêźin, źixwa mêro li ser mirina kurdan źiyaneke bextewar dimeśînin.

Hahooo, ez dîsan hatim di ku ra derketim yaw.

Mittwoch, 21. März 2012

Newroz’a We Pîroź Bibe Kurdinooo!


Yaw min got bi kurtî źî bibe hîro li vir Newroz’a milletê kurd pîroź bikim.
Loma źî ez ê zêde pêda nerrim śekirino.


NEWROZA WE PÎROZ BE! (Kurmancî)
NEWROZA SHIMA FÎROZ BO! (Kirdkî/Zazakî)
NEWROZEW SHIMA BIMBAREK BO! (Goranî)
NEWROZTAN PÎROZ BÊT! (Soranî)

Lo babam bi serê kalikên me yên pîroź bibe ku ez NEWROZa we ya bi hesreta 2624 salan germik u nermik 
pîroź dikim, himbêz dikim, pać dikim, ihi :)

Tabî ez NEWROZa bi zmanê kal u bavan, bi zmanê kurdî yê pîroz yê ku ev NEWROZa hafirandiye tenê vê yekê dikim.


NEWROZ bi vî zmanî źi dayik buye u ewê bi vî zmanî źî ebediyen biźî.


Kesên ku NEWROZa pîroź bi zmanên diźminên qewad gemar dikin źî, tenê îblîs u śarlatanên diźminên milletê kurd in.







Dienstag, 20. März 2012

Êêê, Ma Em Pêśta Hiynî Kîźan Zmanî Bibin Heyranino?


Źi roźa śemiyê u bii vir da hewa des/deh pileyan (10°) daket.
Mesela hîro li dor 8 pileyan bu.
Tabî baran źî bariya, lê ne zêde.

Źiber ku dawiya heftê hewa baś nebu, ez zêde derneketim der.

Di van roźên dawiyê da kelecaniya Newroz’ê lii millet girt.
Ya min gelekî aram derbaz dibe.
Źixwa hîn Newroz nehatiye źî.

Min ćend kes dîsan źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn.
Helbet ćend kesên din źî hatinn ser tenura min.

Ez dixwazim hîro śîroveyên xwa yên li bin parvekirineke xalê me Delîlo bi we ra parve bikim.
Ya raśt min henekek kirî bu.
Źiber ku xalê me bi henekî peyveke tirkî nivîsî bu.
Lê ez hemiyan nadim, yan naaa, ewê pirr drêź bibe dînime îmanime :)
Tenê śîroveyên drêź didim u wesselam babam.

Ez:

«
Tew tew tewww, êdî seetên te heźmartî ne cîgerim Delîlooo :)
Sofî Xelef źî were, ev mesele safî nabe, te îxanet lii zmanê me yê agirpêketî kiriye, te agir berdaye mala me eśqim :)»

Delîlo:

«
 Xalo ez Lawekî Kurdim u wek tu dizanê (hêvîdarim ti wê zanibê) Ez îxanetê li Zimanê xwe nakim..!
Zimanê min Kelesa mine Xaloo :) 
ez pê dikarim Mirovan biperitînim u ji mirinê dîsa bênim jîyanê.. ( "Pîskolojîya Ziman")

Lê ez tu Zimanê din jî qetil nakim .. Rastê pêwîste em bi Zimanê xwe biaxivin.. lê ci Zimanî em zanibin, ji mere bastire..
Bi Zimanê Xelkên din jî ango yên beyanî, em dikarin ji Neyarên xwe fêm bikin.. Stratejîyên wan eskere dibin bi Zanîbuna Zimanê wan..
Raste, cê dibê, Zimanê minê Kurdî ne wek yê Profesorekî bê.. Lê ez xwe bi Zimanê xwe dikarim bênim Ziman u ji Mirovên pesberî xwe jî fêm dikim...

Ez xwe ne bi Zimanê Tirkî dimesim. lê pê dizanim.. :)
Di dema pêsya mede, ez dixwazim Fêrî Zimanê Erebî jî bibim.. lê belê di sêrî de dixwazim Zimanê xwe bastir zanibim..

Ma tu nizanibê "Sêv" bi Almanî ( Apfel) cîye, tê cawa karibê Mirovekî Alman fêrî Zimanê me bikê??
Pêwîstê tu jêre bêjê Apfel= Sêv 
Ma ne wisa ye?»

Ez:
«Offf of Delîlo of, kuro berbide bila ew tirk, ereb u farsên qewad hînî zmanê te bibin qurban.
Ćima, bila ew hînî peyva kurdî „sêv“ bibin.
Xalê mino, kesê ku źi zmanê diźminê xwa nefret nake, ti carî nikane zmanê xwa źi mirinê biparêze, ev raśtiya herî bingehîn ya xwezayê ye.
Mesela heta dawiya vê sedsala 21an ewê bi hezaran zman bimirin u herrin.
Ćima?
Źiber ku zmanên din yên serdest ewê malik lii wan xerab bikim, loma.
Aniha vê gavê ćend zman dimirin tu dizanî?

Ez dibêźim em kurd fam nakin ku „zman ćawan li diźî hev śer dikin“.
Zman źî wekî śerê di navbera me însanan da „sher dikin“.
Źixwa rewśa zmanê kurdî ne ti hal e ćavkê mino.
Li śuna ku tu hînî zmanê erebên heram dibî, ćima hînî zaraveyeke zmanê kurdî ya din nabî qurban?
Di nav her peyveke zmanê me da tarîxa bi hezar salan ya bav u kalên me mewcud e xalê min yê germik u nermik :)»


«Dilê min, ćavê min, ne ez u ne tu u ne źî ti kesekî din dikare hînî hemî zmanan bibe.
Herre were însaneke normal tenê dikare di mêźiyê xwa da pêncî hezar (50.000) peyvan qeyîd bike.
Helbet ez źî dixwazim hînî gelek zmanan bibim.
Lê di sêrî da divêt merî pirr baś hînî zmanê xwa bibe u herweha zmanê xwa bide zarokên xwa źî.
Yanî gava em źibo zmanên din ha ha xwa cankêśî dikin, em zmanê xwa źi bîr dikin dilê min.
Bi mîlyonan halê kurdên me weha ye.
Mesela li baźarê min Erzingan‘ê kesê ku îro bi kurdî dipeyîve, tun e.
Divêt em neyên lîstika diźminên xwa u ćavên xwa bernedin zmanên din u zmanê xwa źî bi destên xwa nekuźin ćavbeleko.
Helbet źi piśtî ku te kurdiya xwa bi têra xwa xurt kir, herre hînî zmanên din źî bibe, lê ne zmanê tirkan, ereban u farsan.
Źiber ku van zmanan wekî gurên birćî dor li zmanê me pêćane u li bendê ne ku zmanê me bi temamî źi holê rabikin.
Divêt em zorê bidin wan daku ew hînî zmanê me bibin.
Em źî dikarin hînî zmanê înglîzî, frensî, spanî, russî u yên din bibin, źibo ku em bikanin van zmanan ligorî berźewendiyên zmanên xwa bi kar bînin delalê ber dilê min.
Ma te aniha źi xalo fam kir ćavreśo, hi? :)».

Delîlo:

«E
z ji te rast fam dikim .. ez ne li dijî te me.. vîya xelet fêm neke..
Dîsa dibêjim tu rastî di pêyvên xwe de.. lê ger tu jî rastîyê bibînê..:)
Ez bi Kurdî dinivisînim.. Helbestên min bi Kurdî ne.. cêdibê Xeletîyên min di Zimên de hebin.. Helbet ..
min ticarî jî negotîye ez Mamostê Zimanê Kurdî me.. Aniha ez Fêrî kurdî dibim.. bi her pêyva ez bi Kurdî diaxivim, ez fêrî yeke din dibim.. Cima?
Ji ber ez dixwazim xwe bînim Ziman.. Fikrê xwe bikim Pêyv.. ji Loma ez bi Kurdî difikirim.. ez bi Kurdî diaxivim..
Vîya zanibe.. lê ez bi Almanî ji dipêyvim.. Alman jî li dijî Zimanê minin.. Di Mekteban /Zaningihan de Zimanê Kurdî qedexeye.. 
Cima? da ku Kesên li wan Zaningihan fêrî Almanîyek temiz bibin ango Zelal ..
lê li Centrên wan de ne qedexeye.. li Dikanên wan ne qedexeye.. 

ez dixwazim wê bêjim.. pêwîstte her yekî Kurd di destpêka Jîyana xwe de fêrî kurdî bibê ji nû fêrî Zimanên din..
lê belê ji ber Zordarîya Neyaran Kurdîya me herdem bindest u vesartî dima.. em fêrî kurdî dibun.. le ne kurdîya heqîqî... em dereng fêrî kurdîya rast dibin.. (negativek pir girane..)

Ez dixwazim fêrî her Zimanî bibim, da ku her Mirovî fehm bikim.. lê di serî de Kurdî ya mine ! 
pasê ezê xwe fêrî arabî u Zimanê din bikim.. 

1.Kurdî +Zaravayên Zimên
2.Almanî
3.Ingilizî
4. Fransî
5. tirkî
6. Japonî
7Arabî... 

...ez niha mexbûrim derkevim.. pas ezê ji tere binivisînim..».
Dawiya dawîn me mesele germik u nermik lii hev girêda u xelas.

Samstag, 17. März 2012

Ka Ew Keć U Źinên Biyoloźîk Kaaa!


Vê demê hewa hîn źî bi têra  xwa germik e.
Loma źî kêfa min li śunê ye.
Na naaa, zêde ne li śunê ye.
Aniha mêvanên tevrunera me keća swîsrî Martina hatinne u bi hev ra li odeya runiśtinê diken qîźźewîźź.
Him źî ev ćend seet in dînime îmanime.
Yaw bi sê telaqên pîroź bila xwadê kesî nexe nav destê źinan.
Heger źi destê wan bêt, ewê źibo kaprîs u hîsteriyen xwa yên beredayî źi ezraîl źî xirabtir tevbigerrin.
Tabî li ba me kurdan hîn wê pêvaźoyê bi temamî dest pê nekiriye.
Yanî haya civata me źi raśtiya tuź u bi źan tun e.
Em yan źibo mafên źinan e yan źî li diźî mafên wan in.
Lê di raśtiyê da em ćima hilo ne, em bi xwa źî nizanin.

Ez hindekî din drêź bikim.
Di nav civakên ku mafên źinan di nav berbirrkê/qanunê da hatiye gerentî kirin, źin źî wekî mêran dikanin ramanên xwa bi rehetî b’înin zmên.
Xwadîtiyê lii întereseyên xwa bikin.
Źiber vê hindê hêzeke civakî hêdî di destên źinan da ye.
Helbet ez ne li diźî vê yekê me.
Hetta ez dibêźim bila zêdetir źî bibe.
Ne ku ez źi rexneyekê ditirsim u loma vê dibêźim.
Xweza bi xwa tenê "menfeetên" kesî u mîllî nas dikî.
Loma 
źî "menfeetperestî" heqqê her însanî, heywanî u nebatî ye.
Źixwa ez wekî însan pênc quruś qîmetê źî nadim ti îdeoloźiyekê.
Îdeoloźî di nav ferhenga min da wekî tiśtê herî beredayî u ehmeq hatiye tomar kirin.
Kêrî ti tiśtî nayêt.
Îdeoloźî temsîldariya kesên faśîzan u totalîter dike.
Ti carî nikane pirsgirêkên civakî ćareser bike.
Pirsgirêk ne bi îdeoloźiyan, lê bi saya lêkolînên zanyarî yên źi gelek beśên cihê va tenê dikarin werin ćareser kirin.
Tabî ti sîstema ku bixwaze vê yekê bike źî, tun e, ewê nebe źî.
Hêć nebuye źî.
Piśtî ku źin bi temamî gêśtinn azadiyên xwa yên śexsî, hingê ewê rola źinan ya di nav civakê da baśtir derbikeve meydanê.
Divêt derbikeve źî.

 Mesela ez li Ewrupê lii keć u źinên me kurdan dinêrim.
Ez bi xwa di navbera keć u źinên kurd u yên ewrupiyan da ti cihêtiyê nabînim.
Di gelek waran da źi keć u źinên milletên din źî beredayîtir in.
Bunne lastîka zman u kulturên din, bi taybet 
ya tirk, ereb u farsan, yanî diźminên xwa yên tecawîzcî.
Helbet ez vê yekê di ćarćoveyeke exleqî da nabêźim.
Źiber ku ez bi xwa lii exleqa beredayî bawer nakim, loma.
Meseleyeke drêź e, naxwazim aniha zêde pêda herrim heyranino.

Me heta hîro źî bi dil u can hertim gotiye, «źin namusa me ye, źin stuna mala me ye, źin hêlîna ćand u zmanê me ye, ... ».
Lê ev heman źinên kurd yên ku li ciyê rehetiyê ne, qesî ku qîmetê didin «ruźa lêvên xwa, solên xwa, kincên xwa, proxremên tirkan, boyaxa porê xwa, ...», nadin zmanê xwa.
Bii ser da źî bi navê nizanim kîźan «însanetî, pismamtî, bratî, înternesyonelîzm, sosyalîzm, demoxresî, ...» u źehr u ziqqim xizmeta sîstema tirkan dikin, sîstema ku li hêlekê tecawîzî kurdan dike u li hêlekê źî wan dikuźe.

Ez zêde pêda ćum yaw.
Bi kurtî u kasî, keć u źina kurd ya ku bi zman u kultura xwa tevnagerre, xwa ligorî śert u mercên civakên din kiriye śarlatan, buye qurbana kompleksên xwa yên bi kaprîs u hîsterîk, qîmeta pîzaveke xerabe źî nake.
Me śexs u civata xwa tenê ligorî normên exleqî śîrove kiriye u dikin.
Lê em însan tenê u tenê encama biyoloźiya xwa ne.
Bi ći hawî dibe bila bibe, kes yan źî civatên ku xususiyetên biyoloźîk nikarin yan źî naxwazin bibînin, ewê hertim bibêźin:
«Min/me ev źê nedipa[n]!».

Donnerstag, 15. März 2012

Kurdê Bi «Nanoziko», Lê Bi Zmanê Tirko


Hewaya hîro bi têra xwa germik u nermik bu li Zürich’ê.

Vê sibehê ez di seet neh u nîvan da (s09:30) ćum dermatoloźiya lii nêzîkî mala min.
Min doh termînek girtî bu.
Gava ez ćum u ketim hundur, ćum li śunekê runiśtim u li benda biźîśk mam.
Źi derî min kes li odeya runiśtinê tune bu.
Źi piśtî dewpênc deqqan hemśîreyek li ba min berbi hêla din meśiya.
Bi havtina du-sê gavan yekcar got rep u kete ser erdê.
Źi hiśê xwa ćuyî bu.
Welle mesele ći bu min hêć fam nekir.
Paśê ew daynîn ser kursiyeke bi ćerx u birin ciyekî din.
Źiber ku wexta min zêde tune bu u biźîśk źî źi piśtî bîst deqqan nehatî bu, ez ćum ba hemśîreya li ba mireceetê.
Wê xwast ku em termîneke din ćê bikin.
Źiber ku qet kêfa min pê nehat, min got, «ma hun nikarin rećeteyekê bidin min?».
«Temam, ez bidim we» got u bi lez nivîsiya u daa min.

Paśê ez ćum wergerê u ...
Tabî min sporta xwa ya vê hêvarê źî źi bîr nekir.

Ez ê hîro li vir li ser ćend śiroveyên di bin nivîsa min ya źi berî ćend roźan da bisekinim.
Hun źî dizanin, min źi berî ćend roźan li vir nivîsa xwa ya bi sernavê «Hîn Zarokxaneyeke Me Źî Bi Kurdî Tun E Yaw», belav kirî bu.
Źiber ku min di śîroveyeke xwa da bersîveke drêź dayî bu, ez naxwazim ku ew di  nav arśîva Facebook’a agirpêketî da handa bibe u herre.
Loma źî ez ê di vê gotara xwa ya hîro da wê bikim mêvan u hew, ihi.

Xalê me Xelefo ev śîroveya xwa di bin gotara min da parve kirî bu:

«
‎(Ê lo babam dîplomeyeke tirkan bigirin ći dibe, negirin ći dibe bi xwadê.
Źibo ku dîplomeyeke tirkan bigirin, me milletê kurd bi destê xwa asîmîle kir u ću.
Ez tifu lii wê dîplomeya tirkan ya ku qîmeta xiyareke xerabe nake dikim u hew.) Kekê Şadî alternatifek ku tê bide ber me heye gelo?Bi rastî xwendekarek here beşek ku têkiliya wê bi tirkayetîyê hebe ez fêhm dikim gotinê te lêbelê wekî din kekê Şadî ez ne dixwazim bibeme şivanek ne jî kemalîstek û ji bo ku ez nebeme kemalîstek ez xwezîya xwe bi şivantiyê jî naînim.(şivantiya ku tu xeyal dike çawa ye ez nizanim seba wê min ev gotin kir.)
».

Min źî rabu ev di bin da belav kir:

«
Xelefooo, binêre heyatim, kurdan źî wekî milletên din heta vê roźê bê xwandin heebuna xwa parastinne.
Temam, îcar xwa ćawan parastinne?
„Bi zmanê kurdî“.
Ma bi kurdî dibistan hee bunn?
Naaa.
Yanî heger źibo heebuna zmanê kurdî meriv nifśekê yan źî du nifśan bike qurban, ti mesele tun e.
Źixwa tirkên qewad pênc nifśên me kirinne qurban.
Tabî êdî hîro îmkanên wilo hee ne ku pêwistî bi vê qurbankirinê źî nemaye.
Tew śivanên me źi me hemiyan baśtir bune akademîker yabo qurban. Bê kompîtur u iphon nagerrin lo.
Heger kurd bixwazin dikarin bi hezaran dibistanan vebikin, lê nakin.
Źiber ku zmanê tirkan di serê me kurdan da xwa „meśru“ kiriye, baweriya me bii zmanê me nemaye.
Yanî em qanunên tirkan yên ku zmanê me lii me qedexe dikin, qebul dikin, loma.
Li hêlekê em dawa azadiya Kurdistan'ê dikin, li hêla din źî ligorî ferman u daxwazên tirkan tevdigerrin u zmanê wan belav dikin u aleta ku heebuna me ya pîroz e, bi destê xwa dikuźin.
Bi dîtina xalê te yê zalim siyasetmedar, partî u śexsên ku nikarin bi zmanê kurdî dibistanekê vebikin, taśeron u śarlatanên belaś in.
Drêź nekim gulim, li śuna ku ez ê bi zmanê tirkan zmanê xwa bikuźim u xwa bikim tirkekî saxlem u kemalîst, ez mîlyon carî bi śivantiya bi kurdî qebul im.
Źi bîr neke, ev źî nîśana fedekarî u sememiyeta min ya źi dil e źibo pêśeroźa vî zmanî u milletî.
Kesê ku vê qebul nake, bila źi min ra nebêźe ku hezyarê zmanê bav u kalên xwa ye. Ev tenê egoîstiya śexsî ye ez heyran.
Temam xalê min yê germik u nermik, xalê min yê bi navê pîroz „Xelefo“, hi? :)
Law bi telaq ev navê te pirr kêfa min tîne cîgerim :)
Mesela ez hemî zanîna bi zmanê tirkan bi „Xelefo“ ra naguherînim ćavbeleko.
».

Êêê, Xelefo ye, ma hêć bê deng disekine babam.
Na, nasekine welle u bille:

«
Xalê Şadî,gotinên te heqin lê fedekariyek mezin divê lewra tu kes pê li ciyê şil nake li min biborîn lê ez bi xwe nikarim ezê bêjim: qûnek haa wilo mezin lazimê ji vî tiştî re:)Mala te ava xalo wî mastê ku te xwaribû û dixwe û tê bixwe li te afîyet be derik te pê neêşê welle te kir ku bêhtir kêfa min ji navê min re bê îja çi fêyde min ti tişt ji navê te fêhm nekir ji bil navê Şadî:)».
«
Xalo a dûyem jî eve ku jixwe komek insan nanoziko dijîn, ku debari û aboriyek bi qasî kela Mêrdîn li pişta kurdî hebe wê çaxê kurdî wê bi xelkê şêrîntir û henûntir were.».

Min bersîva dawiyê di him u gima źiyanê da źi bîr kir ću, yanî bersîva xwa nedayê.
Ê law Xelefo, law ma meriv ew komên ku tu dibêźî bi zmanê tirkên qewad u tecawîzcî «nanoziko» diźîn źî ćima bi zmanê xwadê yê pîroź bi kurdî nikanin «nanoziko» biźîn eśqim, hi?

Mittwoch, 14. März 2012

Ćima Kurd Li Kurdistan’ê Kurdî Nakin «Zmanê Mecburî»?!


Ev ćend roź in ku hewa germtir dibe.
Divêt sibeh heta heźdeh pileyan (18°) derbikeve.
Lê mixabin źiber ku van roźan kar u barê min zêde bu, min nekaniya herrim pîskîlêthaźotinê.

Di van roźên dawiyê da kesekî.ê bi zmanê tirk, ereb u farsên qewad tiśtek belav nekir.
Loma źî min kes źi lîsteya xwa dernexist welle.
Tabî destê min źî bi têra xwa dixure yanî haaa.

Di nav medyaya kurd da min vegotinên Murat Karayilan yên di derbarê zmanê kurdî da xwandinn.
Murad’ê me dibêźe: «Zmanê kurdî li Kurdistan’ê zmanê sereke ye!».
Temam, gotineke gelek germik u nermik e.
Dîsan dibêźe:
«Divêt zmanê kurdî li Kurdistan’ê bibe zmanê sereke. Ev mafek e u nikane were gotubêź kirin źî!».
Źi vê ra źî amîîîn.

Bala min kiśand, li hêlekê xalê me dibêźe «... li Kurdistan’ê zmanê sereke ye!», lê li hêla din źî dibêźe «Divêt ... bibe zmanê sereke...!».

Yaw babam aniha meriv yan dibêźe zmanê sereke ye yan źî dibêźe ne yê sereke ye ha.
Bi telaq min źi vê tiśtek fam nekir.

Bêguman dewleta tirkan ya qewad baś dizane ku em kurd qendî cixareyeke pîs źî qîmetê nadin zmanê kurdî.
Loma ha ha herro îmana zmanê kurdî dikin teneke.

Ez aniha dixwazim li vir źi xalê me Murat bipirsim:

«Xalooo, qurban, heyran, ma ćima di nav PKKê da u di nav komel, televîzyon, roźname, festîval, meś, mîtîng u weśanên bi girêdayî PKKê da źi binî heta serî zmanê tirkên qewad têt „meśru“ kirin, ćima siyaseta tirkên niźatperest ya asîmîlasiyonê bi destê me kurdan di nav milletê kurd da têt belav kirin?».

Loma źî ez bi xwa hêć nikarim van gotinên kekê xwa yê ćavbelek cîddî bigirim.
Ćênabe ku meriv him siyaseta tirkan ya asîmîlasiyonê mehkum bike u him źî siyaseta wî bi destê xwa di nav kurdan da bi navê filan u bêvan îdeoloźiyê «meśru
» bike.

Kesên ku heebuna milletê xwa, yanî heebuna zmanê xwa bi navê filan u xeftan îdeoloźiyê dikin qurban, ti carî nikanin di nav dîrokê da bi ser bikevin.
Bi dehan, bi sedan, bi hezaran mînakên vê yekê hee ne.
Zmanê milletekî xwîna di bedena wî milletî da ye.
Di nav wê xwînê da źî hemî tiśtên ku wî milletî dikin millet hee ne.
Li hemî welatên cîhanê zarok meźbur in ku herrin dibistanên bi zmanê dayika xwa u hiynî zmanê xwa bibin.
Di qanunê da ev hatiye cî kirin.
Lê me źî li welatê xwa zmanê tirkan źibo zarokên kurd kiriye zmanê «meźburî».
Kurdî hêć nehatiye u nayêt bîra me.
Źiber ku tirkan normên tirkbunê di mêźiyên me kurdan da śun kirinne.
Tabî em źî ligorî van normên tirkbunê difikirin u tevdigerrin.
Gelo ćima kurd li Kurdistan’ê zmanê kurdî nakin «zmanê meźburî»?
Ev heqqê kurdan yê herî xwezayî ye.
Ma kurd li benda ći ne?
Ma kurd li benda destura sîstema ku dixwaze kurdan źi holê rabike ne?
Bi serê kê dikin bikin, hingê bi lez u bez dest u dev źi vê azadî u źehr u ziqqimê berbidin u herrin li śunên xwa rubinin babam.
Źixwa teśhisa ćewt, tenê eziyeta mirinê xerabtir dike heyranino.

Montag, 12. März 2012

Hîn Zarokxaneyeke Me Źî Bi Kurdî Tun E Yaw!


Welle bihar hat.
Hîro hewayeke pirr germik u nermik hee bu.
Di van roźên pêś me da dibêźin germayî ewê heta bîst pileyan (20°) derbikeve.
Tabî ev źî derfeta ku ez herrim pîskîlêthaźotinê dide min.

Min hîro tenê qendî du seetan werger kir.
Źê pê va ćum sporta xwa ya roźane.
Êêê, min du seet źî li hêra/wir derbaz kirinn u hatim malê.

Vê hêvarê źi piśtî sportê min masîxatunk biraśt, digel selete u „tortolenî“yê xwar.
Helbet bê mast nabe.
Loma źî min bi têra xwa mast źî xwar.
Ya raśt min mastê heeyî bi tevayî xelas kir yaw.
Kurd bê mast u dew nikanin werin ser xwa heyranino.

Dibêźin xalê me Osman Baydemîr ćuyee Dêrsim’ê u tev lii śahiyeke xwandekarên zangehê buyee.
Osman’ê me źi xwandekaran ra gotiyee (mixabin kurdiya vê nućeyê ne tê xwarin u ne źî vexwarin):

«Ji bo dermankirina birînan, muheqeq divê hûn bixwînin, dîplomeya xwe bistînin. Muheqeq divê hûn zimanê dayikê baş hîn bibin. Hûn ancax dikarin bi vê yekê wê kilîta ku 90 sal in li mêjiyê me hatiye xistin, vekin.» (nukurd.com).

Ê lo babam dîplomeyeke tirkan bigirin ći dibe, negirin ći dibe bi xwadê.
Źibo ku dîplomeyeke tirkan bigirin, me milletê kurd bi destê xwa asîmîle kir u ću.
Ez tifu lii wê dîplomeya tirkan ya ku qîmeta xiyareke xerabe nake dikim u hew.
Digel min qîmeta śivanekî kurd źi kurdên kemalîst yên bi dîplome mîlyon carî bilindtir e qurbanino.
Yaw xalê Osman, canim cîgerim, heyatim, de pićekî źî herre serê xwa bi asîmîlebuna zarokên kurdan bihêśîne, daku bila zarokên kurd hîn di yek saliya xwa da di zarokxaneyên tirkan da nebin tirkên saxlem qurbaaan.

Em kurd pirr sosret in lo.
Me hîn źibo zarokên kurd zarokxaneyek źî nekaniye ava bikin.
De hîcar ez tifu lii wê azadiya kurdan u Kurdistan’ê dikim u wesselam.
Ê ma lawo bê zmanê kurdî ti îmkana ku kurd u Kurdistan bikanin heebuna xwa îspat bikin hee ye, hi?
Naaa!
Êêê ...
Ma hingê meriv źi ku derê dest źi kar u barê xwa dike heyraninooo?
Temam, we źê derxist.
Helbet ku źi «zmanê xwa» dest pê dike lo.

Min di nućeyeke din da pêśniyazên KCKê dîtinn.
Ya raśt min tenê navên pênc pêśniyazên KCKê xwandinn u xelas:

«Prensîba Şer û Aştiyê, Prensîba Yekîtiyê, Prensîba Demokratîk, Prensîba Mafên Çandî, Prensîba Siyaseta Demokratîk û Civakî-Ekonomîk.».

Tabî nuće gelekî drêź bu, lê min nexwand.
Ez hindî hêć tiśtên weha naxwînim.
Bêhna min teng dibe, loma.

Bi xwadê u serê we yê śemamokî bibe ku ez źi van prensîbên KCKê ewqas aciz u têr bume ku, nayê gotin welle.
Qey meriv dibêźe xal u xaltîkên me li ber televîziyonên tirkan runiśtinne u herro źi xwa ra «prensîban» dinivîsînin.
Bi ya min bibe, eynen hilo ye źî.
Heger ez raśtiyê bibêźim, ćiqas «bê prensîbî» hee ne, hemî źî di nav van «prensîbên» KCKê da hee ne.
Ez dibêźim tirkên qewad u heram ha ha ligorî dilê xwa canim cîgerim KCKê manîpule dikin, yanî roźeva KCKê źi der va di nav destê tirkan da maye.
Tabî bila xwadê vê KCKeya me ya germik u nermik nexîne destê min dînime îmanime.
Ez ê hemiyan źî teqawut bikim u biśînim malên xwa, dixwazin bila herrin li ba tirkan «prensîbên nu» binivîsînin ellawekîl.
Ê tabî ew gotina min dikin yan źî nakin, wê źî tenê xwadê dizane anam babam :)

Sonntag, 11. März 2012

Zmanê Kurdî Rehê Kurdbun U Kurdistan’ê Ye Heyraninooo!


Dawiya vê heftê tiśtekî taybet pêk nehat li ba min.

Min doh źiber zmanê tirkên qewad du heb kes źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn.
Di vê navê da du kesên din źî ketinn nav lîsteya min.

Doh min di nav parvekirineke Facebook’ê da di derbarê xaltîkeke me ya kurd da tiśtin xwandinn.
Ew źî xaltîka me Zara ye.
Min digel klîbeke wê ya bi sernavê «Dle Yeman» ev kurtenivîsa xwa belav kir (

http://www.youtube.com/watch?v=ZvlERQ1E6QA&feature=related):

«Lo babam em kurd av bi av ćunne źî haya me źi me tun e ellawekîl.

Binêrin xaltîka me Zara ya ku źi malbateke kurd u êzdî têt ćawan bi zmanê ermenî distrê, ćawan melodiyên zmanê kurdî bi zmanê ermenî dike dilê însanan: "Dilê Yeman"

La
w śekirino, heger ev zmanê xwadê kurdî nebuya, ev nîmet źî nedibunn.
Lê mixabin hîro ev zmanê kurdî yê pîroź di destê me kurdên îblîs u taśeron da dike ku bimire dînime îmanime.

Źixwa siyaseta me ya kemalîst, totalîter u faśîst roź bi roź rih u xwîna vî zmanê me yê bi hezaran salan diriźîne u dikuźe!».

Paśê kekê me delal Mahabad di bin da ev śîrove kiriye:

«Karkiro, kedkiro ji xelkê re!.. Ev bûye qedera me timî. Tîgranê Mezin ku ji wan re welat ava kir jî kurd bû û niha mixabin ku ji tirkan bêtir li Ermenistanê tînin serê kurdan. ji asîmîlasyonê bigire, heya bi zorê kocberkirin û talankirina ax û hebûna kurdên wê derê. Ya herî grîng jî ku li nirx û rûmetên me jî xwedî derdikevin û bêaqilên me jî dikevine xizmeta vê yekê. Derdekî din jî ku her carê em dibêjin "em hemî ermenî ne" li gel ku bi dehhezaran kurd di van salên dawîn de hatine kustin, wan tu carî negotine ku "em hemî kurd in"!.. Xwelî li serê me bûye ma ci bêjim?! Ber dikevim, difetisim û hew.».

Min źî pêra ev śîroveya xwa lê kir:

«
Kek Mahabad, derdê me ne yek e, ne dudu ye, źixwa em źi derî kurdbunê bunne her tiśt, lê tenê nebunne kurd.
Me źibo herkesî xwa kiriye „kerê rewan“.
Nabêźim „hespê rewan“, bila paśê ćewt neyê têgêśtin.
Diźminên qewmê milletê kurd h
im roź bi roź kurdan źi holê radikin u him źî li ser keda wan neteweperestiya xwa ava dikin, milkê milletê kurd wêran u talan dikin.
Źixwa siyaseta ermenan ti carî źibo cîrantiyeke maqul nebuye u ewê qet nebe źî.
Heqqê wan e źî ku vê yekê bikin.
Lê ez dibêźim suc tenê sucê me kurdan e, bi vî aqilî em nikanin kevirekî źî xelas bikin, nikanin peyveke zmanê kal u bavan źî xelas bikin.
».

Ê tabî xaltîka me Zara dawiya dawîn ćuye bi lawikê waliyekî rus ra zewiciye u filan u fistix.
Ê ma kećko qirra xortên kurdan hatî bu ku te ću tenura xwa bi yekî rus ra germ kir anam babam?
Aniha xaltîka me him źî êzdî ye haaa!
Law bi sê telaqên bê derpî bibe ku em kurd nikanin bibin pepuk źî dînime îmanime.
Drêź nekim yaw, de hun tam hezar u yek carî tifê bikin u xelas.
Źixwa ći êzdî, elewî, misilman u ći źî xristiyan, em kurd bunne tirśik, bunne kurtanê xelkê elamê heyranino.

Di nav nućeyan da min mizgîniya vebuna du televîziyonên din yên kurdan xwand.
Navê yekê «Komar TV» u yê din źî «Urmiye TV» bibuyee.
Welle bila li ser xêrê bibe.
Tabî baweriya min nî ye ku xal u xaltîkên me bikarin weśaneke bi quwelîte bikin.
Kî dike, ewê ligorî ći bike, haya min źê tun e.
Źixwa bi televîziyonan em nikarin rê li ber mirina zmanê kurdî bigirin.
Divêt bi lez u bez perwerdeya bi zmanê kurdî bikeve źiyanê.
Ti derfeta me ya ku em bikarin bi pelên darê darê źi mirinê xelas bikin, tun e.
Heta ku rehên darê neyên xelas kirin, ne dar u ne źî pelên darê dikarin du roźan li ser piyan bisekinin.

Donnerstag, 8. März 2012

Hunermendên Me Źî Bunne Aźanên Zmanê Tirkan Babam!


Di van roźên dawiyê da hewa germ nebu.
Li dor 6 pileyan (6°) bu.
Ya raśt ne germ bu u ne źî zêde sar bu.

Ev sê roź bunn ku gelek karê min yê wergerê hee bu.

Min di nav hêsaba xwa ya di Google+’ê da kesek źi lîsteya xwa derxist.
Xalê me bi zmanê erebên qewad nivîsek u vîdyoyek belav kirî bu.
Loma źî źi pi
śtî ku min ew îkaz kir, min digel dubarekirina wî ya erebćî lotika dawiyê lêxist.

Ez dixwazim du śîroveyên xwa yên di Facebook’ê da hîro li vir bi we ra parve bikim.

Xaltîkekê di nav komeke kurdan da bi tirkî wêneya xalê me Ehmed Kaya parve kirî bu.
Admîn źî źê rîca kirî bu tiśtekî bi zmanê tirkî belav neke.
Tabî źiber ku wêne weneya xalê me Ehmed bu, hindekan źî daxwaziya rewśeke «awarte» źê kirî bunn.
Min źî bi lez u bez ev śîrove lê kir u reviyam:

«Welle xalê Îdrîs ćênabe ku tu desturê bidî zmanê tirkên qewad qurban.

Źixwa me kurdan xalê Ehmed Kaya źî kiriye aleta asîmîlasiyonê u ha ha zmanê tirkan di nav milletê kurd da „meśru“ dikin babam.
Tabî ev źî gelekî kêfa tirkan tîne.
Yanî em belaś źibo tirkan dixebitin, zmanê wan peyv bi peyv dixin serê kurdan yê wekî kundir.
Ma min źi vê tirśikê ći fam kir yaw, ha me bi xwa kiriye, ha tirkan kiriye, ya raśt ya ku em dikin dîrekt keroxlî kerî ye dibêźin di lîteretura germik u nermik da lo.».

Paśê min bala xwa daa parvekirineke din.
Xaltîkekê vîdyoklîba hip hopê ya xalê me Gohdar ya bi kurdî belav kirî bu.
Êêê, helbet kêfa min pê hat.
Min źî źi berî ćend roźan di profîla xwa da belav kirî bu.

Tabî min got ev źî firsendeke baś e, ka ez carekê li vir źî kela di dilê da pićekî daxînim u min rabu ev lotikên qerase havitinn derudorê:

«Min ćavên xalê xwa Gohdar xwarinne ellawekîl :)
Law babam hunermendên me yên lastîk u mêźî-tirkćî xwa kirinne qurbana tirkan u ha ha stran u melodiyên kurdî werdigerrinîn zmanê tirkan u paśê dîsan wan tînin lii kurdan didin guhdar kirin, źibo ku kurd ba
śtir u zutir asîmîle bibin u bibin tirkên saxlem.
Aniha kesên ku vê bê bextiyê dikin aźanên tirkan yên taśeron nîn in źî ći ne qurbanino, hi?
Ma kîźan merivê normal ewqas dibe koleyê diźminê xwa u xizmeta siyaseta wî asîmîlasiyonê dike berxikinooo?
Hey tifu li bextreśiya me kurdan u xelas, ihi.
»

Kurd in ya, ewê îllem xwa bikin kerên tirkan dînime îmanime lo, weyyy.

Dienstag, 6. März 2012

Tirk, Ereb U Fars Tenê U Tenê «Diźminê Zmanê Kurdî Ne»!


Źiber ku hîro hewa źi doh pićekî germiktir bu, kêfa min pê hat.

Min hîro kesekî din źi lîsteya xwa derxist.
Mêro bi zmanê erebên bê namus nivîsek weśandî bu.
Ya raśt źi berî du roźan źî min derxistî bu.
Lê kekê me dîsan daxwaziya hevaltiyê kir.
Min źî bi hoya/śerta ku careke din tiśtekî hilo neke, peźirand.
Lo babam di ser ra hîn śevek źî derbaz nebu, dîsan lotika bi zmanê erebên heram lii serê min yê belengazok ket dînime îmanime.
Tabî min hîcar mesele drêź nekir u got, «bibore xalo, êdî mesele heta hetayê bi dawî bu, bimîne di nav xwaśiya zmanê erebên qewad da qurban.».

Ez hêć fam nakim, ka źiber ći kurd źibo zmanê kal u bavên xwa ewqas lii ber xwa nadin?
Źibo ku bikarin bi zmanê tirk, ereb u farsan fortan b’avêźin, tam hezar u yek teqleyan tavêźin.
Lê heman tiśtî źibo kurdî ti carî nakin.
Mesele ti carî di serê kurdan ra derbaz nebuye u nabe ku tirk, ereb u farsan meźburî zmanê xwa bikin.
Źixwa di nav axaftinên kurdan da meriv têdigêźe ku xwa wekî tirk, ereb u fars dihesibînin.
Ćima ev bê bextî digel kurdan hilo kur u fireh e, tenê xwadê dizane.
Ez dibêźim diźminên «zmanê kurdî» hemî înformasiyonên ku meriv bi zmanekî hîn dibe, wan digire u di mêźiyê xwa da tomar dike, pirr baś di mêziyên me kurdan da daćikandinne.
Helbet ev zmanê ku êdî di mêźiyê meriv da buye «pergala mêźiyê meriv ya bingehîn», di mêźiyê meriv da ligorî xwa girêdankên sînîrî dihafirîne u dibe desthilatdarê mêźiyê wî kesî.
Bi radî/taybetî źî desthilatdariya bi vî hawî ya di zaroktiyê da śopên pirr kur ćêdike u êdî heta dawiya źiyana mirov źî źê filitîn ne pêkan e.

Ćima kurd gava mesele têt ser zmanê tirk, ereb u farsan bivêt-nevêt dibêźin «zman unîversel» e?
Ez dibêźim kurd bi xwa źî baś dizanin ku bunne qurbanên tecawîzciyên xwa, lê vê yekê nikarin bi heśkereyî qebul bikin, loma!
Tevî ku pirr baś dizanin źî sîstema ku ew li hemberî wê dikin qîźźewîźź, di mêźî u ruhê wan da desthilatdar e, bixwazin źî ti śensa wan nî ye ku bibin tiśtekî din.
Loma źî ha ha lii teoriyên qehpik digerrin źibo ku rewśa xwa ya bê namus u «kiryarên sîstema xwa ya tecawîzcî» (yanî sîstema tirk, ereb u farsan) pîr u pak nîśan bidin.

Ćima tirk, fars u ereb gava mesele tê ser zmanê kurdî «unîverseliya zmên» źi bîr dikin?
Źixwa tiśtekî weha tun e, loma!
Yanî camêran hefsera kertiyê lii hustiyê me xistinne, loma!
*
Ligorî ragiyandina nućeyekê Selahhatîn Demîrtaś źiber pirseke roźnamevanekî gotiyee, «Alaya Kurdistan’ê u sruda „ey reqîp“ hêźayiyên geelê kurd in ...».
Bêguman weha ye źî.
Lê ćima partiya me u ya xalê me Silêman alaya Kurdistan’ê roźekê źî negirtiye destê xwa u xwadîtî lê nekiriye?!
De tu him xwadîtiyê lii alaya Kurdistan’ê neke u him źî gotinên źi beźna te mezintir bike babam.
Heger di vê Newroz’ê da źî alaya Kurdistan’ê neyê hildan, hindî em ê bibin diźminên hevdu yên bê tifing u hov, źi min gotin.
Bila kes paśê nebêźe, «haya me źê tune bu lo, waweylêêê».