Hewaya me ya germik hîn źî em terk nekirin.
Tê gotin ku ewê di roźên tên da źî zêde kêfa xwa xerab neke.
Vê heftê karê min yê wergerrê pirr nebu.
Loma źî gelek wexta min źibo min hee bu.
Lê sibeh ewdê pićekî zêde bibe.
Min di van roźên dawiyê da ćend kes źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn.
Êh, dîsan mesela zmên ...
Bi serê min u we bibe ku diźminan źi kurdan her cure mehluqet ćêkirinne.
Kurd bunne her tiśt, lê ti carî nebunne kurd.
Helbet ev digel kurdê herî qerase źî heman tirśik e.
Ya raśt min digot ez li ser gelek miźaran ćend tiśtan binivîsînim, lê mixabin ku roźeva me kurdan wekî agirê bi pizot e, hema hun bibêźin deqqe derbaz nabe ku tiśtên pirr sosret pêk nehên.
Loma źî meriv nizane ku di derbarê kîźan bareyê/miźarê da ćend hevokan lii hev bixe.
Źi berî ćend roźan min nivîsa xalê me Evdille Koćer di nukurd.com’ê da xwandî bu.
Min dil dikir ku li ser nivîsa wî ya źi Kurdistan’a baśur, źi Hewler’ê, bi ćend gotinên belengazok stresa xwa b’avêźim, lê min di vê navberê da źi bîr kir u ću.
Hîro dîsan źi nu va hate bîra min.
Loma źî ez dixwazim li vir tevayiya nivîsa wî bidim.
Miźar di derbarê kongreya ciwanên kurd da ye.
Malxerabiya zmanê kurdî ya di nav ciwanên li Kurdistan’a Bakur da dixe ćavên
me. Tê gotin ku ewê di roźên tên da źî zêde kêfa xwa xerab neke.
Vê heftê karê min yê wergerrê pirr nebu.
Loma źî gelek wexta min źibo min hee bu.
Lê sibeh ewdê pićekî zêde bibe.
Min di van roźên dawiyê da ćend kes źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn.
Êh, dîsan mesela zmên ...
Bi serê min u we bibe ku diźminan źi kurdan her cure mehluqet ćêkirinne.
Kurd bunne her tiśt, lê ti carî nebunne kurd.
Helbet ev digel kurdê herî qerase źî heman tirśik e.
Ya raśt min digot ez li ser gelek miźaran ćend tiśtan binivîsînim, lê mixabin ku roźeva me kurdan wekî agirê bi pizot e, hema hun bibêźin deqqe derbaz nabe ku tiśtên pirr sosret pêk nehên.
Loma źî meriv nizane ku di derbarê kîźan bareyê/miźarê da ćend hevokan lii hev bixe.
Źi berî ćend roźan min nivîsa xalê me Evdille Koćer di nukurd.com’ê da xwandî bu.
Min dil dikir ku li ser nivîsa wî ya źi Kurdistan’a baśur, źi Hewler’ê, bi ćend gotinên belengazok stresa xwa b’avêźim, lê min di vê navberê da źi bîr kir u ću.
Hîro dîsan źi nu va hate bîra min.
Loma źî ez dixwazim li vir tevayiya nivîsa wî bidim.
Miźar di derbarê kongreya ciwanên kurd da ye.
Ez destê xwa nadim rêzmana wî:
«Hewlêr ber bi coşa Newrozê ve dimeşe.
Di meha Adarê de hema bêje her roj li Hewlêrê civîn, şahî, biranîn, konferans û çalakiyek heye. Di hemû civîn û çalakiyan de herî zêde peyva "Yekîtiya Neteweyî" tê axaftin.
Ev du roj in ku ez li Hewlêrê li Hola Pêşewa wekî mêvan beşdarî Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd dibim! Konferans vê êvarê bi govenda Newrozê û bi gelek fikir, kêfxweşî û dostaniyan qediya.
Fermo çend koçernotên min:
- Herî zêde kêfa min ji pêşniyara "divê ala Herêma Kurdistanê weke ala hemû Kurdistanê bê pejirandin" re hat. Jixwe ev pêşniyar di nav gel de bûye biryar jî.
- Ciwanên ku ji Bakur derdiketin ser kursî û diaxivin, ji ber ku xwe bi kurdî nedikarîn xweş îfade bikin, mixabin nedikarîn fikrên xwe jî baş diyar bikin. Hingê ew strana Mihemed Şêxo hate bîra min, "Ey kurdo bo te dinalim, bo çi zimanê kurdî dihele..."
- Ji ciwanên BDPê bigire heta yên HAK-PARê, ciwanên ku ji Bakur beşdarî konferansê bûn mixabin hê jî girîngiya zimanê kurdî fêm nekirine; an jî naxwazin fêm bikin; hê jî gelek ji wan zimanê kurdî wekî alaveke ragihandinê fêm dikin. Li ser kursî, sê gotin bi kurdî gotin, lê dû re vegeriyan ser çeqçeqoka tirkî. Ev yek bû sedema nerazîbûna hin hevalên min yên Başûrî. Min ji wan re got, "Ji ber vê sedemê mû bi zimanê min ve hatiye..." Ji ber tirkiya xwe em dîsa li Başûr rezîl bûn!
- Herî zêde ciwanên rojhilatî karîn behsa armanca xwe bikin; hem zimanê wan herîkbar bû, hem jî fikrên wan zelal bûn. Dema ziman xurt be, fikir jî zelal dibin.
- Çend nûner û ciwanên ji Rojavayî ji axaftina xwe ya "mele"yî daneketin xwarê. Tew ciwanekî ji PYDê dema behsa "jiyan kir" kir, min got aha bi xwedê pêşkên asîmîlasyonê li Rojava jî ketin:-))
- Ciwanên Bakurî wekî kesên kovî û a-sosyal bûn, têkilî bi ciwanên din re zor danetanîn; lê sedema herî mezin dîsa zimanê kurdî bû ku nedibû pirek êdî; ji ber ku li Bakur zimanê sohbet û siyasetê mixabin hê jî bi tirkî ye!
- Ciwanên ku di fikrên xwe de nedigihan hev, lê di govendê de gihan hev û reqînî jê anîn. Govenda botiyan dîsa mohra xwe li konferansê xist. Ez hingê di ber govendgerînê de wiha fikirîm: "Gelo çima Festîvala Govenda Kurdistanê nayê lidarxistin!" Bi govendê re gelek "yekîtî" çêdibin!
- Ciwanekî pêşniyarekî xweş kir ku konferansa sêyem sala bê li Qamişlo bê lidarxistin; weleh Qamişlo vê yekê heq dike, lê pêşî helbet azadiya wê girîng e!
Di dawiya konferansê de tişta ku min dîsa fêm kirî ev bû:
Kurd dema ku ber bi hev ve werin, dema ku danûsandina çand, zarava û sohbetê hebe, dema ku ji "qatên xwe yên bilind" bêne xwarê, dema dev ji nexweşiyên xwe yên îdeolîjîk û paşketî berdin, dema berjewendiyên miletê kurd bi ser her tiştî de biparêzin, dema bêtir tovê ziman û çanda kurdî li nav hev bireşînin, hingê bi serê we azadî û yekîtî nêzîk e.».
Bêguman partiyên me kurdan hîn źî di xewa kamalîzmê da xeyalên beredayî dibînin.
Hîn źî źi normên gerdunî bi bi mîlyon kîlomêtroyan dur in.
Kes, partî u milletê ku xwadî siyaseteke zmanê xwa nîn e, heebuna xwa li ser bingeha zmanê xwa ava nekiriye, ligorî vê źî naźiy, siyasetê nade meśandin, her tiśtê xwa handa kiriye.
Divêt meriv zmanê xwa di nav hemî dezgeh u pergalên heeyî da bi lez u bez belav bike u zmanê xwa pê pît bike.
Ti kes nikane him zmanê xwa bike qurbana zmanê diźminên xwa u him źî heebuna xwa îspat bike.
Di nav dîrokê da mînakeke vê źî tun e.
Berevaźî, yên ku ev bi vî hawî kirinne, av bi av ćunne.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen