Sonntag, 4. März 2012

Kongre Bii Vir Da, Kongre Bii Wir Da, Aha!


Tevî ku hîro hewa xwaś bu źî min tiśtek li der nekir.
Tenê qendî ćel u pênc deqqan ćum gerreke drêź u dîsan hatim malê.

Hîro kesekî nu daxwaza hevaltiyê kir, lê zêde wext negirt xalo bi zmanê tirkan vîdyoyek belav kir, loma źî min bi lez źê oxira xwa xwast u źi lîsteya xwa derxist.

Di nav nućeyan da di derbarê Kongreya Zimanê Kurdî Ya Netewî da  belavokek di nav medyaya kurdî da belav bu.
Kongreya li Amed’ê bi dawî buyee.

Di nav birryarên ku hatinne girtin da min zêde tiśtekî hêźayî balê nedît.
Ev bîst sal in ku kurd ha ha kongreyan orxenîze dikin, dilê xwa pê tatmîn dikin u dîsan terrin li malên xwa rudinin u bi zmanê tirkan, ereban u farsan serê govendê digerrînin.

Hele hindek kongre hee ne ku meriv hew dikane b’îne zmên źî, ya staaar!

Mêro kongreyên xwa źî bi zmanê tirkan birêva diben.

Di nav mala xwa da ti carî zmanê kurdî źî bi kar na’yînin.
Yanî ligorî têgêśtina wan ya binhiśî zmanê kurdî nikane qîmeta pîvazeke xerabe źî bike.
Merivên pirr basît in.
Merivên ehmeq yên bermayiya tirkan in.
Merivên sifir-kultur in.
Encama kultura tirkan ya tecawîzan e.
Ti śensa ku bikarin xwa źi tecawîzciyê xwa xelas bikin, nî ye.
Loma źî ti baweriya wan ya ku kesekî din bikane vê yekê bike źî tun e.
Her ćendî lii diźî tecawîzciyê xwa bi gotinên tuź sêrî lii meriv germ bikin źî, di raśtiyê da bunne zebuniyê xwadiyê xwa yê dilovan.

Ez bi xwa źî źi berî bi salan ćuyî bum u tev lii kongreyeke qerase bubum li Elmenyeyê.
Lo babam ći kongre ći kongre, hahooo!
Haya tenê camêrekî ku tev lii kongreyê bubu źî qet źi zmannasiyê u zmanê kurdî tune bu.
Bi serê dê u bavê we, divêt hun qet nebêźin ku ez aniha meselê li hev dixim u tavêźim ber we.
Na welle u bille haaa.
Bi sê gotinên pîroź yên źin- u mêrberdanê camêr mîna ku hatî bibin qehwexaneyekê li ciyê kongreyê śuna xwa germ dikirin.
Źi piśtî du roźan meseleya zmên hal bu u ez dîsan rabum ser xwa u hatim malê, him źî min hingê di nav wê sermaya tuź da tam dewdu (12) seet rêwîtî kirî bu bi trênê, yanî ev tenê dema vegerrê bu yabo qurbanino.

Êêê, ew źî roźên bi kel bunn yanî haaa :)

Keine Kommentare: