Dawiya
vê heftê tiśtekî taybet pêk nehat li ba min.
Min doh źiber zmanê tirkên qewad du heb kes źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn.
Di vê navê da du kesên din źî ketinn nav lîsteya min.
Doh min di nav parvekirineke Facebook’ê da di derbarê xaltîkeke me ya kurd da tiśtin xwandinn.
Ew źî xaltîka me Zara ye.
Min digel klîbeke wê ya bi sernavê «Dle Yeman» ev kurtenivîsa xwa belav kir (
http://www.youtube.com/watch?v=ZvlERQ1E6QA&feature=related):
«Lo babam em kurd av bi av ćunne źî haya me źi me tun e ellawekîl.
Binêrin xaltîka me Zara ya ku źi malbateke kurd u êzdî têt ćawan bi zmanê ermenî distrê, ćawan melodiyên zmanê kurdî bi zmanê ermenî dike dilê însanan: "Dilê Yeman"
Law śekirino, heger ev zmanê xwadê kurdî nebuya, ev nîmet źî nedibunn.
Lê mixabin hîro ev zmanê kurdî yê pîroź di destê me kurdên îblîs u taśeron da dike ku bimire dînime îmanime.
Źixwa siyaseta me ya kemalîst, totalîter u faśîst roź bi roź rih u xwîna vî zmanê me yê bi hezaran salan diriźîne u dikuźe!».
Paśê
kekê me delal Mahabad di bin da ev śîrove kiriye:
«Karkiro, kedkiro ji xelkê re!.. Ev bûye
qedera me timî. Tîgranê Mezin ku ji wan re welat ava kir jî kurd bû û niha
mixabin ku ji tirkan bêtir li Ermenistanê tînin serê kurdan. ji asîmîlasyonê
bigire, heya bi zorê kocberkirin û talankirina ax û
hebûna kurdên wê derê. Ya herî grîng jî ku li nirx û rûmetên me jî xwedî
derdikevin û bêaqilên me jî dikevine xizmeta vê yekê. Derdekî din jî ku her
carê em dibêjin "em hemî ermenî ne" li gel ku bi dehhezaran kurd di
van salên dawîn de hatine kustin, wan tu carî negotine ku "em hemî kurd
in"!.. Xwelî li serê me bûye ma ci bêjim?! Ber dikevim, difetisim û hew.».
Min źî pêra ev śîroveya xwa lê kir:
«Kek Mahabad, derdê me ne yek e, ne dudu ye, źixwa em źi derî kurdbunê bunne her tiśt, lê tenê nebunne kurd.
Me źibo herkesî xwa kiriye „kerê rewan“.
Min źî pêra ev śîroveya xwa lê kir:
«Kek Mahabad, derdê me ne yek e, ne dudu ye, źixwa em źi derî kurdbunê bunne her tiśt, lê tenê nebunne kurd.
Me źibo herkesî xwa kiriye „kerê rewan“.
Nabêźim
„hespê rewan“, bila paśê ćewt neyê têgêśtin.
Diźminên qewmê milletê kurd him roź bi roź kurdan źi holê radikin u him źî li ser keda wan neteweperestiya xwa ava dikin, milkê milletê kurd wêran u talan dikin.
Źixwa siyaseta ermenan ti carî źibo cîrantiyeke maqul nebuye u ewê qet nebe źî.
Heqqê wan e źî ku vê yekê bikin.
Lê ez dibêźim suc tenê sucê me kurdan e, bi vî aqilî em nikanin kevirekî źî xelas bikin, nikanin peyveke zmanê kal u bavan źî xelas bikin.».
Diźminên qewmê milletê kurd him roź bi roź kurdan źi holê radikin u him źî li ser keda wan neteweperestiya xwa ava dikin, milkê milletê kurd wêran u talan dikin.
Źixwa siyaseta ermenan ti carî źibo cîrantiyeke maqul nebuye u ewê qet nebe źî.
Heqqê wan e źî ku vê yekê bikin.
Lê ez dibêźim suc tenê sucê me kurdan e, bi vî aqilî em nikanin kevirekî źî xelas bikin, nikanin peyveke zmanê kal u bavan źî xelas bikin.».
Ê tabî xaltîka me Zara dawiya dawîn ćuye bi lawikê waliyekî rus ra zewiciye u filan u fistix.
Ê ma kećko qirra xortên kurdan hatî bu ku te ću tenura xwa bi yekî rus ra germ kir anam babam?
Aniha xaltîka me him źî êzdî ye haaa!
Law bi sê telaqên bê derpî bibe ku em kurd nikanin bibin pepuk źî dînime îmanime.
Drêź nekim yaw, de hun tam hezar u yek carî tifê bikin u xelas.
Źixwa ći êzdî, elewî, misilman u ći źî xristiyan, em kurd bunne tirśik, bunne kurtanê xelkê elamê heyranino.
Di nav nućeyan da min mizgîniya vebuna du televîziyonên din yên kurdan xwand.
Navê yekê «Komar TV» u yê din źî «Urmiye TV» bibuyee.
Tabî baweriya min nî ye ku xal u xaltîkên me bikarin weśaneke bi quwelîte bikin.
Kî dike, ewê ligorî ći bike, haya min źê tun e.
Źixwa bi televîziyonan em nikarin rê li ber mirina zmanê kurdî bigirin.
Divêt bi lez u bez perwerdeya bi zmanê kurdî bikeve źiyanê.
Ti derfeta me ya ku em bikarin bi pelên darê darê źi mirinê xelas bikin, tun e.
Heta ku rehên darê neyên xelas kirin, ne dar u ne źî pelên darê dikarin du roźan li ser piyan bisekinin.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen