Ev
ćend roź in ku hewa germtir dibe.
Divêt sibeh heta heźdeh pileyan (18°) derbikeve.
Lê mixabin źiber ku van roźan kar u barê min zêde bu, min nekaniya herrim pîskîlêthaźotinê.
Di van roźên dawiyê da kesekî.ê bi zmanê tirk, ereb u farsên qewad tiśtek belav nekir.
Loma źî min kes źi lîsteya xwa dernexist welle.
Tabî destê min źî bi têra xwa dixure yanî haaa.
Di nav medyaya kurd da min vegotinên Murat Karayilan yên di derbarê zmanê kurdî da xwandinn.
Murad’ê me dibêźe: «Zmanê kurdî li Kurdistan’ê zmanê sereke ye!».
Temam, gotineke gelek germik u nermik e.
Dîsan dibêźe:
«Divêt zmanê kurdî li Kurdistan’ê bibe zmanê sereke. Ev mafek e u nikane were gotubêź kirin źî!».
Źi vê ra źî amîîîn.

Bala
min kiśand, li hêlekê xalê me dibêźe «... li Kurdistan’ê zmanê sereke ye!», lê
li hêla din źî dibêźe «Divêt ... bibe zmanê sereke...!».
Yaw babam aniha meriv yan dibêźe zmanê sereke ye yan źî dibêźe ne yê
sereke ye ha.Bi telaq min źi vê tiśtek fam nekir.
Bêguman dewleta tirkan ya qewad baś dizane ku em kurd qendî cixareyeke pîs źî qîmetê nadin zmanê kurdî.
Loma ha ha herro îmana zmanê kurdî dikin teneke.
Ez aniha dixwazim li vir źi xalê me Murat bipirsim:
«Xalooo, qurban, heyran, ma ćima di nav PKKê da u di nav komel, televîzyon, roźname, festîval, meś, mîtîng u weśanên bi girêdayî PKKê da źi binî heta serî zmanê tirkên qewad têt „meśru“ kirin, ćima siyaseta tirkên niźatperest ya asîmîlasiyonê bi destê me kurdan di nav milletê kurd da têt belav kirin?».
Loma źî ez bi xwa hêć nikarim van gotinên kekê xwa yê ćavbelek cîddî bigirim.
Ćênabe ku meriv him siyaseta tirkan ya asîmîlasiyonê mehkum bike u him źî siyaseta wî bi destê xwa di nav kurdan da bi navê filan u bêvan îdeoloźiyê «meśru» bike.
Kesên ku heebuna milletê xwa, yanî heebuna zmanê xwa bi navê filan u xeftan îdeoloźiyê dikin qurban, ti carî nikanin di nav dîrokê da bi ser bikevin.
Bi dehan, bi sedan, bi hezaran mînakên vê yekê hee ne.
Zmanê milletekî xwîna di bedena wî milletî da ye.
Di nav wê xwînê da źî hemî tiśtên ku wî milletî dikin millet hee ne.
Li hemî welatên cîhanê zarok meźbur in ku herrin dibistanên bi zmanê dayika xwa u hiynî zmanê xwa bibin.
Di qanunê da ev hatiye cî kirin.
Lê me źî li welatê xwa zmanê tirkan źibo zarokên kurd kiriye zmanê «meźburî».
Kurdî hêć nehatiye u nayêt bîra me.
Źiber ku tirkan normên tirkbunê di mêźiyên me kurdan da śun kirinne.
Tabî em źî ligorî van normên tirkbunê difikirin u tevdigerrin.
Gelo ćima kurd li Kurdistan’ê zmanê kurdî nakin «zmanê meźburî»?
Ev heqqê kurdan yê herî xwezayî ye.
Ma kurd li benda ći ne?
Ma kurd li benda destura sîstema ku dixwaze kurdan źi holê rabike ne?
Bi serê kê dikin bikin, hingê bi lez u bez dest u dev źi vê azadî u źehr u ziqqimê berbidin u herrin li śunên xwa rubinin babam.
Źixwa teśhisa ćewt, tenê eziyeta mirinê xerabtir dike heyranino.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen