Samstag, 17. März 2012

Ka Ew Keć U Źinên Biyoloźîk Kaaa!


Vê demê hewa hîn źî bi têra  xwa germik e.
Loma źî kêfa min li śunê ye.
Na naaa, zêde ne li śunê ye.
Aniha mêvanên tevrunera me keća swîsrî Martina hatinne u bi hev ra li odeya runiśtinê diken qîźźewîźź.
Him źî ev ćend seet in dînime îmanime.
Yaw bi sê telaqên pîroź bila xwadê kesî nexe nav destê źinan.
Heger źi destê wan bêt, ewê źibo kaprîs u hîsteriyen xwa yên beredayî źi ezraîl źî xirabtir tevbigerrin.
Tabî li ba me kurdan hîn wê pêvaźoyê bi temamî dest pê nekiriye.
Yanî haya civata me źi raśtiya tuź u bi źan tun e.
Em yan źibo mafên źinan e yan źî li diźî mafên wan in.
Lê di raśtiyê da em ćima hilo ne, em bi xwa źî nizanin.

Ez hindekî din drêź bikim.
Di nav civakên ku mafên źinan di nav berbirrkê/qanunê da hatiye gerentî kirin, źin źî wekî mêran dikanin ramanên xwa bi rehetî b’înin zmên.
Xwadîtiyê lii întereseyên xwa bikin.
Źiber vê hindê hêzeke civakî hêdî di destên źinan da ye.
Helbet ez ne li diźî vê yekê me.
Hetta ez dibêźim bila zêdetir źî bibe.
Ne ku ez źi rexneyekê ditirsim u loma vê dibêźim.
Xweza bi xwa tenê "menfeetên" kesî u mîllî nas dikî.
Loma 
źî "menfeetperestî" heqqê her însanî, heywanî u nebatî ye.
Źixwa ez wekî însan pênc quruś qîmetê źî nadim ti îdeoloźiyekê.
Îdeoloźî di nav ferhenga min da wekî tiśtê herî beredayî u ehmeq hatiye tomar kirin.
Kêrî ti tiśtî nayêt.
Îdeoloźî temsîldariya kesên faśîzan u totalîter dike.
Ti carî nikane pirsgirêkên civakî ćareser bike.
Pirsgirêk ne bi îdeoloźiyan, lê bi saya lêkolînên zanyarî yên źi gelek beśên cihê va tenê dikarin werin ćareser kirin.
Tabî ti sîstema ku bixwaze vê yekê bike źî, tun e, ewê nebe źî.
Hêć nebuye źî.
Piśtî ku źin bi temamî gêśtinn azadiyên xwa yên śexsî, hingê ewê rola źinan ya di nav civakê da baśtir derbikeve meydanê.
Divêt derbikeve źî.

 Mesela ez li Ewrupê lii keć u źinên me kurdan dinêrim.
Ez bi xwa di navbera keć u źinên kurd u yên ewrupiyan da ti cihêtiyê nabînim.
Di gelek waran da źi keć u źinên milletên din źî beredayîtir in.
Bunne lastîka zman u kulturên din, bi taybet 
ya tirk, ereb u farsan, yanî diźminên xwa yên tecawîzcî.
Helbet ez vê yekê di ćarćoveyeke exleqî da nabêźim.
Źiber ku ez bi xwa lii exleqa beredayî bawer nakim, loma.
Meseleyeke drêź e, naxwazim aniha zêde pêda herrim heyranino.

Me heta hîro źî bi dil u can hertim gotiye, «źin namusa me ye, źin stuna mala me ye, źin hêlîna ćand u zmanê me ye, ... ».
Lê ev heman źinên kurd yên ku li ciyê rehetiyê ne, qesî ku qîmetê didin «ruźa lêvên xwa, solên xwa, kincên xwa, proxremên tirkan, boyaxa porê xwa, ...», nadin zmanê xwa.
Bii ser da źî bi navê nizanim kîźan «însanetî, pismamtî, bratî, înternesyonelîzm, sosyalîzm, demoxresî, ...» u źehr u ziqqim xizmeta sîstema tirkan dikin, sîstema ku li hêlekê tecawîzî kurdan dike u li hêlekê źî wan dikuźe.

Ez zêde pêda ćum yaw.
Bi kurtî u kasî, keć u źina kurd ya ku bi zman u kultura xwa tevnagerre, xwa ligorî śert u mercên civakên din kiriye śarlatan, buye qurbana kompleksên xwa yên bi kaprîs u hîsterîk, qîmeta pîzaveke xerabe źî nake.
Me śexs u civata xwa tenê ligorî normên exleqî śîrove kiriye u dikin.
Lê em însan tenê u tenê encama biyoloźiya xwa ne.
Bi ći hawî dibe bila bibe, kes yan źî civatên ku xususiyetên biyoloźîk nikarin yan źî naxwazin bibînin, ewê hertim bibêźin:
«Min/me ev źê nedipa[n]!».

Keine Kommentare: