Freitag, 29. Mai 2015

«Bêźingên Śevan»



Carina dibêźim, heger ev śev nebuna me yê ći bikira?
Roź u śev, du dergehên cêwî
Mesele ewê ćendî hestên me yên însanî tirs, xemgînî, śayî, nefret di me da serdest bibuna?
Herhal di ćêbuna van hestan da heqqê śevan źî bi qasî qalibên xwa hee ye.

Ez li źêr ćarîneke xwa ya din li vir belav dikim.

Versiyona XWANDÎ ya ćarînê di «dropbox»ê da ye.


Bêźingên Śevan

Dîwarên ćalkirî veśartine di nav paśilên dergehên kuśtî da
Di taldeyên xwa da ćavîniyê dikin l’ bextê me
Ber’din źî tîrên [źi] kevankên xwa yên źenggirtî b’ ser kezeba me da
Em ê bibuhurin di nav bêźingên śevan ra bi xewnên xwa.

                     24.5.2015, 16:16, Zürich






Donnerstag, 28. Mai 2015

Ziyereta Hevala Min Jenny’yê



Va ye hewa dîsan bi hêdîka germ dibe.
Vê gavê li dor bîst (20°) pileyan e.
Ev ćend roź bun ku źiber hewaya xerab qet nećum pîskîlêt-haźotinê. Vê gavê dubare rê vebu.

Źi berî ćend roźan gava ez źi bezê vedigerriyam malê, li ser riya ber mala me min bi tesedufî dayika hevala min (ya Jenny’ya deh salî) dît.
Li ser motorsîklêta xwa bu, l’ min mêze dikir u dikenniya.
Min berê qet nas nekir.
Paśê em bi qasî ćarîkekê bi hevdu ra peyîviyan.
Got, «Ma Jenny qet di vê navberê da hate ba te? Min got bila carekê were te ziyaret bike, źibo ku tu wê źi bîr nekî. Źixwa va ye em ev du meh in ku qasî sed mêtro źi hevdu dur rudinin, hêdî ne di eynî xaniyê da ne ...».
«Naaa, Jenny qet nehat.»
«Herhal źi bîr kir, loma nehat. Ez ê hîro dubare źê ra bibêźim.»
Me gotina xwa b’ vir u wir da drêź kir u dawiya dawîn xatir źi hevdu xwast.

Du roź paśê deriyê mala min lêxist.
Ez źi bezê hatî bum. Di nîviyê riya bezê da birćîtiyekê wilo bê bav l’ min girtî bu ku, nayê gotin. Tabî tîbun źî bi têra xwa hee’bu.
Min bi lez xarinek ćêkir u dest bi xwarina xwa kir. Źiber ku pirr birćî bum, min pićekî zêde ćêkirî bu. Bila mala ćavbirćîtiyê biśewite welleh.
Herê, zengila dêrî lêxistî bu.
Min ću derî vekir ku va ye hevala min Jenny li ber dêrî disekine.
Ê tabî hema bi min ra derbazî hundir bu. Ez berbi odeya xwa meśiyam. Ew źî li pey min dihat. Xwarina min li odeya runiśtinê bu. Min ćend heb ćîkoleteyên vekirî yên li ser masê girtin destê xwa em ćun odeya runiśtinê.
Min hemî ćîkolete dayniyan ber xaltîka xwa Jenny’yê.
«Zêde nexwe, haaa.»
«Ćima nexwim? Te źî ev nedane ber min.»
«Binêreee, dayikê te ewê paśê b’ ser min da bike qîźźewîźź, kundirê.»
«Ku te źê ra negot, ez ê źî źê ra nebêzim. Wê gavê problem dernakeve. Te fam kir?»
«Ma tu naxwazî pićekî xwarina ku min ćêkiriye, bixwî, hi?»
«Hi i, naxwazim. Min vê gavê xwar u hatim cem te.»
«Êêê, tu ćima hatî?»
«Dayika min got, loma.»
«Ma wekî din qet sebeb tun in?»
«Haaa, yek źî dayika min got herre bi Beghyanî ra randevuya xwarinekê bike, loma.»
«Hmmm, em ćawan bikin.»
«Welleh vê heftê ćênabe. Hefteya din źî ćênabe, em ê herrin derekê. Paś sê heftan mumkun e.»
«Wey bila mala te xerab nebe, kećê. Sê hefte ha?»
«Herê. Min got wextê min tun e. Źixwa tu tiśtên wilo fam nakî. Divêt em te dîsan biśînin dibistana seretayî, sinifa yekem. Baśtir e ku tu dîsan hînî heźmartinê bibî. Heta sedî têr dike ...»

Xaltîka min Jenny qasî sê ćarîkan li ba min maa.
Tabî axaftinên me hertim bi śerr dest pê dikin u bi śerr źî dawî dibin.
Jenny hertim henek u tinazên xwa b’ min dike. Helbet ez źî b’ wê dikim. Loma aśtî-maśtî qet nayê bîra me.

Paśê rabu ku herre. Ez dubare ćum mitfaxê. Min got ez tiśtekî peyda bikim u bidim Jenny'yê. Porteqalên mezin li ber ćavên min ketin. Min yek girt u daa Jenny’yê. Kafirê, dizaneke ku ez hertim tiśtekî źibo xwarinê didimê. Porteqala xwa girt u derkete ser korîdorê. Li ser merdîvanan dubare dest bi henek u tinazên xwa kir heta ku dakete źêr.
«Binêre, Jennyyy, sînîrên min pirr hessas in, haaa, serê min neke zirne, dînikê.»

«Ê herre toxtor», got u bi pîskîlêta xwa reviya.



Ciwan Haco: "Xunavê"






Dienstag, 26. Mai 2015

Bavocan U Hilbiźartinên 7ê Hezîranê



Ez ći bikim, min dîsan ćend roźan nekariya tiśtekî binivîsînim.
Êêê, źiyan e, carina ćep u carina źî rast lêdixe, bernade ku meriv hertim ligorî têla tembura xwa serê govendê germik u nermik bike.

Tabî li welêt dê weladê xwa tavêźe.
Hilbiźartinên 7ê hezîranê yên li bakurê Kurdistan’ê vê gavê siyaset pirr sor u germ kiriye.
HDPê vê carê siyaseta xwa li ser hariyariya «elewiyan» ava kiriye.
Źixwa yên ku elewî ne źî bi temamî kurd in, heger em wan ćend tirkên teres u namerd neheźmêrin.
Ligorî ku tê guhê min, li herêma me millet buye HDPeyî, bi taybet zî ciwan.
Ev du sal in ku bavê min źî bi têra xwa buye HDPeyî. Sala derbazbuyî dengê xwa dayî bu HDPê.
Min doh têlefonî bavê xwa kir. Got, «Ez ê dengê xwa bidim Selahattin. Mîtîngên wî dehśet in, pirr însan tev lê dibin.».
«Bavo, ê tu ćima dengê xwa didî Selahattin?»
«Ez ê ćima nedimê? Millet di mîtîngên wî da piśtgiriyeke mezin dide wî.»
«Bavocan, temam źî, yanî aniha tu ćima dengê xwa didî wî? Ma tu seba/źibo millet didî wî?»
«Na naaa, wekî din kes nikare vî pêzevengî bide sekinîn, tenê partiya Selahattin dikane vî pêzevengî bide sekinîn. Loma ez ê dengê xwa bidim Selahattin. Tu dizanî, ez mêze dikim ku ciwan źî li derudorê seba Selahattin kar dikin.»
Bi vir u wir da em ćun u hatin.
Qasî ku xuya dibe bavê min di vê meselê da pirr cîddî u bi birryar e.

Paśê bavê min dubare gotin haniya ser rêwîtiya min ya berbi Kurdistan’ê va.
Ćaya kurd ya di eyarê hingivê da.
«Ez ê hefteya din herrim gund u dîsan werim. Hindek karê min li wir hee ye. Heta ku tu werî ez ê b’ śun da vebigerrim.», got.
«Bavo, hîn wext hee ye źibo hatina min. Lez meke. Tam mehek wext hee ye.»
«Dizanim dizanim, te gotî bu 25ê hezîranê ye, ne wilo?»
«Herê bavo, herê.»
«Ez ê werim balafirxanê li benda te bisekinim.»
«Na na, pêwist nake, ez bi xwa dikarim riya malê derbixim.»
«Dizanim ku tu riya malê dikarî derbixî. Ćima ez neyêm? Heger kesek li wê derê li benda te ’be, xerab dibe. Seba wê min got.»
«Temam bavo, te ćawan xwastiye bila bi wî hawî bibe, weyyy.»

Ez pićekî kenniyam bi nazikiya bavê xwa.
Bavê min źî di nod u pênc saliya xwa da naziktiyê dike u dixwaze were pêśwaziyê l’ lawê xwa bike, hahooo.

Êêê, bavê min e, kafir carina źi surprîzan źî hez dike bi xwadê :)



Ciwan Haco: "Hayê"






Donnerstag, 21. Mai 2015

"Eslê Gulê"



Kezebino
Hîro ez li źêr «ćarîneke» xwa ya nu bi we ra parve dikim.

Min berê źî gotî bu, ez di navbera xwa u ćarînan da girêdayîneke wîcdanî hîss dikim.

Loma źî nikarim xwa źê bikim.

Versiyona vê ćarînê ya XWANDÎ źî di «dropbox»ê da ye.



Eslê Gulê

Heger eslê gulê di rengên wê da ’be
Heger dengê gulê di pelên xwa yên ketî da ’be
Ne bayên biharên źi bakur
Ne źî tavên havînên baśur ’bin bila.

               14.5.2015, 21:58, Zürich





Amedekariyên Źibo Rêwîtiya Berbi Kurdistan’ê Va



Źi pêr va ye ku hewa li Zürich’ê xerab e.
Pofikên/ćorekên kurd yên ku meriv
bi heft canî dikin.

Bi ewr u baran e. Germî źî heta 10 pileyan daket. Heta dawiya vê heftê źî baś xuya nake.
Źiber vê yekê ye ku sporta xwa ya bi pîskîlêtê vê gavê nikarim pêk b’înim.

Pêr min ću turikeke nu li dukaneke ku kinc, sol u melzemeyên sportê difrośe, kirriya.
Turikeke pirr pît e. Źixwa ev markeya malzemeyên sportê baś tê nas kirin.
Źibo rêwîtiya min ya Kurdistan’ê min kirriya.

Lê ez ê hîn turikeke din ya pićuk u siviktir źî bikirrim. Ez ê îsal li Kurdistan’ê, yanî li gundê me berê xwa bidim wan ćiyan. Loma divêt ez źibo av u xwarinê turikeke maqul peyda bikim, daku bila digel meśê zêde min aciz neke, belasebeb serê min ne’êśine.
Ćaya kurd ya źi kezeba xwezayê.
Aniha vê gavê herre were tam pênc hefte man źibo rêwitiya min.
Wê roźê bi kekê xwa ra peyîviyam. Qasî ku xuya dibe hatina wî bi temamî bellî nîn e. Kar u barê wî yê mînîbusê vê gavê zêde serê wî têśîne. Ya rast mesele dewleta tirkan ya teres e.

Min hîn źî bîst kîlo ćîkolete l’ hev ne’aniya.
Ez dibêźim ez ê heta roźa xwa ya rêwitiyê hal bikim.
Źi berî her tiśtî divêt ez kamereyeke baś peyda bikim.
Ez ê di nêzzîk da carekê herrim ba heval Newzat u źê bipirsim, ka kamereyeke wî ya baś hee ye yan na.
Ku nebu ez ê herrim yeke ku bikare karê min bike, bikirrim.
Divêt îsal ez mêvantiya xwa ya li welêt baśtir qeyîd bikim.
Par her tiśt pićekî bi teśxele buyî bu, loma.




Ciwan Haco: "Havîn"






Dienstag, 19. Mai 2015

Xaltîka Me HELLY LUV dibêźe «Revolution», Ihi!



Herhal hun źî xaltîka me Hêlîn (Helly Luv) nas dikin.
Xaltîka Me Hêlîn: "Risk It All"
Sala derbazbuyî stranek bi înglîzî ćêkirî bu: «Risk It All» («Bi rîsk bike her tiśtî»).

Strana xaltîka me pirr deng veda.
Xaltîka me klîba strana xwa źî li Kurdistan’ê ćêkirî bu. Bi Ala Rengîn ya Kurdistan’ê.

Dayika xaltîka me Hêlîn di dema xwa da pêśmergetî kiriye u li hemberî Seddam’ê namerd śer kiriye.
Paśê derketine derveyî welêt. Źi xelkê Duhok’ê bune, kurdên me yên kurmanc in.

Xaltîka me Hêlîn ev salek e ku (?) źibo Kurdistan’ê xizmetê dike.
Bi taybet źî di qada navnetewî da, di warê śerrê li diźî îslamîstên pînc da sînoran nas nake.


Vê gavê xaltîka me straneke din amade kiriye: «Revolution» («Śoreś»).
Klîba strana xwa źî dubare ćuye li Kurdistan’ê kiśandiye, di nav śerrê li hemberî îslamîstên namerd da.
Źi klîba xaltîka me tenê beśek hatiye belav kirin.
Kêfa min pê hat welleh.
Ev dîmenên ku di klîbê da hee ne, rast bune.
Xaltîka me bi rastî źî ew top havitine ser wan îslamîstên pînc; źixwa 1-2 kîlomêtro źi hevdu dur bune.

Di nav medyayê da vê klîba ku hîn bi temamî nehatiye belav kirin źî, dengekî pirr mezin veda.
Dibêźin xaltîka me bi topên xwa Daîś’iyên pînc u namerd heźandiye.

De bila xwadê yeka dilê xaltîka me neke dudu, bê dew u śorba nîskê nehêle, ihi.



Hêlîn (Helly Luv): "Revolution"






Montag, 18. Mai 2015

Kincên Bi Zmanê Kurdî Bo Zarokan



Demekê di nav komeke me ya zmanê kurdî da xaltîkekê xwastî bu ku em resimên kincên zarokan yên ku wê amade kirî bun źî belav bikin.
Li ser kincan resimên zarokan hee’bun.
Li źor u źêr źî nivîsên bi kurdî.
Bêguman kêfa min gelekî bi vê xebata xaltîka me hatî bu.
Min di nav koma zmanê kurdî u di nav komên din da źî belav kir.

Ez ćum ketim rupela xaltîka me źî.
Xaltîka me li Elmenye’yê dimaye.
Li ser rupela xwa digot, «Em dikarin li ser kincên ku hun źibo zarokên xwa dixwazin sîparîś bidin, gotinên we yên bi kurdî źî binivîsînin u biśînin.».
Tabî min digel belavkirina resimên bi nivîsên zmanê kurdî rêklama xaltîka me qet nekir.
Aniha dibêźim heger min bikira ewê baś bibuya.
Źibo keda wê ya Kurdistan’î divêt min ew bikira.
Ma ćend kurdên kundir hee ne ku karekî weha kurdperwer u kurdîhez bikin?

Lê her cara ku min resimek belav dikir ćend kes bi min ra diketin têkiliyê u dixwastin bizanin, ka îmkana ku meriv bikare wan kincên zarokan yên bi nivîsên kurdî sîparîś bide, hee ye yan na.
Hindekan dixwastin bizanin ka ew kinc li ku derê têne îmal kirin.

Bêguman mebesta min ya belavkirinê tenê u tenê zmanê kurdî bu.
Min digot belkî ćend kundirên me yên kurd yên ku xwadî îmkan in bikarin li welêt źî karekî weha bikin, kultureke bi vî hawî di nav millet da belav bikin. Bibin destpêka gelek berhemên din yên bi zmanê kurdî.

Heta aniha źî haya min qet źê tun e, ka kesekî li Kurdistan’ê dest bi karekî weha pîroz kiriye yan na.

Helbet zu yan źî dereng ewê roźekê ew mêrxas u źinxas źî derbikevin.

Źixwa qehreman hertim pićekî dereng tên :)




Koma Wetan - Kerem Gerdenzerî: "Sînê"
[ Koma Rock'a kurdî ya źi destpêka salên 1970yan]






Freitag, 15. Mai 2015

Ceźna ZMANê KURDÎ – Were, Rihê Mino, Were!



Hîro roźa Ceźna Zmanê Kurdî ye.

*

Zmanê me yê ku li ser sînora tunebunê b vir u wir da terre u tê

Bi keziyên xwa ha ha xwa bi me ra l’ ba dike

Me u wîcdana me ya fetisî hîn źî bi xwa ra bextewar dike

Xema źi dilê me l’ xwa bar kiriye, rebeno
 
Sal bi hezaran yek bi yek hatine u di ber ra derbaz bune, ćune

Bifikirin, ćend derguś hee ne ku pê ra bextewar nebuyî ’bin

Xeyal bikin, ćend pitik hee ne ku di nav xewnên xwa da pê ra nefiriyayî ’bin

Em pê ćêbun

Em pê gagolekî ćun u hatin

U em pê mirin

Mêrasa źi canê me mayî

Rihê di peyvên me da veśartî bu

Were, rihê mino, were

Bila di nav kezeba me ra bibuhure girmîniya śîîrên te yên bi kîn

Bê śop

U bê merhemet

De rihê mino, deee.



Gewrî Sultan: "Were Lê"






Dienstag, 12. Mai 2015

Kundirên Me Yên Bêbav



Źixwa kundirên bê bav di nav me kurdan da bi têra xwa hee ne.
Loma źî pêwist nake ku meriv l’ ćiyan u baniyan bikeve u l’ kundiran bigerre.

Yanî gava ez dibêźim «kundir», hun vê gotina min di mehneyeke pirr nermik u germik da, di mehneyeke pirr nazik u rindik da fam bikin haaa.
Lê di rastiya xwa u ya xwadê da ev canikên me ne «kundir» in źî, ev rasterast «qewad u qehpikên» bi testîqname ne.
Bune her tiśt, lê ti carî nebune kurd.
Nikarin bibin źî.

Li seranserê cîhanê ti der u cî nemaye ku van «qewad u qehpikên» bi testîqname wekî dîkê bê derpî źi berî berbangê nexwandî ’bin.
Hema li ku derê sergînekê/zibilekê dibînin, tê da dest bi qeśmeriyan dikin, źibo ku dilê civata li ser wan zibilan xwaś bikin, daku bila ew hestiyekî gemarbuyî b’avêźin ber van qewad u qehpikan.

Hay źi xwa u derudora xwa hee’ ’bin ha, bila we di ber qewadî u qehpikiya xwa ra nekin qurban bavê mino.



Koma Wetan - Kerem Gerdenzerî: "Filîto, Lawo"
[ Rock'a bi kurdî ya źi salên 1970yan ]






Montag, 11. Mai 2015

Pêśbirka Bezê «Sola Stafette» Ya Li Zürich’ê



Pêr, yanî 9ê meha gulanê, roźa paśîniyê/śemiyê pêśbirka bi navê «Sola Stafette»yê ya bezê hee’bu.
Min berê źî źê behs kirî bu.
Źi hêla zanîngeha Zürich’ê va tê orxenîze kirin.
Tenê îmkana ku meriv bi komeke ku źi ćardeh kesan pêktê dikare lê beśdar bibe.
Loma źî mesafeya ku źi 116 kîlomêtroyan pêktê, kirine 14 perće u herkesê di nav komê da mesafeyekê dibeze.
Ez
Mesafeya min 12 kîlomêtro drêź bu.
Lê 4 kîlomêtroyên destpêkê bi temamî kaś in.
Ez ê źi Egg’ê heta Zumikon’ê bibeziyama. Etepa 11an bu.
Xaltîka me Aninna ewê etepa 10an bibeziya. Divêt ez li benda wê bisekiniyama, daku wê banda di destê xwa da b’aniya u bidaya min.
Ez ê źî berbi noxteya 12an bibeziyama. Xalê me profesor Uli ewê li benda min bibuya.

Entremana min ya bezê îsal ewqas zêde nebu.
B’ ser da źî îsal bi sê kîloyên zêde ćum pêśbirkê.
Sê kîlo źibo pêśbirkeke weha pirr in. Bi taybet źî źibo mesafeyên bi kaś rasterast întixar e.
Lê mixabin digel entremanê min tenê kariya kîloyekê bidim, yanî 76 kîloyan daketim 75 kîloyan.
Źixwa ew źî maddeyên avî bun yên ku min dayî bun.
Di ćermê min da ne av u ne źî run-mun maa.
Ê tabî śewitandina proteyînan, yanî kêmkirina bazuyan źî ne zêde karekî di cî da ye.
Mezinkirina bazuyan pirr bi zehmet e, hema hema bê îmkan e źî.
Loma źî gelek kes ha ha hormonan digirin, tevî ku tendurustiya xwa serubin dikin źî vê yekê dikin.
Li ba min di van 8-10 mehên dawiyê da bi taybet bazuyên min yên piyan pićekî zêde bun. Giraniyên ku min heta źi berî ćend mehan qet ranekirî bun, rakirin, u hîn źî b’ pêś da terre ... Ći elemet e ez bi xwa źî nizanim welleh.
Yanî di nav van ćend mehan da sê kîlo bazu di bedena min da zêde bune.
Helbet di van salên min da ew lê-zede-buneke baś e.
Normel źi piśtî 25 saliya xwa meriv bi hêdîka bazuyan henda dike ...

Herê, ez li ba noxteya 11an li benda xaltîka me Aninna’yê bum.
Zu hat. Min  band źê girt u dest bi bezê kir.
Her tiśt di halê xwa da dimeśiya.
Gava ez gêśtim kîlomêtroya heftan, di bin memika min ya ćep da hêśekê dest pê kir. Her ku ću zêdetir bu.
Min him mist dida u him źî dibeziyam. Lê bê fêde bu. Digel kur nefesgirtinê xerabtir dikir.
Hêdî îmkana min ya ku pićekî bi leztir bibeziyama, nemayî bu (ez dibêźim di destpêkê da digel germkirina bedena xwa gava min bazuyên xwa bi hêz vekiśandin, zirarek daa xwa, loma ev bêbavî hate serê min ...).
Ez bi vî halî heta noxteya 12an ćum, min band daa Uli u karê xwa xelas kir.

Sala derbazbuyî ez buyî bum yê 63em, îsal yê 50yem.
Sala ćuyî min di nav 55:04 deqqeyan da xelas kirî bu, lê îsal di 54:18 deqqeyan da.
Sala derbazbuyî bi 72 kîloyan, lê îsal bi 75 kîloyan ćum noxteya bezê.
Sala derbazbuyî nebzê min (lêdana dil) di deqqeyekê da heta 39î daketî bu, lê îsal heta 37î daket.

Di nav tîma me da bume yê herî li pêś, wekî sala buhurî.

Hîro li klînîkê herkesî ez pîroz dikirim.
Serbiźîśkê beśa ku ez lê wergerriyê dikim, got, «Beghyanî, vê sibehê rêvabiriya klînîkê pirr pesna te daa welleh ...».

Ê ma ći buye bavê mino, bila carekê źî ev kafir pesna min bidin yaw. Ma mala kê pê xerab buye ku ya rêvabiriya klînîkê źî bibe, weyyy ...




Koma Wetan - Kerem Gerdenzerî: "Elegez"
[ Rock'a bi kurdî ya źi salên 1970yan ]






Sonntag, 10. Mai 2015

Hotêlek, Ferînaz’a Me U Farsên Namerd!



Ferînaz Xosrevanî
Źi 4ê meha gulanê u b’ vir da li roźhilatê Kurdistan’ê serhildanên ku dest pê kirin, li temamê baźarên li Roźhilat belav dibin.

Źi piśtî ku farsekî pînc u namerd yê îstîxbarata Îran’ê di hotêlekê da dixwaze tecawîzî keća kurd Ferînaz Xosrevanî’yê bike, ew bi zorê xwa tavêźê balkona hotêlê, bi caxên balkonê pêdigire u dixwaze xwa bi śiklekî xelas bike - îbreta xwadê ya bê bav: iPhonek-.


Lê mixabin zêde nikare li ber xwa bide, tilî u bazuyên wê diwestin u bê ćare xwa berdide ...

Herê, berdide xwarê.

Herhal dizaniya, herhal ...

Ewê biketa ... U ewê bimiriya ...

Li ber ćavên śêniya ku źi ber hotêlê derbaz dibe ... 

Li ber ćavên wan însanên ku bi ćavekî sosret lê temaśe dikirin ... Ewê bimiriya.

Însanên ku li pey «ćimatiya» vê yekê dixwastin bizanin ...

Ferînaz’a me li benda mucîzeyekê ye.

Yan ewê xatira xwa bixwasta u bi demê ra bićuya, yan źî bi farsê tecawîzkar u namerd ra ...

Dem bi leza xwa ya herî bi lez li dor wê dizîvire. Birćî xuya dike.

Dem henekan pê ra nake. U bi sebir li benda wê disekine.

Bi sebira xwa keća kurd ya bê ćare u bi tirs gêź dike.

U bi xwa ra digire u dibe ...

Ferînaza me bi demê ra diće, ...




Aynur Dogan:
"Dayê Dayê" (bi kurdiya zazakî)






Freitag, 8. Mai 2015

«Mahabad: Herd Herda Me Ya Bi Ducanî Ye»


[

Li Mahabad’a me wîcdana me ya dardakirî vedilerize

Xewnên veśartî yên giran b roźê girtine

Tê ra derbaz dibin ref bi ref - li «Meydana Ćarćira»yê -

Dawiya reva xewnên me di hêlîna xwa da bi dawî buye vê carê

Sozên me yên bi salan hee ne di bêrikên me da
Qadî Mihemmed

Em li duv pirsên xwa bune pêxwasên xwadê

Ćiyayên me bi śerm in źê

Yabooo, xewn xewnên me ne

Herd herda me ya bi ducanî ye

Yan em ê bi vê herdê ra biheźin, yan źî em ê yek bi yek pê ra bifetisin

Bilind źî bikin avahiyên xwa li ser gornên me ...

Tecawîz źî bikin li ser gornên me l’ kećên me ...

Xalîće u xalîće drêź źî bikin zewq u śehweta xwa ...

Em ê li herda xwa źi tayên darên xwa yek bi yek bikevin nav źiyana me ya bi lanetkirî

Sibehên bê girmînî źê pê va ewê tenê di stranên bextewar da bimînin!

]

                       8.5.2015, 21:32, Zürich



Mehmet Atli: "Lo Pismamo"






Donnerstag, 7. Mai 2015

Ćend Roźên Bi Keft u Left



Min du-sê roźan nekariya tiśtekî binivîsim, mixabin.
Kar u barê heeyî serî l’ min bi têra xwa gerrand.
Li hêla din sporta roźane źî gelek wext girt.
Źiber ku di van demên dawiyê da hewa pićekî nermtir buye, qet dil nakim ku dest źi plenên xwa yên sportê berbidim.
Tabî dusibeh pêśbirka bi navê «Sola Stafette»yê źî hee ye. Ez bi tîma klînîkê tev lê dibim u mesefeya ku ez ê bibezim di ser 12 kîlomêtroyan ra ye. Pirr bi kaś e, loma źî źê ra dibêźin «etapa/mesefeya qralî».
Vê sibehê ez di seet śeśan da rabum. Min ê xuruniya xwa bikira u bićuma tesîsên zanîngeha Irchel’ê.
Źiber ku ez ê mesafeyeke bi kaś bibezim, min got ka hele ez herrim li ser makîneya bezbandê pêśiyê rabikim (heta źi % 15an) u kezeba xwa amade bikim.
Ez di seet heft u nîvan da li wir bum.
Lê deriyê mekana entremanê girtî bu. Min sebeba vê yekê źi canikê li wê derê pirsiya. Got, «Sala buhurî van deman źibo ćend mehan îstîsneyek bu ku sibehan di seet heftan da dihate vekirin. Normel di seet heśtan da vedibe.».
Hîn bîst deqqe hee’bun. Ez dubare ćum kabîneyê.
Paśê min birryar daa u ez derketim der u berbi gira daristanê va beziyam.
Heta bîst deqqan vegerriyam u ćum mekana entremanê.
Qasî seetek u ćil deqqan (1:40) li ser bezbandê beziyam.
Meriv li ser makînê feleket xwî dide, źiber ku di hundir da germ e.
Min tam ćar lîtro av bi xwîdanê dayî bu. Tabî du lîtro źî min heta hatina xwa ya malê vexwar.
Hîro pênc seet wextê min bi sportê derbaz bu; pîskîlêt-haźotin u entremana bedenhêziyê u filan u fistix.

*

Gava ez di seet śeśan da rabum, min hevmaliya xwa xaltîka me Michela źî dît.
Doh źi min ra gotî bu bavê wê giran nexwaś e u ewê sibeh zu herre malê, yanî ewê bićuya baźarê xwa, bićuya Tessin’ê.
Em doh qasî seetek u nîv bi hev ra ćun gerriyan. Xemgîn bu.
Lê vê sibehê gava ez dîtim, got, «Begh, bavê min îśev miriye. Va ye ez terrim. Bi kerema xwa bila haya te źi kulîlkên min hee’ ’be. Ez ê heta heftekê vebigerrim. Wê xwarina di sarincê da źî źi bîr neke, germ bike u bixwe.».
Mîzgîniyeke ne bi xêr bu vê sibehê.
Ew ću.
Ez źî ćum.
Em ćun.



Hozan Serhad: "Her Toy Qise Dikim" (bi kurdiya soranî)