Ev demek e ku di serê min da fikira kefeteryeyekê/ćayxaneyekê
derbaz dibe u disekine.
Ha li Kurdistan’ê, ha li Ewrupe’yê, yan źî li parzemîneke din ya
dinê, ferx nake, heger kurd bikarin bi nasnameya xwa, bi kultura xwa vê yekê
bikin, ewê xizmeteke mezin źibo xwa u ćanda xwa bikin.
Źixwa malên kurdan, kultura kurdan pirrrengîn e.
Tenê rengên ku di nav kultura me da têne bi kar hanîn, dikarin
bibin navenda cazîbeyeke mezin.
Mesele li ba Ewrupe’yiyan cazîbe roleke esasî dilîze.
Di nav źiyana însanan da hêdî strês buye fektoreke pirr mezin ya
nexwaśiyên rihî.
Źiber vê yekê ye ku herkes ligorî derfet u śertên heeyî li ćareseriyan
digerre źibo ku bikare xwa hindekî rehettir bike.
Carcarina hêdî bi temamî di bin źiyana xwa ya tê da difetisin,
di bin navê filan u bêvan «fikir u azadiyên» qewadane u qehpikane da ti qewadî
u qehpikiya ku nakin, tun e.
Tevî ku bune aleteke sîstemê ya bê śexsiyet, wekî takekes ti
mehnê źî nadin, di ser pozbilindiya qewadî u qehpikiya xwa ra kesekî din qebul
nakin.
De ez bibêźim bila źi canikan ra pîroz ’be u ez dîsan vebigerrim
ser miźara xwa.
Li welatên kapîtalîst u îndustriyel hêdî nirxên însanî roleke
esasî nalîzin.
Źixwa tune bun źî.
Yên ku hee’bun źî di nav sîstema heeyî da di ber sîstemê ra av
bi av ćune.
Sîstem źibo berdewamiya xwa nirxên nu dihafirîne u di nav xelkê
da belav dike.
Pîvan hêdî pîvanên sîstemê ne u her ferd źî mecbur e ku ligorî
van pîvanan xwa eyar bike.
Min dixwast bibêźim, heger kurd li Kurdistan’ê, li Ewrupe u
parzemînên din ćayxaneyên weha vebikin, ewê gelekî bala însanan bikiśînin.
Mesele meriv dikare di nav heftê da roźên taybet orxenîze bike,
bi zmanê kurdî ćalakiyên edebî l’ dar bixe. Tabî li Kurdistan’ê hafirandina
kultureke weha ya bi zmanê kurdî ewê gelekî xizmeta zmanê kurdî u ćanda kurd
bike.
Li dîasporeyê źî ev ćalakiyên bi vî hawî dikarin barekî mezin u
Kurdistan’î bigirin ser milê xwa; qet nebe di warê edebî, zmanî u ćandî da.
Drêź nekim yanî.
Loma źî ez dixwazim bibêźim bila her biźî kefeteryeyên/ćayxaneyên
bi zmanê kurdî u bi ćanda kurd!
Źixwa him zmanê kurdî u him źî ćanda kurd rasterast neynikên/hêlliyên
hestên herî bingehîn yên însanî temsîl dikin.
Jan Axîn: "Kul U Kulîlk"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen