Herhal hun źî xaltîka me Hêlîn (Helly Luv) nas dikin.
|
Sala derbazbuyî stranek bi înglîzî ćêkirî bu: «Risk It All» («Bi
rîsk bike her tiśtî»).
Strana xaltîka me pirr deng veda.
Xaltîka me klîba strana xwa źî li Kurdistan’ê ćêkirî bu. Bi Ala
Rengîn ya Kurdistan’ê.
Dayika xaltîka me Hêlîn di dema xwa da pêśmergetî kiriye u li
hemberî Seddam’ê namerd śer kiriye.
Paśê derketine derveyî welêt. Źi xelkê Duhok’ê bune, kurdên me
yên kurmanc in.
Xaltîka me Hêlîn ev salek e ku (?) źibo Kurdistan’ê xizmetê
dike.
Bi taybet źî di qada navnetewî da, di warê śerrê li diźî
îslamîstên pînc da sînoran nas nake.
Vê gavê xaltîka me straneke din amade kiriye: «Revolution» («Śoreś»).
Klîba strana xwa źî dubare ćuye li Kurdistan’ê kiśandiye, di nav
śerrê li hemberî îslamîstên namerd da.
Źi klîba xaltîka me tenê beśek hatiye belav kirin.
Kêfa min pê hat welleh.
Ev dîmenên ku di klîbê da hee ne, rast bune.
Xaltîka me bi rastî źî ew top havitine ser wan îslamîstên pînc; źixwa
1-2 kîlomêtro źi hevdu dur bune.
Di nav medyayê da vê klîba ku hîn bi temamî nehatiye belav kirin
źî, dengekî pirr mezin veda.
Dibêźin xaltîka me bi topên xwa Daîś’iyên pînc u namerd heźandiye.
De bila xwadê yeka dilê xaltîka me neke dudu, bê dew u śorba nîskê
nehêle, ihi.
Hêlîn (Helly Luv): "Revolution"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen