Hîro bi tesedufî rastî muzîka nu ya ku xalê me Nîzamettîn Arić źibo
Kobanî’yê ćêkiriye, hatim.
Di nav van demên dawiyê da gelek kesan li ser Serêkaniyê,
Roboskî, Śengal, Kobanî, Pêśmerge u gêrîlleyan muzîk ćêkirin.
Lê mixabin di wan muzîkên ku min guhdar kirin da ti melodiyeke źi
kezebê hatî min hîss nekir.
Bi zêdeyî sefseteyên hizbî u propexendayên siyasî bun.
Kobanî Mîna kezeba kurdan ya talankirî Kolan bi kolan Kevir bi kevir Peźneke di eyarê tembura xwa da ye. |
Tevî ku li Kurdistan’ê treźediya sedsalê ćêbuye u hîn źî
berdewam dike, hunermendên me yên ku li ser sofreyên xwa bi zmanê tirk, ereb u
farsên qewad xwa mest dikin, bune pîćên bi temburvan u nikarin du melodiyan l’
hev b’înin!
Ćawan dibe ku ewqas hunermend nikarin straneke ligorî eyarê vê
treźediyê bihafirînin u źibo nifśên pêśeroźê li paś xwa bihêlin, ez nikarim fam
bikim?!
Ez dibêźim di van namerdan da «hest» nemane!
Bi namerdan źî huner nabe.
Di nav ewqas sefseteyan da muzîka Nîzamettîn Arić ya li ser
Roboskî u Kobanî’yê yên herî serketî ne.
Ligorî bîr u baweriya min sebeba vê serketinê di elementên
folklorîk yên ku Nîzamettîn Arić di van perćeyan da bi kar haniye va girêdayî
ye.
Mesele bi taybet di vê muzîka li ser Kobanî’yê da tesîra muzîka
folklorîk ewqas zelal xuya dibe ku, bivêt-nevêt l’ meriv pirr nas tê.
Heger hun bala xwa baś bidinê, hun ê bê zehmetî l’ ćavakaniya van
melodiyan bihesin.
Hun dikarin carekê eyarê hest u kezeba xwa ya «kurd u Kurdistan’î»
bipîvin, xwadêgiravî ka ćend gram in.
Nîzamettîn Arić: "Kobanî"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen