Îśev źibo demeke
drêź dubare ćum Kurdistan’ê, di xewna xwa da.
Ne li vir, yanî ne li
Zürich’ê bum.
Ćum gundê me yê
zaroktiya min.
Min gundê me yê nu
yê ku li kêleka gundê me yê kevin hatiye ava kirin, qet di vê xewna xwa da
nedît.
Maleke li Kurdistan'ê |
Ez di nav gundê me
yê kevin da, di nav wan xerabeyan da b’ vir u wir da dićum u dihatim.
Li her dera ku min
darek didît, min bi xortima avê dixwast avê bidimê.
Malên di gund da bi
tevayî źî bu’bun xerabe.
Ez li ser dîwarên
wan li ser piyan disekiniyam. Xortim di destê min da u min ha ha av dipiźiqand
derudorê.
Li ser dîwarekê
yekcar dara tamasan (heruga reś) li ber ćavên min xuya bu. Min av b’ ser tamasan
da piźiqand. Lê tamas qet śil nebun.
Millet źi hêla źêr
ya gund va dihat. Kî bun kî nebun, nayê bîra min.
Li ciyekî min bi
xortimê aveke sar b’ ser ciyê ku bavê min ćandî bu da, berda. Bavê min źî li
wir bu. Źi hêla źor ya gund va ćend kes dihatin. Min ew źî nas nekirin.
Gundiyên me bun.
Maleke li Erzingan'ê - Kurdistan |
Paśê tiśtekî sosret
ćêbu. Ez, bavê min u źinbraya min Gul’ê, em li bin mala xaltîka Sirmê, li ser
wê kaśê xuya bun. Ez li hêla berbi gund va bum. Bav u źinbraya min Gul’ê li
hêla berbi derveyî gund bun. Gul’ê hema hema heta źêr daketî bu. Lê źibo meśiyanê
ti rêć tune bu. Min qet fam nekir ku Gul’ê ćawan heta źêr daketî bu. Bavê min
hîn li hîzaya min bu. Dimeśiya.
Min kir u nekir
nekariya rêćekê peyda bikim. Min xwa bi ra got ez ê źi vê kendalê bikevim
xwarê.
Ez li śuna xwa hilo
disekiniyam u ez l’ rêćekê digerriyam.
Źi niśkê va ćend rêćên
pirr zirav li ber ćavên min xuya bun. Heta b’ źêr dićun.
Di hundirê min da
baweriyeke mezin ćêbu, zaroktiya min hate bîra min. Bi carekê va her tiśt l’
min ewqas hêsan hat ku, sosret e. Min got, «Di zaroktiya xwa da ez herroź li
vir dilîstim, ćima ez ê aniha nekarim b’ vir u wir da bimeśim, bibezim.».
Źi niśkê va ew
kendal źibo min bu ciyê lîstikê.
Wêraniya gundê me
ez bi xwa ra diguviśandim.
Ez l’ riyekê
digerriyam źibo ku gundê me yê di zaroktiya min da dîsan vebigerrînim źiyanê.
Min nedizaniya ku min
ê ev yek ćawan bikira.
Herhal xortima bi
avê ya di destê min da semboleke pićuk ya źibo źiyanê bu, herhal.
Aynur Dogan - Tara Jaff:
"Xewn"
"Xewn"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen