Va ye hewa dîsan bi hêdîka germ dibe.
Vê gavê li dor bîst (20°) pileyan e.
Ev ćend roź bun ku źiber hewaya xerab qet nećum
pîskîlêt-haźotinê. Vê gavê dubare rê vebu.
Źi berî ćend roźan gava ez źi bezê vedigerriyam malê, li ser
riya ber mala me min bi tesedufî dayika hevala min (ya Jenny’ya deh salî) dît.
Li ser motorsîklêta xwa bu, l’ min mêze dikir u dikenniya.
Min berê qet nas nekir.
Paśê em bi qasî ćarîkekê bi hevdu ra peyîviyan.
Got, «Ma Jenny qet di vê navberê da hate ba te? Min got bila
carekê were te ziyaret bike, źibo ku tu wê źi bîr nekî. Źixwa va ye em ev du
meh in ku qasî sed mêtro źi hevdu dur rudinin, hêdî ne di eynî xaniyê da ne
...».
«Naaa, Jenny qet nehat.»
«Herhal źi bîr kir, loma nehat. Ez ê hîro dubare źê ra bibêźim.»
Me gotina xwa b’ vir u wir da drêź kir u dawiya dawîn xatir źi
hevdu xwast.
Du roź paśê deriyê mala min lêxist.
Ez źi bezê hatî bum. Di nîviyê riya bezê da birćîtiyekê wilo bê
bav l’ min girtî bu ku, nayê gotin. Tabî tîbun źî bi têra xwa hee’bu.
Min bi lez xarinek ćêkir u dest bi xwarina xwa kir. Źiber ku
pirr birćî bum, min pićekî zêde ćêkirî bu. Bila mala ćavbirćîtiyê biśewite
welleh.
Herê, zengila dêrî lêxistî bu.
Min ću derî vekir ku va ye hevala min Jenny li ber dêrî
disekine.
Ê tabî hema bi min ra derbazî hundir bu. Ez berbi odeya xwa
meśiyam. Ew źî li pey min dihat. Xwarina min li odeya runiśtinê bu. Min ćend
heb ćîkoleteyên vekirî yên li ser masê girtin destê xwa em ćun odeya runiśtinê.
Min hemî ćîkolete dayniyan ber xaltîka xwa Jenny’yê.
«Zêde nexwe, haaa.»
«Ćima nexwim? Te źî ev nedane ber min.»
«Binêreee, dayikê te ewê paśê b’ ser min da bike qîźźewîźź,
kundirê.»
«Ku te źê ra negot, ez ê źî źê ra nebêzim. Wê gavê problem
dernakeve. Te fam kir?»
«Ma tu naxwazî pićekî xwarina ku min ćêkiriye, bixwî, hi?»
«Hi i, naxwazim. Min vê gavê xwar u hatim cem te.»
«Êêê, tu ćima hatî?»
«Dayika min got, loma.»
«Ma wekî din qet sebeb tun in?»
«Haaa, yek źî dayika min got herre bi Beghyanî ra randevuya
xwarinekê bike, loma.»
«Hmmm, em ćawan bikin.»
«Welleh vê heftê ćênabe. Hefteya din źî ćênabe, em ê herrin derekê.
Paś sê heftan mumkun e.»
«Wey bila mala te xerab nebe, kećê. Sê hefte ha?»
«Herê. Min got wextê min tun e. Źixwa tu tiśtên wilo fam nakî.
Divêt em te dîsan biśînin dibistana seretayî, sinifa yekem. Baśtir e ku tu
dîsan hînî heźmartinê bibî. Heta sedî têr dike ...»
Xaltîka min Jenny qasî sê ćarîkan li ba min maa.
Tabî axaftinên me hertim bi śerr dest pê dikin u bi śerr źî dawî
dibin.
Jenny hertim henek u tinazên xwa b’ min dike. Helbet ez źî b’ wê
dikim. Loma aśtî-maśtî qet nayê bîra me.
Paśê rabu ku herre. Ez dubare ćum mitfaxê. Min got ez tiśtekî
peyda bikim u bidim Jenny'yê. Porteqalên mezin li ber ćavên min ketin. Min yek
girt u daa Jenny’yê. Kafirê, dizaneke ku
ez hertim tiśtekî źibo xwarinê didimê. Porteqala xwa girt u derkete ser
korîdorê. Li ser merdîvanan dubare dest bi henek u tinazên xwa kir heta ku
dakete źêr.
«Binêre, Jennyyy, sînîrên min pirr hessas in, haaa, serê min neke
zirne, dînikê.»
«Ê herre toxtor», got u bi pîskîlêta xwa reviya.
Ciwan Haco: "Xunavê"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen