Donnerstag, 29. Oktober 2026

Avesta 5

 

Di destpêka meha cotmeha sala 2025an da min cîlda “Avesta 5 - Destnivîsên Orîjîn: Xwardeh-Avesta & Vīsperad” źi SZKê ra śyandî bu. Divêt di nav mehekê da źi ćapê derketa.

Lê mixabin rewśa śerr te li ber ćapê girt. Digel ve yekê dîsan pirsgirêkên fînansekirinê rudann.

Axir Avesta 5 nekarî were ćap kirin u beta cotmeha îsal maa.

Haya min berî ćend roźan źi ćapê ćêbu.

Ez bawer dikim dê tenê li Baśur u Roźavayê Kurdistan’ê derkeve ser bazarê. Derxistina derva bi gelek zehmetiyan va girêdayî yee u loma źî kesên źi der va hew dikarin peyda bikin.

Di vê cîldê da destnivîsên “Xwardeh-Avesta” u “Visperad”ê hatine b’ cî kirin.


«Avesta 5 - Destnivîsên Orîjîn:

Xwardeh-Avesta & Vīsperad»


[Pîvanên pirtukê]:


Drêjî:   23.8 cm

Frehî:   16.8 cm

Reng:   rengîn

Drutin:   herê

Berg:   cîld, rengîn

Rupel:   1404

Kaxiz:   hevîrê yekwm, spî (100 gram)

Giranî:   ?




Sonntag, 20. September 2026

On to Etymology and Concepts of Avestan «ātar-» = “fire”


In this study, I have sought to analyze the Avestan term “ātar-”, alongside its etymology and conceptual history, from a Proto-Aryan and Indo-European perspective, adhering strictly to historical and comparative linguistic criteria. These findings have been published in the Kurdish peer-reviewed journal “Manthra-n” as well as on the platform academia.edu.

The present study demonstrates that the Avestan words “ātar-” = ‘fire’, “xᵛāϑra-” = ‘place of good breath, well-being’, and “āϑrauuan-/aϑaurun-” = ‘priest’ emerged from a common Proto-Aryan semantic field. This field arose through the phonological and semantic contamination of two Proto-Indo-European roots: “*h₂eh₁-tér-” = ‘warmth’ (belonging to the root “*h₂eh₁-” = ‘to be hot’) and “*h₂n̥h₁-tér-” = ‘heart ← breather’ (belonging to the root “*h₂enh₁-” = ‘to breathe’). Consequently, even as early as Proto-Aryan, fire was understood not merely as a physical element, but as a living, spiritual force whose warmth and breath express a metaphysical presence. In the Avesta, this unity unfolds completely: “ātar-” appears as the divine son of Ahura Mazda, acting as a purifying and cosmic entity; “xᵛāϑra-” denotes paradisiacal bliss, the locus of the holy breath that animates mind and soul; and “āϑrauuan-” is the priest (associated with the root “*h₂et-h₂-” = ‘to go, wander’), whose designation was analogically adapted to “ātar-” because he functions as the bearer and guardian of the divine fire. Thus, fire, breath, and the office of the “āϑrauuan-” constitute an integrated spiritual system that was already configured in Proto-Aryan and reaches its spiritual and theological consummation in the Avesta.


Article link:

https://independent.academia.edu/Beyhan%C3%AESah%C3%AEn








Mittwoch, 16. September 2026

Kovara «Manthra-n»


Proźeya derxistina pênc kovarên bi Kurdî bi heźmara xwa ya nuh Manthra-n di nav WEŚANÊN NAyê da derket.

Mîna gotî, her kovar li ser beśeke taybet u bingehîn ya zanyariyî derdikeve.



Peyîva Manthra peyîveke Medî u Avestî yee u ćend wateyan dide: “methelok, peyîv, peyxam, raman”. 

Teśeya Manthran wateya “metheloknas, methelokbêź, bêźenas, bêźebêź, ...”. 

Zerdeśt di nav laviźên Avestaʼyê da xwa weke metheloknas źî bi nav dike. Lê felsefeya miźarên di Avestaʼyê da pirr zehmet ee. Peyîva Manthran ćawan u ćima xwa di Kurdî guhart u bu dengbêź, miźareke zanyariyî ya dîrokî yee. Ev peyîv hîro di Kurdî da weke mansur tê bi kar hanîn.

Kovara Manthra-n dê di pêśeroźê da berdewam li ser miźarên dengbêźiyî, wêźeyî, bêźeyî, efsaneyî, ćîrokî, ayînî, spîrîtuwel, muzîkî u hwd. bisekine.

Bêguman dê di kovarê da lêkolînên zanyariyî u akademîk werin belav kirin. 

Di vê heźmara yekem ya kovara Manthra-n da sê lêkolîn hatin belav kirin:

1.   Gotarek li ser Manthra-n, bi tevî lêkolînê zmannasiyî.

2.   Gotarek li ser dermankariya bi Manthraʼyê ya di psykotherapî, cerrahî u psykoloźiyê da.

3.   Gotarek li ser bêźenasiya/etymoloźiya peyîva Avestî “atar” = “ar, agir” bi cî digire. Lê ev gotar bi zmanê Elmanî hatiye amade kirin.






Freitag, 12. Juni 2026

Medî «hizban» = Kurdî «zman»



Peyîva Kurdî “zman” di Medî da weke “hizban” bu.

Lê ev peyîva Kurdî heta bʼ Proto-Îndo-Ewrupî paśta terre.

Min di bin vê lînka li źêr da, ango di academia.edu da, lêkolîna zmannasiyî ya dîrokî ya li ser peyîva Kurdî “zman” belav kir.

Ev lêkolîn di sala 2025an da di kovara «Medica-Kurdica»yê da hatî bu ćap kirin. 

Tê da ćend stranên Avestî yên bi peyîva “zman” źî tê da hatine dayîn.

Di beśa zmanên Proto-Îndo-Ewrupî u Proto-Arî da bingeha peyîva zman bi hindek gengeśiyan va girêdayî yee,


lê bi taybet źî teśeya Proto-Arî. Pêśniyaza min da di sala 2003yan da min di vê gotarê da pićekî din frehtir kir. 

Lînk:

https://www.academia.edu/168351777/Med_hizb%C4%81_n_zmaan_


Mittwoch, 20. Mai 2026

Ji Proto-Kurdî heta ...


Di ser derketina kovara «Proto-Kurdî» ra hema hema sê meh derbaz bunn.

Min hîro di malpera academia.edu da PDFeya lêkolîna min ya bi sernavê:

«Ji Proto-Kurdî heta zmanên Pan-Kurdiya Nuh»

tê da belav kir.

Bêguman mebest ew ee ku ev lêkolîn bikare bigêhiźe gelek kesan. 

Lêkolîn dikare di bin vê lînkê da were vekirin:

https://www.academia.edu/167422268/Ji_Proto_Kurd%C3%AE_heta_zman%C3%AAn_Pan_Kurdiya_Nuh

Hêdî heta kengê dê lêkolîna berfrehtir ya li ser Proto-Kurdî bikare weke pirtuk derkeve, nizanim.

Lê dê roźekê helbet derkeve. 

Heta ku agir heebe, duxan dest źi ya bernade.



Mittwoch, 18. März 2026

Kovara «Proto-Kurdî 1»


Piśtî śeś mehan, di 1ê vê adarê da kovara PROTO-KURDÎ 1 di nav WEŚANÊN NAyê da derket.

Di kovarê da sê miźarên sereke yên fonoloźiyî u dîrokî hatinn bʼ cî kirin:

1. Źi Proto-Kurdî heta zmanên Pan-Kurdiya Nuh.

2. Bêźenasiya Proto-Kurdî *rawčah-, *rawxšnah- “ronayî”.

3. Proto-Kurdî *hunara- “huner”.


Her sê miźar źî ligorî lêkolînên fonoloźiyî yek bi yek bi tevî hurgiliyan hatinn vegotin.









Mittwoch, 4. Februar 2026

Semîner: Fassînasiyona Zerdeśt





Ev demeke drêź bu ku daxwazeke min ya lidarxistina semînerekê li ser Zerdeśtʼiyê heeyî bu. Lê mixabin derfet ćênebu ku ez vê semînerê orgenîze bikim.

Tevî ku min di destpêka sala 2025an da hewl daa ku semînerekê orgenîze bikim źî, źiber ku min nekarî ciyekî peyda bikim, min dest źê berda.

Di îlona sala 2025an da ez dubare ketim nav ćend malperên dezgehên ćandî, źibo ku ciyekî di adara 2026an da rezerve bikim. Piśtî ku min ciyek li ba dezgeha Karl der Grosseʼyê dît u rezerve kir, paśê kesek bi navê dezgehê bi min ra kete têkiliyê. Canikan gotinn, miźara semînera te tam ligorî programa dezgeha me ya ćandî yee, heger tu bixwazî, em dikarin weke hevkar bi hev ra vê semînerê orgenîze bikin, em ê hemî materyalên texnîkî belaś bixin bin xizmeta semînerê, dê semîner źibo te bi temamî belaś be û em ê di bernameya xwa ya ćandî da bʼ cî bikin u li ba hemî dezgehên din yê ćandî u resmî belav bikin.

Dezgehê źi min daxwaz kir ku ez destûrê bidim wan, daku ew bikarin xwa weke hevparê vê ćalakiya ćandî digel navê min nîśan bidin. Ango merca wan tenê ev bu. 

Lê gava min piśtî mehekê di derbarê naveroka semînerê da dubare nivîsek źibo ćapkirina brośurê źi wan ra śyand, źi min ra gotinn, ew nikarin weke hevkar tê da bi cî bigirin, źiber ku naveroka semînerê ne ligorî bernameya wan ya ćandî yee. Helbet min pirsgirêk tam fam nekir. Źixwa min berê źî di derbarê naveroka semînerê da źi wan ra bi tevî hurgiliyan nivîsî bu. Herweha ez ćuyî bum ba wan źî u em bi qasî seetek u nîv bi hev ra axivîn źî. Piśtî axaftina me źî gotî bunn, em ê bi hev ra lʼ dar bixin, helbet heger tu bipeźirînî.

Ez bi xwa nêrîna siyasî ya vê dezgehê nizanim. Di min da pićekî hîssa ku ćepgir bin, ćêkirin. Lê bi temamî nizanim. Dibe ku dezgeheke dîndar źî bibe.

Di emaila xwa da gotinn, helbet tu dikarî bi xwa ciyekî rezerve bikî u semînera xwa li dar bixî.

Mecburî min dubare źi nuh va serî lêdaa u cîyek rezerve kir.

Dê meha adarê ango di 14ê adara 2026an da ez ê vê semînerê pêśkêś bikim.

Dê semîner bi zmanê Elmanî be u bi qasî seetekê berdewam bike. Paśê źî dê bi qasî 15-30 deqqan wext źibo pirsan were terxan kirin. Heger Kurd lê beśdar bin u Elmaniya wan têr neke, ez ê bi kurtî bi Kurdiya Kurmancî sê caran haydariyan di derbarê naverokên miźaran da bidim.

Dibe ku di ZOOMê da źî zindî were weśandin, lê mixabin me hîna ev miźar zelal nekiriye. 



*            *           *


Naveroka Semînerê ya bi Elmanî



[ Veranstaltung am 14. März 2026 ]


Die Faszination Zarathustras und seines Werkes «Avesta»


Der Zoroastrismus, dessen Entstehung in die Zeit zwischen 1800 und 1500 v. Chr. datiert wird, erscheint seit dem 5. Jahrhundert v. Chr. im westlichen Kulturraum als eine komplexe und vielfach verschlüsselte religiöse und philosophische Tradition. Die Gestalt Zarathustras wurde über mehr als zweitausend Jahre hinweg von kurdischen Mager als Legende weitergetragen, die das «Avesta» über Generationen in mündlicher Form – vorwiegend in gesungener Rezitation – überlieferten.

Die Veranstaltung bietet einen historischen und systematischen Überblick über die spirituellen, kulturellen, literarischen, religiösen und philosophischen Grundlagen des Zoroastrismus. Dabei werden alte und aktuelle wissenschaftliche Erkenntnisse herangezogen, um die weitreichende Wirkung dieser Tradition auf andere Kulturen und Religionssysteme zu analysieren. Thematische Schwerpunkte sind unter anderem:

Die historische und mythologische Gestalt Zarathustras/Zoroasters.

Die besondere Stellung und Faszinationskraft des heiligen Textkorpus «Avesta».

Der Einfluss zoroastrischer Lehren auf die altgriechische Literatur und Philosophie (→ Homer, Hesiod, …, Platon, …; später → …, Dante, …, Montaigne, …, Voltaire, …, Hegel, Nietzsche).

Urarchaische Konzepte des Zoroastrismus, die in zahlreichen Religionen und kulturellen Traditionen rezipiert wurden:

Monotheismus und Schöpfung, Engel und Apostel, Paradies und Hölle, das heilige Licht/Wort; Apokalypse und Sintflut, das Kommen des Messias; Auferstehung, ewiges Leben und der Heilige Geist; das Einhorn, die Propheten, das Jüngste Gericht, die Schiedsbrücke und ihre zwei Hüter; Wahrhaftigkeit, der Lebensbaum, das Mädchen im weissen Licht (im Paradies), Satan und der Dämonenkult, das Auge Gottes, der Trank der Unsterblichkeit; der erste Mensch, die jungfräuliche Mutter, Weihnachten, das heilige Brot, die Adventszeit; die (magische) Keule des Mithra, Magier und Hexen, das Himmelsrad sowie die Gestalt des Vatergottes oder des Sohnes Gottes etc.

Im Anschluss an den Vortrag besteht für die Teilnehmenden die Möglichkeit, Fragen zu stellen und in eine vertiefende Diskussion einzutreten.


Wann:   14. März 2026

Uhrzeit:   19:00 – 21:00

Wo:   Karl der Grosse, Kirchgasse 14, 8001 Zürich (www.karldergrosse.ch)


Eintritt:   Kostenfrei
















Sonntag, 25. Januar 2026

Her Zarok Pêxemberek ee!



☘️   Bidin pey zarokên bi zmanê Kurdî, bê henek, em ê bi hev ra bigêhiźin bihiśta xwa ya axir zemanî.

Bê lawbalî, meriv dikare zarokan weke zmanê sruśtî u resen yê źiyanê tarîf bike.

Her zarok pêxemberekî dayî u hatî ee.

Her zarok bihiśteke diyarkirî yee.

Loma ewlekariya zarokan di ser kaînatî bê ber u bê serî ra yee.

Em źi bîr nekin, tenha kes u civakên puć zarokên xwa di ber xwa ra dikin qurban.

Bi mêźiyên daxkirî ne rooź hiltê ne źî ava dibe.

Yê mayî tenê śev ee, ćav heeʼbin źî rê xuya nabe.  ☘️












Donnerstag, 22. Januar 2026

Keziya źi Roźava



[ Keziya źi Roźava ]


☘️

U divêt ev cara dawiyê ya bi xiśm be,

u bêlome hov be,

źibo ćîroka dawiyê ya vê roźa eźderheyî.

Heta śurek heebe,

heta zendek heebe,

li ber wehśên hefsarkirî, 

divêt śurê di nav tiliyên guvaśtî da rehma xwa li axê neyîne u biheźîne, 

rehm tenha di heźandina keziyê da yee.

 ☘️


Vîdyo: Bapîrekî sofî źi Hewlêr'ê keziyên neviya xwa dihunîne, źibo Roźava 🌾