Sonntag, 25. Juni 2017

Śev Bê Derî Ye


Ez ê îcarê śevê bidim ber pahniyan di vê kefteleftê da.
Niyeta min źi rika min ya xerabe ćêbuye carekê.
Yan herro yan źî merro dibêźim xwa bi xwa ra.
Bila źî di ciyê herî zirav da biśewite ev derd.
Gundekî li Kurdistan'ê
Źixwa xwadê piśta xwa l’ aramiyê pal daye, źi kêfê pê va ti tiśtekî din nas nake.
Bi destekî simbêlên xwa badide, bi destekî porê xwa śeh dike.
Gava tîh dibe, źi dewê li ser sehpayê furtekê vedixwe.
Cano hespê rewan diyarî min dike, źibo ku ez bikevim nav śevê.
„Śev bê derî ye“, dibêźe źi min ra.
„Tiśt nabe“ dibêźim, „źixwa ez ê l’ deriyan negerrim.“.
„Śev bê rê ye“, dibêźe, gava simbêlên xwa badide.
„Yê ku źi śevê bitirse, nikare rooźê bibîne.“, dibêźim.
 „Ez ê xewnekê ćêbikim u b’avêźim nav śevê bo ćavên te.“

Berê xwa źi min diguherîne. Di sê gavan da digêhiźe ber dîwarê źi keviran. L’ neynika li ser dîwarê mala xwa dinêre. Bi śeha di destê xwa yê ćep da porê li ser hustiyê xwa śeh dike.

„Ra’be! Li Nahala Ron, li ser Gira Spî, li teniśta Hopika Śîn dara biyê l’ heviya xewna te ya vê śevê ye!“, dibêźe.
Paśê pêda ću:
„L’ vê mêze bike, daku bila canê te źi sermaya źana vê śevê neśewite!“, dibêźe u bi tiliyê xwa nivîsa li ser hêlliya/neynika ber xwa nîśanî min dide.
Nivîsa li ser neynikê ya li ber ruyê wî berbi hêla ćep diśemite u li beramberî ruyê min yê sor disekine.
Bêyî ku li śuna xwa bilive, „Bi pistinî bixwîne u herre!“, dibêźe.
Ez l’ nivîsa li ser neynikê mêze dikim. Nivîseke śîn …

„Yê ku terre, careke din venagerre
Yê ku vedigerre, źixwa yê nemirî nabîne
Yên ku bi bendikan tên, baayan bi xwa ra tînin
Yên ku nayên, bê baa dimînin
Baayên ku tên, bi bendikan ra reqsê dikin
Baayên ku nayên, bi bextê xwa ra puć dibin“