Sonntag, 14. Mai 2017

HESENKÊF, Doh Hee’bu, Hêdî Sibeh Tun E!



Brako, źibo xatirê delaliya xwa u me, ka źibo kezeba sar ćayeke germ u źibo kezeba śewitî źî dewekî sar źi me ra b’îne!
Kezebên me li benda ćaya germ u dewê sar man.
Were źî neyê źî, em ê li ciyê xwa bisekinin bi tevî kezebên xwa.

Kurd li ber têlevîziyonên xwa runiśtine u l’ wêrankirina Hesenkêf’ê (Heskîf’ê) dinêrin.
Tirk ewê bi hemî zilimkariya xwa Turbeya Zeynel Beg ya dîrokî bi tevî makîneyên hesinî źi ciyê xwa rabikin u biben ciyekî din.
Mesele ewqas zelal e, ewê dîroka kurdan serubin bikin.
Niyeta namerdan li ser talanê mezin buye.
Hesenkêf
Birćî ne.
Ewê talana xwa zeximtir bikin.
Bi sond in.
Îcarê ciyê talanê Hesenkêf e.
Ewê pirtuka hezar salan di bin avê da bifetisînin.
Ewê bendava xwa di guhê dîrokê da bikutin, daku bila dîrok l’ ćîroka xwa nehesse.
U kurd ewê l’ ava vê bendavê mêze bikin, heta ku li hindê vê avê źi tîhbunê zuwa bibin.
Kurd li ber têlevîziyonên xwa runiśtine u bi merax u heyranî l’ mucîzeya makîneyên hesinî temaśe dikin.
Dîrok li źêr, di bin bin avê da, kurd li źor, li ber têlevîziyonên tirkan ...

Partî u siyasetmedarên kurd! yên namerd u pîć, ku di hewśa tirkan da giyayê xwa xwarine, tiliyekî xwa źî ranakin u xwadîtiyê l’ dîroka bi hezaran salan nakin!
Ligorî van namerdan dîrok bi van destpêdike, źi berî u piśtî van heebun heram e.
Partî u serokên ku bune ćapulciyên sosyalîst, bune îslamîstên namerd, u ha ha „însanetiyê“ xelas dikin, naxwazin u nikarin tenê peyvekê źî di ber tunekirina Hesenkêf’ê ra bibêźin!
Źixwa me dest źi qîrîna van pîćan berdaye!
Źibo xatirê xwadê tenê tiliyekî xwa rabikin!
Namerdino, źibo rehma xwadê di ber Hesenkêf’ê ra gulleyekî ber'din nav śevê!

Bila dengê gulleya we di nav śevê da bike girmegirm u bigêźe guhên me yên xewarî, daku em bi yek dengî biqîrîn u bibêźin: Her biźîn partî, siyasetmedar u serokên me yên namerd u pîć!