Brako, źibo xatirê delaliya xwa u me,
ka źibo kezeba sar ćayeke germ u źibo kezeba śewitî źî dewekî sar źi me ra b’îne!
Kezebên me li benda ćaya germ u dewê sar man.
Were źî neyê źî, em ê li ciyê xwa bisekinin bi tevî kezebên xwa.
Kurd li ber têlevîziyonên xwa
runiśtine u l’ wêrankirina Hesenkêf’ê (Heskîf’ê) dinêrin.
Tirk ewê bi hemî zilimkariya xwa
Turbeya Zeynel Beg ya dîrokî bi tevî makîneyên hesinî źi ciyê xwa rabikin u
biben ciyekî din.
Mesele ewqas zelal e, ewê dîroka kurdan serubin bikin.
Mesele ewqas zelal e, ewê dîroka kurdan serubin bikin.
Niyeta namerdan li ser talanê mezin
buye.
Ewê talana
xwa zeximtir bikin.
Bi sond in.
Bi sond in.
Îcarê ciyê
talanê Hesenkêf e.
Ewê pirtuka hezar salan di bin avê da bifetisînin.
Ewê pirtuka hezar salan di bin avê da bifetisînin.
Ewê bendava
xwa di guhê dîrokê da bikutin, daku bila dîrok l’ ćîroka xwa nehesse.
U kurd ewê l’ ava vê bendavê mêze bikin, heta ku li hindê vê avê źi tîhbunê zuwa bibin.
Kurd li ber têlevîziyonên xwa runiśtine u bi merax u heyranî l’ mucîzeya makîneyên hesinî temaśe dikin.
Dîrok li źêr, di bin bin avê da, kurd li źor, li ber têlevîziyonên tirkan ...

Partî u siyasetmedarên „kurd!“ yên namerd u pîć,
ku di hewśa tirkan da giyayê xwa xwarine, tiliyekî xwa źî ranakin u xwadîtiyê
l’ dîroka bi hezaran salan nakin!
Ligorî van namerdan dîrok bi van
destpêdike, źi berî u piśtî van heebun heram e.
Partî u serokên ku bune ćapulciyên
sosyalîst, bune îslamîstên namerd, u ha ha „însanetiyê“ xelas dikin, naxwazin u
nikarin tenê peyvekê źî di ber tunekirina Hesenkêf’ê ra bibêźin!
Źixwa me dest źi qîrîna van pîćan
berdaye!
Źibo xatirê xwadê tenê tiliyekî xwa rabikin!
Namerdino, źibo rehma xwadê di ber
Hesenkêf’ê ra gulleyekî ber'din nav śevê!
Bila dengê
gulleya we di nav śevê da bike girmegirm u bigêźe guhên me yên xewarî, daku em bi yek dengî biqîrîn u bibêźin: Her biźîn partî, siyasetmedar u serokên me yên namerd u pîć!
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen