Mittwoch, 30. November 2011

Zmanê Kurdî U Facebook’a Agirpêketî -1-

Du roź bunn ku min tiśtek nenivîsiya.
Bi xwadê tiśtekî radî/taybet źî di źiyana min da pêk nehat.
Yanî herre were kar u barê her demê bu.
Źixwa źiber Facebook’a agirpêketî merî hêć vala namîne bi dîn u îman lo.
Xwadê govanê min e babam, ez di destpêkê da, yanî źi berî du salan źiber kampanyeya ku Facebook bi zmanê kurdî źî bibe, ketî bum Facebook’ê.
Lê paśê ez dîsan źiber zmanê kurdî di nav Facebook’ê da mam.
Bi serê hezretî Zerdeśt bibe ku, heger ev zmanê kurdî yê reben u belengaz nebe, aha ez ê aniha vê gavê źi vê Facebook’ê birevim.
Helbet divêt ez ćeft neyêm fam kirin, daxwaza min ya ku hêlên vê yên herênî înkar bikim, tun e.
Bêguman mîna di her tiśtî da, di komînîkasiyona di înternetê da źî hertim hêlên neyînî u herênî hee ne. Hindî źi van herdu hêlan kî ćiton îstifade dike, di destê wî kesî da ye.
Lê ya min, heger kurdî nebe, ez amade me ku hêlên herênî yên Facebook’ê li śunê berbidim u herrim.

Ez werim ser miźareke din ya di Faccebook’ê da.
Carinan daxwaza hindek kesan źibo hevaltiyê dibe. Ez hertim źi wan ra nivîsa xwa ya kêm-zêde standart diśînim u bi śertê ku ewdê tenê zmanê kurdî bi kar bînin, hevaltiyê dipeźirînim.
Haaa, ez bi xwa źi kesekî daxwaziya hevaltiyê nakim. Źiber ku ez dibêźim him daxwaziya hevaltiyê kirin u him źî śerteke vilo daynîn li hev nayê, loma.

Ez ê hîro wê nivîsa xwa ya ku ez źi wan hevalan ra diśînim źî li vir bidim. Tabî carinan hindek guhartinan tê da ćêdikim.
Dîsan źî ez dixwazim forma ku min cara dawiyê śandiya, źi we ra źî pêśkeś bikim:
«Xalê XXX :)

Canim cîgerim, nebe-nebe ku tu roźekê bi zmanê tirk, ereb u farsên qewad tiśtekî binivîsînî haaa. Welle roźa ku te ev lotik li min xistiye, aha ez ê wê roźê źî xwa źi lîsteya te ya germik u nermik bavêźim ser kolanê u ha ha birevim, dînime îmanime, ihi :)))
Paśê nebêźe: „Lo ev filan u fistix ći bu babam, wîîî“ :D

Zmanê kurdî źibo min sînora her tiśtî ye ćavkê min.

Ez źi kurdê ku bi zmanên diźminên xwa yên qewad rudine u radibe, tenê nefret dikim, ćavkê mino, nefret.

Êdî tu u kêfa te, dilê mino.
Bila biźî demoxrasî u filan u fistix.
U de bi silavên pirr germik u nermik lo ;-)».

Aha ev e nivîsa min yaw.
Tabî herkes bi śiklekê reaksiyona xwa nîśan dide.
Źiber ku herkes źi hevdu cihê ye, normal e ku ev bi vî hawî źî pêk were.
Haaa, źixwa halê me kurdan źi ya miśkan źî hezar carî xirabtir e.
Em źi derî kurdbunê bunne her tiśt, mesela bunne tirk, bunne ereb u bunne farsên herî saxlem, lê ti carî nebunne kurdên bi esl u fesl.
Ćima?
Źiber ku em di nav sîstema perwerdeyiya zman u kultura wan ra derbaz bunne u me tomargehên mêźiyê xwa bi van înformasiyonên aîdî zman u kultura wan dagirtiye.
Yanî «em encameke zman u kultura wan in» u ligorî van daneyan źî tevdigerrin.
Bêguman di vî warî da fikrên me yên siyasî ligorî ragiyandinên lêkolînan yên źi noyrobiyoloźiyê, nikarin roleke bingehîn bilîzin.
Mêźî tenê ligorî înformasiyonên ku me di tomargehên mêziyê xwa da bar kirinne, hêsaban dike u birryarekê distîne, loma.
Yanî em xwadî îradeyeke azat nî ne, li berevaźî vê aîdî îradeya zman u kultura diźminê xwa ne...

Ez serê we nehêśînim u bihêśînim, min pićekî drêź kir lo.

Ez ê sibeh berdewam bikim.
...

Sonntag, 27. November 2011

Hahooo, Em U Aqil, Kurd U Texnîk Lo!

Hîro li der źibo demeke drêź tav hee bu.
Lê min xwa lii tiraliyê xist u serê xwa źi malê dernexist.
Ligorî doh hindekî hewa lii min germtir bu.
Loma źî min śomuneya malê vênexist, yanî sobe lo, sobe haaa.
Tabî min hîro telefonî bavê xwa źî nekir.
Aniha pirr hêrs ket. Dibe ku cara din dîsan rabe erśa xwadê ellawekîl.

Min hîro di înternetê da lii du bernaveyên/proxremên dokumenterî mêze kir.
Di yekê da camêr li ser hêza gerroka Google’ê radiwestiyan.
Hahooo, law alem bi ći lîstikan hêza xwa mezintir dike babam, hey xwalî lii halê me yê reben bibe.
Di warê zanyariyê da ewqas pêśketinên mezin ćêdibin ku, meriv bixwaze nexwaze li śuna xwa mat mayî dimîne yaw.
Em kurd di vî warî da raśteraśt feqîrên xwadê ne lo.
Haya me źi tiśtekî tun e, lê li hêla din źî ti kes nikare bi quretiya me ra qayiśê bikiśîne.
Tabî ev encameke pirr normal e.
«Nezan (pirr) wêrek dibin», dibêźe metelokeke me kurdan. Lê ya raśt dibêźin «cahil bi ceseret dibin». Helbet min digel hevoka yekem źi sedî sed bi zmanê kurdî hanî zmên.

Źi berî nîv seetî źî min li bernaveyeke bi sernavê «źiyana sînthetîk» nihêriya.
Ligorî înformasiyonên dayî, hindî însan dikarin bi tevî zanîn u texnîka hîro di leboreturan da źiyaneke sînthetîk bihafirînin.
Yanî mirov dibe xwadêyê xwa u yê xwezayê.
Dibêźin Craig Venter di vî warî da sêrî dikiśîne.
Mêro di sala 2008an da, di kovara Sience’ê da (heźmar 339, r. 52), di gotara xwa ya bi sernavê «Creation of a Bacterial Cell Controlled by a Chemically Synthesized Genome» da mifteya pirsgirêkê daye.
Helbet camêr dîsan di sala 2000an da encamên lêkolînên xwa yên destpêkê źî daye ćapê.
Vê gavê dibêźin hîn źi berî ku dermanên tibbî derbikevin ser bazarê, kekê me ćuye źi berê da patenta xwa źî rezerve kiriye.
...

De bila xwadê bibe hariyarê me kurdên pepuk u aqilê me yê pênc gram dînime îmanime babam.

Samstag, 26. November 2011

Zmanê Medan

Aniha hun ê bibêźin, «ma te hîro ći kir babam?».
Bi serê we bibe ku min tiśtek nekir yaw.
Źi derî kirrîna dawiya heftê pê da min tiśtek nekir.
Tabî berî nîv seetî ćum gerra xwa ya hêvarê źî, yanî ya śevê lo.
Min qendî ćil deqqan serê xwa sar kir u hatim.

Min vê hêvarê śomuneya odeya runiśtinê źî vêxist, yanî sobeya odê lo. Aniha pirr germ e. Lê odeya min helbet qet germ nabe.
Źiber ku hindî hestiyên min têśiyan, min nekanî lii ber xwa bidim.
Loma źî min śomuneya me vêxist.
Tevrunerên min źî ne li malê bunn. Źi berî ćend deqqan tenê Gabriel vegerriya.
Yanî hêvara min bê deng u aram derbaz bu.
Helbet min di nav vê germayiyê da gotara xwa ya li ser «zmanê medî» źî xelas kir u źi malperê ra śand.
Ya raśt min têza xwa ya ku bi zmanê elmenî amade kirî bu u di sala 2004an da dayî bu profersorê xwa, źê ra śand.
Tabî min pêśgotina têza xwa bi hindek vegotinên zmannasiyî wergerrande kurdiya kurmancî.
Navê têzê bi zmanê elmenî Die Sprache Der Meder «zmanê medan» bu u qendî 155 rupelan e.
Aha ez vê li vir źî didim lo:

*Lê mixabin ku têbiniyên zmannasiyî di BLOGa min da xuya nabin.


[ Pêśgotina Pêśgotinekê ]

Ez li vir pêśgotina têza xwa ya ku bi zmanê elmenî hatî bu amede kirin, źibo xwînerên kurd u kurdî werdigerrînim kurdiya kurmancî - bi tevî hindek têbiniyên nu -. Min ev têza xwa li ser «zmanê medan» kirî bu u di meha sermawêzê ya sala 2004an da li ba zangeha Zürich’ê (Swîsre) dayî bu Prof. Dr. MICHAEL JANDA.

Lê di raśtiyê/rastiyê da dîroka vî karî heta sala 1998an bi śun da terre. Min wê gavê li ba zangeha Bern’ê (Swîsre) wekî karê somestrê dayî bu Prof. Dr. ROLAND BIELMEIER. Paśê di tîrmeha sala 2002an da li ser pêśniyaza Prof. Dr. MICHAEL JANDA min li ba proźeya bi navê «navên źinên hîndî-ewrupeyî» heya berćileya sala 2004an bi tevî komeke zmannas wekî lêkoler li ba zangeha Zürich’ê di beśa Vergleichende Indogermanische Sprachwissenschaft (Înstîtuta Zmannasiya Hîndî-Ewrupî Ya Ruberîhevkirinê) da kar kir. Di destpêka vê proźeyê da Prof. Dr. MICHAEL JANDA daxwaza ku ez zmanê medî lêbikolim, kir, u got, heger ez źî vê maqul bibînim, ez dikarim vê xebatê źi piśtî amadekirinê wekî têz bidim wî... Di dawiyê da min ew pêśniyaza Prof. Dr. MICHAEL JANDA hanî śunê u ew lêkolîna xwa bi zmanê elmenî DIE SPRACHE DER MEDER «zmanê medan» bi dawî kir u daa wî. Paśê di nav demê ra min carcarinan hindek tiśt lê zêde kirinn. Lê ez li źêr versiyona ku min di meha sermawêzê ya 2004an da dayî bu Prof. Dr. MICHAEL JANDA li vir di formata PDFê da diweśînim.

Ev lêkolîna źi du beśên bingehîn yên zimannasiyî pêk têt:

1.) Dengnasiya/fonoloźiya zmanê medî (di vê beśa 1. da dîroka dengên zmanê medî bi tevî zmanên din yên îranî, hîndî u hîndî-ewrupî hatiye lêkolîn).

2.) Ferhenga navên zmanê medî (di vê beśa 2. da bêźe u bi zêdeyî źî sernavên medî yên ku di nav belgeyên xelkên hevsê/cîran da hatinne tomar kirin, ligorî metodên zmannasiyî yek bi yek hatinne vekolîn).

Bi hêviya ku ewdê źibo lêkoler, zmannas, kurdînas, kurdnas, îranînas u îrannasan bikare bibe ćavkaniyek u hariyariyeke bingehîn. Źixwa mebesta vê yekê źî tenê ev bu.


[ Pêśgotina Têza Min ]

Navê medan cara yekem li ba qiralê asur Salmanasar’ê 3. yê ku li derudora sala 836an ya źi berî mîladê li diźî Matai (Medya) u Parsuaš’ê (Pers’ê) dest bi śerekî kirî bu, di forma KUR.a-ma-da-a-a da hatiye tomar kirin. Li derudora sala 820an dîsan Šamšî-Adad’ê 5. źî li diźî welatê medan śer kirî bu. Seferên din yên ku paśê di salên 794, 790, 766an u hwd. da berbi Medya’yê hatinne kirin, di Lîsteya Lîmu da («lîsteya birêvabirinê») têne ragiyandin. Di sala 737an ya źi berî mîladê da dîsan Tiglatpileser’ê 3. źî bii ser Medya’yê da digire. Pêra-pêra wateya medan − him ya sîyasî u him źî ya geyoxrefîk − di nav demê ra zêdetir dibe. Di sala 614an ya źi berî mîladê da *Huvaxštra (Kyaksárēs) bii ser Nînova’yê da meśiya; Nîmrud hate bin xistin u li ser vê yekê peymaneke formal di navbera Kyaksárēs u Nabupolassar da hate pêk hanîn, heta ku Kyaksárēs’ê źi Medya’yê dawiya dawîn di sala 612an da Nînova’ya ku di bin desthilatdariya asuran da bu, źê wergirtî bu. Paśê di bin rêberiya Kuruś’ê 2. da (Kyros/Koros) li derudora sala 550an ya źi berî mîladê hemî herêmên medan źi hêla persan va hatinn dagir kirin. Bi tevî vê binketinê medan hećî ku ću hêza desthilata xwe lii diźî persan handa kirinn u hindî/hêdî hew kaniyann niwêneriya întereseyên xwa yên siyasî bikin. Hemî serhildanên ku paśê hatinn pêk hanîn, źi hêla persan va hatinn pelćikandin, wekî mînak di sala 521an ya źi berî mîladê da serhildana medan ya di bin rêberiya mîrzayê ciwan Fravartiš da bi tevî binketineke xwînî ya medan bi dawî bubu. Lê dîsan źî medan li ser persan/farsan bandoreke kur hiśtinn:
«Med hafirînerê yekem yê pêkhanîna desthilata îranî ne u ev realîteyek e; her weha wergirtina gelekî dezgehên wan yên źi hêla farsan va, yên ligel navkirinên di gelek rewśan da źî divêt pê ra girêdayî bibin.» (MAYRHOFER 1968: 3).

Bêguman ne hêsan e ku mirov di derbarê vê yekê da raśt u bi pîvan bipeyîve, lewra bi gelemperî di derbarê zmanê medî u dîroka wan da tiśtên pirr kêm têne nas kirin. Źiber vê yekê bi dehan sal in ku lêkoler dixwazin bi tevî hariyariya taybetmendiyên zmanî zmanê medî rekonstrukte bikin u vegotineke zelal bînin, ka ći zmanê medî (yê resmî źi yên din) cihê dike:
«Li herêmeke wilo mezin źi destpêkê u pê va ne pêkan e ku tenê zaraveyek hatî bibe bi kar hanîn: Medî wateya komeke mezin dide.» (HERZFELD 1934: 34p.).

Bêźeyên tekane – bi taybetî źî sernav – yên medî, yên ku ligel xelkên cîran hatinne nivîsîn, nikarin hertim bi zelalî werin xwandin u watelêdayîn. Źiber ku zmanê medî bi belgeyên niviskî yên dîrekt nehatiye ragiyandin − heta îro −, karekterîstîkên wî źî tenê îndîrekt dikarin werin derxistin. Lê li hêla din ti guman nîn e ku hindek hêmanên/elementên biyanî yên ku di zmanê farsiya kevin da hee ne, wekî mînak fars-k. aspa- «≈ hesp», vispa-zana- «źi hemî niźadan/cureyan, yê ku hemî niźadan diguncîne», ciϑra- [cithra-] «ron, ronak, geś» (di sernavên nêr da), miϑra- [mithra-] n. sn. u hwd. źi zmanê medî têne u wekî deynbêźe ketinne nav zmanê farsiya kevin. Her husan ev heman tiśt źibo bêźeyên ku derbazî zmanên din bunne źî − elamî, akadî, babîlî, asurî, arameyî, îbranî, misirî, lîkî, lîdî u yonanî − dikare bête gotin.
Di vî karê li źêr da min bêźeyên ku di nav nivîsarên cîranên medan da wekî yên zmanê medî hatinne nas kirin, xwast ku berhev bikim. Ev kar źi du beśên sereke hatiye pêk hanîn. Di beśa 1. da dengnasiya zimanê medî bi kurtasî tê vegotin, u di ya 2. da źî ferhenga zmanê medî tê pêśkeś kirin. Hêmanên dema îraniya navîn − ya raśt bi gotineke din mediya navîn (= îraniya bakur-roźavayiya navîn) − di nav vî karî da pirr kêm hatinne li ber ćav girtin u analîzên bêźeyan yên ku taybetmendiyên zmanê mediya kevin nîśan didin, pirr bi sînor in. Evan peyvana di vî karî da bi tevî histêrkekê «*» u carinan źî bi tevî pirseśanekê «?» xuya dibin. Detayên di derbarê bêźeyan da dîsan ligel peyva dayî ya di ferhengê da bi kurtî hatinne dayîn. Di hindek rewśên ku meriv źi ber transkrîpsiyonê hew dikare bi saya metodên zmannasiyî bi ewleyî bixwîne u wateyê bidê, min tenê bal kiśande ser lîteraturê. Bêguman ligorî bîr u baweriya min hînê źî pêwistiya vî karê hanê li gelek ciyan bi berfirehkirinekê hee ye.

Śaredariyên Me Kurdan U Zmanê Tirkên Qewad -2-

Ez ê drêź nekim, ha ev e ez li vir berdewama nivîsa xwa ya doh didim.
De bila wekî śîr u śekir bibe babam:

«Axxx ax, xalê mino, ćavkê mino, dilê mino, bi serê te yê kurd u kurdistanî bibe ku, tiśtê ku hatiye serê me kurdên belengaz, tenê źiber aqilê me hatiye serê me.
Mixabin me ne źi ćîroka xwa ya doh, ne ya pêr, ne ya par, ne ya pêrar u ne źî źi ya sedsala mirî ders girt.
Bêguman ez xwa źî di nav vê hirre-cirrê da dibînim.
Em kurd bunne her tiśt, lê em ti carî nebunne kurd, ćavreśo, nebunne kurd.
Ez derd u kedera di dilê te da fam dikim, her weha ew derd u keder xwa bii min źî vedidin, min źî źi yekê derdixin u dixin nav yeke din.
Halê milletê kurd li ber ćavan e, źibo ku meriv vê yekê nebîne, bi raśtî źî divêt mirov kor buyî bibe.
Lêêê.
Di vê zelzeleya dawiyê da ez careke din têgêśtim ku zmanê tirkên qewad ćawan îman lii kurdan ćikandiye.
Min bi heyecaneke mezin lii nućeyên źi Wan'a me ya qedîm mêze kir. Lê qey meriv dibêźe hêzeke îlahî zmanê kurdî lii wan qedexe kirî bu, bernadida ku bi kurdî bipeyîvin.
Carekê, gava kesekî kamereya xwa daa afetzadeyekî u źê rewśa wî pirsiya, pêra źî źê xwast ku ew bi tirkî bipeyîve, ne bi kurdî.
Hîcar de were li śuna xwa neteqe, de were nemire!
Rihê mino, min li vir gelek kesên ku źi Kurdistan'ê hatinne, nas kirinn.
Bawer bike ku tenê di yekî da źî kurdperweriyeke raśt, kurdîheziyeke maqul min nedît. Gelekên van camêran źî bi salan di girtîgehan da riziyane. Lê mixabin dawiya dawîn bune wekî bermayiyên siyaseta tirkan, ne dikanin tiśtekî bikin, ne źî berdidin ku kesekî minasip were karekî baś bike u têkośîna milletê kurd bi pêś da bixe...

R.'ê delal, ez dibêjim heger di niyeta me da semîmiyet hee bibe, em ê li diźî sîstema tirkan ya heramzade gelek tiśtan bikarin bikin.
Bi taybetî źî di derbarê zmên da ev îmkan hee ye. Ewê hemî dinya źî hariyariyê lii me bike.
Tevî ku em baś dizanin zman îspata heebuna me yekane ye źî, me heta hîro źî źibo zmanê xwa ćalakiyên cîddî lii dar nexistinn.
Gelo ćima źibo carekê źî bibe li seranserê cîhanê źibo zmanê kurdî kampanyaya hariyariyê ćênebu?
Ez bawer nakim ku di vî warî da pirsgirêkeke me ya mezin hee bibe.
Lê niyet girîng e. Aniha vê gavê źî em kurd ketinne nav dafika siyaseta zmanê tirkî u ha ha zmanê tirkên qewad di nav milletê kurd da legalîze dikin u zmanê kurdî źî roź bi roź dikuźin.
Bi baweriya min bibe, ti śansa me ya ku bi helbestekê zmanê kurdî źi mirinê xelas bikin, tun e. Dibe ku berî pêncî yan źî sed salî, beriya ku texnîk belav bibe, ev mumkun buyî bibuya. Lê hîro ev tenê xewneke pirr mezin e u gelekî bi tehluke ye. Kurd nikanin bi fikreke weha bi heebuna xwa bilîzin. Źiber ku xweza tenê bi raśtiyê ra rudine u radibe.

Ez qurbano,
Ez keda te ya źibo zmanê kurdî baś dibînim. Tiśtên ku te heta vê gavê źibo vî zmanê li ber mirinê kirinne źî dikarim texmîn bikim.
Źiber van sedeman e ku tu di ćavê min da wekî kesekî pîroz î, miqeddes î.
Heger pêwist bibe ez ê bi hezaran kurdan źî di ber kar u barên te u śexsê te da bikim qurban.
Her kesê ku źibo zmanê bav u kalan li ber xwa dide, layiqî hurmeteke pirr mezin e u ez ê bi xwa heta hetayê źî vê rumetê bidim wan.

Welle ez nizanim ku ez di derbarê vê partiya me da ći bibêźim. Êdî ez źê pirr aciz dibim.
Bi mîlyonan kurd li herderê cîhanê belav bunne u lii kirinên wan mêze dikin, gotinên wan guhdar dikin.
Lê kekên me carinan tiśtinan dibêźin, meriv nizane ka bi raśtî źî ev tiśt źi devê kê derketinne, meriv ewqas heyirî dimîne.
Loma źî min birryar girt, êdî źi niha u pê va ez ê li hemberî wan xwa wekî berê kerr u lal nekim. Źixwa tiśtekî weha kirin ewê zirareke mezintir bide têkośîna milletê kurd.

Tabî beriya ku ez źi bîr bikim, divêt ez vê źî bibêźim, dilê mino.
Zmanê kurdî aleta heebuna me yekem u tekane ye, loma źî zmanê kurdî źibo min sînora her tiśtî ye.
Kesê ku zmanê tirkan di nav kurdan da meśru dike, tenê dikare bibe diźminê min yê abadîn u źibo min śerê li diźî wî źî „dêyneke dîrokî“ ye.
Ha MHP, CHP, AKP u MÎTê kurd bi tirkî asîmîle kirinne, ha kurdekî rezîl, ti ferq tun e.».

Donnerstag, 24. November 2011

Śaredariyên Me Kurdan U Zmanê Tirkên Qewad -1-

Min du roźan tiśtek nenivîsiya.
Ma babam dêynê min hee ye ku ez ha ha herro tiśtekî binivîsînim yaw?
Henek-menek li hêleke din, van roźan hewa gelekî sar bu.
Qelerîfera min źî germ nabe, źixwa ev śeś sal in eynî tirśik e.
Tabî odeya min wekî cemedxanê ye.

Drêź nekim anam babam.
Ez dixwazim li ser buyereke din ya di înternetê da, yanî li ser buyereke Google+1’ê da tiśtekî binivîsînim.

Min źi berî ćend roźan nućeya hevalekî delal u hêźa dît.
Tabî ev heval (navê wî nadim) kurdekî temam e u źibo zmanê kurdî źî wekî śêran śer dike.
Bi taybet źî bi kar u barên xwa yên di warê texnîkê da (înternek, google, facebook u hwd.) hew kes dikare pê ra qayiśê bikiśîne. Xwezila bila ćend kesên din yên wilo bi dil u can u źîr hee bibunna lo…
Wê roźê kekê min yê delal malpera śaredariya Wan’ê ya bi tirkî weśand.
Źiber ku ez wî nas dikim, ez ecêb mam.
Min rabu ev śîroveya xwa li binî kir:

«Xalooo, yaw ev ći lotik e kekê mino?
De te îcar dest bi rêklama zmanê tirkî kir ćavkê mino, waweylêêê :D
Hey bila tam hezar u yek lanet li wê śaredariya Wan'ê were ku zmanê tirkên qewad źi xwa ra kirine al!
Bi telaq, min źî îdeoloźiyeke nu peyda kiriye, êdî ez źi kurdên weha ra tenê dibêźim „taśeronên kemalîzmê, tirkćiyên heram.“.
Dixwazin bila bi tirkan ra bikevin qirika hevdu, pênc quruś nake.».

Źi piśtî vê śîroveya min ćavê min ev śîrove wekî bersîv daa:

«Dema te ev peyam dinivîsand ez li Wanê bûm. Di hundirê avahiyek wisa de bûm ku her derê wê terikî bû û xwediyê wê hîn tê de rûdinişt. Dema min peyama te ji Ipad'ê dixwend xwediyê xênî jî bi meraq li min dinihêrî. Heke min peyam bi deng jê re bixwenda dê kul û derdê xwe ji bîr nekira û ya rast dê tiştên nexweş bigota. Em kî ne? Em çi ne? Em li pey çi û li dû çi ne?

Kesekî ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê tê naskirin bi dehan milyon dolar teslîmî Parêzgeya Wanê dike, Hikûmeta Tirk a qaşo ji axa dagirkirî berpirsiyar e jî saziyên MIN û TE muxatab nagire, lê wan digire davêje girtîgehê. Roja te ev peyam nivîsand jî li Wanê ew dihatin girtin dîsan.

Û sedema ku ez li Wanê bûm jî ew bû ku ez beşa wan a kurdî têxim weşanê. Lê ji ber ku dewlet perê para kurdî nade, ji ber ku Herêma Kurd wan muxatab nagire û ji ber ku gel jî di rewşek wiha de ye ku ew bixwe muhtacê nan, av, agir û hewayê ye, para kurdî ji ya tirkî derengtir dimîne.

Li vî welatê ku tu jê re dibêjî Kurdistan, her meh 98 şaredariyên MIN û TE bi sedan kar û îhale li karsazên wê belav dike, lê ji vana yekî tenê heta niha negota "perê para kurdî ku şaredarî nikarin bidin ez ê bidim." Malpera BDP'ê tune, ya şaredariyekê bi tenê jî kurdî tune. Hema ez ji te dipirsim "Çima saziyek an kesekî kurdîhez ji bo şaredariya bajarê mezin a Amedê nûçeyan belaş wernagerîne kurdî?" Çima her kes ji nişka ve bû profesyonel, ku hîn jehrek li holê tune.

Ev 15 sal in ku şaredarî yên min û te ne û ev 15 sal in siwarekî hespê boz ê wiha jê derneketiye. Lê ji rexneyan gelek mînak hene. Yên ku BDP'ê wekî ne kurd bi nav dikin, yên wekî kemalîst bi nav dikin, yên wekî alîgir û heta cîgirê dewletê bi nav dikin... Ya rast ji serî heta binî em girseyek (ne netewe) wisa ne ku hema ne ji postê me erbane çêdibe, ne jî tê xwarin.

Miletek an jî ji qewla PEN a Navtewî ya ku gelek nivîskarên kurd endamê wê ne ve kêmneteweyek bindest encax xwe bi zimanê serdestan dikare rizgar bike. Lê zimanekî bindest encax xwe ji tunebûnê bi helbestvanekî mezin ku helbestên wî ji alî gelekî ve ezber bên zanîn rizgar bike.».

Ez ê bersîva xwa ya hindekî drêź sibeh bi we ra parve bikim babam.
Bila zêde drêź nebe u serê we neke kundir śekirino.

Sonntag, 20. November 2011

Śiyara Me Divêt Wekî Vîrus «Belav.kirina» Zmanê Kurdî Bibe!

Hîro źî min hemî dema xwa li malê derbaz kir.
Hewaya sar ya li der zêde kêfa min nehaniya ku ez derbikevim der.
Źixwa hîro tenê źibo wexteke kind tav derket.

Ev heftek bu ku ez bi bêźenasiya peyva kurdiya kirdkî/zazakî {wesar/usar} «bihar» miźul dibum.
Lê min hîro xelas kir u źi amidakurd.com’ê ra śand. Tabî bêźenasiya peyva kurdiya kurmancî {bihar} źî hefteya borî min śandî bu.

Dibêźin xaltîka me ya stranbêź Fatê dest źi televîziyona KURD1ê berdaye u berê xwa daye TRT6ê.
De bila li ser xêrê bibe yabo qurban.
Tabî mîna di derbarê kesên din yên ku berê ćuyî bunn TRT6ê da źî pirr tiśt hatî bunn nivîsîn.
Yanî hun hema bibêźin herkesî tiśtek digot.
Hindekan digot «baś e», hindekan digot «ne baś e», hindekan źî digot «raśteraśt xayîntî ye» u filan u fistan.
Lê bi raśtî źî min qet eleqeder nake, kî ći dike u li ku tembura xwa dikute, ew u kêfa xwa.
Źibo min bi serê xwa tenê zmanê kurdî rola bingehîn dilîze, li ku derê u źibo ći ye, ti qîmeta vê yekê nî ye.
Ma heger tirkên bê namus u qewad di televîziyonên xwa da tenê zmanê kurdî bi kar bînin, baśtir nabe?
Ma baśtir e ku bi zmanê tirkî bikin u îmana zmanê kurdî bikin teneke?
Źixwa źi tenekê źî xirabtir e aniha rewśa zmanê kurdî, ne kêm u ne źî zêde, raśteraśt buye pać di bin nîgên tirkên qewad da.
Loma źî xaltîka Fatê ha li TRT6ê ha li KURD1ê lotik havitinne, qet xema min nî ye.
Bila źê ra wekî śîr u śekir bibe.
Di vî warî da divêt pîvana ćoyê me tenê zmanê kurdî bibe, ne li.ku.derê.buyîna me.
Li her ciyê ku me kesek źibo zmanê kurdî qezenc kiriye, ev di berźewendiyên me da ye.
Źixwa źibo ku meriv di nav xwezayê da bikare li źiyanê bimîne, hemî rê u metod meśru ne.
Loma źî hemî heywan u nebat ligorî derfetên xwa yên heeyî xwa dixin nav tevgerrê.
Yanî ćawan ku meriv nikane źi śêrekî ra bibêźe, «kuro lawo ev tiśtê ku tu dikî, heywanên reben difetisînî u dixwî, śerm e, eyb e haaa!», źi însanekî ra źî nikane eynî tiśtî bibêźe.
Kesên ku ligorî filan u fistan edetî u exlaqî tevdigerrin, «ehmeqên xwezayê u xwezayî» ne.
Loma źî tunebuna kes u milletên vilo di xwezayê da źi berê va hatiye testîq kirin.
Meselen ya me, hîn deh salên me hee ne, ku me di nav van deh salan da tiśtek kir, kir, nekir źî, em ê bi tunebuna xwa ya dîrokî u xwezayî, «ehmeqiya xwa ya xwezayî» îspat bikin ellawekîl.
Xwezila ez aîdî milletekî vilo ehmeq kurê ehmeq nebuma yaw.

Samstag, 19. November 2011

Dosta Kurdan Ya Dilsoź «Danielle Mitterand»

Źiber birîna xwa ya doh, min hema-hema hîro hemî wexta xwa li malê derbaz kir.
Hîro zî tav derketî bu.
Źi piśtî pênc mehan min dîsan hîro źi qulubeyekê telefonî bra u bavê xwa źî kir.
Bavê min gelekî bi hêrs bu.
Tabî min got, «yaw ez ćavên te u filan u fistix dixwim haaa, tiśt nabe, wîîî.».
Paśê hindekî nerm bu.
Min soz dayê, got, «ez ê hefteya têt źî telefon bikim, tu merax neke.».
Me bi vî hawî dawiya gotina xwa haniya u mesele źi hev safî kir.

Ligorî ragiyandina nućeyekê dosta xelkê kurd ya hêźa Danielle Mitterand rakirinne nexwaśxaneyekê.
Rewśa wê pirr cîddî buye.
Dibêźin emrê wê 87 sal in.
Ne demeke kind e.
Danielle Mtterand źibo azatbuna baśurê Kurdistan’ê hariyariyeke bê pîvan daa kurdan.
Ligorî nêrîna min ya śexsî heger xatun Mitterand nebuya, ti śansa kurdên baśur tune bu ku bigêźin statuyeke navnetewî.
Saddam ewdê hemî brayên me yên bin xetê bi bombeyên gazê bikuśta u Kurdistan’a baśur źi binî va źi kurdan paa/paqiź bikira.
Di nav demeke hilo bê bext u bextreś da xatun Mitterand di nav siyaseta navnetewî da dîplomasiyeke bê hempa źibo kurdan meśand.
Źiber ku mêrê wê hingê serokwezîrê Frense’yê bu, wê hemî hêza dîplomasiya Frense’yê di vî warî da xistî bu nav ćalakiyê.
Bi saya kar u barên wê yên hêźa dawiya dawîn Emerîka u Înglistan źibo siyaseta li diźî reźima Saddam ya niźatperest hatî bunn qanî kirin.
Źê pê va dewletên di nav NATOyê da rê li ber Saddam girtinn u destur nedann wî ku derbazî herêma Kurdistan’ê bibe.
Girîngiya dîplomasiyê me kurdan hîn źî fam nekiriye.
Di nav vê siyaseta li ser maseya guran da, ti dewlet u millet nikane menfeetên xwa yên mîllî biparêze bêyî hariyariya dewletên din.
Meriv meźbur e ku hertim mittefikên nu peyda bike u bi wan ra menfeetên xwa bigire bin gerentiyê.
Aniha li bakur em źi vê yekê pirr dur in.
Di nav siyaseta cîhanê da ti kesê ku bikare berźewendiyên me biparêze, tun e.
Źibo vê yekê me heta niha źî pênc quruś nedanne.
Ez wegerrim ser mesela xwa.
Di sala 1989an da xatun Mitterand 200 malbatên kurd bi xwa ra hanî bu Frense’yê źî.
Tabî vê xatuna hêźa heta hîro źî źibo kurdan di nav siyaseta navnetewî da xebatên gelekî mezin kirinne.
Źibo yekîtiya kurdan pirr lii ber xwa daye.
Gava di sala 2009an da li perlementa Kurdistan’ê axaftinek kirî bu, di axaftina xwa da vilo gotî bu:
«Kurdistan welatê min e!».
Loma źî, mîna ku min wê demê źî gotî bu, divêt kurdan pêśniyaza ku ew li Kurdistan’ê bi cî bibe u li wir źî wekî dost u dayika kurdan ya frensî źi piśtî wefata xwa were defin kirin, kirî bu.
Bêguman bi wefata vê xatuna delal milletê kurd ewdê dosteke xwa ya herî miqeddes handa bike.
U dostên vilo źî di sed salekê da meriv tenê carekê dikane bibîne.
Bi hêviya ku ewdê xatun Mitterand bigêźe tendurustiya xwa u dilê milletê kurd śaa u bextiyar bike.

Mîsyona BDPê Ya Dîrokî: Belavkirina Zmanê Tirkî Li Kurdistan’ê!!!

Ev demek e ku hewa sar e.
Lê digel vê dîsan źî carinan tav źî derikeve u bedena meriv germ dike.
Di demên husan germik da heger wexta min hee bibe, li ciyê ku ez li wir im, heger minasip bibe, źibo demekê berê xwa didim tavê.
Hîro kêm-zêde bi tevayî li malê bum.
Tabî di seet 15:30an da ćum sporta xwa źî. Di seet pêncan da li der, li ser ciyê tenîslîstinê em pêgoog źî lîstinn.
Bi telaq min îmana taxima li diźî me xerab kir u ću. Tevî ku taximeke heźar dayî bunn me źî, min hema hema her cara ku goog lii nîgê min diket, dikir gol.
Tabî kêfa kafiran qet pê nehat. Lê camêran fawuleke berbat lii min kirinn u neynika beran ya lingê raśtê reś kirinn. Min bi wê seqetiyê berdewam kir. Piśtî ćil u pênc deqqan gava ez źi yekî derbaz bum, tam minê gola xwa bavita, dîsan mêro tam li eynî śunê xist.
Êêê, ez ći bikim, min got, «biborin, hindî źi min xelas u wesselam.»
Bi serê we bibe ku hîn źî têśe. Her weha reś źî buye. Ez bawer nakim ku źi berî ćend roźan were ser xwa.
Źixwa nêynik ću. Divêt ez hîcar salekê li benda neynika nu bisekinim.

Li gor nućeyekê, BDPê li Amed’a tirkan – biborin lo, źibo min Amed hêlîna zmanê tirkan ya herî berbat e – afîśên bi kurdî u tirkî daliqandinne.
Hîcar dadgeha tirkên niźatperest u faśîst ew bi birryara dadgehê danne rakirin, bi mahneya ku źi derî zmanê tirkî ti zmanekî din nikane źibo propexendayê were bi kar hanîn.
Li ser afîśan «Ez li vir im. Ez li vîna xwa xwadî derdikevim!» hatiye nivîsîn.
Helbet di tevgerra tirkan da ti tiśtekî sosret tun e.
Qewadên heram naxwazin ku zmanê kurdî li hemberî zmanê tirkî bibe reqîb.
Di siyasetê da ćawan reqebet hee ye, di nav zmanan da źî ev hee ye.
Him źî źi siyaseta pîs u lanet kirî hezar carî, mîlyon carî bi hêztir e cengê di navbera zmanan da.
Źiber ku serê me kurdan bi zmanê tirkan ketiye halekî kud u bê namus, em vê yekê nabînin.
Lê tirk vê pirr baś dibînin u loma źî ći dibe bila bibe, bi hemî metodên heeyî dixwazin cî li kurdî teng bikin.
Źixwa źi vê bêtir meriv hew dikane tiśtekî din bike.
Bîst u pênc mîlyon kurd bunne mehluqatên herî îblîs.
Mesela em carê BDPê bigirin ber ćavên xwa.
BDP źi sedî sed tam ligorî menfeetên siyaseta tirkan milletê kurd manîpule dike.
Di raśtiyê da tam partiyeke tirkîperest u kemalîst e.
Namus u śerefa kurdan di bin lingên kemalîstan da kiriye pênc quruś.
Hun wer lii qîźźewîźźe wan nenêrin.
Di her peyva ku bi kar tînin da, zmanê tirkan di nav kurdan da belav dikin, hariyariya MÎT, MHP, CHP u AKPê dikin.
Źixwa źi BDPê baśtir ti kesî nedikarî vî karî bike.
BDP źi berî demekê birryar źî girtî bu, źibo ku di nav partiyê da tenê zmanê kurdî bi kar bîne.
Lê mîna siyaseta camêran, ev źî ću av bi av.
Mêro ewqas bê sememî ne, ewqas îblîs in, ewqas bunne taśeronên kemalîzmê, nikanin xwadîtiyê lii birryara xwa źî bikin.
Lê zmanê tirkan lii wan śîrîn tê.
De aniha hun bibêźin, meriv ćawa śarlataneke wekî Emîne Ayna di nav partiya xwa da dike namzet, ez qet u qet fam nakim!
Helbet śarlatanên wilo aqilsivik u kemalîst pirr in di nav BDPê da.
Mesela Emîne Ayna bêyî ku pićekî śerm bike, dikare źibo pirsa roźnavevanê/roźnamevanê tirk: «Hun bi xwa kurdî nizanin, …», vê bersîvê bide:
«Ma ez bi kurdî bizanim ći dibe, nezanim ći dibe!».
We dît, aha ev śarlatan milletê kurd temsîl dike u ewê zmanê kurdî, yanî neteweya kurd źi mirinê xelas bike.
Tabî demekê xalê me Ehmed TIRK źî di meclîsê da bi kurdî peyîvî bu. Lê mêro źi bîr kir u ću!
Êêê, Selahattin TIRKbaś źî bi zarokê xwa va beśdarî dersa kurdî bubu!
Mêro ha ha bi zmanê tirkan źi sibehê heta hêvarê milletê kurd asîmîle dike, wekî dezgeha MÎTa tirkan bi dil u can kar dike, hîcar rabuye di civîneke beredayî da li Mersîn’ê dibêźe: «Kurd Li Kurdistan'ê Bi Kurdî Diźîn!».
De bi wir da herre. Ev ći derewên mezin in cîgerim?!
De tu bi xwa carê dev źi zmanê wan tirkên qewad berbide, yê din hêsan e.
Bi derewan em kurd nikanin kevirekî źî xelas bikin!
Qey em źi Mars'ê têne u nizanin ku tirkćiyên wekî te ćawan Kurdistan bi zmanê tirkên tecawîzcî kirin «Tirkistan»!

Mittwoch, 16. November 2011

Kurdê Ku Tirkî Di Nav Kurdan Da Meśru Dike, Yekî Qewad E!

Di van roźên dawiyê da hewa sartir bu.
Li dor pileya sifirê dićerixe u disekine.
Di nav roźê da carinan ćend pileyan derdikeve ser sifirê źî.
Helbet hîro dîsan tav źî li der hee bu.
Hîro min hema hema bê navbirr qendî pênc seetan li klînîkê wergerr kir.
Bi telaq dawiyê serê min pićekî westiya.
Ći dibe bila bibe, ez dîsan bi sax u selamet hêvarê hatim mala xwa.

Ti miźara ku ez hîro li ser bisekinim, nî ye.
Ez dîsan dixwazim nivîseke xwa ya di Facebook’a agirpêketî da bi we ra parve bikim.
Kêfa we pê têt yan źî nayê, hindî hun u kêfa we u wesselam.
Wê roźê canim cîgerim xalê U. (navê wî nadim) daxwaziya hevaltiyê kir. Helbet min źî qebul kir.
Mîna her carê u demê min nivîsa xwa ya giśtî źê ra śand u got, «bi śertê ku tu dê ti carî zmanê tirkan bi kar neyînî, ez dibêźim herê …» u filan u fistan.
Aha nivîsa min ev e babam:

« Xalê U., ne pêwist e ku tu filan u bêvan wekî mînak źi min ra bidî.
Xelkê alemê ti carî heebuna zmanê xwa naxe tehlukê.
Ćend memurên frensî yên ku hînî tirkî bunne, ne źibo frensiyan u ne źî źibo raśtiya tunebuna me mahneyekê dide.
Ha va ye zmanê me li ber mirinê ye u tu źî radibî dibêźî „tiśt nabe, em hindekî din bi tirkî bikin“. Źi bîr neke, partiyên me ev ćil sal in vê dibêźin u dawiya dawîn bîst u pênc mîlyon kurd bunn tirkên saxlem.
Ma gava ku tirkan dest bi asîmîlekirina kurdan kirin, qey hînî kurdî bubun?
Helbet na!
Hîcar van kurdên ku qet bi tirkî nedizaniyan, ćawa asîmîle bunn u bunn tirkên saxlem?
Bi zorê!
Ma bi tevî dewleta tirkan ya faśîst u niźatperest zmanê tirkan di nav xelkê kurd da meśru/legalîze kirin, alîkariya dewleta tirkan nîn e źî ći ye?

Asîmîlekirina herî berbat u lanetkirî ći ye?
Wekî kurd bi navê kurdan zmanê tirkan di nav xelkê kurd da belav kirin u zmanê kurdî źî kuśtinne.
Ev yek źi napalmên tirkan mîlyon carî xerabtir e, îblîstir e.
Di nav tarîxê da emsaleke din ya wekî me kurdan meriv nikane bibîne.

Drêź nekim canim cîgerim, êdî tu u kêfa te.
Mixabin ku hêdî hîro demoxrasî u azadî źî xizmeta asîmîlebuna milletê kurd dike.».

Dienstag, 15. November 2011

Me Di Ćil Salan Da Nekanî Dibistanekê Źî Vebikin!!!

Eyama hîro ligorî ya doh sartir bu.
Heger ez śaś nebim, źi pênc pileyan (5°) derbaz nebu.
Tabî zêde xema min nî ye, źiber ku min roźa paśîniyê gocikek u qazaxek kirriya.
Dixwaze bila dema cemedê dest pê bike welle.
Karê min yê hîro ćar seet wergerr bunn. Lê du nexwaś nehatinn, loma źî min tenê du seet wergerr kirinn.
Min sporta xwa ya hîro źî vê hêvarê kir. Bawer dikim bi tevîhev qendî du seetan haźot.

Min hîro di qenela 3Sat’ê da, lii bernaveya/bernameya bi navê «nano» ya ku herro nîv seetî nućeyan li ser lêkolînên zanyarî dide, mêze kir.
Li Elmenye’yê, li baźarê Köln’ê erxeologan niśteciyekî dema navîn ya Ewrupê dîtinne, yanî ciyekî aîdî źi berî neh sed salan.
Ligorî pisporan tiśtên ku hatinne dîtin, nîśan didin ku ev cî aîdî keniśteyeke/sînagogeke cihuyan buye.
Digel gelek tiśtan, dîsan kevirên salik yên qesî ćend mîlîmêtroyan stur źî ditînne.
Di destpêkê da vê yekê qet bala wan nekiśandiye.
Lê pêra-pêra mêze dikin ku ha ha bi cureyekî pirr ecêb heźmara wan zêde dibe.
Hîcar camêr radibin van hemî keviran bi îtinayeke mezin li hev dicivînin u wan yek bi yek paa/paqiź dikin.
Di bin xwalî u heriyê da hindek sembol derdikevin holê.
Tabî źi piśtî demeke kind mesele źi hev safî dibe.
Herê, ev sembolên ku li ser van keviran xuya dibunne, elfebeya îbranî buye, yanî nivîsên bi îbranî bunne.
Qasî ku xuya dibe, di keniśtê da, li banê ciyekî taybet źibo xwandin, nivîsin u perwerdeyiyê hatiye ava kirin.
Fireyiyên kevirên salik qesî bîst sentîmêtroyan bunn.
Yanî digel perwerdeyiyê ev kevirên salik lii zarokan hatinne belav kirin.
Li ser hindek keviran tenê herfek hatiye nivîsîn. Li ser hindekan hevok hatinne nivîsîn. Her weha źibo îmtihanan źî ev kevir hatinne xebitandin.
Źibo nivîsînê źî tiśtekî spî bi kar hanînne, dibe ku tebeśîr buyî bibe…

Aniha ez ćima van dibêźim?
Binêrin carekê, xelkê alemê di dema keviran da źî dest źi perwerdeyiyê bernedaye. Di bin hemî zor u zehmetiyan da zman u kultura xwa daye zarokan…
De hun vê yekê carekê bi halê me ra muqayese bikin. Di vê dema gerra berbi planetan da, di vê dema ku meriv dikare źi nu va însanan bihafirîne, di vê dema ku texnîk bi leza bêê/baayî bi pêś da terre, me hîn źî nekaniye dibistanekê ava bikin.
Me digel dewleta tirkan ya qewad kîmyeya milletê kurd ya herî bingehîn tarumar kir.
Me bi destê xwa hariyariya tirkan kir ku pênc hezar gundên me li Kurdistan’ê werin wêran u talan kirin. Gundiyên her welatî wekî hevîrê wî welatî yê herî esl u fesl in. Bê gundiyan ti millet nikane reseniya xwa ya mîllî u bi taybet źî zmanê xwa biparêze.
Tabî haya tirkên eśekoxlî eśek (ker kurê keran) źi girîngiya gundên li Kurdistan’ê hee bu. Tevî ku hemî bênamusî li gundên Kurdistan’ê kirî bunn źî, nekanî bunn zmanê tirkî bixin nav gundên kurdan u kurdan hîn di derguśê da bifetisînin, yanî rehê ruhê kurdayetiyê źi binî va bibirrin.
Bawer bikin, hemî tiśtên ku me heta vê roźê kirinne, bi temamî źî ligorî manîpulasiyonên dewleta tirkan pêk hatinne.
Yanî aniha em dawa ći źi tirkên segbav dikin, ez nizanim!

Ez źi herkesî dipirsim: Partiyên me kurdan yên ku di van ćil salên dawiyê da nekanînne dibistanekê źî bi zmanê kurdî vebikin, śarlatan u sextekarên di destên tirkan da nîn in źî ći ne, hi?
Tenê dibistanek haaa!

Sonntag, 13. November 2011

Źibîrkirina Mahneya Peyva «Diźmin» Dawî Lii Zmanê Me Haniya!

Ez hîro hêć derneketim der. Min hemî wexta xwa źî li malê derbaz kir.
Hewaya hîro ligorî ya doh sartir bu. Tav źî tune bu hîro.
Min du mekîne kinc śuśtinn. Ser maseya xwa paa kir.
Ez ê hîn kaxizên cur bi cur bixim nav dosyeyê.
Helbet divêt ez źibo ćil deqqan źî herrim gerra hêvarê.
Ka xwadê mezin e yaw.

Mîna ku min doh gotî bu, ez ê hîro bi kurtî li ser peyva kurdî «diźmin» bisekinim.
Ligorî nêrîna min me kurdan bendika ku bi raśtiyê va girêdayî ye, źi destê xwa berdaye. Heger em bibêźin me bi destê xwa birriye, baśtir e.
Em ći îllet in hun dibêźin?
Herê, em «kurd» in.
Di nav lîteretura giśtî da źibo welatê kurdan źî «Kurdistan» tê gotin.
Helbet «kurdên» ku li ser erda «Kurdistan»ê diźîn źî bi zmanê «kurdî» dipeyîvin.
Ango herre were tenê ev hersê peyv «kurdî, kurd u Kurdistan» me tarîf dikin.
Tabî «kurdî» berbirr e / qedexe ye. Bêguman li ciyê ku «kurdî» berbirr e, kes nikane îddîa bike ku bi eslê xwa «kurd» e u welatê wî źî «Kurdistan» e.
Wekî ku em hemî źî baś dizanin, bi mirina «zmanê kurdî» ti kesê ku bikare xwa wekî «kurd» bi nav bike, li holê namîne.
Yanî em ê handa bibin u herrin.
Gava meriv têkiliya xwa ya xwezayî bi xwezayê ra birriya, hindî ti śensa wî kesî namîne ku heebuna xwa di xwezayê da îspat bike.
Xweza li hemî ciyan di nav śerekî bê îman da ye.
Yanî xweza heebuna xwa dêndarî vî śerî ye. Bê vî śerî ti śensa xwezayê tun e ku źînbar bibe.
Mesela aniha vê gavê 61.900 cure heywan u nebat li ber tunebunê ne (http://www.3sat.de/mediathek/mediathek.php?obj=27905, ev dokumentasiyon bi zmanê elmenî ye).
Ćima?
Źiber ku śert u mercên źiyana van hatiye tune kirin, loma. Helbet di vî warî da bandora însanan ya li ser xwezayê pirr mezin e.
Ez dîsan vegerrim ser miźara xwa.
Peyva kurdî «diźmin» dîrekt źi zmanê hîndî-ewrupî tê.
Di avestî da wekî «duš-manah-» u di sanskrîtî da źî mîna «dur-manas-» e. Herdu źî mahneya «fikirîna diźminane/diźminî, yê/ya xwadî fikira diźminane/xerabe» dide. Di yonaniya kevin da źî wekî «dus-menes» e, eynî wateyê dide (tirkên qewad źî źi farsî girtinne!)
Ev hemî źî źi zmanê hîndî-ewrupî *dus-menes- tên. Peyva *dus- maneya «bed, xerab» u ya «menes» źî mahneya «fikir, raman, nêrîn» dide. Tabî aniha we mahneya peyvê źî fam kir.
Yanî ev têgeha źi berî śeś hezar salan di zmanê bingehîn da hee bu u eynî bi vê wateyê źî dihat bi kar hanîn.
Yanî camêran hîn źi berî śeś hezar salan mesele baś fam kirinne, ligorî wê yekê źî zman strîne u źibo ku li źiyanê bimînin ev têgeh u peyv li ciyê raśt bi kar hanînne.
Zman meriv him dike wezîr u him źî dike rezîl.
Temam, kengê zman meriv dike wezîr u rezîl?
Gava ku meriv bi raśtiya têgehan nelîst u mahneya wan nekir kepaze, meriv dike wezîr.
Mesela gava kurd di siyasetê da źibo tirkan em «brayên» hevdu ne dibêźin, kurd xwa bi xwa têgeha peyvê di serên xwa da tarumar dikin u hindî piśtî demekê ew bi xwa lii vê ehmeqiya xwa bawer dikin.
Tiśtekî gelek heśkere ye, raśtiya vê yekê di zanyariyê da baś tê zanîn. Mêźiyê mirov ligorî dubarekirina têgehan źi piśtî demekê xwa lii mahneya nu întegre dike. Bêguman źê pê va mêźiyê mirov xeternakiya mewcud êdî wekî xeternakî nanirxîne u nakeve nav hewldanên pêwist.
Di psîkoloźiyê da źê ra dibêźin «kronîk buyîn, ketina nav rewśa kronîk».
Divêt em mikur werin, her cara ku em dikin qîźźewîźź u tirkan dikin «brayên» xwa, em bi destê xwa xwa dixin nav rewśeke «kronîk». Em êdî tirkan źi xwa dibînin, bêyî ku pićekî aciz bibin, zmanê tirkî di nav xelkê kurd da legalîze dikin u zmanê xwa źî roź bi roź dikuźin. Tabî li hêlekê źî ha ha li diźî «diźminekî» nediyar śer dikin.
Ez dibêźim em kurd «qeśmerên herî rezîl» yên dîrokê ne.
Binêrin carekê, tirkan peyva xwa «düşman» źi farsî girtinne. Helbet mahneya wê źi me baśtir fam kirinne u ev hezar sal e ku bi vê źî em źi xwa ra kirinne koleyên herî bê śeref u bê namus.
Bila lanet lii vê kurdbunê bibe u herre!

Sosyalîzm Źî Ket Bin Xizmeta Asîmîlasiyona Zmanê Kurdî!

Hîro kêm-zêde hemî wexta min li malê derbaz bu.
Min sport źî nekir, tevî ku hewa bi tav u baś bu źî.
Min ću gocikek, qazaxek, serkirasek u pantolek kirriya.
Tabî di raśtiyê da ez źi kirrînê qet hez nakim, loma źî di salekê da dibe ku tenê carekê min ćalakiyeke hilo lii dar xistî bibe.
Ya raśt heger meźburiyet nebe, ez ê vê źî nekim.
Lê ha va ye zivistan hat u hînêź źî kinceke min ya źibo zivistanê nî ye.
Tevî ku ez zivistanê źî li ser pîskîlêtê me, yanî bi otobus u tremweyê hêć rêwîtiyê nakim. Stresê źibo min ćêdike.
Loma źî pîskîlêt navgîneke bêkêmasî ye seba min.

Ez dixwazin hîro bi kurt u kasî li ser peyva kurdî «diźmin» bisekinim.
Aniha dibe ku hun bibêźin, «xêr e lo, ćima?».
Hun źî dizanin ez ćawan źi kurdên me nefret dikim, ne wilo?
Baś e.
Tabî ez źi kurdbuna xwa źî nefret dikim.
Bi telaq, heger îmkana min ya ku ez bikarim neteweya xwa bi serê xwa hilbiźêrim hee bibe, ez ê ti carî kurdîtiyê hilnebiźêrim.
Ev tiśtekî pirr heśkere ye.
Lê ez ći bikim, ez carekê źi dê u bavekî kurd ćêbume.
Helbet, heger em dîrokî lii meselê mêze bikin, ez bi dîroka kal u bavan pirr serberz im.
Lê mixabin di van not salên dawiyê da diźminan milletê kurd ewqas «bê śeref u bê namus» kirin ku, kher źî bi khertiya xwa vê qebul nakin.
Vê gavê me kurdan ev qebul kiriye.
Helbet sebeba vê yekê ne tenê diźmin, lê em bi xwa ne źî.
Bila ćeft neyê fam kirin, ku însanekî yan źî milletekî nexwast «bê namusiyê» qebul bike, kî ći dike bila bike, nikane bênamusiyê lii wî însanî u milletî bide qebul kirin.
Di vî warî da kurdan heta dawiya salên 1960an tim li ber xwa daye.
Lê źê pê va, źi piśtî ku kurdan di dibistanên tirkan da dest bi xwandinê kirine, źi mêź va bi destê xwa bingeha tunekirina xwa ava kirine.
Di wan salan da li Kuridstan’ê heźmara kesên ku bi tirkî dizaniyan, belkî źî źi ćend hezaran zêdetir nebunn. Lê hîro rewś źi sedî sed guhariye, hindî tenê ćend hezar kurd bi kurdî dizanin.
Mesela li herêma me – Erzingan/Qoćgîrî – heta destpêka salên 1980an kesî bi tirkî nedizaniya, yên ku ćend heb peyv bi tirkî dizaniyan źî li leśkeriyê hîn bubun u ewqas. Tabî hîro kes bi kurdî nizane u loma źî ti kes kurdbuna xwa qebul nake.
Yanî berê tehlukeya ku zmanê kurdî handa bibe, hêć tune bu.
Tabî paśê ev sosyalîzma beredayî bi saya manîpulasiyonên dewleta tirkan di nav xwandekarên kurdan da bu vîrus u ha ha belav bu.
Bi vê îdeoloźiyê keć u xortên kurdan bi dil u can li Kurdistan’ê di bin navê sosyalîzm u nizanim ći quzul u qurt da him xwa kirin qurbana asîmîlasiyonê u him źî xelkê kurd.
Yanî dewleta tirkan karê ku nekanî bu heta wê roźê bîne sêrî, bi destê me kurdan hanî dawiyê.
Hîcar sosyalîzma ku herkesî kêm-zêde źibo berźewendiyên xwa bi kar hanî bu, menfeetên xwa pê zêde kirî bu, di nav me kurdan da bubu sebaba tunekirina milletê me, yanî bubu sebeba tunebuna zmanê me – wekî hîro –.
Tevî ku li her derê cîhanê sosyalîzm têk ću źî, hîn źî em kurd bi vî aqilê xwa yê ćend gram źi van zirt u virtên vala venagerrin u ha ha xizmeta dewleta tirkan dikin źibo ku asîmîlasiyon di demeke pirr nêzîk da bigêźe nîśangeha xwa.

Ya raśt ez ê hîro li ser peyva kurdî «diźmin» bisekiniyama. Lê ez źi riya xwa derketim ellawekîl.
Dibe ku ez cara din gotina xwa bînim śunê lo, tiśt nabe haaa.

Samstag, 12. November 2011

Na Looo, Ew Bi Tirkî Dipeyîve, Ne Ez Babam!

Tevî ku hîro tav tune bu źî, eyam ewqas sar nebu.
Di seet heftê vê sibehê da ez źi nav cillan rabum ser xwa, ez ê di seet 8an da li dibistana tenduristiya didanan bibuma.
Didanekî min bêrî sê heftan gelekî serê min hêśandî bu. Biźîśkê didanan got, «em ê vê gavê bi lez tedaviyekê bikin bi tevî rehê didên, lê piśtî sê heftan divêt hun dîsan werin, źibo ku em careke din rehê didanê we tedavî bikin u pêra źî didên bi keramîk dabigirin.».
Źi piśtî sê heftan, yanî hîro źî ew tedavî hate kirin.
Tam du seetan haźot. Camêr bi têlên pirr ziravk ha ha di nav didanê min ra diću u dihat.
Gava ez derketim der, min li sekinoka tremweyê dît ku ha seet deh u deh e.
Tabî di seet 11an da divêt ez li klînîkê bibuma źibo wergerrê.
Ez bi lez hatim malê – źixwa bi tremweyê pênc deqqan kiśand –.
Min tiśtek vexwar, turika xwa amade kir u derketim ser pîskîlêtê u ćum karê xwa.
Lê mixabin ku nexwaś nehat.
Źiber ku termînên din źi piśtî nîvroyê ewê di seet 13:30an da dest pê bikirina, ez ćum mensayê, źibo ku nanê xwa ya nîvroyê bixwim.
Gava min xwarin girt u berbi ciyê avê meśiyam, hîcar min dît ku ha xalê Śefîk, Apo u Ferhat źî li wir runiśte u tenura xwa germ dikin.
Êêê, ez li ba wan kafiran runiśtim helbet.
Tabî gotina me bii vir u wir da ću u hat, ću u hat, dawiya dawîn dîsan li ser zmanê kurdî śuna xwa germ kir.
Hîcar me dît, ha cîgerim Zekî źî hat. Eman eman hun bi navê wî xwa nexapînin, eśqim ewqas ku źi zmanê tirkî hez dike. Dibêźe «bê tirkî źiyan nameśe ellawekîl!».
Kekê me di Facebook’a agirpêketî da ha ha klîb u nivîsên bi zmanê tirkî belav dike.
Bi vê źî têr nabe, radibe śîroveyên «hee bu u nebu» dike u îmana meselê źi sedî sed dike teneke.
Ê me got, źiber ku xalê me Zekî eziyet kiśandiye u hatiye vir, ka em carekê bi destura xwadê ćend lotikên sorik u zerik lii camêr bixin, ê me lêxist źî yanî.
Tabî hîcar xalê Zekî ći bibêźe baś e, gidîîî?!
«Yaw Apo źî hertim bi tirkî xwa germ dike, ma ez nizanim …».
Apo ha?! Yanî beranê bê simbêl yê di nav gomê da lo! Yaw camêrê ku qursan li ba zangeha Zürich’ê orxenîze(?) dike ha.
Mêro ći bibêźe baś e, hun dizanin?
«Yaw heta ku ez meźbur nemînim, ez bi tirkî napeyîvim dînime îmanime!».
Hun zêde baweriya xwa bii «dînime îmanime»ya wî neyînin. Kafirekî temam e.
Ê canim cîgerim, hey tifuuu lii wê «dînime îmanime» te bibe, ihi.
Paśê ći bibe rind e?
Apo źî got, «bi sê telaqên źin- u mêrberdanê bibe ku Ferhat hertim tirkî dipeyîve, nivîsan di Facebook’ê da belav dike, wan śîrove dike.».
Lê śekerim Ferhat ewqas nermik u germik dipeyîve ku, ne tê xwarin u ne źî tê tarîf kirin ellawekîl.
Got, «na lo, min kengê kiriye anam babam?».
Yanî dawiya dawîn ez dîsan hers ketim, dilê min kir teq u req, hindek maa ku bike «rep» u bisekine.
Min soz daa camêran, ez ê di demeke nêzîk da cîśaneyên/edresên wan tespît bikim u wan yek bi yek bikuźim, him źî bê fitu u filan u fistix.
Lê mixabin min hîn źî birryar nedaye ku ez van camêran ćawan bikuźim.
Dibêźin vê gavê di nav tirkên qewadoxlî qewad da «bombeya napalmê» pirr mode buye.
Ma hun ći dibêźin yaw, ev segbavana ćend bombeyên napalm yên bi bêhna sêvê difirośin min yan na, hi?

Mittwoch, 9. November 2011

Źi Piśtî 50 Salan Bi Kurdî Nivisîna «Śîîran»!

Hîro hewa li Zürich’ê gelekî baś bu.
Karê min yê hîro tenê seetek wergerr bu.
Źi piśtî nîvroyê «supervîziyonek» źibo wergêrran hee bu, ez źî tev lê bum.
Qendî sê seetan bu, lê ez źiber karê wergerrê seetekê dereng mam.
Tabî roźên ćarśeman ez sportê nakim, yanî navberekê didimê.

Min hîro di Lotikxane.com’ê da nućeyeke pirr sosret dît.
Ligorî nućeyê, śaîr Îlhamî Ozer’ê ku heta aniha śîîrên xwa bi zmanê tirkên qewad nivîsiye, rabuye di 64 saliya xwa da dest bi kurdî kiriye.
Ya xwadêêê, mêro bi hev ra sê «dîwan»ên qerase derxistiye u yek źî di rê da buye.
Aha źi we ra lînka gotarê babam:

http://www.lotikxane.com/2011/11/09/aha-xiret-ev-e-2/

Tabî ez bi xîreta vî camêrî pirr kêfxwaś bum.
Ne tiśtekî pićuk e, di 64 saliya xwa da biruskekê di serê kekê me da lê daye, tofana Nuh Nebî rakiriye, źi niśkeva aqilê kekê me hatiye tam li śunê runiśtiye.
Źibo vê źî śikir ellawekîl.
Ku qet nebuya me yê ći bikira lo.
Yanî źi ku derê ziyanê merî vebigerre, ewqas źî kaar e.
Ćend heb dibin bila bibin, her kesê ku źi «tirkbunê» vegerriyaye ser eslê xwa, misteke bê îman e bii ser ruyê tirkên heramzade da.
Meriv dilop bi dilop dikane bendavan zuwa bike.
Bêguman gava li ba kurdan dilopek tê ser reh u eslê xwa, bi mîlyonan źî źi kîsa bavê me terrin.
Him źî herro terrin.
Di raśtiyê da – bêyî ku ez mezin bikim –, heger haya kurdên ku źi xwa ra kurd dibêźin u kurdên ku asîmîle bunne u xwa «tirk» bi nav dikin, esl u feslê asîmîlasiyonê bidîtinna, ewê di śevekê da vebigerriyanna ser rehê xwa.
Ez qet guman nakim, ewê bi śev u roź hînî zmanê xwa bibunna, ewê bi her hawî zman u kultura tirkan red bikirinna.
Lêêê!
Pêhesiyan u raśtiya rewśê ya kambax u lanetkirî hîs kirin, ne hêsan e, bi taybet źî digel vê siyaseta me kurdan ya tirkćî u kemalîst!
Heta ku ev pêk neyê, ti derfeta me kurdan ya ku rê li ber mirina zmanê kurdî bigirin, tun e.
Źixwa siyasetmedarên me av bi av ćunne, hîcar em ći źi kurdên asîmîle buyî bipên anam babam, ći?!

Dienstag, 8. November 2011

Qetîlên Zmanê Kurdî: Nivîskarên Kurd Yên Bê Elfebe!

Hîro źî źi doh pirr cihêtir nebu.
Źi piśtî nîvroyê min li duhev sê seet wergerr kir.
Di seet pêncan da gêśtim malê. Bi lez pariyek nan bi śîr xwar u ćum entremena xwa.
Yanî hemî tiśtên ku min wekî ćalakî lii dar xistinne, tenê ev in bavê mino.

Di nućeyên hîro da min tiśtekî hêźayî balê nediy.
Mîna her demê siyaseta zirt u virt ya me kurdan, ku pênc quruś źî qîmeta xwa tun e.
Źi binî heta serî bêhna manîpulasiyonên dewleta tirkan źê têt.
Yanî ha merî nućeyên tirkan xwandiye ha nućeyên kurdan, cihêtî hêć tun e.
Di raśtiyê da baśtir e ku merî yên tirkan bixwîne, qet nebe meriv raśteraśt źi ćavkaniyê her tiśtî hîn dibe.
Bi serê diya min ya bi gorn bibe ku, heger tirkan nućeyên xwa bi zmanê kurdî bikira, min ê tenê carekê źî nućeyeke kurdan nexwanda.
Źixwa kuwelîteya naverokan, di bin sifirê da ye.
Kultureke ragiyandinê ya giśtî qet nîn e.
Gava meriv nućeyan dixwîne, belengaziya van kesan ya nezan u zirzop dibîne.
Ez qet tênagêźim, ćawan dibe ku ev kesina źi piśtî ewqas salên dur u drêź hîn źî cahilên wekî dema kevir u kućan mayînne.
Bêguman ez destê xwa qet nadim rêzmana van camêran.
Bê him u gim, di vî warî ewqas qeśmer u rezîl in ku, ez bi peyvan nikanim bînim zmên.
Helbet ev cahilên demên mirî, źi xwa ewqas razî ne ku, ne tê gotin u ne źî tê xwarin.
Gava ez dest bi xwandina nivîsekê dikim, tirs dikeve dilê min.
Bi dîn u îman ku ez ditirsim. Psîkoloźiya min tevda buye śorbe.
Ne destpêka hevokê u ne źî ya dawiyê lii hev tên.
Yanî merî hew dikane bi dilekî rehet nivîsekê bixwîne, źi nivîsekê ćêźê bigire.
Carinan źiber vê bêbavtiyê ye ku ez nefret dikim ku bi kurdî tiśtekî bixwînim.
Min gava din di nućeyekê da dît, camêrekî rabuye bi hev ra sê romanên xwa di carekê da daye weśandin. Ya staaar, tu me bihevîne lo!
Kuro, sê roman, ne yek u ne dudu!
Aniha yanî heger haya min źi hindekî cîhana nivîsînê nebe, źi zmên nebe, min ê bigote «wey eferim źi te ra yaw!».
Lê bawer bikin ku mêro – min nexwandinne – źiber kompleksên xwa yên śexsî bêwîźdaniyeke hilo lii xwa, me u zmanê kurdî kiriye.
Źibo ku millet bibêźe: «Lawo te dît, sê roman, u hersê źî bi kurdî, wey weleeed!».
De hîcar hêsab li ba ye, ku nivîskarên milletekî vilo bun, hindî halê wî milletî ćawan e, ha hun bi xwa bifikirin kezebino.

Montag, 7. November 2011

Roźeke Germik, Nermik U Sivik

Hîro tiśtek di źiyana min da ćênebu.
Danê sibehê u yê hêvarê, hercarê źî min źibo seetekê wergerr kir u vegerriyam malê.
Hema hema źi piśtî śeś roźan min dîsan hîro dest bi sporta xwa źî kir.
Tabî heger merî źê ra sport bibêźe.
Nîv seetî ćum bezê u paśê źî min qendî seetekê źî entremena bedenhêziyê li ba tesîsên zangeha Irchel’ê kir.
Min hîro entremeneke sivik kir. Źiber ku ez hîn źî pićekî derbeya nexwaśiya xwa hîs dikim.
Dibe ku hîn hefteyekê yan źî zêdetir baźoy.
Bi sê gotinên pîroź yên źin- u mêrberdanê bibe ku ez di vê yekê da ti pirsgirêkekê źî nabînim.
Ez ê vê heftê her tiśtî bi têra xwa germik u nermik bikim.
Hêć u hêć leza min nî ye u xelas.
Êêê, firsend ev firsend e, ez ê źî bi hemî heśmetiya xwa ya mezin xwa lii tiraliyê daynim helbet.

Sonntag, 6. November 2011

Kesê Ku Źi Kurdekî/ê Ra Dibêźe «Zman Unîversel E», Bênamusekî Temam E!

Hîro hewayeke pirr xwaśik li der hee bu.
Lê dîsan źî ez derneketim der.
Min pêśta niyet dikir ku źi piśtî nîvroyê herrim pîskîlêthaźotinê.
Tabî min dîsan dest źê berda źiber nexwaśiya bê bav ya źi berî ćend roźan.
Tevî ku rewśa min pirr baś bu źî, min bi hezar zoriyan xwa daa sekinîn.
Yanî tedbîr yaw.
Bi destura hezretî Zerdeśt ez ê sibeh bibêźim ya star u destê xwa li bêê bixim.
Ihi, ez peyva mêran didim lo.

Doh min di nućeyekê da xwandî bu, perlementa tirkan destur nedaye ku perlementerên kurd li ćapxaneya perlementa tirkan qertên ceźnê bidin ćap kirin.
Bê namusên heram ewqas ku li ber xwa didin, źibo ku peyvek źî bi zmanê kurdî nekeve nav civatê u lii ćavê ti kesî nekeve.
Źi zmanê kurdî ewqendî ditirsin ku, gava peyva «kurdî» di nav guhên wan yên «eśekoxlî eśek» ra derbazî hundir dibe, mîna ku mozê lii wan vedayî bibe, harr u dîn dibin.
Bêguman mafê van segbavan źî hee ye.
Tevî ku em kurd pê nehesiyane, me mahneya heebuna «zmên» hêć fam nekiriye źî, zman yekane u tekane dara źiyana milletê kurd e.
Lê tirkên heram vê yekê pirr baś dizanin. Loma źî bi hezar dek u dolaban bernadin ku «zmanê kurdî» bikeve roźeva kurdan u kurd him xwadîtiyeke bêhempa lii zmanê xwa bikin u him źî «dev» źi zmanê tirkên qewad u tecawîzcî berbidin.
Em di nav siyasetê da gelek tiśtan wekî «bi rumet» u «bê rumet» hertim derdixin pêś. Ew tiśt li ba milletên din źî weha ne. Lê milletên din van biwêźan pirr bi zana u źêhatî bi kar tînin u pê menfeetên xwa yên mîllî diparêzin, xurttir dikin.
Tabî li ba me kurdan her tiśt tevlihev buye. Bi zêdeyî em sloganên ewqas berdayî tavêźin ku, ker źî źi me tiśtekî fam nakin.
Yanî em di vî warî da tam ligorî manîpulasiyonên diźminên xwa, armancên siyaseta wan di nav siyaseta xwa da dixin roźevê u dikin meśru.
Ez mînakekê bidim.
Gotina me kurdan «zman unîversel e», yan źî «diźmintiya zmanan nabe!», yan źî «zman bê guneh in!» u hwd.
Bila ćewt neyê fam kirin. Em wan gotinan źibo parastina zmanê kurdî źi tirkan ra nabêźin, em van raśteraśt źi kurdan ra dibêźin źibo ku zmanê tirkî di nav milletê kurd da belav bikin.
Bawer bikin ku ti kurdekî heta aniha źî źi tirkekî heram ra tiśtekî weha negotiye.
Ti kurdekî tiśtekî weha aqil źî nekiriye. Źiber ku meśrutiyeta zmanê tirkî di mêźiyên wan da bi temamî serketiye u bernade ku wekî kurdekî esil bi kurdî bifikirin, birryarên kurdîn bigirin u xwa źibo berźewendiyên zmanê kurdî bixin nav tevgerrê.
Kîźan siyasetmedarekî xwadî aqil - mebesta min aqilekî hilo u vilo mezin nî ye yanî haaa -, tevî ku zmanê wî di komayê da ye u ha ha derbên herî bê bav u bê namus dixe, dikare rabibe u «zman źibo me ne pirsgirêk e, em dikarin źi piśtî śoreśê źî zmanê tirkî ćil-pêncî salan bi kar bînin, ti diźmintiya me li hemberî zmanê tirkî tun e!», bibêźe ellawekîl?
De hîcar hun lii kêfa tirkan bifikirin, helbet ku tirk ewdê ti mafî nedin me. Ma tirk ewqas ehmeq in?! Ma tirk nizanin, ku carekê piśta zmanê kurdî hate śikandin, dixwaze bila xwadê were, hindî zmanê kurdî av bi av ću.
Helbet em tenê desturê nadin tirkan ku ew źi me îstifade bikin, her weha źibo ku ew źi me îstifade bikin, em źibo wan kar źî dikin.

Samstag, 5. November 2011

Cîgerim Kyumars Kurmancî Girt U Reviya

Van roźan hewa li dor dewpênc pileyan germ e.
Lê tevî vê źî ez zêde derneketim der.
Ev ćar roź in ku min sport źî nekir.
Qelorîfera di odeya min da xerab buye, loma źî odeya min gelekî sar e.
Meźbur dimînim ku zêde kincan li xwa bikim.
Nexwaśiya min ya ku śeva sêśema buhurî dest pê kirî bu, hîn źî bi temamî derbaz nebu.
Îśteha min ya xwarinê pirr kêm e. Xwarina tiśtekî pićuk źibo hemî roźê hema hema têrî min dike.
Tabî bi giśtî rewśa min berbi baśbunê va terre.

Hîro min hindekî wexta xwa bi bêźenasiya/etîmoloźiya peyva kurdî «bihar/baar»ê va derbaz kir.
Di raśtiyê da ev ćend hefte ne ku ez carinan pê miźul dibum.
Dibe ku ez vê gotara xwa sibeh xelas bikim u źi malpera amidakurd.com’ê ra biśînim.
Ez hêć dil nakim ku hîro destê xwa bidim tiśtekî.

Pêr ez, Śefîq, Apo u xalê me Kyumars li qefeteryeya zangehê hatinn ba hevdu.
Cîgerim Kyumars źi Kurdistan’a roźhilatê ye. Li vir doxtoreya xwa xelas kir.
Got źi berî ku ez herrim, em carekê werin ba hevdu.
Me źî weha kir. Ewê sibeh vegerre Kurdistan’ê, yanî baźarê xwa Sîne’yê.
Naxwaze li vir karekî bibîne u bimîne.
Cîgerim dihat qursa zmanê kurdî źî berê.
Bi dîn u îman źi hemiyan baśtir (heqqê xalê Śefîq źî nexwim) kurmanciya xwa ya germik u nermik bi pêś da bir. Bi xwa soranekî kafir e.
Di destpêkê da nedikaniya bipeyîve. Lê aniha buye wekî bilbilê śerqê, yanî źê źi sedî sed lotikćiyekî temam ćêbu, tam bu wekî beranê nav gomê, ya staaar!
Bi telaq hindekî xemgîn im źiber ćuyîna wî.
We dît, kurdekî agirpêketî yê din źi kîsa bavê me ću u ću.
Welle min qet aqil nekir ku ez źi soranê me Kyumars heyfa kurmancên me hilînim yaw, hey tifuuu, min ew firsend źî revand lo.

Donnerstag, 3. November 2011

Serboriya Li Ecîla Nexwaśxanê!



Welle di raśtiyê da qet halê min yê ku bikarim tiśtekî binivîsînim tun e.
Pêr berbi nîvê śevê rewśa min hindekî xerab bu.
Min heta sibehê nekaniya rabikevim.
Lê doh berbi hêvarê rewśa min xirabtir bu. Di seet pêncan da ez źi karê wergerê vegeriyam malê.
Min dermana diya xwa ćêkir u xwar. Mixabin vê carê zêde tesîr nekir.
Her ćendî pićekî kêmtir bu źî, pêra dîsan bi hêdîka zêde bu.
Tabî min dawiya dawîn birryar girt u ez di seet 8ê hêvarê da rabum u ćum ecîlê.
Gelek kes li dorê bunn.
Tevî vê źî xatuna ku li ba serlêdanê bu, źineke pirr tolaz u qeśmer bu.
Ez nizanim derdê xatunê ći bu, lê wekî heywanekî bi merivan ra tevdigerriya.
Źi piśtî tîźîkirina formularê ez ćum li ser kursiyekê runiśtim.
Lê rewśa min her ku diću xirabtir dibu.
Min ću coca coleyek kirriya u dîsan hatim li śuna xwa runiśtim.
Helbet ya min ne runiśtin bu.
Serî u mêźiyê min, mide, bazu u piśta min têśiyan. Arê/agirê min derketî bu. Li min sar bu. Îśteha ku tiśtekî bixwim, tune bu.
Paśê, źi piśtî seetekê ez rabum ser xwa u ćum ber ciyê serlêdanê u min źi wê źinika psîkopat pirsiya, ka ez dikarim li ser senîterê xwa drêź bikim yan na. «Temam, hun dikarin», got.
Źi seet u nîvekê zêdetir źî ez li wir li ser wê senîterê mam.
Halê min ya ku tevbigerriyama, nemayî bu. Di vê navberê da nexwaśekî din yekî ku źi welatekî din bu, hat ba min u źi min ra got: «Ma ez dikarim źibo te tiśtekî bikim? Ma daxwaziyeke te hee ye źibo ku ez bînim śunê?».
Bawer bikin yekcar hêstiran di nav ćavên min ra xwa dann der.
Ez ê biketima vî halî! Li ecîlê sê seetan min ê li ber xwa bidaya u personela acîlê źî ewdê qet xem nexwarî bibuya, weylooo.
Li śuna vê ći dibe?
Însanekî ku hatiye ecîlê, źi śuna xwa radibe ser piyan, tê ba min u dixwaze ku hariyariya min bike, kurooo.
Źiber ku ćavên min tîźî bubun, ez li hemberî bênamusiya ecîlê u personelê pirr hêrs ketî bum, min nedikaniya ku devê xwa vebikim u źê ra tiśtekî bibêźim.
Paśê min bi ćend nîśanan daxwaza ku ew śuśeya colayê ya li ser erdê bide min, źi wî kir.
Di seet 23:30an da hemśîreyek hat u ez birim hundir ecîlê.
Źi piśtî ćend pirsên gelemperî, girtina xwînê ez heta seet sisiyan li wir mam.
Serum u dermana hêśê dann min.
Di vê navberê da xwîn źî hatî bu tehlîl kirin.
Dawiya dawîn biźîśk hate ba min u got: «Tehlîlên xwînê paa/paqiź derketin, ne îltihabek u ne źî tiśtekî din hee ye. Dibe ku vîruseke bê wate xwa li we gerrandî bibe, yan źî tiśtekî din. Lê me tiśtek nedît.».
Źiber ku xerabiya di mîdeya min da rewśa min aloztir dikir, dermaneke din bi serumê dann min.
Gava seet hatî bu sisiyan źî ez hindekî hatî bum ser xwa.
Paśê min kincên xwa li xwa kirinn u derketim der.
Mixabin li der ti texsiyek xuya nedî bu.
Tabî ez peya ketim ser riya xwa, bi hêviya ku ewdê texsiyek di wir ra derbaz bibe.
Lê derbaz nebu. Loma źî bi peya di ćil deqqan da gêśtim malê.
Di rê da pê hesiyam ku min mifteya xwa źî li malê źi bîr kiriye.
Źi meźburî min li zengila dêrî xist. Tevrunerên min źi min ra derî vekirinn.
Yanî śeva ćuyî śeveke pirr bê bav bu.
Hîn źî śopên nexwaśiya min bi temamî handa nebunne.
Xwadê mezin e yaw.




Mittwoch, 2. November 2011

Kevirek Kevirekî Din Dikiśîne

Van roźan li vir hewayeke xwaśik hee ye ligorî vê demsala me.
Hewa li dor des/deh pileyan germ e.
Tabî tav źî hee ye. Baa qet nî ye.
Źiber ku hewa hindî ne ewqas germ e, min vê demê navberek daa pîskîlêthaźotinê.
Lê dibe ku ez van roźan dîsan herrim.

Hun źî dizanin, źi piśtî buveheźa/zelzeleya li Wan’ê rewśa xelkê kurd li Wan’ê pirr berbat bu.
Lê bi taybetî źî siyaseta tirkan ya niźatperest u faśîst rewśa xelkê hezar carî berbattir kir.
Li nêzîkî śeś sed kesan merivên me mirinn.
Di navbera hezar u hezar pênc sed kesan da birrîndar hee ne.
Tabî ev feleketa xwezayê bes ne bu, hîcar dewleta tirkan rabu bi ćekên kîmyeyî sî u pênc gêrîlleyên kurd kuśt.
Bi raśtî źî meriv źi vê bi wêdatir nikane barbar bibe.
Ev ći zilm u nefret e?! Ev ći vac u îdeoloźî ye?!

Bêguman, meriv bi awayekî mebesta tirkên niźatperest u faśîst fam dike.
Her kevirê ku li Kurdistan’ê hatiye azat kirin, źibo tirkan handakirina «menfeeteke mîllî» ye.
Kevirek bi xwa ra kevirekî din dikiśîne, ew vê baś dizanin.
Yanî ev berbirrka/qanuna xweza u unîverzumê ye źî.
Yanî meteryel hevdu berbi hevdu dikiśînin u bi vî hawî źî di cîgehê/mekanê da heebuna xwa îspat dikin. Ev berbirrkeke fîzîkî ye.
Mesela hemî planet u cîhana me źi perćeyên pirr pićuk pêk tên, heta meriv dikane bibêźe ku źi perćeyên «nano» pêk hatinn e.

Min drêź kir. Min dixwast ku ez bi ćend peyvan li ser siyaset u dîplomasiya me kurdan bisekinim.
Di vî warî da em kurd bunne pepukê vê cîhanê.

Hîro min di Facebook’a pirr germik u nermik da ev nivîsa xalê me Śengul Ogur xwand:

«Divê ew vîdeo bigihin hemû hemû saziyên mafên mirovan ên dinayayê, hemû hiqûqnasên dinyayê, hemû demokratên dinyayê, da ku dinya barbaran nas bike».

Pêra źî kekê me ev śîrove lê kiriye:

«Kurdên li ewropa çi dikin? Ev jî kare wa ye..».

Źiber ku haya can u canikên me yên li welêt źi vir tun e u haya me źî źi wir tun e, em pirrî caran dikevin nav xewn u xeyalên mezin.
Bi raśtî źî derdê me pirr giran e, tiśtê ku bikare wekî din me haś bike źî, nî ye.
Min źî paśê ev śîrove kir:

«Śekirino, bawer bikin ku haya hemî dewletan źî źi vê yekê heye. Yanî sîstem bi xwa dizanin ći dibe u ći nabe. Lê helbet ev eynî dewlet ti carî îmkanê nadin ku raya giśtî ya li van welatan hîn bibin, ka li Kurdistan'ê bi raśtî źî ći diqewime.
Ćiima?
Di vê yekê da sucê herî mezin yê me ye. Źiber ku me heta niha źî hewl nedaye xwa ku di nav civatên van dewletan da têkiliyên medenî bi hev ra ćêbikin.
Me hemî îdeoloźiya xwa ligorî devê kemalîzmê ava kiriye.
Mîna ku berpirsiyariyên vê meselê Ewrupe u Emerîka bibin, me ew źi xwa ra kirinne diźmin (bêguman paya wan źî tê da hee ye).
Lê li hêlan din em diźminê xelkê kurd yê herî esasî źi bîr dikin, wî dikin brayê xwa, bavê xwa, diya xwa u êrîśî welatên talî dikin.
Herkes wekî me ne ehmeq e.
Haya me kurdan qasî gramekê źî źi dîplomasiyê tun e.
Li welêt ći tirshik e li vir Ewrupê źî eynî tirśik e.
Ćiqas bê îdreq hee ne, ćune di nav komeleyan da śuna xwa germ kirinne u zirareke mezin didin daxwazên siyasî yên kurdan.
Bawer bikin ku ti kesekî zana yê ku daxwaz dike herre komeleyan, tun e.
Komeleyên me bune wekî hêlîna kemalîzmê.
Kurdistantî, kurdperwerî, ćandeke kurdîn meriv hew dibîne.
Bêguman sebebên vê yekê siyaseta me ya tirkćî ye, wekî tirkan bi zmanê tirkî źiyîn e, bi kultura tirkan źiyîn e.
Hîcar kesên ku hemî proxremên tirkbun u tirkćîtiyê di serê xwa da bar kirinne, ewê ćawan wekî kurdekî bifikirin u biźîn.
Heta ku kurd kurdistanî nefikirin u bi devê tirkan quretiyê li hemberî dinê nekin, ti śansa kurdan nîn e.
Divêt meriv dinê bigire paś piśta xwa, ne hemberî xwa.
Lê mixabin tevî ku sîstemên totalîter u dîktator tevda handa bunn u ćunn źî, me nekaniya guhartinekê di xwa da ćêbikin.
Bêyî alîkariya cîhanê źî kurd nikarin kevirekî źî xelas bikin.».

Min got, kevirek kevirekî din dikiśîne, ne hilo?