Aniha hun ê bibêźin, «ma te hîro ći kir babam?».
Bi serê we bibe ku min tiśtek nekir yaw.
Źi derî kirrîna dawiya heftê pê da min tiśtek nekir.
Tabî berî nîv seetî ćum gerra xwa ya hêvarê źî, yanî ya śevê lo.
Min qendî ćil deqqan serê xwa sar kir u hatim.
Min vê hêvarê śomuneya odeya runiśtinê źî vêxist, yanî sobeya odê lo. Aniha pirr germ e. Lê odeya min helbet qet germ nabe.
Źiber ku hindî hestiyên min têśiyan, min nekanî lii ber xwa bidim.
Loma źî min śomuneya me vêxist.
Tevrunerên min źî ne li malê bunn. Źi berî ćend deqqan tenê Gabriel vegerriya.
Yanî hêvara min bê deng u aram derbaz bu.
Helbet min di nav vê germayiyê da gotara xwa ya li ser «zmanê medî» źî xelas kir u źi malperê ra śand.
Ya raśt min têza xwa ya ku bi zmanê elmenî amade kirî bu u di sala 2004an da dayî bu profersorê xwa, źê ra śand.
Tabî min pêśgotina têza xwa bi hindek vegotinên zmannasiyî wergerrande kurdiya kurmancî.
Navê têzê bi zmanê elmenî Die Sprache Der Meder «zmanê medan» bu u qendî 155 rupelan e.
Aha ez vê li vir źî didim lo:
*Lê mixabin ku têbiniyên zmannasiyî di BLOGa min da xuya nabin.
[ Pêśgotina Pêśgotinekê ]
Ez li vir pêśgotina têza xwa ya ku bi zmanê elmenî hatî bu amede kirin, źibo xwînerên kurd u kurdî werdigerrînim kurdiya kurmancî - bi tevî hindek têbiniyên nu -. Min ev têza xwa li ser «zmanê medan» kirî bu u di meha sermawêzê ya sala 2004an da li ba zangeha Zürich’ê (Swîsre) dayî bu Prof. Dr. MICHAEL JANDA.
Lê di raśtiyê/rastiyê da dîroka vî karî heta sala 1998an bi śun da terre. Min wê gavê li ba zangeha Bern’ê (Swîsre) wekî karê somestrê dayî bu Prof. Dr. ROLAND BIELMEIER. Paśê di tîrmeha sala 2002an da li ser pêśniyaza Prof. Dr. MICHAEL JANDA min li ba proźeya bi navê «navên źinên hîndî-ewrupeyî» heya berćileya sala 2004an bi tevî komeke zmannas wekî lêkoler li ba zangeha Zürich’ê di beśa Vergleichende Indogermanische Sprachwissenschaft (Înstîtuta Zmannasiya Hîndî-Ewrupî Ya Ruberîhevkirinê) da kar kir. Di destpêka vê proźeyê da Prof. Dr. MICHAEL JANDA daxwaza ku ez zmanê medî lêbikolim, kir, u got, heger ez źî vê maqul bibînim, ez dikarim vê xebatê źi piśtî amadekirinê wekî têz bidim wî... Di dawiyê da min ew pêśniyaza Prof. Dr. MICHAEL JANDA hanî śunê u ew lêkolîna xwa bi zmanê elmenî DIE SPRACHE DER MEDER «zmanê medan» bi dawî kir u daa wî. Paśê di nav demê ra min carcarinan hindek tiśt lê zêde kirinn. Lê ez li źêr versiyona ku min di meha sermawêzê ya 2004an da dayî bu Prof. Dr. MICHAEL JANDA li vir di formata PDFê da diweśînim.
Ev lêkolîna źi du beśên bingehîn yên zimannasiyî pêk têt:
1.) Dengnasiya/fonoloźiya zmanê medî (di vê beśa 1. da dîroka dengên zmanê medî bi tevî zmanên din yên îranî, hîndî u hîndî-ewrupî hatiye lêkolîn).
2.) Ferhenga navên zmanê medî (di vê beśa 2. da bêźe u bi zêdeyî źî sernavên medî yên ku di nav belgeyên xelkên hevsê/cîran da hatinne tomar kirin, ligorî metodên zmannasiyî yek bi yek hatinne vekolîn).
Bi hêviya ku ewdê źibo lêkoler, zmannas, kurdînas, kurdnas, îranînas u îrannasan bikare bibe ćavkaniyek u hariyariyeke bingehîn. Źixwa mebesta vê yekê źî tenê ev bu.
[ Pêśgotina Têza Min ]
Navê medan cara yekem li ba qiralê asur Salmanasar’ê 3. yê ku li derudora sala 836an ya źi berî mîladê li diźî Matai (Medya) u Parsuaš’ê (Pers’ê) dest bi śerekî kirî bu, di forma KUR.a-ma-da-a-a da hatiye tomar kirin. Li derudora sala 820an dîsan Šamšî-Adad’ê 5. źî li diźî welatê medan śer kirî bu. Seferên din yên ku paśê di salên 794, 790, 766an u hwd. da berbi Medya’yê hatinne kirin, di Lîsteya Lîmu da («lîsteya birêvabirinê») têne ragiyandin. Di sala 737an ya źi berî mîladê da dîsan Tiglatpileser’ê 3. źî bii ser Medya’yê da digire. Pêra-pêra wateya medan − him ya sîyasî u him źî ya geyoxrefîk − di nav demê ra zêdetir dibe. Di sala 614an ya źi berî mîladê da *Huvaxštra (Kyaksárēs) bii ser Nînova’yê da meśiya; Nîmrud hate bin xistin u li ser vê yekê peymaneke formal di navbera Kyaksárēs u Nabupolassar da hate pêk hanîn, heta ku Kyaksárēs’ê źi Medya’yê dawiya dawîn di sala 612an da Nînova’ya ku di bin desthilatdariya asuran da bu, źê wergirtî bu. Paśê di bin rêberiya Kuruś’ê 2. da (Kyros/Koros) li derudora sala 550an ya źi berî mîladê hemî herêmên medan źi hêla persan va hatinn dagir kirin. Bi tevî vê binketinê medan hećî ku ću hêza desthilata xwe lii diźî persan handa kirinn u hindî/hêdî hew kaniyann niwêneriya întereseyên xwa yên siyasî bikin. Hemî serhildanên ku paśê hatinn pêk hanîn, źi hêla persan va hatinn pelćikandin, wekî mînak di sala 521an ya źi berî mîladê da serhildana medan ya di bin rêberiya mîrzayê ciwan Fravartiš da bi tevî binketineke xwînî ya medan bi dawî bubu. Lê dîsan źî medan li ser persan/farsan bandoreke kur hiśtinn:
«Med hafirînerê yekem yê pêkhanîna desthilata îranî ne u ev realîteyek e; her weha wergirtina gelekî dezgehên wan yên źi hêla farsan va, yên ligel navkirinên di gelek rewśan da źî divêt pê ra girêdayî bibin.» (MAYRHOFER 1968: 3).
Bêguman ne hêsan e ku mirov di derbarê vê yekê da raśt u bi pîvan bipeyîve, lewra bi gelemperî di derbarê zmanê medî u dîroka wan da tiśtên pirr kêm têne nas kirin. Źiber vê yekê bi dehan sal in ku lêkoler dixwazin bi tevî hariyariya taybetmendiyên zmanî zmanê medî rekonstrukte bikin u vegotineke zelal bînin, ka ći zmanê medî (yê resmî źi yên din) cihê dike:
«Li herêmeke wilo mezin źi destpêkê u pê va ne pêkan e ku tenê zaraveyek hatî bibe bi kar hanîn: Medî wateya komeke mezin dide.» (HERZFELD 1934: 34p.).
Bêźeyên tekane – bi taybetî źî sernav – yên medî, yên ku ligel xelkên cîran hatinne nivîsîn, nikarin hertim bi zelalî werin xwandin u watelêdayîn. Źiber ku zmanê medî bi belgeyên niviskî yên dîrekt nehatiye ragiyandin − heta îro −, karekterîstîkên wî źî tenê îndîrekt dikarin werin derxistin. Lê li hêla din ti guman nîn e ku hindek hêmanên/elementên biyanî yên ku di zmanê farsiya kevin da hee ne, wekî mînak fars-k. aspa- «≈ hesp», vispa-zana- «źi hemî niźadan/cureyan, yê ku hemî niźadan diguncîne», ciϑra- [cithra-] «ron, ronak, geś» (di sernavên nêr da), miϑra- [mithra-] n. sn. u hwd. źi zmanê medî têne u wekî deynbêźe ketinne nav zmanê farsiya kevin. Her husan ev heman tiśt źibo bêźeyên ku derbazî zmanên din bunne źî − elamî, akadî, babîlî, asurî, arameyî, îbranî, misirî, lîkî, lîdî u yonanî − dikare bête gotin.
Di vî karê li źêr da min bêźeyên ku di nav nivîsarên cîranên medan da wekî yên zmanê medî hatinne nas kirin, xwast ku berhev bikim. Ev kar źi du beśên sereke hatiye pêk hanîn. Di beśa 1. da dengnasiya zimanê medî bi kurtasî tê vegotin, u di ya 2. da źî ferhenga zmanê medî tê pêśkeś kirin. Hêmanên dema îraniya navîn − ya raśt bi gotineke din mediya navîn (= îraniya bakur-roźavayiya navîn) − di nav vî karî da pirr kêm hatinne li ber ćav girtin u analîzên bêźeyan yên ku taybetmendiyên zmanê mediya kevin nîśan didin, pirr bi sînor in. Evan peyvana di vî karî da bi tevî histêrkekê «*» u carinan źî bi tevî pirseśanekê «?» xuya dibin. Detayên di derbarê bêźeyan da dîsan ligel peyva dayî ya di ferhengê da bi kurtî hatinne dayîn. Di hindek rewśên ku meriv źi ber transkrîpsiyonê hew dikare bi saya metodên zmannasiyî bi ewleyî bixwîne u wateyê bidê, min tenê bal kiśande ser lîteraturê. Bêguman ligorî bîr u baweriya min hînê źî pêwistiya vî karê hanê li gelek ciyan bi berfirehkirinekê hee ye.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen