Sonntag, 13. November 2011

Źibîrkirina Mahneya Peyva «Diźmin» Dawî Lii Zmanê Me Haniya!

Ez hîro hêć derneketim der. Min hemî wexta xwa źî li malê derbaz kir.
Hewaya hîro ligorî ya doh sartir bu. Tav źî tune bu hîro.
Min du mekîne kinc śuśtinn. Ser maseya xwa paa kir.
Ez ê hîn kaxizên cur bi cur bixim nav dosyeyê.
Helbet divêt ez źibo ćil deqqan źî herrim gerra hêvarê.
Ka xwadê mezin e yaw.

Mîna ku min doh gotî bu, ez ê hîro bi kurtî li ser peyva kurdî «diźmin» bisekinim.
Ligorî nêrîna min me kurdan bendika ku bi raśtiyê va girêdayî ye, źi destê xwa berdaye. Heger em bibêźin me bi destê xwa birriye, baśtir e.
Em ći îllet in hun dibêźin?
Herê, em «kurd» in.
Di nav lîteretura giśtî da źibo welatê kurdan źî «Kurdistan» tê gotin.
Helbet «kurdên» ku li ser erda «Kurdistan»ê diźîn źî bi zmanê «kurdî» dipeyîvin.
Ango herre were tenê ev hersê peyv «kurdî, kurd u Kurdistan» me tarîf dikin.
Tabî «kurdî» berbirr e / qedexe ye. Bêguman li ciyê ku «kurdî» berbirr e, kes nikane îddîa bike ku bi eslê xwa «kurd» e u welatê wî źî «Kurdistan» e.
Wekî ku em hemî źî baś dizanin, bi mirina «zmanê kurdî» ti kesê ku bikare xwa wekî «kurd» bi nav bike, li holê namîne.
Yanî em ê handa bibin u herrin.
Gava meriv têkiliya xwa ya xwezayî bi xwezayê ra birriya, hindî ti śensa wî kesî namîne ku heebuna xwa di xwezayê da îspat bike.
Xweza li hemî ciyan di nav śerekî bê îman da ye.
Yanî xweza heebuna xwa dêndarî vî śerî ye. Bê vî śerî ti śensa xwezayê tun e ku źînbar bibe.
Mesela aniha vê gavê 61.900 cure heywan u nebat li ber tunebunê ne (http://www.3sat.de/mediathek/mediathek.php?obj=27905, ev dokumentasiyon bi zmanê elmenî ye).
Ćima?
Źiber ku śert u mercên źiyana van hatiye tune kirin, loma. Helbet di vî warî da bandora însanan ya li ser xwezayê pirr mezin e.
Ez dîsan vegerrim ser miźara xwa.
Peyva kurdî «diźmin» dîrekt źi zmanê hîndî-ewrupî tê.
Di avestî da wekî «duš-manah-» u di sanskrîtî da źî mîna «dur-manas-» e. Herdu źî mahneya «fikirîna diźminane/diźminî, yê/ya xwadî fikira diźminane/xerabe» dide. Di yonaniya kevin da źî wekî «dus-menes» e, eynî wateyê dide (tirkên qewad źî źi farsî girtinne!)
Ev hemî źî źi zmanê hîndî-ewrupî *dus-menes- tên. Peyva *dus- maneya «bed, xerab» u ya «menes» źî mahneya «fikir, raman, nêrîn» dide. Tabî aniha we mahneya peyvê źî fam kir.
Yanî ev têgeha źi berî śeś hezar salan di zmanê bingehîn da hee bu u eynî bi vê wateyê źî dihat bi kar hanîn.
Yanî camêran hîn źi berî śeś hezar salan mesele baś fam kirinne, ligorî wê yekê źî zman strîne u źibo ku li źiyanê bimînin ev têgeh u peyv li ciyê raśt bi kar hanînne.
Zman meriv him dike wezîr u him źî dike rezîl.
Temam, kengê zman meriv dike wezîr u rezîl?
Gava ku meriv bi raśtiya têgehan nelîst u mahneya wan nekir kepaze, meriv dike wezîr.
Mesela gava kurd di siyasetê da źibo tirkan em «brayên» hevdu ne dibêźin, kurd xwa bi xwa têgeha peyvê di serên xwa da tarumar dikin u hindî piśtî demekê ew bi xwa lii vê ehmeqiya xwa bawer dikin.
Tiśtekî gelek heśkere ye, raśtiya vê yekê di zanyariyê da baś tê zanîn. Mêźiyê mirov ligorî dubarekirina têgehan źi piśtî demekê xwa lii mahneya nu întegre dike. Bêguman źê pê va mêźiyê mirov xeternakiya mewcud êdî wekî xeternakî nanirxîne u nakeve nav hewldanên pêwist.
Di psîkoloźiyê da źê ra dibêźin «kronîk buyîn, ketina nav rewśa kronîk».
Divêt em mikur werin, her cara ku em dikin qîźźewîźź u tirkan dikin «brayên» xwa, em bi destê xwa xwa dixin nav rewśeke «kronîk». Em êdî tirkan źi xwa dibînin, bêyî ku pićekî aciz bibin, zmanê tirkî di nav xelkê kurd da legalîze dikin u zmanê xwa źî roź bi roź dikuźin. Tabî li hêlekê źî ha ha li diźî «diźminekî» nediyar śer dikin.
Ez dibêźim em kurd «qeśmerên herî rezîl» yên dîrokê ne.
Binêrin carekê, tirkan peyva xwa «düşman» źi farsî girtinne. Helbet mahneya wê źi me baśtir fam kirinne u ev hezar sal e ku bi vê źî em źi xwa ra kirinne koleyên herî bê śeref u bê namus.
Bila lanet lii vê kurdbunê bibe u herre!

Keine Kommentare: